Kongreya MSD'ê: Em ji bo yekitiyê hewl didin

  • rojane
  • 15:45 25 Mijdar 2020
  • |
img

HESEKÊ - Meclîsa Sûriyeyâ Demokratîk (MSD) bi tevlîbûna nûnerên gel, kongreya xwe li dar xist. Hevserokên MSD'ê Emîne Omer û û Riyad Derar, di kongreyê de axivî û gotin: "Ji bo yekitiya Sûriyeyê, di nava tevgerê dene. Ji bo vê em banga xebatek hevpar li her kesî dikin."

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 1'emîn kongreya xwe li dar xist. Kongre bi dirûşmeya "Mîsogerkirina welatîbûn û mafê hemû pêkhateyên Sûriyeke yekbûyî, xurtkirina rihê komînal a di saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û pêşxistina Rêveberiyên Xweser û Rêveberiyên Sivîl” pêk hat. Ji herêmên Cizîr û Firatê nûnerên gelek gelan beşdarî kongreyê bûn. 
 
Piştî axaftina vekirinê ya kongreyê, Hevseroka Meclisa Sûriya Demokartîk (MSD) Emîne Omer axivî û bal kişand ser girîngiya kongreyê. 
 
Emîne, di dewama axaftina xwe de wiha got: "Em kongreya xwe di mercên zehmet û ne ji rêzê de li dar dixin. Em hêvî dikin ku ev kongre di xebatên guhertina demokratîk a Sûriyê de, destpêkeke baş be û wek MSD em di çareseriya siyasî de roleke aktîf bilîzin.Me hewl da em diyaloga hundirîn bi gelek aliyên sûrî re bi pêş bixin, em bi wan re gihîştin lihevkirinên bingehîn ên girêdayî Sûriya pêşerojê. Me di demên dawîn de li gelek bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzepanel li dar xistin da ku em nêrîn û pêşniyarên ji bo mîsogerkirina îstiqrarê li herêmê, pêşxistina xebatên rêveberiyê, xurtkirina hêmanên parastinê û mayîndekirina aştiyê di nava şêniyên herêmê yên ji hemû pêkhateyan de, kom bikin. Beşdarên wan panelan nêrînên xwe bi zelalî parve kirin û rexneyên xwe bi rihê berpirsyarî û welatparêziyê anîn ziman. Her wiha pêşniyarên girîng ji bo lidarxistina vê kongreyê pêşkêş kirin.”
 
XETERÎ HÎS KIRIN
 
Emîne, diyar kir ku tevgera gelê Sûriyê ku Adara 2011`an dest pê kir rastî gelek xetere û astengiyên ji aliyê desthilata zordar ve hat û wiha dewam kir: “Rejîma Sûriye gihand rewşeke bi tehlûke, ji ber wê bi sed hezaran welatiyên Sûriyê jiyana xwe ji dest da, bi milyonan koçber bûn, bi deh hezaran hatin binçavkirin û Sûriye kir navenda şerê dewletên herêmî û dagirker û bû navenda komkirina çeteyên ku ji bo berjewendiya ajandeyên derve kar dikin.”
 
Emîne her wiha destnîşan kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji roja yekemîn a tevgera gel vê xetereya heyî hîs kir û rê li ber fitneyê girt ku rejîmê û gelek hêzên derve hewl da derxin û wiha domand: "Lê belê şêniyên herêmê Rêveberiyên Sivîl û Rêveberiyên Xweser damzirandin û Hêzên Sûriya Demokratîk ava kirin ku tevî hêzên Koalîsyonê cîhan ji terora çeteyên DAIŞ`ê xilas kir.”
 
Emîne baweriya xwe bi rêvebeiryê nîşan da ku ji beriya 7 salan ve hate avakirin, qonaxên herî zehmet derbas kirin, li dijî êrişên herî hovane yên dewleta Tirk a dagirker sekinî û bi keda ciwanên xwe bi pêş ket.
 
ARMANCA MSD`Ê
 
Hevseroka MSD`ê daxuyand ku ji destpêka damezirandina MSD`ê ve hewl dide xwe bigihîne çareseriya siyasî ya li ser esasê diyaloga Sûrî-Sûrî û pîvanên guhertin û veguhertina demokratîk ber bi Sûriyeke pirreng, nenavendî û mafên hemû pêkhate, ol, netewe û etnîkan mîsoger dike.
 
Emîne wiha lê zêde kir: “Em ji vê derê dibêjin ku em ji diyaloga bi hemû aliyên Sûriyê re vekirî ne, da ku em bigihînin lihevkirinên ku welata me û gelê me ji keraseta mezin rizgar dike. Me bi hev re qonaxên zehmet bi tunekirina çeteyên DAIŞ`ê di aliyê leşkerî de derbas kir. Em ê têkoşîna li dijî zihniyeta terorê û zordariyê berdewam bikin û li dijî komployên ku li ser Sûriyên tên sazkirin wekî projeyên parçekirin, dagirkerî û guhertina demografiyê, bisekinin. Em ê pîvanên demokratîk, edaleta civakî û mafên jinan misoger bikin, Rêveberiya Xweser bi rihê komînal xurt bikin, xebatên saziyan pêş bixin, rê li gendeliyê bigirin, rihê berpirsiyariyê, hesabxwestinê xurt bikin û edalet û qanûnê pêk bînin. Ji bo pêşxistin û berfirekirina xebatên rêveberiyê û dewlemendkirina xebatên dîplomatîk û siyasî û bidestxistina encamên ku dikevin xizmeta şêniyan, di vê kongreya xwe de em ê hewl bidin gibihînin biryarên girîng û startejîk.”
 
Hevseroka MSD`ê Emîne Omer di dawiya axaftina xwe de bang li beşdaran kir û got: “Em bi hev re bi rihekî berpisyar û îradeyeke azad tev bigerin. Em layiqî pîrozî û fedakariyên şehîdên xwe bin, sozên me dane wan emê pêk bînin."
 
Piştî axaftina Hevseroka MSD`ê Emîne Omer, Hevserokê MSD`ê Riyad Derar bi rêya tora Zoomê beşdarî kongreyê bû.
 
TABLOYEK DEMOKRATÎK
 
Derar, da zanîn ku kongre weke xalên sereke yên di navbera du qonaxan de tê binavkirin û wiha got: "Qonaxa yekê tecrubeya Rêveberiya Xweser a li herêmê ye, qonaxa duyem jî hewldanên pêşxistin û gihîştina armancên vê rêveberiyê ne, wekî peydakirina ewlehî û îstiqrarê û avakirina binesaziyekê ku xizmeta vê projeyê dike.” 
 
Derar, destnîşan kir ku panelên MSD`ê tabloyeke demokratîk nîşanî hemû beşên civakê da, ji ber ku hemû rêxistinên civakî û di nav de yên ji derveyî Rêveberiya Xweser û saziyên wê beşdarî panelan bûn û wiha domand: “Em rêzdariyê ji nêrînên hemû aliyên muxalîf re digirin û wekî xaleke rêzgirtinê dihesibînin. Divê em hemû bi hev re kar bikin.”
 
'EM NE BI ZIHNIYETA ZILAM KAR DIKIN'
 
Derar, diyar kir ku wek Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ew ji bo Sûriyeke yekbûyî kar dikin û wiha pê de çû: “Me ew yek ji hemû aliyên hundirîn û derve, hikumet û muxalîfan jî diyar kir. Em bi opozîsyona rasteqîn ku ji bo Sûriyê kar dike, bawer in. Em piştgiriya wê dikin da ku armancên vê şoreşê pêk bîne û jiyaneke birûmet û azad peyda bike.”
 
Hevserokê MSD`ê Riyad Derar di dawiyê de teqez kir ku hewldanên wan ên parastina welat û yekitiyê berdewam in û wiha bi dawî kir: "Em dibêjin, em di qonaxa şoreşê de ne. Em hîna bi rihê şoreşê kar dikin, ne bi zîhniyeta dewletê. Em ê bi vê yekê bigihêjin ewlehî û îstiqrarê.”
 
Kongre bi  nîqaşên cur bi cur dewam dike. 
 

Sernavên din

28/11/2020
10:27 Hevşaredara Hezoyê Avci hat binçavkirin
10:16 Li Bûrsayê sê parêzer hatin berdan
10:07 ‘Li Dersimê dixwazin nasnameya elewîtiyê tune bikin’
09:05 Welatiyên di ser 65 salan re: Ên şewbê belav dikin ne em in
09:04 Meşkên ji axlemûr û bîşengê
09:03 Parêzerê girtiyê nexweş Tûran: Li ber mirinê ye
09:03 ‘Dixwazin girtiyên Rojavahiyî du caran ceza bikin'
09:03 Polîsan sîxurtî lê ferz kir, dozger got 'çima te qebûl nekiriye?'
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2020'AN
27/11/2020
23:09 Li Efrînê zarokek û kalekî 70 salî hatin kuştin
20:39 Li Tirkiyeyê îro 177 kes ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
20:02 KNK û Şandeya Şengalê: Dê tu peymanên ku êzidî ne di nav de bin neyên qebûlkirin
19:32 Esnafên Stenbolê daketin qadan: Em ê li ber xwe bidin
16:16 Rêxistinên parêzeran: Em destûr nadin parastinê tune bikin
16:09 Orhan: Hişmendiya DAIŞ'ê wê nekare me teslîm bigire
16:08 Mirovê qeyûm ê herî girîng hat girtin
14:58 Li Êlihê 15 kes hatin binçavkirin
14:42 Ji polîsan derp û gef: Em ê hesaba vê rojê ji we bipirsin
14:32 4 meh in nikare cenazeyê kurê xwe bigire
14:25 Berdevka HDP’ê Gunay: Reforma rasteqîn çûyîna pergala we ya xerabûyî ye
14:06 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin bi parêzeran re hevdîtin kirin
13:56 Rojnamegerên bertek nîşanî girtinan dan: Pêdivî bi piştevaniyê heye
13:34 Malbat ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
13:30 Mor Çati 30 salî ye
13:07 Li Eyn Îsayê mayinek teqiya: 2 zarok mirin
13:00 Girtiyên hatibûn derpkirin di greva birçîbûnê de ne
12:57 Şaredarê Şîşliyê: Binçavkirina cîgirê xwe ji nêz ve dişopînim
12:40 Rojnameya Welat dest bi weşanê kir
12:35 Li Meletiyê erd hejiya
11:42 Li gelek bajaran operasyon: Bi dehan kes hatin binçavkirin
10:50 Jinan bertek nîşanî budçeyê dan: Em ne alîkariyê, azadiya aboriyê dixwazin
10:17 Nûçegihanê me Karataş xistin hucreyê
09:24 Li Qoserê kesek hat binçavkirin
09:20 Polîsan nûçegîhanê me Hakan Yalçin binçav kirin
09:19 Romana ‘Rêwiyê Demên Windayî’ derket
09:18 Bijîşkê girtîgehê teşxîsa diyabetê danî, lê derket holê ku pençeşêr lê peyda bûye
09:17 Qeyûm 6 midûriyet xistine destê kesekî
09:17 Dadgeh: 'Dijminê kurdan Erdogan' ne rencîdekirin e
09:16 Li Manîsayê rojê 2 hezar kes bi Covîd-19'ê dikevin
09:16 Daxwaza welatiyan a ji HDP'ê: Ji bo şikandina tecrîdê têbikoşin
09:15 Dozgeriyê tam 5 salan 'têkiliya bi rêxistinê' ra ya 24 sivîlên hatin kuştin vekolaye
09:14 Jiyaneke mişt sirgûn, zext û zorî û têkoşîn
09:14 Serokê Giştî yê EMEP'ê Akdenîz: Îqtidar hewl dide temenê xwe dirêj bike
09:12 Ehmed: Niha dixwazin pêkanînên DAIŞ’ê bi qanûnan bixin meriyetê
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2020'AN
26/11/2020
19:41 Îro 174 kesên din jî mirin û 29 hezar û 132 kes jî bi şewbê ketin
16:41 Rojnamevan Ûçar hat berdan
16:38 Nûçegihanê me Karataş hat girtin
16:32 Doza îstîsmarê ya derbarê mele de hat taloqkirin
16:22 Li Dîlokê jinek hat binçavkirin
16:14 Li Girtîgeha Curnê Reş 2 girtî bi koronayê ketin
16:06 ‘Qeyûmê Colemergê 50 milyon TL nelirêtî kiriye’
15:22 AYM'ê daxwaza berdana 4 rojnamevanan red kir
15:08 Polîsan li Mêrsînê 6 kes binçav kirin
14:52 Malbatên girtiyan: Nexweşên Covît-19 xistin nava girtiyan
14:51 DMME biryarek sosret da: HDP ne di statûya mexdûriyetê de ye
14:47 Kedkarên Tenduristiyê: Hûn bi hejandina tiliyê nikarin pirsgirêkan çareser bikin
14:46 Kurdî vê carê bû 'zimanê nayê famkirin'
14:35 Sancar wê 3 rojan li Mêrdînê hevdîtinan pêk bîne
14:29 Fîncanci bi bîra şagirtê xwe Koca xist: Nexweş û weqa eynî ne
14:06 'Personel koronayê dibin Girtîgeha Rihayê’
14:05 Nûçegîhanê me Karataş bi hevdîtinên li ser nûçeyan tê tawanbarkirin
13:29 Polîsan bi ser HDK'ê de girtin û amûrên dijîtal desteser kirin
13:17 Li Şaredariya Colemêrgê bertîlxwarin: Birayê namzetê AKP’ê hat girtin
13:02 Wekîlê HDP’ê ji doza KCD'ê 6 sal û 3 meh ceza xwar
12:32 Armaca Soylu 30 hezar notirvan in
12:31 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:01 Leyla Ozturk bi sîleha cerdevaniyê hat kuştin
11:46 Makîneyên giran ên kar xesarê didin sûran
11:34 Uca jinên li Efrinê hatin revandin ji wezîr pirsî
11:33 Îfade dayîna nûçegihanê me Karataş dest pê kir
11:20 Dadgehê danişîna rojnamevan Evren taloq kir
11:05 Buldan: Di nava îqtîdarê de şerê bi destxistina qadê heye
10:54 Sewqiyata ber bi Şengalê ve didome
10:52 2 midurên qeyûm ji peywirê hatin girtin
10:05 Li Stenbolê serdegirtina malan: Gelek kes hatin binçavkirin
09:37 Dayîka aştiyê Ozgan: Divê em li ber vî şerî rabin
09:37 Rojnamevan Metîna: Dixwazin xebatan îllegalîze bikin
09:36 'Girtiyan derman nakin'
09:33 Rojê nêzî 800 kes li Amedê bi vîrûsa Covît-19 dikevin
09:32 Pirtûkeke zarokan: Cinawira Gola Wanê
09:18 Rojnamevan Altan: PDK amadekariyên şer dike
09:18 Berxwedana karkerên BÎMEKS'ê didome
09:18 Rewşenbîrên Êzidî: Pêşmergeyan kincên artêşa Iraqê li xwe kirin
09:18 Ozguneş: Ev sedsal sedsala azadkirin û avakirina yêkitiya kurdan e
09:00 ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2020'AN
25/11/2020
21:15 Hejmara testên pozîtîf ên îro 28 hezar û 351 e
17:33 Jinên Heleb û Şengalê daketin qadan
16:51 Di bin dorpêça polisan de çalakiyên 25’ê Mijdarê: Dema meşa ber bi azadiyê ve ye
16:48 Li Kobanê 25'ê Mijdarê: Têkoşîna me her roj li dijî tuneyê ye
16:45 Welatiya li ber HDP'ê hat binçavkirin hat berdan
16:44 Siyasetmedar û hiqûqzanê kurd Epozdemîr hat bibîranîn
16:09 Parêzer Nûçegîhanê MA'yê Karataş ê di bin çavan de ziyaret kir
15:57 Rapora girtîgehan a 3 mehan: Îşkence, tecrît, vîrûs..
15:45 Kongreya MSD'ê: Em ji bo yekitiyê hewl didin
15:34 Eskeran karkerên madenê yên dimeşin Enqere asteng kirin
15:30 Heyeta KNK’ê hevdîtinên xwe yên li Herêma Kurdistanê didomîne
15:13 Jin li dijî şidetê gotinên xwe û têkoşîna xwe mezin dikin
15:09 Di salekê de 1841 jinan serî li Tora Tekoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê dan
15:05 Ji bo yekitiya neteweyî laçikên xwe avêtin erdê