STENBOL – DAD’ê bertek nivîsên nîjadperestî yên li ser dîwarên malên elewiyan hatibûn nivîsandin da û bang li rayedaran kir ku berpirsyar demildest bên dîtin û cezakirin.
Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD), derbarê nivîsên nîjadperest ku li navçeya Pendîkê ya Stenbolê li ser avahiyên elewiyan hatibûn nivîsandin de daxuyaniyeke nivîskî weşand û bertek nîşanî nivîsan da. Di daxuyaniyê de nivîs weke şerm hatin pênasekirin û bang li rayedaran hat kirin ku berpirsyar demildest bên dîtin û cezakirin.