Çîrokek xweparastinê!

  • jin
  • 09:01 20 Mijdar 2020
  • |
img

ŞIRNEX – Nebahat Îşçî ku di temenê xwe yê biçûk de hatiye zewicandin û niha tevlî kampanya TJA’yê ya “Em xwe diparêzin” bûye, diyar kir ku ji bo bi hezaran jinên tundî li wan tê kirin têdkikoşe.

Di encama hişmendiya baviksalariyê de bi şêwazên cûda tundî li gelek jinan hatiye kirin. Nebahat Îşçî jî yek ji van jinan e ku bi vê rewşê re rûbirû maye. Di temenê wê yê biçûk de dayik û bavê Nebahat dimirin û ji neçariyê li gel xalê xwe dimîne.  Nebahat hê di 14 saliya xwe de ji aliyê  xalê xwe ve bi yekê qumarbaz re tê zewicandin. Piştî zewacê çîroka wê ya bi êş jî dest pê dike. Her cûre tûndî lê tê kirin. Rexmî tundiya li ser xwe jî dev ji têkoşîna xwe bernade. Niha jî di kampanyaya 'Em xwe diparêzin' de cih digire û bi aktîvîstên TJA’yê re mal bi mal digere û  ji jinan re xweparastina li hemberî tundiyê vedibêje.
 
BI QUMARBAZEKÎ RE DIZEWICÎNIN
 
Nebahat Îşçî, têkildarî vê jiyana xwe ya gelek bi êş û elem axivî û diyar kir ku di temenê xwe yê biçûk de bi kesekî qumarbaz re hatiye zewicandin û wiha got: “Min nedixwest bizewicim, lê min bi zorê zewicandin. Zarokên min çêbûn û ez di temeneke biçûk de bûm dayîk. Hevjînê min diçû qumarê dîlîst. Carna 10-20 rojan nedihat malê. Dema ku dihat malê jî ji xeynî tundiyê tiştekî din nedikir. Bi şev û roj li min dida. Zarokê me di malê de birçî diman û kesekî ku bixebite tune bû. Ji neçarî ji bo ku zarokên min ji birçîna nemirin, min wan dida cîranan û diçûm kar. Min tovên zebeşan dikeland û difirotin. Heta ku heqê kirêya min derdiket dixebitim. Gelek caran zarokên min birçî radizan. Min zarokên xwe di şert û mercên pir zehmet de mezin kirin. Gelek caran ketim nav hewldanên xwe kuştinê. Pereyê ku min dianî malê jî hevjînê min bi lêdanê ji min distand. Werîs dikir qirika min û pere ji min dixwest. Pere dibir pê qumar dilîst. Deyndar b, her roj yekî li deriyê min dixist û digotin pereyê me bidin."
 
REXMÎ GILIYÊ JÎ NAGIRIN
 
Di berdewamê de Nebahat Îşçî, da zanîn ku ji hêla hevjînê xwe ve hatiye kêrkirin û tevî hemû giliyên wê jî hevjînê wê nehatiye girtin û serboriya xwe wiha domand: “Zivistanê avahiyê ku em têde dijiyan pir sar bû. Zarokên min dicemidîn. Tenê carekî hevjînê min bi mirovane tevgeriya, pere bir û got ew ê biçe komirê bîne. Çûna wî çêbû vegera wî çênebû. Ji bo ku komirê bînê çûbû lê 10 rojan nehat malê. Bi çûyina wî re deyndaran bi ser malê de girtin. Ez ducanî bûm. Ji mi re gotin 'Yan tu dê pere bidî yan jî em ê te bikujin' Pereyê min tune bû. Wê rojê ger cîran hewara min nehatina wê min bikuştina. Ew roj jî derbas bû. Carekî hevjînê min sarinca malê xwest. Bi şev bi pora min girt û min bi erdê ve kaş kir. Ez bêhal bûm. Kêr li min xist, ez bi giranî birîndar bûm. Pişt re min îfade da polisan û gilî kir. Min ji polîsan re got 'Ev kese wê min bikuje wî bigirin'. Beriya vê bûyerê jî min gelek caran gilî kir, lê giliyên min esas nehatin girtin."
 
BANGA DAYIKA NEBAHAT A LI JINAN
 
Dayika Nebahat ku niha di kampanya TJA’yê ya “Em xwe diparêzin” de cih digire, bi lêv kir ku ew li dijî her cûre tundiyê tedikoşe û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “ Carekî xebatkareke HDP'ê bangî min kir. Ji min re got, ‘Tu dikarî li çayxaneya me de bixebitî?’ Min jî got, ‘Erê ez dikarim bixebitim’. Nêzî salekê min li partiyê de çay çêdikir. Pişt re jî derbasî beşa paqijiyê ya şaredariyê bûm. Hemû xizm û nasin me gotinên nebaş ji min re gotin. Min tu caran serê xwe netewand. Karê ku mêran nedikir min dikir. Karê ku jin dike, zilam tu car nikare bike. Min li ber xwe da û ez nemirim. Niha ez li gel TJA'yê di nav xebatên kampanyaya “Em xwe diparêzin” de cih digirim. Ez mal bi mal digerim tiştên ku hatine serê min ji jinan re vedibêjim û ew jî ji min re vedibêjin. Niha ez ne tenê ji bo xwe,  ji bo bi hezaran jinên ku rastî tundiyê tên tedikoşim. Divê em jin bixwazin û dev ji têkoşînê bernedin. Bangawaziya min ji jinan ew e ku bila bên em bi hevre li dijî her cûreyê tundiya mêr xwe biparêzin.”
 
SIBE: Têkoşına sê xwişkên kurd 
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

23/11/2020
09:05 Li Mêrsînê lênêrînên awarte tijî bûn: Rojê 20-25 kes dimirin
09:04 ‘Bi rastiyek ne di demê xwe de, nikarin aboriyê rast bikin’
09:04 Serperiştê Wezareta Karên Hundir kitêboka wezaretê ya qeyûman derewand
09:04 Serlêdana HES’ê ya li Geliyê Zîlan hat redkirin
09:04 Jin xwe ji bo meşa 25’ê Mijdarê amade dikin
09:04 ‘Divê jin pergalê desteser bikin’
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2020'AN
22/11/2020
18:50 Dayika Şemiyê Zeycan Yedîgol jiyana xwe ji dest da
16:56 Çalakiyên 25’ê Mijdarê didomin
16:42 Cendirme xwest 272 malper hatin girtin
15:31 TJA'yê li Hezexê komxebata li dijî îstîsmara zarokan li dar xist
15:00 Dayikên Aşitiyê: Em şer naxwazin
14:38 Li Kanîreş û Îskenderûnê civînên gel: AKP nikare bi rê ve bibe
14:37 KESK: Em li dijî pergala KHK’ê serî natewînin
13:26 Bi angaşta ku tû kiriye wan êrişê rêveberên DBP’ê kirin
13:14 Heyeta KNK’ê Tevgera Azadî ziyaret kir
12:46 Li kuçeyê tundiyê li jinan hat kirin
12:45 Ostayê ceyranê Fadil Aydogan bi ceyranê ve zeliqî û mir
11:47 Emîne Şenyaşar: Ma tenê kesek malbata min kuşt?
11:35 Gelê Guatemala agir berda avahiya Kongreyê
11:35 Tedbîrên hikûmetê yên li dijî şewbê, topa esnafan avêt
10:48 HDP’iyên hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:15 Cezayê 50 hezar TL dan xwişka Gulistan Doku
10:15 Lîstika ‘Elizabeth’ vê carê jî ji bo DTSO’yê derket ser dikê
09:50 Ji ber pirsgirêka perwerdehiya Onlinê ji Erziromê hat Enqereyê
09:15 Guney: Jinnews wê hebe û dê gotina xwe bibêje
09:14 Qeyûmek çêdike, qeyûmek jî xera dike!
09:12 ‘Dê sekna ciwanan tecrîdê bişikîne'
09:10 ‘Piştgiriyê nedin îthalatê, bidin cotkaran’
09:08 31 salan tahde lê hat kirin, niha jî ji bo keça xwe têdikoşe
09:06 Piştî VAKAD hat girtin pirsgirêkên jinan zêde bûn
09:04 Komîsyona Jinê ya ÎHD'ê: Serlêdanên di warê aborî û mafên civakiyî de zêde bûn
09:02 Surucu: Divê êdî CPT li dijî tecrîdkirina Ocalan gavan biavêje
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2020'AN
21/11/2020
21:50 Rojnamevan Akman hat berdan
21:14 Îro ji ber Covîd-19'ê 135 kes jiyana xwe ji dest dan
16:56 Ûca: Êdî dema azadkirina Ocalan hatiye
16:56 Li ser sînorê Îranê cenazeyek hat dîtin
16:41 Li Stenbolê polîsan mudaxileyî HDP’iyan kir: Gelek kes hatin binçavkirin
16:40 Heta niha îfadeyên 51 kesên dibin çavan de nehatine girtin
16:01 Jinên DAD’î banga 25’ê Mijdarê kirin
15:29 ‘Bi operasyonan lez didin hilweşandina desthilatdariyê’
15:23 Albûma ‘Xewna Giran’ a Tara Mamedova derket
14:57 ‘Divê girtiya nexweş Fatma Tokmak were berdan’
14:49 Ligel raporê jî, girtiyê nexweş Tûran nayê berdan
14:35 Li Edeneyê li dijî polîtîkayên AKP’ê banga têkoşînê hat kirin
14:03 40 sal in Hayrettîn Eren winda ye
14:03 Jinên girtî yên nexweş tavilê berdin
13:34 Girtîgehê pênûs û pirtûka boyaxê nedan Arîn Hêvî
13:31 2 girtiyên bi koronayê ketine rewşa wan giran e
12:25 Li bajarên Serhedê berfa ewil a salê barî
11:56 Aydin: Behsa reforma darazê pêkenok e
11:48 Mehmet Înan 26 salin winda ye
11:15 Li Dersimê ji ber berfê rêya 31 gundan hat girtin
11:05 Ji bo 3 zarokên hatibûn îşkencekirin 26 sal ceza hat xwestin
10:20 Ji Dominikê ber bi Amedê ve: Têkoşîna sê xwişkên hev
09:18 'Biryara beraetkirina kujerê Kûrkût têkçûna hiqûqê ye’
09:17 Bangawaziya ji bo 25'ê Mijdarê: Em bibin Mîrabel û dakevin qadan
09:13 Me 25'ê Mijdarê ji zilaman pirsî: Ji televîzyonê hîn bûm
09:12 Gotarên ku li girtîgehê nivîsandin kirin pirtûk
09:12 Yolerî: Dewlet civakê ji hev vediqetîne
09:11 Piştî derî hat girtin betalî jî zêde bû
09:10 Berxwedana karkerên Sînboyê: Karkerên sendîkayî tên cezakirin
09:09 Ji xwe re tenûr çêkirin û bêminet debara xwe dikin
09:08 ‘Li gelek girtîgehan vîrûs belav bûye’
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2020'AN
20/11/2020
22:22 21 parêzerên hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:45 Îro 141 kes mirin û 5 hezar û 103 kes jî pê ketin
16:41 Wê binçavkirin li Amedê bên şermezarkirin
16:14 Li Amedê bertek binçavkirinan: Operasyona tolhildana ji baroyê
15:52 TTB: Hejmara pêketiyên koronayê ji sedî 300 zêde bû
15:40 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Xebatkarên tenduristiyê berdin
15:32 Dayikên Aştiyê laçikên xwe avêtin erdê daxwaza yekitiya neteweyî kirin
15:06 TJA: Me kirasê berxwedanê li xwe kiriye
14:52 Derbarê 4 hevserokên HDP’yî de doz hat vekirin
14:41 Berteka li dijî operasyonê: Em ê parastina parastinê dewam bikin
14:36 Ji bo 4 rojnamevanan serî li AYM’ê dan
14:13 'Ev biryar ne hiqûqiye înkara mafê vîna gel e'
13:51 Doza ku dozger li Demîrtaş vekiribû hat taloqkirin
13:50 Cenazeyê encama DNA wê diyare 5 salin nadin malbatê
13:35 Li Miduriyeta Polîsan dest bi îfade girtina binçavkiriyan hat kirin
13:23 Malbat bi daxwaza biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:17 Li Amedê mamosteyek din jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
12:53 Gunay bertek nîşanî binçavkirinan da
12:37 Baroya Amedê: Refroma darazê bi binçavkirinan dest pê kir
11:59 Li Westanê 2 kes di binçavan de bi lêdanê re rûbirû mane
11:55 ÎHD: Mafê zarokan bi tu hincetan nayê taloqkirin
11:49 6 saetan sîleh xistin serê wî û pişt re gotin ‘derbasî be’
11:24 Doza Malbata Şenyaşar dest pê kir
10:52 Yurek ê 12 caran hat binçvkirin: Divê tu carî zarokek neyê girtin
10:51 Di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de derbarê 101 kesî de biryara binçavkirinê hat dayîn
10:36 Serokê Şaredariya Menemenê hat binçavkirin
10:15 Dayika Ûgûr Kaymaz: Piştî kuştina Ûgûr tu tiştek neguherî
09:01 Çîrokek xweparastinê!
09:01 Qedexeya li Wanê di sala 5'an de ye
09:01 Li benda alîkariyê ne
09:01 Ligel hemû zext û zoriyan jî daxilî nav siyasetê bû
09:01 Pêşî dê Amedê bikin du şeq, dû re dê doz dest pê bike
09:01 Li Girtîgeha Curnê Reş hejmara kesên bi Covîd-19'ê dikevin zêde dibe
09:01 Navê wê sîteya pîşesaziyê ye, lê ne ceryan, ne av, ne jî rê heye