Rewşenbîrên Êzidî: Pêşmergeyan kincên artêşa Iraqê li xwe kirin

img

STENBOL -  Rewşenbîrên êzidî, diyar kirin ku pêşmergeyên PDK'ê kincên artêşa Iraqê li xwe kirine û di nav hêzên ku Şengalê dorpêç kirine de cih girtine û gotin: "Ji bo gelê Şengalê ku bi fermaneke nû re rû bi rû ye, bang li her kesî kirin ku di vî warî de hesas bin. 

Demek berê Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Rêveberiya Kurdistana Federe, derbarê Şengalê de peymanek îmze kiribûn. Piştî peymanê artêşa Iraqê ragihand ku 10 hezar esker şandine herêmê. Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê (MXŞD) jî daxuyaniyek dabû û ji bo qewimînên niha û yên muhtemel gotibû fermana 75'an e. 
 
511 rewşenbîrên êzidî jî derbarê peymana navbirî de di 25'ê Cotmehê de deklerasyonek bi raya cîhanê re parve kiribûn û nerazîbûna xwe nîşan dabûn. Ji îmzevanên deklerasyonê Hevserokê Navenda Mal û Komeleya Êzidiya (NAV-YEK) Haci Çelîk, nivîskarê êzidî Îbrahîm Osman û helbestvan û siyasetmedarê êzidî Xebat Şakir bal kişandin ser sewqiyata eskerî û gotin: "Civaka kurdên êzidî bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ye."  
 
Hevserokê NAV-YEK'ê Haci Çelîk anî ziman ku sewqiyata eskerî nayê qebûlkirin û got: "Tişta ku DAIŞ'ê nekiribû, niha ew dikin. Roja peymana hat îmzekirin 9'ê Cotmehê, roja salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û roja destpêka operasyona li Serêkaniyê û Girê Spî hatin kirin bû. Ev peyman, ji hêla Enqere, Bexda û PDK'ê ve hatiye çêkirin û hêzên navneteweyî jî piştgiriyê didin vê peymanê. Armanca sereke, tunekirina civakekê ye ku ev civak bi hezaran sal in bi fermanan re rû bi rû ye. Bi mêjûya 9'ê Cotmehê de peyamek taybet dan. Em dibînin ku derdroên azadîxwaz, wekhev û mafên jinan diparêzin hedef hatine girtin. Tiştên li Efrînê, li Serêkaniyê û Girê Spî qewimîn û niha li Şengal û Mexmûrê diqewimin heman tişt in. Ev êrîş hemû pev re girêdayî ne." 
 
‘HEYA QIRA ME NEYNIN NE MIMKUN E' 
 
Çelîk, bilêv kir ku civaka kurd û civaka kurdên êzidî nerazîbûneke mezin nîşanî peymanê û sewqiyatê didin û got: "Tê gotin hikûmeta Iraqê li dor 10 hezar esker şandine devera Şengalê. esker şandine Çiyayê Çilmêra jî ku ev çiya ji bo êzidiyan devereke pîroz e. Ev der, devereke pir bilind û stratejîk e. Pergala ku zarokên êzidî piştî fermana 74'an ava kirin, hedef tê girtin. Di 6 salên dawî de xwe bi xwe parastin û rêveberiya xwe ava kirin. Kedeke mezin heye. Ne kurdên êzidî ne jî kurdên din vê yekê qebûl nakin. Êzidî dibêjin, heya hûn me qir nekin hûn nikarin van deran ji me bistînin. Çi dibe bila bibe em ê nehêlin ku bigihên armanca xwe." 
 
PÊŞMERGEYAN KINCÊN ARTÊŞA IRAQÊ LI XWE KIRINE 
 
Li gor agahiyên bi dest wan ketine, pêşmergeyên PDK'ê kincên artêşa Iraqê li xwe kirine û di nav hêzên ku Şengalê dorpêç kirine de cih digirin. Çelîk wiha axivî: "Di 3'yê tebaxa 2014'an de nêzî 15 hezar pêşmerge û eskerên Iraqê dev ji Şengalê berdabûn û reviyabûn. Gelê kurd û kurdên êzidî mil dan milê hev du û li dijî DAIŞ'ê bi ser ketin. Piştî 6 salan qaşo dê êzidiyan biparêzin. Qaşo dê asayîşê ava bikin. Ev ne rast e. Gel, bawer nake. Êzidî pir bihêrs bûne. Helwesta me pir zelal e." 
 
Çelîk, anî ziman ku komeleya wan dê li gelek deverên cîhanê dakeve kuçeyan û gelê kurd jî çi dikeve ser mila divê bike. 
 
 
Nivîskar Îbrahîm Osman jî anî ziman ku ferman bi xelîfeyê îslamê Omer Bîn Xettab dest pê kirine û bi destê osmaniyan dewam kirine û niha jî bi destê Tirkiye, Iraq û PDK'ê tên kirin û wiha got: "Hêzên Iraqê dixwazin li Şengalê fermaneke din pêk bînin. Helbet ev li gor planên dewleta tirk tên kirin. PDK jî bi feraseteke feodal a berê, yanî bi mantiqa axa ne a min be bila a te be, hereket dike. Li vê derê bi hin derewan Neteweyên yekbûyî jî kirin şirîkên xwe. Gotin kesên li kampa ne 'ji ber PKK'ê nikarin vegerin' û hêzên navneteweyî jî kirin şirîk. Yanî durûtiyeke werê kirin. PDK û Iraqê di 6 salan de ji bo Şengalê çi kirin? Tu tişt jî nekirin. Niha jî dixwazin zarokên şengaliyan ku 6 sal in bi canê xwe, bi xwîna xwe Şengalê diparêzin tasfiye bikin. Dixwazin vê derê têxin bin kontrola hêzên nediyar." 
 
Osman, destnîşan kir ku talûkeyeke mezin li holê ye û wiha axivî: "Kesê di dema Sedam de berpirsiyarê ewlehiyê yê Silêmaniyeyê bû, niha di hikûmeta Iraqê de wekîlê Berhem Salih e. Yanî çawa ku di sala 1996'an de PDK û Sedam li hev kirin û Hewlêrê ji kontrola YNK'ê derxistin, niha jî heman tiştî ji bo Şengalê dikin. Gava em li fermanên ku qewimîne mêze dikin, em dibînin ku kurd jî bûne şirîkê vê îxanetê. Talûkeyek mezin heye. Ev bi destê dewleta Tirkiyeyê hatiye plankirin. Armanc kurdên berxwedêr ji holê rakin. Ev kes jî yên li ser asasên fikrên Serok Abdullah Ocalan e. Ev kes, di hedefa ewil de ne. Lewma divê krud bertekine mezin nîşan bidin. Jixwe çapemeniya Başûr bi piranî xizmeta dagirkeran dike. Ji propagandayeke reş pêvtir tiştekî nake. Mixabin berteka gelê kurd jî qels e. Li her derî divê bertek bên nîşandan. Teqez divê pêşî li ber vê yekê bê girtin. Ji lewra talûkeyeke mezin heye." 
 
 
Helbestvan û siyasetmedarê êzidî Xebat Şakir jî anî ziman ku ji fermana 3'yê Tebaxa 2014'an heya niha talûke û xetereyên mezin didomin û got: "Êzidiyan parastina xwe kr, rêveberiya xwe ava kirin û vîna xwe xurt kirin. lê lîstikên li ser Şengalê hîn jî didomin. Di peymana di navbera PDK û hikûmeta Iraqê de hat çêkirin de, hat dîtin ku vîna êzidiyan qebûl nakin. Niha Şengal dorpêç kirine. Dibe ku êrîşê jî bibin ser Şengalê. Lê Şengal bi vîna xwe li se rpêya ye û dê heya dawiyê li ber xwe bide. Civaka Şengalê êdî ne civaka beriya 2014'an e. Xwe birêxistin kirye, xwe perwerde kiriye û xwe nas kiriye. Dê li ber tu gef û xetereyê serî neteweîne. Em bawer dikin ku dê vîna gelê Şengalê bi ser bikeve." 
 
FERMANEKE NÛ 
 
Şakir, destnîşan kir ku bi awayekî aşkere êzidî bi fermaneke nû re rû bi rû ne û wiha berdewam kir: "Heger ev plan pêk bên em ê bi fermaneke nû re rû bi rû bimînin. Heger êrîşeke din jî pêk bê dê hem êzidî hem jî herêm tev de zirarê bibîne. Em hêvî dikin ku tiştekî wiha neqewime. Û em hêvî dikin hikûmeta Iraqê jî biryara xwe di ber çavan re derbas bike û vîna Şengalê nas bike û rêya diyalogê esas bigire. Kesên di sala 2014'an de Şengalê neparastin dê niha jî neparêzin. Jixwe armanca wan ne parastin e. Armanca wan, fermana ku DAIŞ'ê temam nekiribû, temam bikin." 
 
‘EM GIŞ ŞENGALÎ NE' 
 
Şakir, anî ziman ku divê gelê kurd Şengalê bi tenê nehêle û wiha lê zêde kir: "Gelê me hemû divê bi her awayî xwedî li Şengalê derkeve. Li her derî divê alîkariya wê bike. Şengal ne bi tenê ye, em giş şengalî ne û em giş xwedî li vê vînê derdikevin. Divê em bi vî awayî biqîrin."
 
Şakir, herî dawî destnîşan kir ku bi xwedîderketinê dê ev planên heyî bên pûçkirin û wiha bi dawî kir: ""Em heya dawiyê bi berxwedana şengaliyan bawer in. Em bi xwe bawer in. Dê gelê me jî li dor vê vînê bibe yek. Em ê bi peyama ku bidin cîhanê ber bi rojên azad ve bimeşin." 
 
MA / Îdrîs Sayilgan
 

Sernavên din

28/11/2020
10:27 Hevşaredara Hezoyê Avci hat binçavkirin
10:16 Li Bûrsayê sê parêzer hatin berdan
10:07 ‘Li Dersimê dixwazin nasnameya elewîtiyê tune bikin’
09:05 Welatiyên di ser 65 salan re: Ên şewbê belav dikin ne em in
09:04 Meşkên ji axlemûr û bîşengê
09:03 Parêzerê girtiyê nexweş Tûran: Li ber mirinê ye
09:03 ‘Dixwazin girtiyên Rojavahiyî du caran ceza bikin'
09:03 Polîsan sîxurtî lê ferz kir, dozger got 'çima te qebûl nekiriye?'
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2020'AN
27/11/2020
23:09 Li Efrînê zarokek û kalekî 70 salî hatin kuştin
20:39 Li Tirkiyeyê îro 177 kes ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
20:02 KNK û Şandeya Şengalê: Dê tu peymanên ku êzidî ne di nav de bin neyên qebûlkirin
19:32 Esnafên Stenbolê daketin qadan: Em ê li ber xwe bidin
16:16 Rêxistinên parêzeran: Em destûr nadin parastinê tune bikin
16:09 Orhan: Hişmendiya DAIŞ'ê wê nekare me teslîm bigire
16:08 Mirovê qeyûm ê herî girîng hat girtin
14:58 Li Êlihê 15 kes hatin binçavkirin
14:42 Ji polîsan derp û gef: Em ê hesaba vê rojê ji we bipirsin
14:32 4 meh in nikare cenazeyê kurê xwe bigire
14:25 Berdevka HDP’ê Gunay: Reforma rasteqîn çûyîna pergala we ya xerabûyî ye
14:06 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin bi parêzeran re hevdîtin kirin
13:56 Rojnamegerên bertek nîşanî girtinan dan: Pêdivî bi piştevaniyê heye
13:34 Malbat ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
13:30 Mor Çati 30 salî ye
13:07 Li Eyn Îsayê mayinek teqiya: 2 zarok mirin
13:00 Girtiyên hatibûn derpkirin di greva birçîbûnê de ne
12:57 Şaredarê Şîşliyê: Binçavkirina cîgirê xwe ji nêz ve dişopînim
12:40 Rojnameya Welat dest bi weşanê kir
12:35 Li Meletiyê erd hejiya
11:42 Li gelek bajaran operasyon: Bi dehan kes hatin binçavkirin
10:50 Jinan bertek nîşanî budçeyê dan: Em ne alîkariyê, azadiya aboriyê dixwazin
10:17 Nûçegihanê me Karataş xistin hucreyê
09:24 Li Qoserê kesek hat binçavkirin
09:20 Polîsan nûçegîhanê me Hakan Yalçin binçav kirin
09:19 Romana ‘Rêwiyê Demên Windayî’ derket
09:18 Bijîşkê girtîgehê teşxîsa diyabetê danî, lê derket holê ku pençeşêr lê peyda bûye
09:17 Qeyûm 6 midûriyet xistine destê kesekî
09:17 Dadgeh: 'Dijminê kurdan Erdogan' ne rencîdekirin e
09:16 Li Manîsayê rojê 2 hezar kes bi Covîd-19'ê dikevin
09:16 Daxwaza welatiyan a ji HDP'ê: Ji bo şikandina tecrîdê têbikoşin
09:15 Dozgeriyê tam 5 salan 'têkiliya bi rêxistinê' ra ya 24 sivîlên hatin kuştin vekolaye
09:14 Jiyaneke mişt sirgûn, zext û zorî û têkoşîn
09:14 Serokê Giştî yê EMEP'ê Akdenîz: Îqtidar hewl dide temenê xwe dirêj bike
09:12 Ehmed: Niha dixwazin pêkanînên DAIŞ’ê bi qanûnan bixin meriyetê
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2020'AN
26/11/2020
19:41 Îro 174 kesên din jî mirin û 29 hezar û 132 kes jî bi şewbê ketin
16:41 Rojnamevan Ûçar hat berdan
16:38 Nûçegihanê me Karataş hat girtin
16:32 Doza îstîsmarê ya derbarê mele de hat taloqkirin
16:22 Li Dîlokê jinek hat binçavkirin
16:14 Li Girtîgeha Curnê Reş 2 girtî bi koronayê ketin
16:06 ‘Qeyûmê Colemergê 50 milyon TL nelirêtî kiriye’
15:22 AYM'ê daxwaza berdana 4 rojnamevanan red kir
15:08 Polîsan li Mêrsînê 6 kes binçav kirin
14:52 Malbatên girtiyan: Nexweşên Covît-19 xistin nava girtiyan
14:51 DMME biryarek sosret da: HDP ne di statûya mexdûriyetê de ye
14:47 Kedkarên Tenduristiyê: Hûn bi hejandina tiliyê nikarin pirsgirêkan çareser bikin
14:46 Kurdî vê carê bû 'zimanê nayê famkirin'
14:35 Sancar wê 3 rojan li Mêrdînê hevdîtinan pêk bîne
14:29 Fîncanci bi bîra şagirtê xwe Koca xist: Nexweş û weqa eynî ne
14:06 'Personel koronayê dibin Girtîgeha Rihayê’
14:05 Nûçegîhanê me Karataş bi hevdîtinên li ser nûçeyan tê tawanbarkirin
13:29 Polîsan bi ser HDK'ê de girtin û amûrên dijîtal desteser kirin
13:17 Li Şaredariya Colemêrgê bertîlxwarin: Birayê namzetê AKP’ê hat girtin
13:02 Wekîlê HDP’ê ji doza KCD'ê 6 sal û 3 meh ceza xwar
12:32 Armaca Soylu 30 hezar notirvan in
12:31 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:01 Leyla Ozturk bi sîleha cerdevaniyê hat kuştin
11:46 Makîneyên giran ên kar xesarê didin sûran
11:34 Uca jinên li Efrinê hatin revandin ji wezîr pirsî
11:33 Îfade dayîna nûçegihanê me Karataş dest pê kir
11:20 Dadgehê danişîna rojnamevan Evren taloq kir
11:05 Buldan: Di nava îqtîdarê de şerê bi destxistina qadê heye
10:54 Sewqiyata ber bi Şengalê ve didome
10:52 2 midurên qeyûm ji peywirê hatin girtin
10:05 Li Stenbolê serdegirtina malan: Gelek kes hatin binçavkirin
09:37 Dayîka aştiyê Ozgan: Divê em li ber vî şerî rabin
09:37 Rojnamevan Metîna: Dixwazin xebatan îllegalîze bikin
09:36 'Girtiyan derman nakin'
09:33 Rojê nêzî 800 kes li Amedê bi vîrûsa Covît-19 dikevin
09:32 Pirtûkeke zarokan: Cinawira Gola Wanê
09:18 Rojnamevan Altan: PDK amadekariyên şer dike
09:18 Berxwedana karkerên BÎMEKS'ê didome
09:18 Rewşenbîrên Êzidî: Pêşmergeyan kincên artêşa Iraqê li xwe kirin
09:18 Ozguneş: Ev sedsal sedsala azadkirin û avakirina yêkitiya kurdan e
09:00 ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2020'AN
25/11/2020
21:15 Hejmara testên pozîtîf ên îro 28 hezar û 351 e
17:33 Jinên Heleb û Şengalê daketin qadan
16:51 Di bin dorpêça polisan de çalakiyên 25’ê Mijdarê: Dema meşa ber bi azadiyê ve ye
16:48 Li Kobanê 25'ê Mijdarê: Têkoşîna me her roj li dijî tuneyê ye
16:45 Welatiya li ber HDP'ê hat binçavkirin hat berdan
16:44 Siyasetmedar û hiqûqzanê kurd Epozdemîr hat bibîranîn
16:09 Parêzer Nûçegîhanê MA'yê Karataş ê di bin çavan de ziyaret kir
15:57 Rapora girtîgehan a 3 mehan: Îşkence, tecrît, vîrûs..
15:45 Kongreya MSD'ê: Em ji bo yekitiyê hewl didin
15:34 Eskeran karkerên madenê yên dimeşin Enqere asteng kirin
15:30 Heyeta KNK’ê hevdîtinên xwe yên li Herêma Kurdistanê didomîne
15:13 Jin li dijî şidetê gotinên xwe û têkoşîna xwe mezin dikin
15:09 Di salekê de 1841 jinan serî li Tora Tekoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê dan
15:05 Ji bo yekitiya neteweyî laçikên xwe avêtin erdê