WAN – Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, ji bo cenazeyê meleye fexrî Hasan Karakaş ku ji ber zextên siyasî koçî Almanyayê kiribû û li wir jiyana xwe ji dest dabû, wesayîta cenaze neda.
Meleyê fexrî ku li navçeya Kopê ya Mûşê timik dihat binçavkirin, ji ber van zextan di sala 2016’an de koçî Almanyayê kir. Mele Karakaş, di 15’ê mijdarê de ji ber vîrûsa koronayê li Almanyayê jiyana xwe ji dest da.
WESAYÎTA CENAZE NEDAN
Malbata Karakaş cenazeyê wî îro bi balafirê anîn Balefirgeha Ferît Melen a Wanê û ji bo birina cenaze ya Kopê ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê wesayîta cenaze xwest. Lê şaredariyê daxwaza malbata Karakaş red kir û wesayîtê neda wan.
MERASÎMÊ BI ŞEŞ KESAN SÎNOR KIRIN
Ji ber vê cenazeyê Karakaş bi saetan li balefirgehê hat rawestandin û piştre bi wesayîteke taybet birin Kopê li goristana taxa Karşiyakayê veşartin. Polisan, goristanê dorpêç kir û destûr dan ku tenê 6 kes beşdarî merasîma cenaze bibin.