Xeyala wî tenê ew bû li axa xwe vegere

  • rojane
  • 12:09 13 Mijdar 2020
  • |
img

MELETÎ - Girtiyê newweş Sitki Berktaş, bêyî ji mafê xwe yê xatirxwestina ji malbatê sûdê bigire jiyana xwe ji dest da. Malbata Berktaş ê ku 28 salan girtî ma, diyar kirin ku tenê xeyalek wî hebû. Ew jî vegere ser axa xwe bû. 

Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehan 604 girtiyên bi nexweşiya giran, bi giştî Hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Her çend parazvanên mafên mirovan ji bo girtiyên nexweş bêne berdan çalakiyan li dar dixin û dixwazin girtiyên nexweş bên berdan jî, girtiyên nexweş nayên berdan û yek bi yek jiyana xwe ji dest dide. Tenê di sala 2020'an de 21 girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî girtî Sitki Berktaş ê Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî bû û heta niha 28 salin girtî bû di 8'ê Mijdarê de rakirin Nexweşxaneya Edîrneyê û di 10'ê mijdarê de  jiyana xwe ji dest da. Berktaş bêyî xatir ji malbatê bixwaze jiyana xwe ji dest da. Ji malbatê re hat gotin ku xwîn çûye mahdê wî û jiyana xwe ji dest daye. Lê di rapora mirina Sitki Berktaş a Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê de qala ve yekê nekir. Sedemea mirina Berktaş a berfireh jî dê di rapora berfireh de bê aşkerekirin. 
Cenazeyê Sitki Berktaş duh ji saziya Tipa Edlî ya Edîrneyê wergirtin û piştî 28 salan birin li ser axa wî ya li Meletiyê defin kirin. Malatê Berktaş, bi êşa ku xatir ji kurê xwe nexestin û êşa mirina wî di nava zimêr û lorînan de cenaze spartin axê. 
 
LI HEMÛ MALBATÊ ÎKENCE HAT KIRIN 
 
Berktaş ku li Girtîgeha Edîrneyê jiyana xwe ji dest da, li Gundê Dîlek ê Navçeya Yeşilyurt a Meletiye di 2'ê nîsana 1968'an de ji dayik bû. Berktaş, li Meletiyê zarokatiya xwe derbas kir û li vir dibistan xwend. Piştî Fakulteya Tipe ya Zanîngeha Antalya qezenç kir, ji Meletiye qetiya. Dema zanîngeh dixwend di sala 1991'an de tev li PKK'ê bû. Di sala 1993'an de li Meletiyê di operasyonekê de hat binçavkirin û girtin. 
Berktaş, li gel 3 ferdên malbate hat binçavkirin û îşkenceyek giran li wî hat kirin. Birayê Berktaş Erdal Berktaş piştî hat binçavkirin û berdan di sala 1996'an de tev li PKK'ê bû. di sala 1998'an de di êrîşa hewayî de ji yanaxwe ji dest da. Malbatê xwe negîhand cenazeyê Erdal Berktaş. Xwişka Erdal Sakine Berktaş jî bû şahidê îşkenceya li Erdal hatiye kirin. Berktaş, li Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) hat darizandin û cezayê muebetê li wî birîn. Berktaş piştî hat girtin û ceza li wî hat birîn, 28 salan girtî ma û di nava van 28 salan de li 7 girtîgehan ma. Berktaş di 28 salan de li Girtîgehên Meletî, Yozgat, Amasya, îzmîr, Bolu, Enqere Tekirdag û herî dawî li Edîrneyê ma. 
 
Berktaş, di sala 2006'an de li Girtîgehea Buca ya îzmirê bi nexweşiya PNH (Pençeşêra xwînê ket. Berktaş li Nexweşxaneya Dewletê ya Îzmirê hat dermankirin. Her çend Nexweşxaneya Dewletê ya ÎZmirê rapora "Nikare li girtîgehê bimîne" da jî Lê Saziya Tipa Edlî ev yek red kir û parast ku dikare li girtîgehê bimîne. 
 
EZ BÛM ŞAHIDÊ ÎŞKENCEYÊ 
 
Xwişkên Sitki Berktaş Sakine Berktaş û Derya Berktaş qala jiyana birayê xwe kirin. Sakine Berktaş, anî ziman ku birayê wê di bin çavan de îşkenceyek mezin lê hat kirin û bûye şahide wê îşkenceyê û wiha got: "Birayê min di nava 28 salan de li gelek girtîgehên cuda de man. Ji ber ziyaretên girtîgehan gar û termînalên otobusan ên em neçûnê neman. Em li hemû gar û otogaran geriyan. Fikrê me her tim bi Sitkî re jiya. Birayê min kesekî Sosyalist bû. Jiyana kolektif esas digirt. Her tim kesên bê hêz û xwedî heq diparast. Pir zane û hestiyar bû. Birayê min 28 salan girtî hiştin. Ev bê wîcdanî û bê rahmî ye. Bifikirin mirovek 24 salî tê girtin û di 52 salî de cenazeyê wî ji girtîgehê derdikeve. 
Cenazeyê ji girtîgehê derdikevin bê rahmî û bê hestiyarî ye. Birayê min pir ji jiyanê hez dikir û têr û tijî bû." 
Me bi hevre xeyal çêdikir. Digot 'Ezê vegerim axa xwe. Ezê dîsa li zarokatiya xwe vegerim. Ez dixwazim axa ez lê çêbûm bibînim û li wir bigerim' Bi vê xeyalê dijiya. 
 
MIN BIRAYÊ XWE LI GIRTÎGEHÊ NAS KIR
 
Xwişka Sitki Bertkaş Derya Berktaş, jî anî ziman ku birayê xwe li girtîgehê nas kir û wiha got: "Mirovekî pir bi qîmet bû. 4 meh berê min çû di hevdîtina girtî de ziyaret kir. Şemiya borî em bi telefonê aixvîn. Dema ku em bi telefonê axivîn wekî her tişt baş be. Qala tu pirsgirêkan nekir. Eger tiştekî neyînî hebûya dê bi mere parve kiribûya. Em roja şemiyê axivîn û roja Sêşemê jiyana xwe ji dest da. Birayê min pir mafdar bû. Têkoşînek bi maf pêş xist û di nava tekoşînek bi maf de cih girt. Tu mirov heq nake ku 28 salan girtî bimîne. Birayê min herî zêde bêriya axa xwe kiribû. Dixwest li axa xwe vegere. Pir ji xwezayê hez dikir. Xeyalek wî hebû. Plan dikir ku dema bê berdan vegere ser axa xwe. Dayika min 2 kurê xwe dan vê toz û têkoşînê. Dayika min bêyî kurê xwe bibîne 4 sal berê jiyana xwe ji dest da. Birayê min neanîn merasima cenaze. Bavê min niha bêtir nexweş e. Dema birayê min bi bavê min re axivî digot "Li benda min bisekine". Lê nebû.
 
MA / Barış Polat
 
 
 

Sernavên din

16/11/2020
16:11 Serokê MHP'ê yê kurê xwe kuştibû hat girtin
15:12 TTB: Di budçeya Wezareta Tenduristiyê de şewb tuneye
15:00 Jinek li Konyayê hat qetilkirin
14:37 Li Colemêrgê 15 rojan çalakî hatin qedexekirin
14:21 SES’ê daxwaza budçeya lêkolîna xizantî û tenduristiya gel kir
14:20 Dayikên Şemiyê hunermend Ahmet Kaya bi bîr anî
14:20 Di doza Tahîr Elçî de daxwaza redkirina dadger hat redkirin
13:24 Derbarê kesê rola sereke di Komkujiya Pirsûsê de leyîstiye biryara neşopandinê
13:17 Karkerên medenê dê bi Soylû re bên gel hev
12:46 Cendirmeyan li Qelqeliyê 10 kesan binçav kir
11:48 Hevserokê berê yê SES’ê Orûç tehliye bû
11:05 Velîd Mûallîm jiyana xwe ji dest da
10:52 Li Amedê mamosteyek ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
10:51 Malbatên Pirsûsê bertek nîşanî Akar dan: Qatil li holê ne
10:48 ‘Guhertina Qanûna Hilbijartinê ne çareserî ye’
10:05 Konteynerên tenduristiyê penaberên sûriyeyî rakirin
09:02 Serpêhatiya jinek ku dibêje ‘Jiyanek din mimkin e’
09:02 Qeyûm li Amedê çêdike û xera dike: Xaçerêyek sê caran hat xerakirin û çêkirin
09:00 Tarik Ziya Ekîncî: Divê kurd baweriya xwe bi dostaniya sexte ya cîranan neynin
09:00 Pêşketinek ewilî: Înîsiyatîfa Jinan a Rojhilata Navîn
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2020'AN
15/11/2020
21:24 Li Çinarê karker bi ceryanê ve zeliqî
20:15 Li Tirkiyê 89 kesên din jî ji ber koronayê mirin
20:09 Li Êlihê zarokek bi destdirêjiyê re rûbirû maye
17:17 Polîsan dikanderek derp kirin: Rewşa wî ne başe
17:00 Rêxistinên elewiyan Seyît Riza û hevalên wî bibîr anîn
16:43 Ji jinan çalakiya xeleka xemrî
16:26 Destûr nehat dayîn ku beşdarî cenazeyê kurê xwe bibe
16:21 ‘Em ê li dijî polîtîkayên dijminantiyê paş ve gav ne avêjin’
15:25 Rojnameya Xwebûn derket
14:57 Meclîsa Ciwanên Yekbûyî avakirina xwe îlan kir
14:00 'Cihê nivîskaran ne zindanin'
13:57 Leyla Guven: Têkoşîna kurdan ji desthilatdariyê re bû ye dert
13:23 Serokê MHP'ê yê navçeyê kurê xwe kuşt
13:02 Mertturk: Ji bo destxistina kolanan em bi hevre tebikoşin
12:22 Li Pirsûsê 6 kes hatin binçavkirin
11:39 Hevserokê HDP'ê yê navçeyê hat girtin
11:11 Bi perperokan ber bi cîhanek nû ve!
10:42 Sûstam: Li Tirkiyeyê ji nişkave dibe ku her kes bibe 'terorîst'
10:34 ‘Divê arşîvên Dersimê bên vekirin’
09:06 Hevdîtina wekîl-muwekîl sûc hesibandin û parêzer girtin
09:05 Girtiya nexweş ji ber êşa canê xwe nikare rakeve
09:04 ‘Jin êdî bêtirs şideta tê kirin bilêv dikin'
09:03 HDP, derbarê tecrîdê de bernameya çalakiyan amade dike
09:02 Ji ber ku tevli daxuyaniya li ser gorê bûn ceza li wan hat birîn
09:01 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2020'AN
14/11/2020
20:29 Di 24 saetên dawî de 92 mirin, 3 hezar û 116 kes jî pê ketin
18:48 Leyla Guven serdana Osman Şîban ê ku ji helîkopterê hatibû avêtin kir
16:50 Polîsan ‘Konvoya Mor” asteng kirin
16:46 Seyîd Riza û hevrêyên xwe li Edeneyê hatin bibîranîn
15:27 TJA'yê li Sîlopyayê bernameya dengbêjiyê li dar xist
15:06 Ji bo girtiyê nexweş Ozdemîr bang li rayedaran hat kirin
15:04 Navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîk: Di 10 mehan de 453 jin hatine kuştin
14:47 Karkerên di çalakiyê de: Tê xwestin em bi birçîbûnê bên terbiyekirin
14:39 Surucu: Qedexekirina şanoya kurdî nîşaneya bêtehamuliya li hember kurdî ye
13:53 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji xwesteka edaletê bernedin
13:49 Yek ji kesên ku bi çeka cerdevanan birîndar bûbûn jiyana xwe ji dest da
13:38 Di bin çavdêriya cerdevanan de dar hatin birîn
13:27 Hevserokê KNK'ê serdana Seroka Parlementoya Kurdistanê kir
13:21 Înîsiyatîfê xwest girtiyê nexweş ê bi koronayê ket were berdan
13:20 Surgeç ku li Dersimê jiyana xwe ji dest dabû hat veşartin
12:46 Di salvegerê de tayînkirina qeyûm şermezar kirin
12:16 Xizmên windayan li aqûbeta Alî Tekdag pirsîn
11:42 TEV-DEM'ê banga pêkanîna kongreya neteweyî kir
11:32 Ji ber rexnekirina girtina Demîrtaş ji bo Kiliçdaroglû fezleke hat amadekirin
10:08 Li Bedlîsê operasyona leşkerî dest pê kir
09:05 Li GGM’a Wanê destdirêjî: 2 peywirdarên ewlehiyê hatin girtin
09:05 Tevî birayê xwe yê nexweş û du kurê xwe di konekê de dimîne
09:05 Bazariya fermandarê qereqolê ya ji bo tiryakê
09:05 Dengbêj: Yekîtiya neteweyî dê lîstikê pûç bike
09:05 Meclîsa Ciwanan a Yekbûyî dê damzerandina xwe ragihîne
09:05 Di 21 salan de hezar û 770 serlêdan ji bo Îmraliyê hatine kirin: Tecrîd bi biryara hêzên serdest didome
09:05 Hîn jî kiryarên Selamet Yeşîlmenê aşkere nekirine
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2020'AN
13/11/2020
21:46 Balafirên şer Qendîl û Biradostê bombebaran kirin
20:05 93 kes mirin, 3 hezar û 45 kes jî pê ketin
16:04 Rêxistinên Jinan ji jinên girtî re qert şandin
15:50 Hevserokê HDP'ê yê Bazarcixê hat binçavkirin
15:39 Di serdegirtina malan de sîleh xistin serê zarokan!
15:13 Ocalan ê HDP’î: Divê ciwan pirsgirêkên xwe nîqaş bikin
14:50 'Li Amedê rojane 500-600 pêketiyên koronayê tên tespîtkirin’
14:05 Rojnameger Tunç hat darizandin
14:01 Ji bo parêzerên ofîsên wan di erdhejê de zirar dîtin konteyner danîn
13:20 HDP çû serdana TTB'ê
13:19 ÎSÎG: Herî kêm 368 karker bi korona mirin
13:10 MEBYA-DER: Cenazeyê Çelîk teslîmê malbatê bikin
13:02 Malbata Kemal Kurkut: Qatîl dê dîsa bê ceza bimîne
12:40 Jin di çarçoveya kampanyayê de li hev kom bûn
12:26 Hevşaredarê Sûrê hat binçavkirin
12:11 HDP: Agirê Sînemaya Amûdê 60 sal in dewam dike!
12:09 Xeyala wî tenê ew bû li axa xwe vegere
11:47 Di rojekê de 4 jin hatin kuştin: Tundî kûr dibe
10:56 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Xizmên 3 kesên di erîşê de birîndar bûn: Çek aydî eskeran in
10:47 Karkerên 2 mehin meaşê wan nadin dest ji kar berdan
10:10 Qedandina pêvajoya çareseriyê bi komkujiyên DAIŞ’ê ve girê da
10:06 Maşina penaberan qulipî: 2 kes mirin û 31 kes birindar bûn
09:50 Dadgehê biryara beraeta polîsê ku Ozbahçecî kuşt xera kir
09:16 Dema diçin gund têkiliya wan bi cîhanê re qût dibe
09:15 Tûrgût: Şerê di navbera kurdan de dê xizmeta polîtîkayên Tirkiyeyê bike