WAN - Li ser sînorê di navbera navçeya Sarayê û Îranê de, cenazeyê welatiyê bi navê Adnan Karahan hat dîtin.
Li ser sînorê di navbera navçeya Saray a Wanê û Îranê de, duh di saetên şevê de, cenazayê welatiyê 28 salî Adnan Karahan hat dîtin. Cenazeyê ku li sînorê gundê Kurucan hat dîtin, ji aliyê eskeran ve hat rakirin û ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Qelqeliyê.
Hat hîn bûn ku Karahan zewiciye û bavê 4 zarokane.