Heger 79 hezar kes 250 TL'yî bide wê Îsmaîl Çagan bijî!

  • rojane
  • 09:02 25 Cotmeh 2020
  • |
img
ENQERE - Pelîn Ozen Demîr ku ji bo kurê xwe Îsmaîl Çagan ê ku nexweşîna SMA'yê lê peyda bûye kampanyayek daye destpêkirin, anî ziman ku ji bo tedawiyê divê kurê wê qelew nebe, lewma êvarî wî birçî di xew radike. Demîr ku got "79 hezar kes 250 TL'yî bide wê Îsmaîl Çagan bijî" xeyala wê ew e ku ew û kurê xwe bi hev re bigerin. 
 
Nexweşîna Spînal Muskuler Atrofî (SMA), nexweşîneke genetîk e ku li zarokan peyda dibe. Zarokên ku masûlkeyên wan dihelin û her diçe liv û tevgerên wan kêm dibin, piştî wextekê nikarin tev bigerin û nikarin bi çaplûka jî bimeşin. Her wiha piştî wextekê nikarin xwarinê jî bixwin û bêhan wan bi zorê dertê. Li Tirkiyeyê zêdetirî hezar û 300 zarok bi vê nexweşînê ketine. Mixabin gelek zarokên li benda drmanan e ji ber vê nexweşînê jiyana xwe ji dest didin. 
 
Li Tirkiyeyê di tedawîkirina vê nexweşînê de dermanê “Spinraza 12 Mg/5Ml 1 VIAL” tê bikarnîn. Lê belê ji ber hin pîvanên ku Wezareta Tenduristiyê danîne peydakirina vê dermanê zehmet e. Tenê dozeke vê dermanê bi 2 milyon û 500 hezar dolarî ye. 
 
2 MILYON Û 132 HEZAR EÛRO 
 
Li Tirkiyeyê 70 malbatî kampanya daye destpêkirin. Yek ji van malbatan jî malbata Îsmaîl Çagan ê 3 salî y. Ji bo ku Çagan ê 3 salî li Macarîstanê bê tedawîkirin malbatê kampanayeyek daye destpêkirin. Pêdiviya malbata Çagan bi 2 milyon û 132 hezar eûro heye. 
 
Dayik Pelîn Ozen Demîrê anî ziman ku gava Îsmaîl 4 mehî bûye ev teşxîs hatiye danîn û piştî vê dest bi tedawiyê kirine. Demîr, diyar kir ku derman li gor hin krîteran tê dayîn û got, heger di doa ewil de tu pêşketinê nede der derman hew tê dayîn. 
 
‘WÎ BIRÇÎ DI XEW RADIKIM' 
 
Demîr, anî ziman ku ev derman divê heya mirov sax be bê bikaranîn û 4 mehan carekê tê dayîn. 
 
Dayik Demîr xebatkareke tenduristiyê ye lê be lê ji ber nexweşîna kurê xwe dev ji karê xwe berdaye û ji bo derman bikire kampanyayek daye destpêkirin. 
 
Demîr, diyar kir ku lê belê kampanyaya dane destpêkirin hêdî hêdî dimeşe û got, kêliyek bi xwe jî ji bo wan pir girîng e. Demîr, anî ziman ku di tedawîkirina genan de hin krîter hene û got: "Niha ji bo zarokên kîloya wan di biniya 13 kîlo û nîvan re xelasî ji sedî 95 e. Îsmaîl niha 11 kîlo ye. Heger 2 kîlo û nîvê din jî bigire wê neyê etdawîkirin. Ji bo vê jî bi şev ez wî birçî di xew radikim. Ji ber ku bê liv û tevger dimînin, zû xurt dibin. Lê divê rojek berî rojekê em vî pereyî berhev bikin û biçin Macarîstanê." 
 
‘NÎL BÛ HÊVÎ' 
 
Demîr, bibîr xist ku cara ewilî zaroka bi navê Nîl pîştî pereyê bi kampanyayê hatiye berhevkirin ji Tirkiyeyê çûye tedawî bibe û got, Nîl berê qet nikaribû bi rê ve biçe, lê piştî tedawiyê bi 20 rojan hêdî hêdî gava davêje û ev yek ji bo zarokên bi vê nexweşînê bûye cihê hêviyê. 
 
Dayik Demîr, anî ziman ku tekane xeyala wê ew e ku bi destê kurê xwe bigire û bi hev re bimeşin. 
 
79 HEZAR KES Û 250 TL 
 
Demîr, anî ziman ku li Tirkiyeyê şert û mercên destpêkirina kampnayayan jî zehmet bûye û got, ji ber ku dewlet piştgiriyê nake zehmtiyê dikişînin. Demîr, diyar kir ku lewma mecbûr mane li derveyî welêt hesabê ji bo piştgiriyê vekin û got: "Hesabê me yê instagramê heye: "@ismailcaganiyasatalim". IBAN di vî hesabî de hene. Mirov dikarin piştgiriya xwe bişînin van ehsaban. Niha 79 hezar kes herkê 250 TL'yî ji Îsmaîl re bişînin, wê kampanyaya me temam bibe û em ê karibin biçin Macarîstanê. Li Tirkiyeyê 85 milyon mirov hene. Tişta em dibêjin ne zehmet e." 
 
‘NAXWAZIM KURÊ MIN BIRÇÎ RAZÊ' 
 
Her wiha Demîr bal kişand ser hevdîtinên ji bo budçeyê ku dê li meclîsê dest pê bikin û got: "Me 70 malbat kampanyayên şexsî dan destpêkirin. Lê armanca me, ev derman bê Tirkiyeyê. Lê ji ber ku ev pêvajoyên burokratîk pêvajone dirêj in, wextê me ew qas tune ye. Em ê li Macarîstanê tedawî bibin. Pergala tenduristiyê ya Macarîstanê nîviyê ya Tirkiyeyê jî nabe. Lê çima ev zarok nikarin li Tirkiyeyê tedawî bibin. Çima mecbûr dimînin 16-17 saetan heya Amerîkayê bi balafirê diçin? Heger ev derman bê Tirkiyeyê wê pêdivî bi van tiştan jî nemîne." 
 
Herî dawî dayik Demîr bang li kardêran kir û got: "Bila ev pere rojek berî rojekê bê berhevkirin. Em dixwazin Îsmaîl tedawî bibe. Êdî naxwazim kurê xwe birçî di xew rakim." 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

25/10/2020
14:27 Gundiyên erdê wan hat şewitandin axivin
13:47 Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê 3'yemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist
13:36 Li Efrînê kesek hat revandin
12:51 Hevdîtinên şandeya jinên Êzidî yên li Bexdayê dewam didomin
12:50 Li Girtîgeha TÎpa F a Wanê komekê nû greva birçîbûnê dewr girt
11:33 Hevserokên HDP'ê yên Bazîdê sewqî dozgeriyê kirin
10:56 Gundiyên bertek nîşanî polîsan dan hatin derpkirin
10:29 Beştaş: Malbatên li pêş avahiya HDP’ê tên bikaranîn
10:01 Li Amedê mirina jinekê ya bi guman
09:02 Yegîn: Hilbijartina Bolivyayê dibe ku ji bo Amerîkaya Latîn bibe hêvî
09:02 Dadgehê 2 sal ceza li rojnamevan Tûnç birî
09:02 Heger 79 hezar kes 250 TL'yî bide wê Îsmaîl Çagan bijî!
09:01 Qedexeya li ser Wanê hezar û 435 roj in dewam dike
09:01 Yîgît: Tirkiye ji bo tawîzan ji Rûsya bigire êrîşî Eyn Îsayê dike
09:00 Piştgiriya ekolojîstan a ji bo HDP'ê: Îqtidar dibe sedema rûxandinê
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2020'AN
24/10/2020
20:12 Di 24 saetên dawî de 69 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
16:42 Piştî hat berdan 4 meh şûnde jiyana xwe ji dest da
16:27 Wesayîta eskerî qeza kir: 4 jê giran 11 esker birîndar bûn
16:13 Orhan Vatansever ê ku bû sedama kuştina Aslan hat binçavkirin
16:02 Polîsan mudaxileyî endamên Malên Gel kir û gelek kes binçav kirin
15:47 Xwestin girtiyê nexweş ê di rojiya mirinê de were berdan
15:44 KESK’ê bertek nîşanî zextên li ser HDP’ê da
15:42 Li Wanê tundiya li dijî jinê hat nîqaşkirin
15:11 Li Şirnexê anonsa kesên bi Kovîd-19'ê dimirin hat qedexekirin
14:52 Rûniştina F: Girtiya nexweş Avras serbest berdin
14:12 Sancar: Me biryara mayîndekirina Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinê girt
13:48 Jiyana girtiyê nexweş Bîlîcî di xetereyê de ye
13:45 Dayikên Şemiyê ji bo Has ê piştî 28 salan cenazeyê wî hat dîtin, edalet xwestin
12:24 Şaredarê Stenbolê Îmamoglû bi koronayê ket
12:07 HDP bi nûnerên partiyên kurd re hat gel hev
12:06 Xizmên Windayan li kujerên Mahmût Dogan pirsîn
11:15 Li Amedê 3 kes hatin girtin
11:01 Midurê emniyetê yê serxweş li nezaretxaneyê li sê kesan daye!
10:26 Muteahîtê qeyûm ji nelirêtiyê hat girtin
10:20 Li girtîgehê nane 2 kesan didin 8 kesan
10:04 Li Cizîrê pirsa ‘Çima hûn diçin HDP’ê ji 2 hezar malbatan hatiye kirin!
09:55 Li Kuçukçekmecê jinek hat qetilkirin
09:49 Mizrakli: Desthilatdarî naxwaze kurd xwe bi rêve bibin
09:13 Aktivîsta TJA'yê: Em li dijî ya xirab a xweşik birêxistin dikin
09:13 Çav berdane Geliyê Zîlanê: Wê HES'ê çêbikin!
09:12 Civaknas Dûrak: Astengkirina zimanê zikmakî qirkirina çandî ye
09:11 Payiza Geliyê Mûnzûrê
09:10 Kampanyaya ‘Em xwe diparêzin’ berê xwe da gundan
09:09 'Di rojeva kedkaran de ne hilbijartina pêşwext çûyîna AKP'ê heye'
09:09 Çiray: Dixwazin bi 'delîlên xeyaletî' qeyûmtiyê bidomînin
09:08 Ciwan: Xwediderketina li HDP'ê çareseriya pirsgirêkên me ye
09:07 Gundî bi destûrê dikarin biçin gundê xwe: Ev li tu devera cîhanê nîne
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2020'AN
08:44 Li Bazîdê polîsan bi ser avahiya HDP'ê ve girt: Hevserokên HDP'ê hatin binçavkirin
23/10/2020
21:23 Li Tirkiyeyê Îro 2 hezar û 165 kes bi şewbê ketine
16:04 Karkerên madenê: Em dixwazin mîna mirovan bijîn
15:54 Aliyan ji bo Lîbyayê li ser 'agirbesta mayinde' li hev kirin
15:40 Ji bo zilamê îşkencekar 75 sal ceza hat xwestin
15:31 ÎHD’ê rapora Girtîgehên Herêma Marmarayê eşkere kir
14:53 9 sal bi ser erdheja Wanê re derbas bûn: Polîtîkaya pêçandina birînê top avêtiye
14:40 DÎB’ê rapora helikopterê amade kir: Hêj lêpirsîna îdarî venekirine
14:39 TMMOB: Projeya Wezîrê Bajarvaniyê dê zirarê bide sûran
14:11 Wezîr lêkirina dîwarê li Amedê parast
13:25 Jinên HDP'yî û Komîsyona Jinan a PE'yê hevdîtin pêk anîn
13:22 Gunay bang li îqtîdarê kir: Hûn nikarin birêve bibin, îstîfa bikin
12:41 Dest bi îfade girtina 21 kesên li Mereşê hatibûn binçavkirin hat kirin
12:30 Li Mûşê 5 kes hatin binçavkirin
12:27 Kaniyên Mûnzûrê bi betonê tê wêrankirin
12:02 Li gundê ser sînorê Rojava şewat derket
12:01 Serokwezîrê berê yê Iraqê Ebadî li dijî lihevkirina li ser Şengalê derket
11:47 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:34 Civîna HTŞ’ê rastî êrîşê hat: 15 kes mirin
11:19 Karkerên madenê yên emekdar yekemîn qezenca xwe bi dest xistin
10:46 Agir berda hucreya lê dima
10:36 10 meh ceza li rêveberê HDP’ê hat birîn
10:25 Rêveberiya Xweser: Bila Rûsya û Amerîka berpirsiyariyên xwe bi cih bînin
10:15 Armancên Wezareta Dadê: Wê 39 girtîgehên nû werin çêkirin
09:42 Li Esenlerê zilamekê xwest hevjîna xwe qetil bike
09:34 Li Mêrdînê ‘şahidên nepen’ sexte derketin
09:10 DEDAŞ'ê ji 13 gundên Basa re nêzî 8 trîlyon fature birî
09:09 Erbaş: Sedema bêhiqûqîtiyê neçaresekirina pirgsirêka kurd e
09:08 Hevserokê HDP'ê yê Amedê Ceylan: Êrîşên li ser HDP'ê bi destên îqtidarê tên organîzekirin
09:08 Banga ciwanan a ji bo budçeyê: Deynên KYK'ê xera bikin
09:07 Esnafên çarşiya ku dê bê xerakirin doza cihekî dikin
09:07 Girtiyê nexweş Yaman nikare bi tena serê xwe avê jî vexwe
09:06 ‘Ê bertîl stendiye û yê bertîl dane li holê ne'
09:05 ‘Wê aborî nikaribe heya 2023'yan li ber xwe bide, hilbijartina pêşwext divê'
09:05 Hem wî xistine hucreyê hem jî dermanên wî nadinê
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2020'AN
22/10/2020
19:52 Li Tirkiyeyê 71 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
19:48 'Em ê li hemberî êrîşan serî daneynin û berxwedana xwe mezin bikin'
16:56 9 sal cezayê girtîgehê li cîgira hevşaredara berê ya Farqînê hat birîn
16:24 Di doza Medenî Yildirim de bersûc wê beşdarî danişînan nebe
16:09 Hevserokên HDP’a bajêr û navçeyê yên Amedê hatin binçavkirin
16:01 Vê carê li Elkê şewat derket
15:59 TUHAD-DER: Bila pirsgirêkên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê bên çareserkirin
15:53 Cenazeyê 4 endamên HPG'ê rakirin morga Edeneyê
15:51 Jinên Êzidî: Ji bilî Şengalê, em vînek din nas nakin
15:24 ECPMF: Rojnamegerên li Wanê hatin girtin demildest berdin
15:18 AYM’ê xwest lêpirsîna mirina Haci Zengîn ji nûve were kirin
15:08 Mûstafa Aslan ê Melek qetil kir hat girtin
14:51 Ji bo Dozgîn Temo muebbeta giran hat xwestin
14:50 Eren Keskîn: Em ne mecbûrin mîna dewletê bifikirin
14:20 Danişîna 18 HDP’iyan hat taloqkirin