NAVENDA NÛÇEYAN – Waliyê Hewlêrê Firset Sofî ku bi nexweşiya Coronayê ketibû û li derveyî welat dihat tedawîkirin, vê sibehê jiyana xwe ji dest da.
Waliyê paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê Firset Sofî ku bi nexweşiya Coronayê ketibû û li derveyî welat dihat tedawîkirin, îro serê sibehê jiyana xwe ji dest da.
Di 19’ê cotmehê de Ofîsa Walîtiya Hewlêrê ragihandibû ku Firset Sofî bi vîrûsa koronayê ketiye û ji ber giraniya rewşa wî ya tendirustiyê, ji bo derveyî welat hatiye şandin.
Firset Sofî, di sala 1978’an li navçeya Çomanê ya Hewlêrê ji dayik bûye û di meha îlona îsal de weke waliyê Hewlêrê hatibû tayînkirin.