Rapora girtîgehan a 3 mehan: Îşkence, tecrît, vîrûs..

  • rojane
  • 15:57 25 Mijdar 2020
  • |
img

AMED - OHD’ê derbarê îhlalên mafan yên girtîhan de diyar kir hikumetê vedixwînin ku derbarê avakirina mekanizmaya venêrînê de demildest xebatan bidin destpêkirin û Wezareta Dadê û Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclîsê pêywîra xwe bicih bînin.

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Amedê derbarê binpêkirina mafan a li girtîgehên Amed û Xarpêt ên Kampus, Meletî, Elbîstan, Şirnex, Mêrdîn, Riha, Erzîngan û Dîlokê de li ber Girtîgehên Kampus ên Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Parlementerên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosûn, Dersîm Dag, endam û rêveberên HDP’ê yên bajêr, Yenîşehîr û Peyasê, Hevserokê Giştî yê OHD’ê Bunyamîn Şeker, endam û rêveberên MEBYA-DER, MED TUHAD-FED, Komeleya 78’an, TUAY-DER û OHD’ê û malbatên girtiyan beşdar bûn. Daxuyaniya ku di çarçoveya serdana girtîgehan a heyetên Şaxên OHD’ê yên Amed, Riha û nunertiyên OHD’ê yên Mêrdîn û Şirnexê û Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) a Amedê pêkhat de, rêveberê  OHD’ê Parêzer Muhîttîn Mûgûç xwend.
 
‘ÎHLALÊN MAFAN ZÊDETIR BÛNE’ 
 
Mûgûç, bal kişand ser îhlalên mafan ên li girtîgehan û wiha got: “Di çarçoveya seredana heyetên komeleya me û yên TUAY-DER’ê de hevdîtin bi girtiyan re hat kirin û gelek îhlalên mafan yên ku tên jiyîn hatin tespît kirin. Li hemberî îhlalên mafan, hevdîtinên ku girtiyan bi rayedarên girtîgehan re kirin tu encam negirtine û îhlalên mafan zêdetir bûne. Derbarê pandemiyê de tedbîrên Wezareta Dadê ya girtîgehan kêm ma û li gelek girtîgehan girtiyan jiyana xwe ji dest dan.”
 
Mûgûç, bibîrxist ku CPT’ê di raporên xwe de bang li Wezareta Dadê kiriye ku di çarçoveya tedbîrên pandemiyê de hejmara girtiyan kêm bikin lê Wezaretê bi tedbîran mafê hevdîtinê yê girtiyan bi sînor kir û wiha got: “Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan bang li Tirkiyeyê kir ku girtiyên nexweş di bin rîskeke mezin de ne. Lê bi vê yekê re jî bi Qanûna Înfazê girtiyên siyasî derveyî efûyê hiştin û derveyî rêgeza wekheviyê tevgeriyan mafê jiyanê yê girtiyan berçav negirtin.”
 
TESPÎT Û PÊŞNÎYAR
 
Mûgûç, di çarçoveya serdanan de tespît û pêşniyarên xwe wiha rêz kir: 
 
“* Hat diyar kirin ku 31 girtî li Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê bi vîrusa coronayê ketine. Destpêkê Mustafa Reşît û Yalçin Aslan pê ketine lê ne wergirtine karantînayê, di odeyên xwe de mane. Ji ber vê yekê vîrus gelek girtî bi vîrusê ketine. Muhammet Emîr ê Efrînî di 28’ê Îlonê de ji ber pirsgirêka danûstendina bêhnê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Elbîstanê lê ji ber ku tendurîstvanên li wê derê baş lê nenêriye û tetkîkên wî nekirine tenê EKG kişandine û girtî şandine girtîgehê. Emîr ji ber nexweşiya vîrusa coronayê 3 caran rakirine nexweşxaneyê. Girtiyan diyar kir ku di 2’yê Cotmehê de agahiya mirina Emîr girtine.
 
* Hat diyar kirin ku li hemû girtîgehan ji destpêka pêvajoya pandemiyê heta niha tedawiya girtiyan nayê kirinê û nikarin bigihin mafê xwe yê tenduristiyê. Ji ber vê yekê rewşa girtiyên nexweş nebaştir dibe û girtiyên ne nexweş jî nexweş dibin
 
* Hat diyar kirin ku li girtîgehan rojnameyên ku girtî dixwazin nadin wan û pêkanîna dest danîna nameyan û neşandina wan heye. Kargoyan an nadin an jî gelek dereng didin. Di hemû hevdîtinan de girtiyan anîn ziman ku tiştên li kantînan biha ne û malzemeyên paqijiyê bê pere nadin wan. Aktivîteyên civakî bi temamî rakirine. Di vê çarçoveyê de girtiyan diyar kir ku bi temamî di tecrîdê de ne.
 
* Divê derbarê pirsgirêkên li girtîgehan tên jiyîn de serîlêdanên pêwîst li saziyên netewî û navnetewî were kirin.
 
*Divê şertên tedawiyê yên girtiyên nexweş demildest pêk werin.
 
* Divê dest ji muameleya nebaş û îşkenceya li girtiyan tê kirin berdin û derbarê kesên derveyî hiqûqê tevdigerin mekanîzmaya lêpîrsînê bidin meşandin.
 
* Divê ji mafê girtiyan yê mahremiyetê re rêz were girtin û qemereyên ku qadên mahremê yên girtiyan nîşan didin derhal werin rakirin.
 
* Divê aktîvîteyên çandî û civakî şert û mercên pêwîst werin peyda kirin.
 
* Divê ji bo cihekî bi tendurîst malzemeyên paqijiyê bê pere bidin girtiyan û derbarê paqijiyê û tenduristiyê de tîtîz tevbigerin.
 
*Divê derbarê mûameleyên derveyî hiqûqê yên rayedarên girtîgehê de venêrîneke darazî û îdarî were avakirin.
 
* Divê tedbîrên li girtîgehan ên pandemiyê werin zêdekirin. Di vê çarçoveyê de divê ewil girtîgeh werin paqijkirin û gardiyan li gor qûralan tevbigerin.
 
* Divê heyeteke ku ji parlementer û nûnerên Baroyan pêk were li gor tedbîrên pandemiyê biçin seredana girtîgehan û pêvajoya tê jiyîn di cih de bibînin.”
 
‘BILA WEZARET Û MECLÎS PEYWÎRA XWE BI CIH BÎNIN’
 
Mûgûç, destnîşan kir hikumetê vedixwînin ku derbarê avakirina mekanizmaya venêrînê de demildest xebatan bidin destpêkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li dijî îhlalên mafan yên li girtîgehan em Wezareta Dadê û Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclîsê vedixwînin ku pêywîra xwe bicih bînin.” 
 
Daxuyanî bi dirûşma “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” bi dawî bû. OHD’ê derbarê îhlalên girtîgehan de raporeke berfireh bi nivîskî ji çapemeniyê re parve kir.

Sernavên din

28/11/2020
10:27 Hevşaredara Hezoyê Avci hat binçavkirin
10:16 Li Bûrsayê sê parêzer hatin berdan
10:07 ‘Li Dersimê dixwazin nasnameya elewîtiyê tune bikin’
09:05 Welatiyên di ser 65 salan re: Ên şewbê belav dikin ne em in
09:04 Meşkên ji axlemûr û bîşengê
09:03 Parêzerê girtiyê nexweş Tûran: Li ber mirinê ye
09:03 ‘Dixwazin girtiyên Rojavahiyî du caran ceza bikin'
09:03 Polîsan sîxurtî lê ferz kir, dozger got 'çima te qebûl nekiriye?'
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2020'AN
27/11/2020
23:09 Li Efrînê zarokek û kalekî 70 salî hatin kuştin
20:39 Li Tirkiyeyê îro 177 kes ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
20:02 KNK û Şandeya Şengalê: Dê tu peymanên ku êzidî ne di nav de bin neyên qebûlkirin
19:32 Esnafên Stenbolê daketin qadan: Em ê li ber xwe bidin
16:16 Rêxistinên parêzeran: Em destûr nadin parastinê tune bikin
16:09 Orhan: Hişmendiya DAIŞ'ê wê nekare me teslîm bigire
16:08 Mirovê qeyûm ê herî girîng hat girtin
14:58 Li Êlihê 15 kes hatin binçavkirin
14:42 Ji polîsan derp û gef: Em ê hesaba vê rojê ji we bipirsin
14:32 4 meh in nikare cenazeyê kurê xwe bigire
14:25 Berdevka HDP’ê Gunay: Reforma rasteqîn çûyîna pergala we ya xerabûyî ye
14:06 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin bi parêzeran re hevdîtin kirin
13:56 Rojnamegerên bertek nîşanî girtinan dan: Pêdivî bi piştevaniyê heye
13:34 Malbat ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
13:30 Mor Çati 30 salî ye
13:07 Li Eyn Îsayê mayinek teqiya: 2 zarok mirin
13:00 Girtiyên hatibûn derpkirin di greva birçîbûnê de ne
12:57 Şaredarê Şîşliyê: Binçavkirina cîgirê xwe ji nêz ve dişopînim
12:40 Rojnameya Welat dest bi weşanê kir
12:35 Li Meletiyê erd hejiya
11:42 Li gelek bajaran operasyon: Bi dehan kes hatin binçavkirin
10:50 Jinan bertek nîşanî budçeyê dan: Em ne alîkariyê, azadiya aboriyê dixwazin
10:17 Nûçegihanê me Karataş xistin hucreyê
09:24 Li Qoserê kesek hat binçavkirin
09:20 Polîsan nûçegîhanê me Hakan Yalçin binçav kirin
09:19 Romana ‘Rêwiyê Demên Windayî’ derket
09:18 Bijîşkê girtîgehê teşxîsa diyabetê danî, lê derket holê ku pençeşêr lê peyda bûye
09:17 Qeyûm 6 midûriyet xistine destê kesekî
09:17 Dadgeh: 'Dijminê kurdan Erdogan' ne rencîdekirin e
09:16 Li Manîsayê rojê 2 hezar kes bi Covîd-19'ê dikevin
09:16 Daxwaza welatiyan a ji HDP'ê: Ji bo şikandina tecrîdê têbikoşin
09:15 Dozgeriyê tam 5 salan 'têkiliya bi rêxistinê' ra ya 24 sivîlên hatin kuştin vekolaye
09:14 Jiyaneke mişt sirgûn, zext û zorî û têkoşîn
09:14 Serokê Giştî yê EMEP'ê Akdenîz: Îqtidar hewl dide temenê xwe dirêj bike
09:12 Ehmed: Niha dixwazin pêkanînên DAIŞ’ê bi qanûnan bixin meriyetê
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2020'AN
26/11/2020
19:41 Îro 174 kesên din jî mirin û 29 hezar û 132 kes jî bi şewbê ketin
16:41 Rojnamevan Ûçar hat berdan
16:38 Nûçegihanê me Karataş hat girtin
16:32 Doza îstîsmarê ya derbarê mele de hat taloqkirin
16:22 Li Dîlokê jinek hat binçavkirin
16:14 Li Girtîgeha Curnê Reş 2 girtî bi koronayê ketin
16:06 ‘Qeyûmê Colemergê 50 milyon TL nelirêtî kiriye’
15:22 AYM'ê daxwaza berdana 4 rojnamevanan red kir
15:08 Polîsan li Mêrsînê 6 kes binçav kirin
14:52 Malbatên girtiyan: Nexweşên Covît-19 xistin nava girtiyan
14:51 DMME biryarek sosret da: HDP ne di statûya mexdûriyetê de ye
14:47 Kedkarên Tenduristiyê: Hûn bi hejandina tiliyê nikarin pirsgirêkan çareser bikin
14:46 Kurdî vê carê bû 'zimanê nayê famkirin'
14:35 Sancar wê 3 rojan li Mêrdînê hevdîtinan pêk bîne
14:29 Fîncanci bi bîra şagirtê xwe Koca xist: Nexweş û weqa eynî ne
14:06 'Personel koronayê dibin Girtîgeha Rihayê’
14:05 Nûçegîhanê me Karataş bi hevdîtinên li ser nûçeyan tê tawanbarkirin
13:29 Polîsan bi ser HDK'ê de girtin û amûrên dijîtal desteser kirin
13:17 Li Şaredariya Colemêrgê bertîlxwarin: Birayê namzetê AKP’ê hat girtin
13:02 Wekîlê HDP’ê ji doza KCD'ê 6 sal û 3 meh ceza xwar
12:32 Armaca Soylu 30 hezar notirvan in
12:31 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:01 Leyla Ozturk bi sîleha cerdevaniyê hat kuştin
11:46 Makîneyên giran ên kar xesarê didin sûran
11:34 Uca jinên li Efrinê hatin revandin ji wezîr pirsî
11:33 Îfade dayîna nûçegihanê me Karataş dest pê kir
11:20 Dadgehê danişîna rojnamevan Evren taloq kir
11:05 Buldan: Di nava îqtîdarê de şerê bi destxistina qadê heye
10:54 Sewqiyata ber bi Şengalê ve didome
10:52 2 midurên qeyûm ji peywirê hatin girtin
10:05 Li Stenbolê serdegirtina malan: Gelek kes hatin binçavkirin
09:37 Dayîka aştiyê Ozgan: Divê em li ber vî şerî rabin
09:37 Rojnamevan Metîna: Dixwazin xebatan îllegalîze bikin
09:36 'Girtiyan derman nakin'
09:33 Rojê nêzî 800 kes li Amedê bi vîrûsa Covît-19 dikevin
09:32 Pirtûkeke zarokan: Cinawira Gola Wanê
09:18 Rojnamevan Altan: PDK amadekariyên şer dike
09:18 Berxwedana karkerên BÎMEKS'ê didome
09:18 Rewşenbîrên Êzidî: Pêşmergeyan kincên artêşa Iraqê li xwe kirin
09:18 Ozguneş: Ev sedsal sedsala azadkirin û avakirina yêkitiya kurdan e
09:00 ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2020'AN
25/11/2020
21:15 Hejmara testên pozîtîf ên îro 28 hezar û 351 e
17:33 Jinên Heleb û Şengalê daketin qadan
16:51 Di bin dorpêça polisan de çalakiyên 25’ê Mijdarê: Dema meşa ber bi azadiyê ve ye
16:48 Li Kobanê 25'ê Mijdarê: Têkoşîna me her roj li dijî tuneyê ye
16:45 Welatiya li ber HDP'ê hat binçavkirin hat berdan
16:44 Siyasetmedar û hiqûqzanê kurd Epozdemîr hat bibîranîn
16:09 Parêzer Nûçegîhanê MA'yê Karataş ê di bin çavan de ziyaret kir
15:57 Rapora girtîgehan a 3 mehan: Îşkence, tecrît, vîrûs..
15:45 Kongreya MSD'ê: Em ji bo yekitiyê hewl didin
15:34 Eskeran karkerên madenê yên dimeşin Enqere asteng kirin
15:30 Heyeta KNK’ê hevdîtinên xwe yên li Herêma Kurdistanê didomîne
15:13 Jin li dijî şidetê gotinên xwe û têkoşîna xwe mezin dikin
15:09 Di salekê de 1841 jinan serî li Tora Tekoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê dan
15:05 Ji bo yekitiya neteweyî laçikên xwe avêtin erdê