ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê, derbarê 11 HDP’iyên ku duh li navçeya Cizîrê hatibû binçavkirin û tê payîn ku îro bi parêzerên xwe re hevdîtin bikin de daxuyanî da
Polisan duh li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi ser malan de girtibûn û Hevseroka HDP’a Cizîrê Guler Tûnç û Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû jî di nav de 11 HDP’î binçav kiribûn. Ji berk u Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê biryara nepeniyê daniye ser lêpirsîn nayê zanîn ku HDP’î ji ber çi hatine binçavkirin. Tê payîn ku parêzer îro bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin.
JI WALITIYÊ DAXUYANÎ
Walîtiya Şirnexê, derbarê binçavkirina HDP’iyan daxuyanî da û diyar kir ku di operasyonê de 11 HDP’î bi angaşta “endamtiya rêxistinê” hatine binçavkirin.