Ji ber ku kurên wê çênebûn tahde lê hat kirin

  • jin
  • 09:12 19 Mijdar 2020
  • |
img

WAN - Remziye Akbal ku di temenekî biçûk de hatiye zewicandin, ji ber ku zarokên wê yên kur çênebûne tahde lê hatiye kirin û ji ber vê dev ji hevjînê xwe berdaye û tevî çar keçên xwe ji xwe re jiyaneke nû ava kiriye. Akbal, çendî ku derfetên wê pir tune ne jî, li ber xwe dide. Akbal bang li jinan kir ku tu carî bêdeng nemînin. 

Zayendparêzî her tim yek ji pirsgirêkên herî mezin e. Hele ev li welatên paşdemayî jin mecbûr in zarokên kur bînin dinê. Zarokên wan ên kur çi qasî pir bin hurmeta ji bo wan jî ew qasî zêde ye. Ji lewra di civakên nêrza de zarokên kur tê wateya berdewamiya ezbetê û ewleyiyeke jiyanê. Lewma gelek jinên ku zarokên wan ên kur çênebûne, bi tahde û zilmeke mezin re rû bi rû mane. Yek ji van jî li Artemêtan a Wanê Remziye Albak a 30 salî ye. Çîroka Albakê bêdengiya civakê tarûmar dike. 
 
‘BÊDENG NEMÎNIN' 
 
Albak, di 16 saliya xwe de hatiye zewicandin. 10 salan zewicandî maye û 4 keçên wê çêbûne. Lê belê ji ber ku zarokên wê yên kur çênebûne bi tahde û zilmekê re rû bi rû maye. Gava keça wê ya çaran di hemla wê de bûye, êdî ji ber tahdeya lê dihat kirin hew îdare kiriye û dev ji hevjînê xwe berdaye. Çendî ku şert û mercên wê yên niha ne baş bin jî li ber xwe dide. Albak, ligel van şert û mercan jî bang li jinan kir ku li dijî tahdeyê bêdeng nemînin. 
 
‘JI BER KU KEÇ JI MIN RE ÇÊDIBÛN' 
 
Albak, anî ziman ku gava keça wê ya çaran di hemla wê de bûye hevjînê wê dest bi tahdeyê kiriye û got: "Hevjînê min bi me re eleqedar nedibû. Guh nedida pêdiviyên me û dihat malê. Piştî keça min a çarem jî hat dinê, xwest em dev ji hev berdin. Pêşî min qebûl nekir. Lê dû re min jê re got, naxwazim dev ji zarokên xwe berdim. Piştî vê hîn bêtir tahde li min kir. Gava keça min a dawîn di hemla min de bû û bûbû 8 mehî, tahdeya wî jî zêde bû. Ji ber vê tahdeyê zaroka min zû hat dinê. Ji ber vê şidetê min bi sezeryanê keça xwe anî dinê. Mala em lê diman jî pri sar bû. Ez û sê keçên xwe û pitika xwe di wê mala sar de diman. Ji ber sermayê min nikaribû şîr bidana pitika xwe. Me rojên zor û zehmt derbas kirin. Jixwe hevjînê min bi me re eleqedar nedibû. Ji ber ku zarokên min giş keç bûn, tahde li min dikir." 
 
NEFEQEYÊ NADE 
 
Albak, diyar kir ku piştî dev ji hev berdane hevjînê wê ji bo dîtina zarokên xwe nehatiye mala wan û got: "Rojekê ji min re got 'Ez ji we aciz bûme. Ez ê biçim kar.' Paşê hîn bûm ku ji xwe re jiyaneke nû ava kiriye. Ez tim lê digeriyam, lê bersiv nedida. Ji ber deynên wî ji bankeyan tim hin kes dihatin mala min. Bi awayekî min xwe gihand wî. Heqaret li min kirin û telefonê girt. Min jê re got, dixwazim dev ji te berdim. Dû re min dev jê berda. Roj hebû nan jî bi dest me nediket. Qederekê xebitîm. Lê ji ber ku zarokên min biçûk bûn min dev ji kar berda. Niha nikarim debara xwe bikim. Zarokên min diçin dibistanê. Nikarin lazmatiyên wan jî bikirim. Mirovên li derdorê bi awayekî alîkariya me dikin." 
 
Albak, detsnîşan kir ku jin divê li ber tahdeyê xwe li bêdengiyê daneynin û nehêlin kes wan bieciqîne. Albakê got: "Du salên dawî yên zewaca min bi tahde û şidetê derbas bû. Heger ez wê çaxê bîr bûbûma, deqeyekê jî nedimam. Heger min wek wî bikira min ê ji xwe re rêyek bidîta, lê zarokên min? Zarokên min bi şev tên cem min dibêjin 'axirkê tu neçûyî.' An bila mirov nezewicin an jî bila jiyana van zarokan ziyan nekin. Ez zanibim mirin jî tê de heye, ez ê bi awayekî xwedî li zarokên xwe xwedî derkevim. Sê sal berê min dev jê berda. Bi tena serê xwe debara zarokên xwe dikim. Bêyî muhtacî mêrekî bim debara zarokên xwe dikim. Jiyana min a niha bê şer û lec e. Gava zewicandîbûm, ev qasî nerihet bûm. Berê gava min nanek bixwara, êvarî dihat hesabê wî nanî dikir. Lewma divê jin xwe bi xwe li ser pêyan bisekinin. Lewra jin dikarin ji derheqê her tiştî derkevin." 
 
MA / Ozlem Yayan - Melek Şahîn
 
 
 

Sernavên din

20/11/2020
09:00 Stenbolî: Sedema sereke ya krîzê şer e
09:00 Qeymeqam ji bo bûyera ku çekên dewletê tê de hatin şixulandin got 'haya me jê heye'
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 202'AN
08:11 Li dijî parêzer û nûnerên STO’yê operasyon
19/11/2020
19:38 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bû 430 hezar û 170
17:12 Sancar ji bo ‘Budçeya Gel’ çû serdana KESK’ê
17:10 Ji TJA’yê çalakiya zincîra xemrî
16:52 Kaya: Li bajarên kurdan tundiya bi kincên leşkerî heye
16:44 Guven: Em dawî li şerê di nav xwe de bînin
16:15 Dadgehê 10 sal û 7 meh ceza li siyasetmedar Mamedoglû birî
15:49 Qeyûm ji bo cenazeyê meleye fexrî wesayîta cenaze neda
15:45 Li Wanê qedexeya çalakî û şahiyan 4 sal li pey xwe dihêle: Çalakî û şahî carek din hatin qedexekirin
15:32 Li Mêrsînê rojane bi ser 700’î re kes bi koronayê dikevin
15:13 OHD: Qîmet nedin protokol û peymanên navbeynkaran
14:58 Bi hinceta ewlehiyê malan hilweşandin
14:51 Li Erzînganê êrişî tabelaya HDP’ê hat kirin
14:44 Rêxistinên tenduristiyê: Kovîd-19 bila wek ‘nexweşîna pîşeyî’ were pejirandin
14:12 Ji ber bêbergiriyê ji serê salê ve 49 girtiyan jiyana xwe ji dest da
14:09 Ji ber qertê bestikê yê KCD’ê 7 sal û 6 meh ceza li rêveberê HDP’ê birîn
13:42 Meclîsa Ciwanan a Yekbûyî: Em ê ji bo Kemal têbikoşin
13:28 ‘Piraniya zarokên li girtîgehan bi feqîriyê re rûbirû ne’
13:22 Hevseroka Giştî ya HDP’ê Bûldan: Ji bo bêhêzkirina jinê êrişê hevserokatiyê dikin
13:17 Cîgirê Şaredarê Silopiya yê berê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
13:00 Îranê 2 kolberê din qetil kir
12:59 Ji Almanyayê nişana danekirinên li ser Tirkiyeyê
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdanek nû kirin
10:38 Dayika Kemal Kûrkût: Ev edaletek çawa ye?
10:37 Kûnî: Ceza ne li min li nirxên bijîşkiyê hatiye birîn
09:47 Angaşta ‘leşkerê çeka wî pêde teqiya jiyana xwe ji dest da’
09:46 Derbarê rojnamevanên protestoyên qeyûm şopandine de doz hat vekirin
09:46 Bircên Fînîkê ji ber xemsariya dewletê hildiweşin
09:13 ‘Em bi hev re li ber şidetê rabin'
09:13 Malbata zarokê ku di Çemê Zapê de wer bûbû jî anîn ber avahiya HDP'ê
09:12 Çar û Mar: Me cudahî û huner kirin yek
09:12 Ji ber ku kurên wê çênebûn tahde lê hat kirin
09:11 Jinên elewî: Em bi hêza xwe ya xweser dikarin hemû bendan derbas bikin
09:10 Emîne Şenyaşar: Bila ev zilm biqede
09:10 Li Meclîsa nêrza têkoşîna jinê
09:09 Dayika ku çû kurê xwe yê sîxurtî lê tê ferzkirin ji emniyetê bîne, polîsan lê xist
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2020'AN
18/11/2020
19:47 Îro 116 kes mirin, 4 hezar û 215 kes jî pê ketin
18:43 Nivîskar Çakan hat girtin
17:26 Dozger, bêyî ku parastina wan bê girtin ji bo Tûncel û Kişanak ceza xwest
16:15 Kiliçdaroglû: Ji bo guhertina Destûra Bingehîn divê nêrîna her aliyê bê girtin
15:39 Ji Paltforma Jinan a Enqerê banga 25’ê Mijdarê
14:49 Ji DBP’ê daxuyaniya girseyî: Em li dijî şerê navxweyî helwesteke bingehîn digirin
14:32 Li Girtîgeha Panosê girtî bi ava ser xwe dişon
14:01 Li siwêregê kesek hat binçavkirin
13:58 5 Bajarên întihar li wan zêde ne
13:45 Derbarê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de heta 25 sal cezayê hepsê hat xwestin
13:04 PZK’ê name ji YOK’ê re şand: Bila li zanîngehan Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî were destpêkirin
12:36 Derbarê jinên ku tacîzê şermezar kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
12:25 ‘Yasaya torba dewama leyîstikên Alî Cengîz in’
12:22 Kiliçdaroglû giliya Çakici kir
11:45 Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê: Kemal Kûrkût bi destê dewletê hat qetilkirin
11:00 Polisan li Stenbolê 6 kesan binçav kir
10:50 Cenazeyê Kartal ê HPG’î piştî du mehan defin kirin
10:30 Yalçindag: Heta em nebêjin ‘qediya’ wê ser vê dosyeyê neyê girtin
10:01 Waliyê Hewlêrê Firset Sofî ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
09:49 Ji ber “Meşa Demokrasiyê” derbarê HDP’iyan de fezleke amade kirin
09:23 3 sal in girtî Arîf bayram nabin nexweşxaneyê
09:22 'Bingeha krîza di warê mafên mirovan de modernîteya kapîtalîst e'
09:20 'Ji ber krîzê em ji mecbûrî mesrefên metbaxê kêm dikin'
09:19 Ji ber krîzê êdî quşxane bi zorê dikelin
09:18 Muzîkjenê betal maye: Ez ê dev jê bernedim
09:17 Keda neliberçavan!
09:17 Tevî hemû astengiyan xebatên xwe dewam dike
09:16 Li dijî birakujiyê berpirsiyariya dîrokî bi bîr xist
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2020'AN
17/11/2020
21:19 Daneyên îro yên Covîd-19'ê: 103 kes mirin, 3 hezar û 819 kes jî pê ketin
16:08 Sendîkaya Xwendekaran: Em ji bêkarî can didin
15:30 Beştaş bertek nîşanî biryara doza Kûrkût da: Ji edliyeyan bêedaletî derdikeve
14:51 Olûç: Çima ewqas HDP’î girtî ne?
14:34 'Wezareta Tenduristiyê dengê me nabihîze’
14:20 Kartên piştevaniyê şandin ji jinên girtî re
13:06 Di doza Kemal Kûrkût de polîs beraet kir
13:04 Ji ber ku xwe parastin doz li wan hat vekirin
12:24 Rojnameger Ûgûr Guç beraet kir
12:14 ‘Li şaxên PTT’ê tevdîrên Kovîd-19 nayên girtin’
11:59 12’emîn danişîna Kemal Kûrkût dest pê kir
11:42 Parêzerên Ocalan ji nû ve serlêdan kirin
10:57 Jiyana xwe fedayî aştiyê kir
10:13 18 caran binçavkirin, 66 lêpirsîn: Em ê paşve gav neavêjin
10:12 Dêra Sûrp Dîgînî hindik maye biherife
09:53 Rêveberê HDP’ê kirine endamê MHP’ê
09:52 Esnafê ku tundî li zarokekî kir hat girtin
09:17 'Ji bo şikandina tecrîdê divê em bitêkoşin'
09:15 Malbat bi nêzîkatiyeke 'hovane' re rûbirû ne
09:15 Bilêtên balafirê jî kiriye delîla 'endamtiya rêxistinê'
09:14 Dengê ku otorîteriya zilam aciz dike: Em ê bêdeng nebin
09:13 'Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin'
09:12 Algedîk: Dê ji bo avhewa û hawirdorê bibe karesateke mezin
09:11 Rojnamevan Cûdî: Li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê karesateke mezin heye
09:05 Aşitî: Heqê kesî nîne hêviyên kurdan pûç bike
09:04 Bazarek û ji wê şûnde…
09:03 Di bin vekişandina bi dizî ya ji Îdlibê de çi heye?
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2020'AN
16/11/2020
20:21 94 kes mirin, 3 hezar û 316 kes jî pê ketin
18:37 4 sal û 2 meh ceza li Serdar Kunî hat birîn
16:59 Li Tarsûsê banga tevlîbûna 25'ê Mijdarê