'Dibe ku dadgeh ev maf dabe te, lê dewlet vî mafî nade te'

  • rojane
  • 09:04 11 Mijdar 2020
  • |
img

ŞIRNEX - Ahmet Can ê di darbeya leşkerî ya 12'yê Îlonê de, ji hemwelatîbûnê hatibû derxistin, ev 40 sal in ku ji bo nasnameya xwe bi dest bixe têdikoşe. Can, diyar kir ku ew dixwaze mafê wî yê hemwelatîbûnê bê dayîn û got: "Ger hewce bike ez ê serê li DMME'yê bidim."

Di 12'ê îlona sala 1980'an de bi pêşengiya Orgeneral Kenan Evren li Tirkiyeyê derbeya leşkerî pêk hat. Piştî darbeya ku heya roja îro bandorên wê dewam dikin, bi giştî 14 hezar kes ji hemwelatîbûnê hatibûn derxistin.    
Yek ji van welatiyên ku ji hemwelatîbûnê hatin derxistin, welatî Ahmet Can (65) ê ku li navçeya Silopî ya Şirnexê dijî ye. Can, ji bo ku hemwelatiya wê bê qebûl kirin û nasnameya wî bê dayîn, bi salan e di bin şert û mercên dijwar de têdikoşe. Her çend hemwelatiya wî bi biryara Dadgeha  Herêmî ya Enqereyê hat qebûlkirin jî, ev 2 salin nasnameya wî nayê dayîn. Can, têkîldarî mijarê axivî û diyar kir ku ew 40 salin  ji bo ku nasnameya xwe bistînê têdikoşe.  
 
JI HEMWELATÎBÛNÊ DERXISTIN
 
Can, anî ziman ku ew bi salane pirsgirîka nasnameyê dijî û wiha behsa çîroka xwe kir: "Heya ku nasnameya min nedin min ezê rehet nebim. Gava ku  li Tirkiyê darbeya leşkerî çêbû, ez ji bo xebatê çûm Mêrsînê. Piştî darbeyê ez vegeriyam Silopiyê. Min zarokên xwe jî hildan û em çûn Mêrsînê. Piştî darbeya leşkerî, 14 hezar kes ji hemwelatîbûnê hatin derxistin. Navê min jî di nav wan kesan de bû. Wê demê zarokên min pir biçûk bûn. Ez li Mêrsînê karkerekî demsalî bûm. Dûrê min ji bo xwe li wê derê çayxaneyek vekir. Min bi vî awayî debara malê dikir. Gelek dem ser re derbas bû. Di sala 1996'an de, bi hinceta  'Li vir kesek bi nasnameyek sexte dixebite' hatim îxbarkirim.  Ligel vê îxbarê polîsan bi ser kargeha min de girtin û ez binçav kirim. Piştî ku ez birim qereqolê ji min re gotin  'Tu  ji hemwelatîbûnê hatiyî derxistin. Em ne dikarin te bişînin leşkeriyê ne jî tiştek bikin.' Pişt re ez berdam. Dûre min parêzer girt û serlêdan kir. Ez ketim nav hewlêdanan ku nasnameya xwe bistînim. Min gelek hewl da, lê heya niha nasnameya min nehat dayîn." 
 
'EZ LI GEL 4 ZAROKÊN XWE HATIM GIRTIN'
 
Can, bi bîr xist ku sal bi sal ew bi zehmetiyên mezintir re rûbirû ma wiha got: "Piştî ku sal derbas bûn, ez ji Mêrsînê vegeriyam Sîlopiyê. Ji bo ku nasnameya xwe bistînim min dîsa li vir parêzer girt û li Şirnexê serlêdan kir. Lê Walîtiya Şirnexê ev serlêdana min qebûl nekir û hat gotin ku li cîhê ku ez lê dimînin divê serlêdan bikim. Ez çûm Mêrsînê û min li wir serlêdan kir. Bersiva daxwaznameya min hat dayîn û gotin; 'Tu ji hemwelatîbûnê hatiye derxistin û em nikarin nasnameyek bidin te.' Piştî vê bersivê, min tiştek nekir. Hema ez mam sekinî. Zarokên min mezin bûn, zewicîn  û neviyên min çêbûn. Lê zarokên min li ser navê min nehatin qeyd kirin. Paşnavê min cuda ye, yê wan cuda ye. Ez ne dikarim herim cihekî û ne jî dikarim biçim nexweşxanê. Carekê ez li sûka Mêrsînê geriyam. Ixbara min hat kirin. Polîs hatin ez birim malê. Di lêgerîna malê de, çek hat dîtin. Bi vê bêbextiyê ez  û 4 zarokên min binçavkirin. Dûre em girtin û şandin Girtîgeha Edeneyê. Piştî 5-6 mehan zarokên min berdan, lê ez mam."
 
JI TÊKOŞÎNA NASNAMEYÊ BER BI SIRGÛNÊ VE...
 
Can, da zanîn ku ji ber tunebûna nasnameyê, gelek caran hat binçavkirin û wiha rêz kir: "Salek şûnde ez hatim berdan. Ez çawan hatim berdan min berê xwe da Sîlopiyê û ez li wir bi cih bûm.  Li vir jî ez nêçar mam ku dîsa ji bo nasnameya xwe serlêdan bikim. Ez çûm Midûriyeta Nifûsê ku serlêdanê bikim. Li wir min ji wan re got 'Nasnameya min bidin min, çend sal in ez wêran bûm.'  Kesekê ku li wir dixebitî li  min nêrî û got 'Tu Ahmet Canî?' Min jî got 'erê, ez im.'  Wan ji min re got, 'Cezayê te heye, tu yê biçî girtîgehê.' Min ji wan re got, 'Bila ez nasnameya xwe bistînim cezayê min çi dibe bila bibe, ez ê bikêşim.' Dûre ez dîsa girtim. Ez ji Girtîgeha Şirnexê sîrgûnê Girtîgeha Mêrdînê û ji wir jî sirgûnî  girtîgeha servekirî ya Sêrtê kirim. Piştî demekê ez hatim berdan. Min gelek hewl da, lê nasnameya min nedan min. Di dawiyê de 4 sal berê, Saziya Ewlekariyê ya Mîllî ji min re daxwazname şand û got  'Tu ji bo Tirkiyeyê kesekê xeternakî.' Ez matmayî mam. Ligel ku min tiştek nekireye, gelo çawan dibe ku ez dibim kesek xeternak?"
 
'NASNAME MAFÊ MIN Ê HERÎ XWEZAYÎ YE'
 
Ahmet Can, xwest ku nasnameya wî bê dayîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo ku nasnameya xwe bistînim, ezê serlêdanên xwe dewam bikim. Her ku dawî min ev pirsgirêka xwe bir dadgehê. Dadgehê jî ev daxwaza min red kir. Piştra, 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqer, ez mafdar dîtim. Ev daxwaza min bi yek dengî hat qebûlkirin. Piştî 40 salan şûnde min nû nefeseke bi aram stand. Li sesr vê yekê ez çûm Midûriyeta Nifûsa Şıirnexê ji bo ku  nasnameya xwe bistînim. Lê karmendekê li wir dixebitî, vê carê ji min re got, 'Dibe ku dadgeh ev maf dabe te, lê dewlet vî mafî nade te.' Ev du salin, dadgehê maf daye  min, lê nasnameya min nadin min. Ez çûm Şirnexê û min 20 caran daxwazname şand. Lê nasnameya min nadin min. Ev sûcekî mirovahiyê ye. Heta ku ji destê min tê ez ê ji bo nasnameya xwe têbikoşim. Ger hewce bike, ez ê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) bidim. Mafê min ê herî xwezayî  hemwelatiya min. Ez hemwelatiyê vê xakê me. Divê vî mafê min bidin min."
 
MA /Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

13/11/2020
09:11 Bijîşk Yavîç: Tabloya firûzeyî veguherî tabloyeke tarî
09:11 Muzîkjenên ku êdî nikarin debara xwe bikin enstrumanên xwe difiroşin
09:11 Xebatên Rêya Hermûşê zerarê dide esnafan
09:11 Ûgûrlû: Têkbirina bloka AKP-MHP’ê bi têkoşîna hevgirtî pêkan e
09:11 Israra Ocalan a ji bo çareseriyê
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2020'AN
12/11/2020
22:29 Dayika Aştiyê Meles Tekîn jiyana xwe ji dest da
19:47 88 kesên din jî ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dan
16:58 Endamên DAKAP’ê ligel astengiya polîsan jî çîrokên jinan xwendin
16:12 Li Mûglayê binefserek jinekê qetil kir
16:01 Li Cizîrê 12 kes serbest hatin berdan
15:58 Bi çekên cerdevanan şerê erd kirin: Kesek giran 3 kes birîndar bûn
15:41 Girtiyên nexweş ku jiyana xwe ji dest dabû li Meletiyê hat definkirin.
15:13 Hevdîtina HDP’ê ya bi jinên elewî re: Rêya tekane hatine gel hev e
15:12 Ji bo Dersimê ji Meclîsê daxwaza lêpirsînê hat kirin
14:59 Li Mêrdînê çalakî û şahî mehek din jî hatin qedexekirin
14:43 Li Mêrdînê 7 gund kirin karantînayê
14:06 Dayikên Aştiyê bangî hêzên kurdan kirin: Em xwîna hev ne rijînin
13:25 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Wanê bi dawî bû
12:56 Gundiyan kuştina kewan asteng kir
12:32 21 girtiyên nexweş di sêgoşeya dozger ATK û nexweşxaneyê de mirin
12:15 Sewalkar li dijî astengiyan di çalakiyê de ne
11:42 Li Îzmîrê qetilkirina jinekê
11:05 Cenazeyê Şahîn a ji Goristina Bêkesan hatibû girtin hat definkirin
10:33 Tiryakî: AKP ne ji bo civakê ji bo berjewendiyên xwe ‘Qanûna Hilbijartinê’ diguherîne
10:20 Ji ber Kovîd-19 jiyana xwe ji dest da, lê gotin mirina bi xwezayî
09:27 Li Meletiyê jinek hat qetilkirin
09:09 Qeyûm nûnerê TUGVA kir midûrê hiqûqê
09:09 Tarim Orkam-Sen: Polîtîkaya çandiniyê îflas kiriye
09:08 Polîs li Dayangaçê ku 2 sal berê kuştibûn digerin!
09:08 ‘Barê têkoşîna li dijî şewbê li ser milê karkeran bar kirin û dane ber însafa patronan'
09:07 Prototîpa ewil a Gûantanamoyê: Îmralî
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2020'AN
11/11/2020
21:52 Girtiyê nexweş Berktaş jiyana xwe ji dest da
20:12 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bû 402 hezar û 53
18:34 Girtiyê 82 salî nayê tedawîkirin
17:10 'Em ê xwe bi rêxistin bikin û li ber xwe bidin’
16:59 TJA’ê serdana karkerên tekstîlê kir
16:52 HDP'iyan li Wanê civîna gel li dar xist
16:47 83’emîn salvegera qetilkirina Seyît Riza: Em ê nedin jibîrkirin
16:28 Polisên ku rêya rojnamegeran birîn gefên şewitandinê li wan xwarin
16:28 Beştaş: Wê li ser Înstagramê hêj gelek nûçeyên îstîfayê werin
16:27 Ji ÎHD’ê derbarê mirina Baga de rapor: Leşkerên Îranê sûcê şerê navneteweyî kirin
15:50 Jin wê di 25’ê Mijdarê de li Kadikoyê bin
15:25 Hejmara mijdarê ya Kovara Zrîng derket
15:19 Li Mêzgêrê qezeya trafîqê
14:47 Ji jinan piştevaniya 25’ê Mijdarê
14:38 Endamê PM’a HDP’ê Aydin hat berdan
14:33 Rojnamevan Orûç: Ez îro li pêşberî kamerayê me sibê jî ez ê li pişt kamerayê bim
14:32 Ji bo Endama Komeleya Jinan a Rosayê Çoşkûn daxwaza ceza
14:10 Bêaramiya ji bêkariyê ya Waliyê Amedê!
13:33 HDP’ê serdana esnafê Bazara Rûs ku dikanên wan şewitîn kir
13:28 DÎSK: Têkoşîna ji bo çîna karkeran didome
13:28 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dan Endama Komeleya Jinan a Rosayê Gezgor
13:05 ‘Piştî erdhejê penaber bi cihêkariyê re rûbirû mane’
12:07 Li Dersimê operasyoneke leşkerî dest pê kir
11:48 Tankêr û kelek li hev qelibîn
11:47 Hevşaredara Qersê Alaca sewqî girtîgeheke din kirin
11:27 Li Mêrdînê bernameya 25’ê Mijdarê hat eşkerekirin
11:27 Serlêdana parêzeran red kirin
11:06 Li Girtîgeha Rihayê hejmara girtiyên bi vîrûsê ketine derket 15’an
10:41 Wezîr Gul pirsên têkildarî girtîgehan bêbersiv hişt
10:39 Dadgeha Îstînafê îtîraza li dijî cezakirina hevşaredaran red kir
10:21 Gergerlîoglû: Pêdiviya Tirkiyê ne bi girtîgehan bi pêşketin û fabrîkayan heye
10:13 Li Pentagonê li pey hev îstifa hatin
09:55 Hejmara 7’an a kovara Folklorame derket
09:05 Li girtiyên ku binpêkirinên mafan ragihandin cezayê dîsîplînê birîn
09:05 Di 10 mehan de serdana hezar û 110 malbatan kirine û 500 kesî kirine endam
09:05 Înîsyatîfa Peymana Stenbolê ya Kocaeliyê: Em ê têkoşînê dorfirehtir bikin
09:05 Li Okmeydaniyê li dijî tiryakê Platforma Demokrasiyê ava kirin
09:05 Êrişî ciwanê bû endamê HDP’ê kirin
09:04 14 sal in nexweşiya lê peyda bûye nayê teşxîskirin
09:04 Banga PÎA'yê ya ji bo yekîtiyê: Divê meclîseke îstîşareyê were avakirin
09:04 'Dibe ku dadgeh ev maf dabe te, lê dewlet vî mafî nade te'
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2020'AN
10/11/2020
20:45 Li Cizîrê 5 kes hatin berdan
19:39 Hejmara kesên ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane bi ser 11 hezarî ketin
17:47 Xebatkarê Yenî Yaşamê Bayram hat binçavkirin
16:36 Odeya Tabîban: Stenbolê Wuhan derbas kir
16:00 Dadgehê ji zarokên hatibûn tecawîzkirin rapora ‘îtîbarê’ xwest
15:45 DÎSK: Em li qadan e dê rê nedin dest bidin qidemê
15:41 Partiya Şoreşger: Em ê hemû bi hev re li dijî êrişan derkevin
15:35 Parêzerê got Kurdistan 2 sal şûnde doz lê vekirin
15:19 'Bi girtina rojnamevanan hûn nikarin ser rastiyan bigirin’
15:12 Gunduz ê hat îdîakirin ku hatiye revandin, derket holê ku di bin çavan de ye
15:12 TJA'yê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de fîlm nîşan da
14:48 Girtiyan 5 hezar car serî li Meclîsê dan
14:48 Sancar: Lazim e Erdogan tevî kabineya xwe îstîfa bike
14:41 Li dijî beraeta polisan serî li Dadgeha Bilind hat dayîn
14:36 Ji Meclîsa Giştî ya Bajêr a Şirnexê 5 HDP'î ji peywirê hatin dûrxistin
14:19 Psychology Kurdî bi dosyeya ‘Koçberî û derûniya koçberiyê’ derket
14:09 Li Êlihê dormîşa karkeran qeza kir û 14 kes birîndar bûn
13:56 Ji ber girtina fermandarên sînor kir nûçe lêpirsîn li Kanbal vekirin
13:24 Walîtiya Şirnexê derbarê binçavkirina HDP’iyan de daxuyanî da
12:04 Parêzerên Ocalan ji nû ve serlêdan kirin
12:02 103 can hatin bibîranîn: Bi têkoşînê serkeftin çêdibe
11:58 HDP'ê ji bo 'çareserkirina krîzê' civîna giştî daxwaz kir
11:36 2 rêveberên HDP'ê yên Erziromê hatin binçavkirin
11:32 Karkerê ji înşaatê ket jiyana xwe ji dest da
11:26 Emîrê ku li benda hucreya kok bû jiyana xwe ji dest da