AMED - Dadgehê bi du sûcên cuda 10 sal, 7 meh û 15 roj ceza li endamê Meclîsa HDP’ê Eşref Mamedoglû birî.
Danişîna doza endamê Meclîsa HDP’ê Eşref Mamedoglû ku bi îdiayên “endamê rêxistinê ye” û “propaganda rêxistinê kiriye” tê darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 4’emîna Amedê hat lidarxistin. Mamedoglû beşdarî danişînê nebû û parêzerê wî Suleyman Kaya amade bû.
Dozger di danişînê de biryara ango mutlaya xwe ya derbarê her du sûcan de dubare kir.
Şandeya dadgehê ji îdiaya “endamê rêxistinê ye” 7 sal û 6 meh ceza li Mamedoglû birî. Şandeya dadgehê ceza zêde kir û cezayê Mamedoglû derxist 8 sal û 9 mehan.
Her wiha dadgehê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” jî salek û 10 meh û 15 roj ceza li Mamedoglû birî. Dadgehê fermana cihê taloqkirina ceza nîne da.