ŞIRNEX- Li Cizîrê ji 11 kesên ku hatin binçavkirin 5 kes jê hatin berdan.
Duh serê sibehê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê polisan bi ser malan de girtibû. Di avêtina ser malan de Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê Guler Tûnç û Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû jî di nav de 11 endam û rêvebirên HDP'ê hatibûn binçavkirin.
Ji kesên hatin binçavkirin 5 jê piştî îfadeya li Midûryeta Emniyetê ya Cizîrê, hatin berdan.
Kesên hatin berdan ev in: "Endamên Meclîsa HDP'ê Azîz Uygur, Selahattîn Ozkalay, Sabrî Erdogmus û endamên HDP'ê Reşît Cagli û Musa Acar."
Her wiha hat zanîn ku kesên ku hatine binçavkirin ji ber îxbareke pûç hatine binçavkirin.
Hat gotin ku Hevseroka HDP'ê ya Cizîrê Guler Tunç û Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kutlu jî di nav de, dema binçavkirina 6 kesên hîn jî di binçavan de ne heya 4 rojan hatiye taloqkirin.