Di 21 salan de hezar û 770 serlêdan ji bo Îmraliyê hatine kirin: Tecrîd bi biryara hêzên serdest didome

  • rojane
  • 09:05 14 Mijdar 2020
  • |
img

STENBOL – Di 21 salan de ji bo hevdîtina li gel Ocalan ê li Îmraliyê tê ragirtin ji hezar û 770 serlêdanan hezar û 352 serlêdan hatine redkirin. Parêzer Emran Emekçî diyar kir ku tecrîda mutleq bi biryara hêzên serdest tê sepandin û wek ku Ocalan dibêje Tirkiye jî wezîfeya xwe ya “notirvaniyê” didomîne.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi zextên hêzên navdewletî di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyê hat derxistin. Van hêzên navdewletî di 15’ê Sibata 1999’an de Ocalan radestî Tirkiyê kirin. 21 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê tê ragirtin û bi tecrîda mutleq re rûbirû ye. Parêzerên Ocalan ji roja hat girtin heta 27’ê Tîrmeha 2011’an bi giştî 765 caran serlêdana hevdîtinê kirin. Ji van serlêdan 413 serlêdan hatin qebûlkirin. 352 serlêdan jî bi hêcetên wek “koster xerabe ye”, “koster tê tamîrkirin” û “muxalefeta hewayê” hatin redkirin. Parêzeran ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve ji bo hevdîtinê hezar û 5 serlêdan kirin û bersiva erênî tenê dan 5 serlêdanan. Bi hêcetên wek “rewşa awarte”, “muxalefeta hewayê û “koster xerabe ye” serlêdanên din hatin redkirin.
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di 8’ê Mijdara 2018’an de li Girtîgeha Amedê ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir. Çalakiya gireva birçîbûnê belavî tevahiya girtîgehan û bi dehan welatê cîhanê bû. Van çalakiyan fişarê li dewletê kir ku piştî 8 salan parêzeran bi Ocalan re dikaribû hevdîtinê bike. Ji parêzerên wî Newroz Ûysal û Rêzan Sarica di 2-22’yê gulana 2019’an, di 12-18’ê hezîrana 2019’an û di 7’ê tebaxa 2019’an de çûn Giravê Îmraliyê û li gel Ocalan hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtina 7’ê Tebaxê hevdîtin nehatin kirin û destûr çûna parêzeran nedan. Parêzeran ji wê rojê ve gelek serlêdanan kirin û heta niha bersivek erênî an jî neyînî nedane serlêdanan.
 
Dadgeriya Înfazê ya 1’emîn a Bûrsayê di 23’yê Îlona îsal de derbarê Ocalan û girtiyên din ên li cem wî Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim bi boneya “Nexşerêya” Ocalan a 156 rûpel ku di 2009’an de nivîsandibû 6 mehan hevdîtina parêzeran qedexe kir. Piştî vê qedexeyê 13 serlêdanên parêzeran bi vê biryarê hatin astengkirin.
 
Her wiha li gel qedexeya hevdîtina parêzeran, bo dema 6 mehan hevdîtina malbatan jî ji aliyê heman dadgehê ve hat qedexekirin. Ocalan herî dawî piştî 21 salan di nîsana 2020’an de cara ewil bi rêya telefonê hevdîtinek li gel malbata xwe pêk anîbû.
 
Ji parêzerên Ocalan, Emran Emekçî yê endamê Buroya Hiqûqê ya Asrinê ye tecrîda li ser Ocalan ji ajansa me re nirxand.
 
‘QEDEXEYÊN HEVDÎTINÊ POLÎTÎKAYA TECRÎDÊ EŞKERE DIKE’
 
Emekçî bal kişand ser astengkirina hevdîtinên piştî 7’ê Tebaxê û got: “Piştî çalakiyên greva birçîbûnê, 8 sal şûn ve bi birêz Ocalan re hevdîtina parêzeran pêk hat. Piştî 5 hevdîtinan carek din bi birêz Ocalan re hevdîtin nehat kirin. Hat fêmkirin ku ew hevdîtin jî ji bo nermkirina pêvajoyê û bertekan bû. Ev tê wê maneyê ku dewama biryara tecrîda mutleq a ji 2015'an ve dest pê kiriye. Bi qedexekirina hevdîtinê ya parêzer û malbatan re jî polîtîkaya xwe ya tecrîdê baş eşkere kirin.”
 
‘QEDEXE QET NE HIQÛQÎ NE’
 
Emekçî destnîşan kir ku biryara qedexekirina hevdîtinan biryarek polîtîk e û wiha got: “Jixwe di esasê xwe tecrîda mutleq dij hiqûqî ye. Rapora CPT’iyê jî dibêje tecrîd dij hiqûqî ye. Lê bi israr qedexe û tecrîd dewam dike. Dema em biryara dadgehê ya qedexeya li ser parêzeran lêkolîn dikin, cezayên hucreyê yên di salên 2006-2008'an de dane birêz Ocalan wek hêcet nîşan didin. Halbûkî tu palpişta van qedexeyan a hiqûqî jî nîne. Bi temamî hêcet in û kiras lê dikin.”
 
‘BIRYARA QEDEXEYA HEVDÎTINAN LI DIJÎ ÇARESERIYÊ NE’
 
Emekçî da zanîn ku jixwe mantiqê tecrîda mutleq li dijî çareseriyê ye û got: “Diyalektîka rastiyek Îmraliyê heye. Di heman demê de qadek ku çareserî û neçareserî lê diqewim e. Jixwe “Nexşerêya” Ocalan, parametreya sereke ya çareseriyê ye. Ew Nexşerê nîşaneya çareseriya demokratîk e. Ya rastî çareseriyê dikin armanca xwe. Ev diyalektîk ji sala 1993'an her tim tê şixûlandin. Divê em baş bixwînin, alîgirên çareseriyê û yên li dijî çareseriyê kî ne. Divê em di hundirê vê diyaletkîkê de binêrin. Ev biryarên qedexekirina hevdîtinê û tecrîdê biryarên yên li dijî çareseriyê ne.”
 
‘TENÊ NE TIRKIYE HÊZÊN NAVDEWLETÎ JÎ DI NAVA BIRYARA TECRÎDÊ DE NE’
 
Emekçî bal kişand ser destwerdan û nediyariyên li Rojhilata Navîn û got: “Ev hevkêşeyek navdewletî heye û van destwerdan û nediyariya bixwe re tîne. Tecrîda li ser birêz Ocalan, li ser neçareseriya vê hevkêşiyê hatiye avakirin. Ya rast armanca Ocalan çareseriya vê hevkêşiyê ye û perspektîfa wî ya ji bo çareseriya Rojhilata Navîn e. Birêz Ocalan dibêje ‘Tirkiye ne li ser navê xwe ji bo aştiyê gav diavêje û ne jî şer dike.’ Rola hêzên serdest a li ser Tirkiyê, Mezopotamya û Rojhilata Navîn wezîfeya notirvaniyê ye. Tiliya hêzên navdewletî di nava neçareserkirina pirsgirêka kurd de heye. Van hêzên navdewletî di şexsê Ocalan de komployek saz kirin û Ocalan li Girava Îmraliyê neçarî tecrîda girankirî kirin. Îro jî ev hêzên serdest vê polîtîkaya xwe palpişt dikin. Tecrîda mutleq a îro li Ocalan tê sepandin, ne bi biryara Tirkiyê, di serî de bi biryara Amerîka û hêzên serdest pêk tê. Li Tirkiyê wek ku birêz Ocalan dibêje wezîfeya notirvaniyê berdewam dike.”
 
‘DIVÊ HER ALÎ LEZ BIDIN AZADIYA OCALAN’
 
Emekçî bal kişand ser kampanyayên rakirina tecrîdê û azadiya Ocalan û got: “Bi giştî kampanyayên ji bo azadiya birêz Ocalan tên birêvebirin gelek girîng û bi nirx in. Pêwîste ev xebat û kampanyayên wiha werin dewlemendkirin. Her kêliya ku Ocalan girtî dimîne, ji bo gelên Tirkiyê û Rojhilata Navîn dibe sedema windahiyên mezin. Li gorî biryarên DMME’yê divê Ocalan 25 sal ceza bigire. Lê bele 21 sal in birêz Ocalan li Girava Îmraliyê tê hepskirin. Dema girtîbûna birêz Ocalan maye 4 sal. Pêwîste DMME têkildarî birêz Ocalan 6 sal in biryarên tavsiyeye derbixe, lê belê ev pir dereng ma. Yanî di warê hiqûqî de divê birêz Ocalan di 2024’an de were berdan. Ji ber vê yekê ji bo azadiya Ocalan, divê aliyên berfireh û derdorên demokratîk têbikoşin. Di vê xisûsê de pêngava ji bo azadiya Ocalan hatiye destpêkirin gelek girîng e û divê ev yek berfirehtir bibe û ji her kesî re serkeftinê dixwazim.”
 
(QEDIYA)
 
MA / Sadiye Eser - Erdogan Alayûmat

Sernavên din

16/11/2020
16:11 Serokê MHP'ê yê kurê xwe kuştibû hat girtin
15:12 TTB: Di budçeya Wezareta Tenduristiyê de şewb tuneye
15:00 Jinek li Konyayê hat qetilkirin
14:37 Li Colemêrgê 15 rojan çalakî hatin qedexekirin
14:21 SES’ê daxwaza budçeya lêkolîna xizantî û tenduristiya gel kir
14:20 Dayikên Şemiyê hunermend Ahmet Kaya bi bîr anî
14:20 Di doza Tahîr Elçî de daxwaza redkirina dadger hat redkirin
13:24 Derbarê kesê rola sereke di Komkujiya Pirsûsê de leyîstiye biryara neşopandinê
13:17 Karkerên medenê dê bi Soylû re bên gel hev
12:46 Cendirmeyan li Qelqeliyê 10 kesan binçav kir
11:48 Hevserokê berê yê SES’ê Orûç tehliye bû
11:05 Velîd Mûallîm jiyana xwe ji dest da
10:52 Li Amedê mamosteyek ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
10:51 Malbatên Pirsûsê bertek nîşanî Akar dan: Qatil li holê ne
10:48 ‘Guhertina Qanûna Hilbijartinê ne çareserî ye’
10:05 Konteynerên tenduristiyê penaberên sûriyeyî rakirin
09:02 Serpêhatiya jinek ku dibêje ‘Jiyanek din mimkin e’
09:02 Qeyûm li Amedê çêdike û xera dike: Xaçerêyek sê caran hat xerakirin û çêkirin
09:00 Tarik Ziya Ekîncî: Divê kurd baweriya xwe bi dostaniya sexte ya cîranan neynin
09:00 Pêşketinek ewilî: Înîsiyatîfa Jinan a Rojhilata Navîn
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2020'AN
15/11/2020
21:24 Li Çinarê karker bi ceryanê ve zeliqî
20:15 Li Tirkiyê 89 kesên din jî ji ber koronayê mirin
20:09 Li Êlihê zarokek bi destdirêjiyê re rûbirû maye
17:17 Polîsan dikanderek derp kirin: Rewşa wî ne başe
17:00 Rêxistinên elewiyan Seyît Riza û hevalên wî bibîr anîn
16:43 Ji jinan çalakiya xeleka xemrî
16:26 Destûr nehat dayîn ku beşdarî cenazeyê kurê xwe bibe
16:21 ‘Em ê li dijî polîtîkayên dijminantiyê paş ve gav ne avêjin’
15:25 Rojnameya Xwebûn derket
14:57 Meclîsa Ciwanên Yekbûyî avakirina xwe îlan kir
14:00 'Cihê nivîskaran ne zindanin'
13:57 Leyla Guven: Têkoşîna kurdan ji desthilatdariyê re bû ye dert
13:23 Serokê MHP'ê yê navçeyê kurê xwe kuşt
13:02 Mertturk: Ji bo destxistina kolanan em bi hevre tebikoşin
12:22 Li Pirsûsê 6 kes hatin binçavkirin
11:39 Hevserokê HDP'ê yê navçeyê hat girtin
11:11 Bi perperokan ber bi cîhanek nû ve!
10:42 Sûstam: Li Tirkiyeyê ji nişkave dibe ku her kes bibe 'terorîst'
10:34 ‘Divê arşîvên Dersimê bên vekirin’
09:06 Hevdîtina wekîl-muwekîl sûc hesibandin û parêzer girtin
09:05 Girtiya nexweş ji ber êşa canê xwe nikare rakeve
09:04 ‘Jin êdî bêtirs şideta tê kirin bilêv dikin'
09:03 HDP, derbarê tecrîdê de bernameya çalakiyan amade dike
09:02 Ji ber ku tevli daxuyaniya li ser gorê bûn ceza li wan hat birîn
09:01 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2020'AN
14/11/2020
20:29 Di 24 saetên dawî de 92 mirin, 3 hezar û 116 kes jî pê ketin
18:48 Leyla Guven serdana Osman Şîban ê ku ji helîkopterê hatibû avêtin kir
16:50 Polîsan ‘Konvoya Mor” asteng kirin
16:46 Seyîd Riza û hevrêyên xwe li Edeneyê hatin bibîranîn
15:27 TJA'yê li Sîlopyayê bernameya dengbêjiyê li dar xist
15:06 Ji bo girtiyê nexweş Ozdemîr bang li rayedaran hat kirin
15:04 Navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîk: Di 10 mehan de 453 jin hatine kuştin
14:47 Karkerên di çalakiyê de: Tê xwestin em bi birçîbûnê bên terbiyekirin
14:39 Surucu: Qedexekirina şanoya kurdî nîşaneya bêtehamuliya li hember kurdî ye
13:53 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji xwesteka edaletê bernedin
13:49 Yek ji kesên ku bi çeka cerdevanan birîndar bûbûn jiyana xwe ji dest da
13:38 Di bin çavdêriya cerdevanan de dar hatin birîn
13:27 Hevserokê KNK'ê serdana Seroka Parlementoya Kurdistanê kir
13:21 Înîsiyatîfê xwest girtiyê nexweş ê bi koronayê ket were berdan
13:20 Surgeç ku li Dersimê jiyana xwe ji dest dabû hat veşartin
12:46 Di salvegerê de tayînkirina qeyûm şermezar kirin
12:16 Xizmên windayan li aqûbeta Alî Tekdag pirsîn
11:42 TEV-DEM'ê banga pêkanîna kongreya neteweyî kir
11:32 Ji ber rexnekirina girtina Demîrtaş ji bo Kiliçdaroglû fezleke hat amadekirin
10:08 Li Bedlîsê operasyona leşkerî dest pê kir
09:05 Li GGM’a Wanê destdirêjî: 2 peywirdarên ewlehiyê hatin girtin
09:05 Tevî birayê xwe yê nexweş û du kurê xwe di konekê de dimîne
09:05 Bazariya fermandarê qereqolê ya ji bo tiryakê
09:05 Dengbêj: Yekîtiya neteweyî dê lîstikê pûç bike
09:05 Meclîsa Ciwanan a Yekbûyî dê damzerandina xwe ragihîne
09:05 Di 21 salan de hezar û 770 serlêdan ji bo Îmraliyê hatine kirin: Tecrîd bi biryara hêzên serdest didome
09:05 Hîn jî kiryarên Selamet Yeşîlmenê aşkere nekirine
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2020'AN
13/11/2020
21:46 Balafirên şer Qendîl û Biradostê bombebaran kirin
20:05 93 kes mirin, 3 hezar û 45 kes jî pê ketin
16:04 Rêxistinên Jinan ji jinên girtî re qert şandin
15:50 Hevserokê HDP'ê yê Bazarcixê hat binçavkirin
15:39 Di serdegirtina malan de sîleh xistin serê zarokan!
15:13 Ocalan ê HDP’î: Divê ciwan pirsgirêkên xwe nîqaş bikin
14:50 'Li Amedê rojane 500-600 pêketiyên koronayê tên tespîtkirin’
14:05 Rojnameger Tunç hat darizandin
14:01 Ji bo parêzerên ofîsên wan di erdhejê de zirar dîtin konteyner danîn
13:20 HDP çû serdana TTB'ê
13:19 ÎSÎG: Herî kêm 368 karker bi korona mirin
13:10 MEBYA-DER: Cenazeyê Çelîk teslîmê malbatê bikin
13:02 Malbata Kemal Kurkut: Qatîl dê dîsa bê ceza bimîne
12:40 Jin di çarçoveya kampanyayê de li hev kom bûn
12:26 Hevşaredarê Sûrê hat binçavkirin
12:11 HDP: Agirê Sînemaya Amûdê 60 sal in dewam dike!
12:09 Xeyala wî tenê ew bû li axa xwe vegere
11:47 Di rojekê de 4 jin hatin kuştin: Tundî kûr dibe
10:56 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Xizmên 3 kesên di erîşê de birîndar bûn: Çek aydî eskeran in
10:47 Karkerên 2 mehin meaşê wan nadin dest ji kar berdan
10:10 Qedandina pêvajoya çareseriyê bi komkujiyên DAIŞ’ê ve girê da
10:06 Maşina penaberan qulipî: 2 kes mirin û 31 kes birindar bûn
09:50 Dadgehê biryara beraeta polîsê ku Ozbahçecî kuşt xera kir
09:16 Dema diçin gund têkiliya wan bi cîhanê re qût dibe
09:15 Tûrgût: Şerê di navbera kurdan de dê xizmeta polîtîkayên Tirkiyeyê bike