MÊRSÎN – Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, serdana Osman Şîban kir. Şîban û Servet Tûrgût li Şax a Wanê ji helîkopterê hatibûn avêtin.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven serdana Osman Şîban kir.
Osman Şîban û Servet Tûrgût, di 11'ê Îlonê de li Şax a Wanê ji hêla eskeran ve hatibûn îşkencekirin û ji helîkopterê ve hatibûn avêtin. Piştî bûyerç Şîban û Tûrgût bi giranî birîndar bûbûn û wan rakiribûn nexweşxaneyê. Piştî çend roja Servet Tûrgût jiyana xwe ji dest dabû.
Hevseroka KCD'ê Guven, li navçeya Akdenîz a Mêrsînê çû mala Şîban. Guven di serdana xwe de bibîr xist ku di dîroka kurdan de hn bûyer hene mirov qet ji bîr nake û got: "Çawa ku Komkujiya Roboskiyê nehat jibîrkirin, dê ev bûyer jî neyê jibîrkirin. Dê gelê kurd qet ji bîr neke. A li we hat kirin zilm û wehşet e. Bila dost û dijmin baş zanibin ên di zor û zehmetiyê de ne em in. Ên di zorê de kesên ev îşkence kirin bixwe ne. Ên ev mirov îşkence kirin êrîş birin ser demokrasî û mafên mirovan. Lê dîsa jî gelê me li ser pêya ye."
Guven ku got "Çi qas zilmê dikin bila bikin lê em ê seîr netewînin” û destnîşan kir ku dê hesabê zilm û îşkenceya hatiye kirin bipirsin.