Aşitî: Heqê kesî nîne hêviyên kurdan pûç bike

  • rojane
  • 09:05 17 Mijdar 2020
  • |
img

AMED - Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetulah Aşitî, derbarê rageşiya ku PDK’ê li başûrê Kurdistanê derxistiye de diyar kir ku şerekî navxweyî wê doza kurdan pûç bike û ev tişt got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkê divê saziyeke netewî were avakirin.”

 
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), li başûrê Kurdistanê hêzên xwe yên taybet ber bi deverên di bin kontrola PKK'ê de dike tevgerê û ket pey provakasyonan. Ev jî dibe sedem ku di navbera wê û PKK'ê de gengeşî derkeve. Bertekên derdorên kurd ên li dijî vê provakasyona PDK'ê didomin. Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûlah Aşitî, derbarê vê gengeşiya ku bi destê PDK’ê tê derxistin axivî û nirxandinên girîng kirin. 
 
'KES BIRAKUJIYÊ NAXWAZE'
 
Aşitî, diyar kir ku divê hêzên kurd ên başûrê Kurdistanê destpêkê hevdu rewa bibînin û wiha got: “Piştî ku aliyan hevdu rewa dîtin pişt re wê li cem hev rûnin û astengiyan niqaş bikin. Şerekî navxweyî ku di nava hêzên kurd de çêbibe wê doza kurd pûç bike. Wê heviyên gelê kurd jî pûç bibin. Heqê kesî nîne ku vê yekê bike. Herkes dibêje em naxwazin birakujî çêbibe. Kesek vê kirêtiyê qebûl nake. Ji bo ku birakujî çênebe kesên berpirsyar divê destê xwe deynin bin kevir û bixebitin.”
 
‘DIVÊ HEMÛ PARTIYÊN KURD WERIN CEM HEV’
 
Di berdewamê de Aşitî, bi lêv kir ku ji bo şerekî birakujiyê dernekeve divê hemû alî bi hev re tevbigerin û ev tişt anîn ziman: “Divê hemû partiyên kurd werin cem hev û bê ferq û meyl meseleyê niqaş bikin û rê û rebazekê derxînin. Divê saziyeke netewî bê bîrdozî were avakirin. Saziyeke ku bê cudatî li mesele û partiyên kurdî binêre. Dema cudatî ket navberê wê herkes ber bi aliyê xwe ve bikişîne. Mesele, me partiyên kurdan xeteke sor di mejiyê xwe de avakiriye, em li gel wê xeta xwe ya sor tên li ser masê û dibêjin ‘em ê yekitiyê ava bikin’. Bi vî şiklî ne gengaz e. Ji ber ku herkes xeta xwe ya sor ferz dike. Ji ber wê yekê divê em wisa nebin dev ji bîrdoziyê û cudatiyê berdin. Divê beriya her tiştî em bibin kurd.”
 
‘PIRSGIRÊKAN BI DIYALOGÊ ÇARESER BIKIN’
 
Aşitî, xwest ku hêzên kurd pirsgirêkên xwe li ser maseyê bi diyalogê çareser bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê xîreta kurdewarî nehêle şerê birakujiyê çêbibe. Di sedsala 21’emîn de mafê kesî nîne ku birakujiyê di nava kurdan de bike. Dibe ku siyaseta dinyayê, dijminên kurda ne amade bin û nehêlin ku kurd werin cem hev û yekitiyekê ava bikin lê divê kurd hev nekujin.”
 
MA / Fahretîn Kiliç 

Sernavên din

20/11/2020
09:00 Stenbolî: Sedema sereke ya krîzê şer e
09:00 Qeymeqam ji bo bûyera ku çekên dewletê tê de hatin şixulandin got 'haya me jê heye'
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 202'AN
08:11 Li dijî parêzer û nûnerên STO’yê operasyon
19/11/2020
19:38 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bû 430 hezar û 170
17:12 Sancar ji bo ‘Budçeya Gel’ çû serdana KESK’ê
17:10 Ji TJA’yê çalakiya zincîra xemrî
16:52 Kaya: Li bajarên kurdan tundiya bi kincên leşkerî heye
16:44 Guven: Em dawî li şerê di nav xwe de bînin
16:15 Dadgehê 10 sal û 7 meh ceza li siyasetmedar Mamedoglû birî
15:49 Qeyûm ji bo cenazeyê meleye fexrî wesayîta cenaze neda
15:45 Li Wanê qedexeya çalakî û şahiyan 4 sal li pey xwe dihêle: Çalakî û şahî carek din hatin qedexekirin
15:32 Li Mêrsînê rojane bi ser 700’î re kes bi koronayê dikevin
15:13 OHD: Qîmet nedin protokol û peymanên navbeynkaran
14:58 Bi hinceta ewlehiyê malan hilweşandin
14:51 Li Erzînganê êrişî tabelaya HDP’ê hat kirin
14:44 Rêxistinên tenduristiyê: Kovîd-19 bila wek ‘nexweşîna pîşeyî’ were pejirandin
14:12 Ji ber bêbergiriyê ji serê salê ve 49 girtiyan jiyana xwe ji dest da
14:09 Ji ber qertê bestikê yê KCD’ê 7 sal û 6 meh ceza li rêveberê HDP’ê birîn
13:42 Meclîsa Ciwanan a Yekbûyî: Em ê ji bo Kemal têbikoşin
13:28 ‘Piraniya zarokên li girtîgehan bi feqîriyê re rûbirû ne’
13:22 Hevseroka Giştî ya HDP’ê Bûldan: Ji bo bêhêzkirina jinê êrişê hevserokatiyê dikin
13:17 Cîgirê Şaredarê Silopiya yê berê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
13:00 Îranê 2 kolberê din qetil kir
12:59 Ji Almanyayê nişana danekirinên li ser Tirkiyeyê
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdanek nû kirin
10:38 Dayika Kemal Kûrkût: Ev edaletek çawa ye?
10:37 Kûnî: Ceza ne li min li nirxên bijîşkiyê hatiye birîn
09:47 Angaşta ‘leşkerê çeka wî pêde teqiya jiyana xwe ji dest da’
09:46 Derbarê rojnamevanên protestoyên qeyûm şopandine de doz hat vekirin
09:46 Bircên Fînîkê ji ber xemsariya dewletê hildiweşin
09:13 ‘Em bi hev re li ber şidetê rabin'
09:13 Malbata zarokê ku di Çemê Zapê de wer bûbû jî anîn ber avahiya HDP'ê
09:12 Çar û Mar: Me cudahî û huner kirin yek
09:12 Ji ber ku kurên wê çênebûn tahde lê hat kirin
09:11 Jinên elewî: Em bi hêza xwe ya xweser dikarin hemû bendan derbas bikin
09:10 Emîne Şenyaşar: Bila ev zilm biqede
09:10 Li Meclîsa nêrza têkoşîna jinê
09:09 Dayika ku çû kurê xwe yê sîxurtî lê tê ferzkirin ji emniyetê bîne, polîsan lê xist
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2020'AN
18/11/2020
19:47 Îro 116 kes mirin, 4 hezar û 215 kes jî pê ketin
18:43 Nivîskar Çakan hat girtin
17:26 Dozger, bêyî ku parastina wan bê girtin ji bo Tûncel û Kişanak ceza xwest
16:15 Kiliçdaroglû: Ji bo guhertina Destûra Bingehîn divê nêrîna her aliyê bê girtin
15:39 Ji Paltforma Jinan a Enqerê banga 25’ê Mijdarê
14:49 Ji DBP’ê daxuyaniya girseyî: Em li dijî şerê navxweyî helwesteke bingehîn digirin
14:32 Li Girtîgeha Panosê girtî bi ava ser xwe dişon
14:01 Li siwêregê kesek hat binçavkirin
13:58 5 Bajarên întihar li wan zêde ne
13:45 Derbarê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de heta 25 sal cezayê hepsê hat xwestin
13:04 PZK’ê name ji YOK’ê re şand: Bila li zanîngehan Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî were destpêkirin
12:36 Derbarê jinên ku tacîzê şermezar kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
12:25 ‘Yasaya torba dewama leyîstikên Alî Cengîz in’
12:22 Kiliçdaroglû giliya Çakici kir
11:45 Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê: Kemal Kûrkût bi destê dewletê hat qetilkirin
11:00 Polisan li Stenbolê 6 kesan binçav kir
10:50 Cenazeyê Kartal ê HPG’î piştî du mehan defin kirin
10:30 Yalçindag: Heta em nebêjin ‘qediya’ wê ser vê dosyeyê neyê girtin
10:01 Waliyê Hewlêrê Firset Sofî ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
09:49 Ji ber “Meşa Demokrasiyê” derbarê HDP’iyan de fezleke amade kirin
09:23 3 sal in girtî Arîf bayram nabin nexweşxaneyê
09:22 'Bingeha krîza di warê mafên mirovan de modernîteya kapîtalîst e'
09:20 'Ji ber krîzê em ji mecbûrî mesrefên metbaxê kêm dikin'
09:19 Ji ber krîzê êdî quşxane bi zorê dikelin
09:18 Muzîkjenê betal maye: Ez ê dev jê bernedim
09:17 Keda neliberçavan!
09:17 Tevî hemû astengiyan xebatên xwe dewam dike
09:16 Li dijî birakujiyê berpirsiyariya dîrokî bi bîr xist
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2020'AN
17/11/2020
21:19 Daneyên îro yên Covîd-19'ê: 103 kes mirin, 3 hezar û 819 kes jî pê ketin
16:08 Sendîkaya Xwendekaran: Em ji bêkarî can didin
15:30 Beştaş bertek nîşanî biryara doza Kûrkût da: Ji edliyeyan bêedaletî derdikeve
14:51 Olûç: Çima ewqas HDP’î girtî ne?
14:34 'Wezareta Tenduristiyê dengê me nabihîze’
14:20 Kartên piştevaniyê şandin ji jinên girtî re
13:06 Di doza Kemal Kûrkût de polîs beraet kir
13:04 Ji ber ku xwe parastin doz li wan hat vekirin
12:24 Rojnameger Ûgûr Guç beraet kir
12:14 ‘Li şaxên PTT’ê tevdîrên Kovîd-19 nayên girtin’
11:59 12’emîn danişîna Kemal Kûrkût dest pê kir
11:42 Parêzerên Ocalan ji nû ve serlêdan kirin
10:57 Jiyana xwe fedayî aştiyê kir
10:13 18 caran binçavkirin, 66 lêpirsîn: Em ê paşve gav neavêjin
10:12 Dêra Sûrp Dîgînî hindik maye biherife
09:53 Rêveberê HDP’ê kirine endamê MHP’ê
09:52 Esnafê ku tundî li zarokekî kir hat girtin
09:17 'Ji bo şikandina tecrîdê divê em bitêkoşin'
09:15 Malbat bi nêzîkatiyeke 'hovane' re rûbirû ne
09:15 Bilêtên balafirê jî kiriye delîla 'endamtiya rêxistinê'
09:14 Dengê ku otorîteriya zilam aciz dike: Em ê bêdeng nebin
09:13 'Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin'
09:12 Algedîk: Dê ji bo avhewa û hawirdorê bibe karesateke mezin
09:11 Rojnamevan Cûdî: Li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê karesateke mezin heye
09:05 Aşitî: Heqê kesî nîne hêviyên kurdan pûç bike
09:04 Bazarek û ji wê şûnde…
09:03 Di bin vekişandina bi dizî ya ji Îdlibê de çi heye?
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2020'AN
16/11/2020
20:21 94 kes mirin, 3 hezar û 316 kes jî pê ketin
18:37 4 sal û 2 meh ceza li Serdar Kunî hat birîn
16:59 Li Tarsûsê banga tevlîbûna 25'ê Mijdarê