Ji DBP’ê daxuyaniya girseyî: Em li dijî şerê navxweyî helwesteke bingehîn digirin

  • rojane
  • 14:49 18 Mijdar 2020
  • |
img
AMED – DBP’ê, têkildarî gengeşiya ku tê xwestin li başûrê Kurdistanê bê avakirin diyar kir ku helwesteke bingehîn girtine û ev daxuyanî da: “Em mezinkirina têkoşîna yekitiya neteweyî û hevîtinên bi her aliyê re û avakirina şertên muzakereyan a ji bo çareserkirina pirsgirêkan ji xwe re weke peywir dibînin.”
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), têkildarî gengeşiya ku tê xwestin li başûrê Kurdistanê bê avakirin, daxuyaniyeke girseyî da. Kolana Hunerê ya li semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîra Amedê ku dê daxuyanî lê bihata dayîn, ji saetên serê sibehê ve ji apolisan ve hat dorpêçkirin û ji çûnûhatinê re hat girtin. Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), parlamenterên herêmê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê jî di navde bi sedan kes hatin Kolana Hunerê ya di bin dorpêça polisan de. Girseya ku li vir ji aliyê polisan ve hat astengkirin, dûrişmeyên mîna , “Bijî Serok Apo”, “Bijî yekitiya kurdan” ve “Bijiî yekitî, bimre îxanet” berz kirin û bi meşê derbasî Parqa Ofîsê bûn. 
 
Li gel anonsên mudaxaleyê yên polisan jî girseyê hea Parqa Ofîsê meşa xwe domand û li parqê pankarta “Dem dema yekitiya netewî û azadiyê ye” vekir û daxuyanî da. Daxuyaniya ku bi kurdî û tirkî hatibû amadekirin tirkiye wê ji aliyê Hevseroka BDP’ê Salîha Aydenîz ve û kurdiya wê jî aliyê Parlamenterê Şirnexê Hasan Ozguneş ve hat xwendin. 
 
‘GENGEŞÎ PÊŞEROJA KURDAN DIKE TALÛKEYÊ’
 
Ozguneş, di daxuyaniyê de bal kişand ser gengeşiya tê xwestin li başûrê Kurdistanê bê avakirin û diyar kir ku gengeşiya ku bi daxuyaniyan tên dayîn tê kûrkirin xeyalên gelê kurd ên pêşerojê, azadî û wekheviyê bi awayekî mezin dike talûkeyê û xwest ku gengeşiya heyî bê bidawîkirin. Ozguneş, destnÎşan kir ku ew mezinkirina têkoşîna yekitiya neteweyî, hevîtinên bi her aliyê re û avakirina şertên muzakereyan a ji bo çareserkirina pirsgirêkan ji xwe re weke peywir dibînin.
 
TEVAHIYA DAXUYANIYÊ
 
Tevahiya daxuyaniya ku ji aliyê Ozguneş ve hat xwendin wiha ye: “Ji ber ku di serdema dawî de li Başûrê Kurdistanê di navbêra hêzên Kurdan de alozî û gengeşî tê jiyîn û ji ber  helwest û daxuyaniyên tên dayîn vê alozî û gengeşiyê kûr dike, gûmanên gelê Kurd mezin dibe. Ji ber hevsengiyên li cîhan û herêmê tên kûrkirin, di serdem û pêvajoyek wisa hessas û li ber şikestinê, aloziya di navbera Kurdan de pêk tê, xeyalên gelê me yên pêşerojê, azadî û wekheviyê bi awayekî mezin dixe talûkeyê.
 
Di serdema ku di qada Navneteweyî de hevsengiya siyasî ya hêzan ji nûve tê guhertin, şert û mercên pêkanîna daxwazên Kurdan ên wekî azadî û wekheviyê ji her demî bêhtir e. Ev şert û merc û dîsa têkoşîna dehan salan ya gelê Kurd dide xwiyakirin ku, Kurd gihîştine asta dawî ya azadiyê. Di serdemek wisa dîrokî de, polîtîkayên hêzên herêmî yên dagirker;  ji bo ku Kurd anîna himberê hev û dorpêçkirin kurtir buye. Gelê me ji ber gûman û pêvçûnên di navbera hêzên Kurdan de pêk hatine berdelên gelek mezin dayîne. Di dîrokê de ji ber pevçûnên di navbera hêzên Kurdan de pêk hatî; yên kar kirine dagirker, yê winda kiriye jî gelê Kurd e. Ji ber planên dîrokî di rojevê de hebuna xwe diparêz e, di vê serdemê de gelê me dê vê şermê wekî qederê qebûl neke û dê li hemberî wê têbikoş e. 
 
‘HÊZA TÊKOŞÎNA MAFDAR NABIN DAGIRKER’
 
Hêzên Dagirker-Emperyalîst şerê 3'yemîn ê cîhanê li ser axa Kurdistanê dide, hemû hêz hesabê xwe li ser vê navendê dihûnin. Ji ber vê yekî ye ku gelê Kurd li hemberî pêkûtiyên giran û dorgirtina metîngeriyê li ber xwe dide. Qedera serdema tarî jî despêka pêşeroja tijî azadî-ronahiyê jî girêdayî berxwedana gelê Kurd û hêzên Kurdan ku li ser esasê doza mafdar-rewa tevgerîn e. Têkoşîna gelê me ya di bin şert û mercên giran de pêk tê rêgezên ku divê hêzên siyasî çawa tevbigerin daniye holê. Bendewariya me ji hemû hêzan ew e ku di rêya ku gelê Kurd xêzkiriye de tevbigerin.
Em careke din diyar dikin ku kîjan hêz ji bo azadiyê, pêşerojê û doza mafdar a gelê Kurd têbikoşe ew hêz li Kurdistanê pêşengên têkoşîna mafdar in. Ji ber vê yekî divê tu hêzên ku li Kurdistanê têkoşîna mafdar didin wekî dagirker neyên pênasekirin. Divê tu kes pêşeroja gelê Kurd ji ber gotinên xapînok radestê dewletên dixwazin berfireh bibin neke. Li hemberî vê yekî erka ku dîrokê daniye pêşiya me ev e ku hemû kes yek helwestê li hemberî hêzên dixwazin berfireh bibin û dagirkeran bigire. 
 
‘EM Ê DESTÛR NEDIN BÊBEXTIYÊ’
 
Hemû rengên siyasî dewlemendiya Kurdan e. Hêzên têkoşîna doza azadiyê ne. Cûdahiyên rêxistinî asayî ne. Rêya çareserkirina lihevnekirin û pirsgirêkan; diyalog û muzakere ne. Kurd gihîştine ast û ceribandina ku  pirsgirêkên navxweyî û aloziyên herêmî bi axavtinê çareser bikin. Rêya çareserkirina pirsgirêkan avakirina bingehên a hevbeş e. Pêkanîna yekîtiya Netewî ye. Berjewendiyên gelê me li pêş girtin e.
Li ser navê gelê Kurd mafê tu hêzî tuneye ku pêşeroja gelê me, xeyalên azadiyê û avakirina deskeftiyên bi hezaran berdêlan hatiye bidesxistin bixe talûkeyê.Em dizanin ku we jinen Kurd nehelin ku şere navxweyi derbikeve. Em BANG li hemû hêzên Kurdan, şexsiyetên pêşeng, Rewşenbîr, Rêxistinên Saziyên Demokratîk û her kesayetên ku dilê wî/wê ji bo azadiyê diavêje bi hestiyarî û zanistî tevbigere dikin. Wekî PARTIYA HERÊMÊN DEMOKRATÎK pêşekiya me ya sereke deskeftiyên gelê me ne. Bi vê wesîleyê em didin nîşan ku em dê li hemberî pevçûnên hundirîn ên ku dê mezin bi me bidin windakirin radiwestin û vê yekî ji gelê xwe re îlan dikin. Em ê destûrê nedin vê bêbextî û qeder ê. Em dê destûrê nedin ku dîrok dûbare bike. Em ji bo mezinkirina Yekîtiya Netewî û çareserkirina pirsgirêkan, avakirina bingeha diyalog û muzakereyê wekî erkekê dibînin. Bi vê zanistiyê em dixwazin hemû dînamîkên Kurdistanî ji bo mezinkirina pêvajoyê  bi berpirsiyarî tevbigerin û bibin xwedî rol û rist. Em ji dil û can bawer in ku dê gelê me bi hestiyariyek mezin tevbigere û careke din rê nede pevçûna di navbera hêzên Kurdan de û dê li hember rawest e. Bi vê bîr û baweriyê bê gûman em ê kar bikin. Ê kar bike dê têkoşîna gelê me yê mafdar be, yê winda bike jî dê dagirker û zîhniyeta wan be.”
 

Sernavên din

20/11/2020
09:00 Stenbolî: Sedema sereke ya krîzê şer e
09:00 Qeymeqam ji bo bûyera ku çekên dewletê tê de hatin şixulandin got 'haya me jê heye'
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 202'AN
08:11 Li dijî parêzer û nûnerên STO’yê operasyon
19/11/2020
19:38 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bû 430 hezar û 170
17:12 Sancar ji bo ‘Budçeya Gel’ çû serdana KESK’ê
17:10 Ji TJA’yê çalakiya zincîra xemrî
16:52 Kaya: Li bajarên kurdan tundiya bi kincên leşkerî heye
16:44 Guven: Em dawî li şerê di nav xwe de bînin
16:15 Dadgehê 10 sal û 7 meh ceza li siyasetmedar Mamedoglû birî
15:49 Qeyûm ji bo cenazeyê meleye fexrî wesayîta cenaze neda
15:45 Li Wanê qedexeya çalakî û şahiyan 4 sal li pey xwe dihêle: Çalakî û şahî carek din hatin qedexekirin
15:32 Li Mêrsînê rojane bi ser 700’î re kes bi koronayê dikevin
15:13 OHD: Qîmet nedin protokol û peymanên navbeynkaran
14:58 Bi hinceta ewlehiyê malan hilweşandin
14:51 Li Erzînganê êrişî tabelaya HDP’ê hat kirin
14:44 Rêxistinên tenduristiyê: Kovîd-19 bila wek ‘nexweşîna pîşeyî’ were pejirandin
14:12 Ji ber bêbergiriyê ji serê salê ve 49 girtiyan jiyana xwe ji dest da
14:09 Ji ber qertê bestikê yê KCD’ê 7 sal û 6 meh ceza li rêveberê HDP’ê birîn
13:42 Meclîsa Ciwanan a Yekbûyî: Em ê ji bo Kemal têbikoşin
13:28 ‘Piraniya zarokên li girtîgehan bi feqîriyê re rûbirû ne’
13:22 Hevseroka Giştî ya HDP’ê Bûldan: Ji bo bêhêzkirina jinê êrişê hevserokatiyê dikin
13:17 Cîgirê Şaredarê Silopiya yê berê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
13:00 Îranê 2 kolberê din qetil kir
12:59 Ji Almanyayê nişana danekirinên li ser Tirkiyeyê
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdanek nû kirin
10:38 Dayika Kemal Kûrkût: Ev edaletek çawa ye?
10:37 Kûnî: Ceza ne li min li nirxên bijîşkiyê hatiye birîn
09:47 Angaşta ‘leşkerê çeka wî pêde teqiya jiyana xwe ji dest da’
09:46 Derbarê rojnamevanên protestoyên qeyûm şopandine de doz hat vekirin
09:46 Bircên Fînîkê ji ber xemsariya dewletê hildiweşin
09:13 ‘Em bi hev re li ber şidetê rabin'
09:13 Malbata zarokê ku di Çemê Zapê de wer bûbû jî anîn ber avahiya HDP'ê
09:12 Çar û Mar: Me cudahî û huner kirin yek
09:12 Ji ber ku kurên wê çênebûn tahde lê hat kirin
09:11 Jinên elewî: Em bi hêza xwe ya xweser dikarin hemû bendan derbas bikin
09:10 Emîne Şenyaşar: Bila ev zilm biqede
09:10 Li Meclîsa nêrza têkoşîna jinê
09:09 Dayika ku çû kurê xwe yê sîxurtî lê tê ferzkirin ji emniyetê bîne, polîsan lê xist
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2020'AN
18/11/2020
19:47 Îro 116 kes mirin, 4 hezar û 215 kes jî pê ketin
18:43 Nivîskar Çakan hat girtin
17:26 Dozger, bêyî ku parastina wan bê girtin ji bo Tûncel û Kişanak ceza xwest
16:15 Kiliçdaroglû: Ji bo guhertina Destûra Bingehîn divê nêrîna her aliyê bê girtin
15:39 Ji Paltforma Jinan a Enqerê banga 25’ê Mijdarê
14:49 Ji DBP’ê daxuyaniya girseyî: Em li dijî şerê navxweyî helwesteke bingehîn digirin
14:32 Li Girtîgeha Panosê girtî bi ava ser xwe dişon
14:01 Li siwêregê kesek hat binçavkirin
13:58 5 Bajarên întihar li wan zêde ne
13:45 Derbarê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de heta 25 sal cezayê hepsê hat xwestin
13:04 PZK’ê name ji YOK’ê re şand: Bila li zanîngehan Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî were destpêkirin
12:36 Derbarê jinên ku tacîzê şermezar kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
12:25 ‘Yasaya torba dewama leyîstikên Alî Cengîz in’
12:22 Kiliçdaroglû giliya Çakici kir
11:45 Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê: Kemal Kûrkût bi destê dewletê hat qetilkirin
11:00 Polisan li Stenbolê 6 kesan binçav kir
10:50 Cenazeyê Kartal ê HPG’î piştî du mehan defin kirin
10:30 Yalçindag: Heta em nebêjin ‘qediya’ wê ser vê dosyeyê neyê girtin
10:01 Waliyê Hewlêrê Firset Sofî ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
09:49 Ji ber “Meşa Demokrasiyê” derbarê HDP’iyan de fezleke amade kirin
09:23 3 sal in girtî Arîf bayram nabin nexweşxaneyê
09:22 'Bingeha krîza di warê mafên mirovan de modernîteya kapîtalîst e'
09:20 'Ji ber krîzê em ji mecbûrî mesrefên metbaxê kêm dikin'
09:19 Ji ber krîzê êdî quşxane bi zorê dikelin
09:18 Muzîkjenê betal maye: Ez ê dev jê bernedim
09:17 Keda neliberçavan!
09:17 Tevî hemû astengiyan xebatên xwe dewam dike
09:16 Li dijî birakujiyê berpirsiyariya dîrokî bi bîr xist
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2020'AN
17/11/2020
21:19 Daneyên îro yên Covîd-19'ê: 103 kes mirin, 3 hezar û 819 kes jî pê ketin
16:08 Sendîkaya Xwendekaran: Em ji bêkarî can didin
15:30 Beştaş bertek nîşanî biryara doza Kûrkût da: Ji edliyeyan bêedaletî derdikeve
14:51 Olûç: Çima ewqas HDP’î girtî ne?
14:34 'Wezareta Tenduristiyê dengê me nabihîze’
14:20 Kartên piştevaniyê şandin ji jinên girtî re
13:06 Di doza Kemal Kûrkût de polîs beraet kir
13:04 Ji ber ku xwe parastin doz li wan hat vekirin
12:24 Rojnameger Ûgûr Guç beraet kir
12:14 ‘Li şaxên PTT’ê tevdîrên Kovîd-19 nayên girtin’
11:59 12’emîn danişîna Kemal Kûrkût dest pê kir
11:42 Parêzerên Ocalan ji nû ve serlêdan kirin
10:57 Jiyana xwe fedayî aştiyê kir
10:13 18 caran binçavkirin, 66 lêpirsîn: Em ê paşve gav neavêjin
10:12 Dêra Sûrp Dîgînî hindik maye biherife
09:53 Rêveberê HDP’ê kirine endamê MHP’ê
09:52 Esnafê ku tundî li zarokekî kir hat girtin
09:17 'Ji bo şikandina tecrîdê divê em bitêkoşin'
09:15 Malbat bi nêzîkatiyeke 'hovane' re rûbirû ne
09:15 Bilêtên balafirê jî kiriye delîla 'endamtiya rêxistinê'
09:14 Dengê ku otorîteriya zilam aciz dike: Em ê bêdeng nebin
09:13 'Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin'
09:12 Algedîk: Dê ji bo avhewa û hawirdorê bibe karesateke mezin
09:11 Rojnamevan Cûdî: Li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê karesateke mezin heye
09:05 Aşitî: Heqê kesî nîne hêviyên kurdan pûç bike
09:04 Bazarek û ji wê şûnde…
09:03 Di bin vekişandina bi dizî ya ji Îdlibê de çi heye?
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2020'AN
16/11/2020
20:21 94 kes mirin, 3 hezar û 316 kes jî pê ketin
18:37 4 sal û 2 meh ceza li Serdar Kunî hat birîn
16:59 Li Tarsûsê banga tevlîbûna 25'ê Mijdarê