Gundî bi destûrê dikarin biçin gundê xwe: Ev li tu devera cîhanê nîne

  • rojane
  • 09:07 24 Cotmeh 2020
  • |
img

ŞIRNEX - Li gundên girêdayî Şirnexê welatiyên ku dixwazin biçin gundên xwe yên ku lê şewat derketiye mudaxileyî şewatê bikin, lê li ser biryara Walîtiyê tên astengkirin û welatî li dijî vê bi bertek in û dibêjin "Hem dişewitînin û hem jî qedexe dikin." 

Li Şirnexê ji 10'ê Adarê ve ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve 15 herêm bi hêceta ewlehiyê weke "Herêmên ewlehiya taybet" hatine ragihandin. Li gel îlankirina qedexeyan û destpêkirina operasyonên leşkerî, li herêmê şewatên li daristanan jî dest pê kirin. Ji van gundên 5 meh in şewat lê hene Derşew, Basret, Meydîn, Qerneh, Deşta Lala, Cifanê, Spîvyan in. Welatiyên ku dixwazin biçin gundên xwe şewatê vemirînin û li bax û baxçeyên xwe binêrin,  divê ji Walitiyê destûr bixwazin. Piştî ku ji bo destûrê serî li Walîtiyê dan divê 20 rojan li benda vegera Walitiyê bimînin. Welatiyan bertek nîşanî vê sepana Walitiyê dan û gotin li tu deverên cîhanê mînakên vê sepanê nehatiye dîtin. 
 
'QEY ME GOT SALÊN 90’Î NE’ 
 
Ji gundê Qernehê welatiya bi navê Pîroze Denîz diyar kir ku piştî 25 salan şûn de dema ku ew çûn gund bi rismên qewimandinên salên  90'î re rûbirû mane û got: “Gundê me di salên 90'î de hat vala kirin. Dema ku  gundê me hate valakirin, em bi zehmetiyên mezin re rûbirû man. Tevî hemû zext û êrîşan me axa xwe neterikand. Ji dema ku em hatine vir ve em tenê 3 caran çûne gund. Piştî qedexeyên li Cizîrê hatin ragihandin, ketina gundê me jî bi tevahî hate qedexekirin. Îsal, bi derketina şewata daristanan re, me serî li Walîtiyê da ku em biçin gund. Em bi kelecan bûn ku piştî 25 salan cara yekem em ê biçin gund. Ji bo ku hûn biçin gund divê hûn destûrê bistînin û pişt re biçin.  Ev destûr jî bi sînor e. Ne girîng e ku hûn ji wir bin, yan jî nebin. Ger hûn sibehê biçin, pêwîste ku herî dereng di saet 5'an de hûn ji gund derkevin. Em çawa gihiştin xala lêgerînê, bi saetan me sekinandin. Piştî ku em çûn gund û me gundek talankirî dît, em pir pê êşiyan. Dîsa salên 90'î hat ber çavê me. Darên me hemû hatibûn şewitandin. Bax û baxçeyên me şewitandibûn.  Darên mayî jî ji bêaviyê hişk bûbûn. Gundê me ev 5 meh in dişewite. Lê em nikarin biçin. Hewceyê ji bo her çûyinê mirov destûr bixwaze. Ev destûr jî 20 rojan şûnde tê dayîn. Em dixwazin ku herin gundê xwe û şewatê vemirînin,  lê destûr nayê dayîn ku em biçin."
 
‘HEM DIŞEWITÎNIN HEM QEDEXE DIKIN’ 
 
Denîz anî ziman ku Walîtî li herêmê bêhiquqiyê dike û çi dibe bila bibe yek dar jî bimîne ew ê xaka xwe terk nekin. Denîz destnîşan kir ku çûyîna gund bi kêfa Walîtiyê ve girêdayî maye û her çiqas kes li gund tune be jî lê dîsa ferman tê dayîn ku ew neçin gundê xwe. Denîz da zanîn ku vê sepana Walîtî derdixe pêşiya wan li tu devera cîhanê mînakê vê yekê tune ne û heke destûra wan bihata dayîn dê dar û deviyên wan ji bêaviyê hiş nebûna û nehatina şewitandin. Denîz anî ziman ku dewlet nahêle xelkê herêmê biçin gundê xwe û got: “Dewlet dar û daristanên me dişewitîne. Her wiha pêşî li kesên ku dixwazin mudaxile bikin jî digire. Wan Cûdî, Gabar û Besta şewitandin. Ger destûr bidana me, dê îro ew qas dar neşewitîbûna.  Dema ku li rojavayê Tirkiyê li cihek şewatek derdikeve, ew hewarê radikin. Lê dema dor tê erdên me, ew ne mudaxile dikin û ne jî destûrê didin ku em biçin şewatê vemirînin. Ne hiqûqa vê dewletê heye, ne jî edeleta wê û ne jî wîjdanê wê heye. Şewata daristanan encama dijminatiya li ser Kurdan e. Em dixwazin herin baxçe û gundê xwe bibînin. Ax, dar û debara me têne şewitandin. Hem dişewitînin û hem jî qedexe dikin. Ji  bo em biçin ser av û axa xwe, kesên ku divê destûr bixwazin ne em bin, divê Walî destûrê bixwaze. Divê êdî li dijî vê zilmê bêdengî nebe.” 
 
JI BO BIÇIN GUNDÊ XWE ‘DESTÛRÊ’ DIXWAZIN
 
Ji gundê Meydînê Sûleyman Yûce jî diyar kir ku ji salên 90'î û vir ve li ser gundên wan dorpêç heye û wiha got: “Gundên me di salên 90’î de hatin valakirin. Ji wan salan ve ketina gund her dem hate qedexekirin. Qedexeyên domdar bi dawî nebûn. Nêzî 30 sal in em nikarin biçin gundê xwe. Rez û baxçeyên me tên şewitandin.  Gundî dixwazin biçin gundê xwe. Me îsal bi dehan carî serlêdan kir da em ku biçin gundê xwe. Lê ev serlêdan carna bi mehan dimîne û pişt re tê erêkirin.  Em nikarin biçin gundên xwe. Gava destûr bê dayîn jî, divê em seata ku ew dixwazin biçin û seata ku ew dixwazin vegerin. Ji ber operasyonên dawî li gund şewat derket. Ji xwe ev nêzî 5 meh in gundê me dişewite û ketina gund qedexe ye. Ji ber van şewatan, me jî xwest ku em biçin gund û agir vemirînin. Wan tenê carek rê da me ku em agir vemirînin. Li gund ziyanek  mezin çê bûbû, heywanên ku di agir de şewitîbûn hebûn.  Di vê alozî û nexweşiyê de mirov dixwazin ku biçin li gundê xwe bijîn. Ji ber ku em nikarin li bajêr debara xwe bikin. Lê mixabin em dixwazin bi destûrê jî biçin gundê xwe, lê ev daxwaza me nayê qebûlkirin. Jixwe hemû çavkaniyên debara me tune kirin, qet nebe bila bihêlin ku em herin gundên xwe." 
 
MA / Zeynep Dûrgût 
 

Sernavên din

25/10/2020
14:27 Gundiyên erdê wan hat şewitandin axivin
13:47 Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê 3'yemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist
13:36 Li Efrînê kesek hat revandin
12:51 Hevdîtinên şandeya jinên Êzidî yên li Bexdayê dewam didomin
12:50 Li Girtîgeha TÎpa F a Wanê komekê nû greva birçîbûnê dewr girt
11:33 Hevserokên HDP'ê yên Bazîdê sewqî dozgeriyê kirin
10:56 Gundiyên bertek nîşanî polîsan dan hatin derpkirin
10:29 Beştaş: Malbatên li pêş avahiya HDP’ê tên bikaranîn
10:01 Li Amedê mirina jinekê ya bi guman
09:02 Yegîn: Hilbijartina Bolivyayê dibe ku ji bo Amerîkaya Latîn bibe hêvî
09:02 Dadgehê 2 sal ceza li rojnamevan Tûnç birî
09:02 Heger 79 hezar kes 250 TL'yî bide wê Îsmaîl Çagan bijî!
09:01 Qedexeya li ser Wanê hezar û 435 roj in dewam dike
09:01 Yîgît: Tirkiye ji bo tawîzan ji Rûsya bigire êrîşî Eyn Îsayê dike
09:00 Piştgiriya ekolojîstan a ji bo HDP'ê: Îqtidar dibe sedema rûxandinê
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2020'AN
24/10/2020
20:12 Di 24 saetên dawî de 69 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
16:42 Piştî hat berdan 4 meh şûnde jiyana xwe ji dest da
16:27 Wesayîta eskerî qeza kir: 4 jê giran 11 esker birîndar bûn
16:13 Orhan Vatansever ê ku bû sedama kuştina Aslan hat binçavkirin
16:02 Polîsan mudaxileyî endamên Malên Gel kir û gelek kes binçav kirin
15:47 Xwestin girtiyê nexweş ê di rojiya mirinê de were berdan
15:44 KESK’ê bertek nîşanî zextên li ser HDP’ê da
15:42 Li Wanê tundiya li dijî jinê hat nîqaşkirin
15:11 Li Şirnexê anonsa kesên bi Kovîd-19'ê dimirin hat qedexekirin
14:52 Rûniştina F: Girtiya nexweş Avras serbest berdin
14:12 Sancar: Me biryara mayîndekirina Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinê girt
13:48 Jiyana girtiyê nexweş Bîlîcî di xetereyê de ye
13:45 Dayikên Şemiyê ji bo Has ê piştî 28 salan cenazeyê wî hat dîtin, edalet xwestin
12:24 Şaredarê Stenbolê Îmamoglû bi koronayê ket
12:07 HDP bi nûnerên partiyên kurd re hat gel hev
12:06 Xizmên Windayan li kujerên Mahmût Dogan pirsîn
11:15 Li Amedê 3 kes hatin girtin
11:01 Midurê emniyetê yê serxweş li nezaretxaneyê li sê kesan daye!
10:26 Muteahîtê qeyûm ji nelirêtiyê hat girtin
10:20 Li girtîgehê nane 2 kesan didin 8 kesan
10:04 Li Cizîrê pirsa ‘Çima hûn diçin HDP’ê ji 2 hezar malbatan hatiye kirin!
09:55 Li Kuçukçekmecê jinek hat qetilkirin
09:49 Mizrakli: Desthilatdarî naxwaze kurd xwe bi rêve bibin
09:13 Aktivîsta TJA'yê: Em li dijî ya xirab a xweşik birêxistin dikin
09:13 Çav berdane Geliyê Zîlanê: Wê HES'ê çêbikin!
09:12 Civaknas Dûrak: Astengkirina zimanê zikmakî qirkirina çandî ye
09:11 Payiza Geliyê Mûnzûrê
09:10 Kampanyaya ‘Em xwe diparêzin’ berê xwe da gundan
09:09 'Di rojeva kedkaran de ne hilbijartina pêşwext çûyîna AKP'ê heye'
09:09 Çiray: Dixwazin bi 'delîlên xeyaletî' qeyûmtiyê bidomînin
09:08 Ciwan: Xwediderketina li HDP'ê çareseriya pirsgirêkên me ye
09:07 Gundî bi destûrê dikarin biçin gundê xwe: Ev li tu devera cîhanê nîne
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2020'AN
08:44 Li Bazîdê polîsan bi ser avahiya HDP'ê ve girt: Hevserokên HDP'ê hatin binçavkirin
23/10/2020
21:23 Li Tirkiyeyê Îro 2 hezar û 165 kes bi şewbê ketine
16:04 Karkerên madenê: Em dixwazin mîna mirovan bijîn
15:54 Aliyan ji bo Lîbyayê li ser 'agirbesta mayinde' li hev kirin
15:40 Ji bo zilamê îşkencekar 75 sal ceza hat xwestin
15:31 ÎHD’ê rapora Girtîgehên Herêma Marmarayê eşkere kir
14:53 9 sal bi ser erdheja Wanê re derbas bûn: Polîtîkaya pêçandina birînê top avêtiye
14:40 DÎB’ê rapora helikopterê amade kir: Hêj lêpirsîna îdarî venekirine
14:39 TMMOB: Projeya Wezîrê Bajarvaniyê dê zirarê bide sûran
14:11 Wezîr lêkirina dîwarê li Amedê parast
13:25 Jinên HDP'yî û Komîsyona Jinan a PE'yê hevdîtin pêk anîn
13:22 Gunay bang li îqtîdarê kir: Hûn nikarin birêve bibin, îstîfa bikin
12:41 Dest bi îfade girtina 21 kesên li Mereşê hatibûn binçavkirin hat kirin
12:30 Li Mûşê 5 kes hatin binçavkirin
12:27 Kaniyên Mûnzûrê bi betonê tê wêrankirin
12:02 Li gundê ser sînorê Rojava şewat derket
12:01 Serokwezîrê berê yê Iraqê Ebadî li dijî lihevkirina li ser Şengalê derket
11:47 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:34 Civîna HTŞ’ê rastî êrîşê hat: 15 kes mirin
11:19 Karkerên madenê yên emekdar yekemîn qezenca xwe bi dest xistin
10:46 Agir berda hucreya lê dima
10:36 10 meh ceza li rêveberê HDP’ê hat birîn
10:25 Rêveberiya Xweser: Bila Rûsya û Amerîka berpirsiyariyên xwe bi cih bînin
10:15 Armancên Wezareta Dadê: Wê 39 girtîgehên nû werin çêkirin
09:42 Li Esenlerê zilamekê xwest hevjîna xwe qetil bike
09:34 Li Mêrdînê ‘şahidên nepen’ sexte derketin
09:10 DEDAŞ'ê ji 13 gundên Basa re nêzî 8 trîlyon fature birî
09:09 Erbaş: Sedema bêhiqûqîtiyê neçaresekirina pirgsirêka kurd e
09:08 Hevserokê HDP'ê yê Amedê Ceylan: Êrîşên li ser HDP'ê bi destên îqtidarê tên organîzekirin
09:08 Banga ciwanan a ji bo budçeyê: Deynên KYK'ê xera bikin
09:07 Esnafên çarşiya ku dê bê xerakirin doza cihekî dikin
09:07 Girtiyê nexweş Yaman nikare bi tena serê xwe avê jî vexwe
09:06 ‘Ê bertîl stendiye û yê bertîl dane li holê ne'
09:05 ‘Wê aborî nikaribe heya 2023'yan li ber xwe bide, hilbijartina pêşwext divê'
09:05 Hem wî xistine hucreyê hem jî dermanên wî nadinê
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2020'AN
22/10/2020
19:52 Li Tirkiyeyê 71 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
19:48 'Em ê li hemberî êrîşan serî daneynin û berxwedana xwe mezin bikin'
16:56 9 sal cezayê girtîgehê li cîgira hevşaredara berê ya Farqînê hat birîn
16:24 Di doza Medenî Yildirim de bersûc wê beşdarî danişînan nebe
16:09 Hevserokên HDP’a bajêr û navçeyê yên Amedê hatin binçavkirin
16:01 Vê carê li Elkê şewat derket
15:59 TUHAD-DER: Bila pirsgirêkên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê bên çareserkirin
15:53 Cenazeyê 4 endamên HPG'ê rakirin morga Edeneyê
15:51 Jinên Êzidî: Ji bilî Şengalê, em vînek din nas nakin
15:24 ECPMF: Rojnamegerên li Wanê hatin girtin demildest berdin
15:18 AYM’ê xwest lêpirsîna mirina Haci Zengîn ji nûve were kirin
15:08 Mûstafa Aslan ê Melek qetil kir hat girtin
14:51 Ji bo Dozgîn Temo muebbeta giran hat xwestin
14:50 Eren Keskîn: Em ne mecbûrin mîna dewletê bifikirin
14:20 Danişîna 18 HDP’iyan hat taloqkirin