Rojnamevan Altan: PDK amadekariyên şer dike

  • rojane
  • 09:18 26 Mijdar 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Erdogan Altan, diyar kir ku li Herêma Kurdistana Federe amadekariyên şer tên kirin û got, ji bo pêşî li ber vê bê girtin divê PDK diyar bike ku ji bo diyalogê amade ye. Her wiha Altan, destnîşan kir ku heman xetere li Şengalê jî heye. 

Rageşiya li Herêma Kurdistanê ku ji ber Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) rû daye, didome. Ji ber ku hêzên taybet ên girêdayî malbata Barzanî li herêma Metîna û Garê tên bicihkirin, hindik maye ev rageşî veguhere şer. Heman rewş li herêma Şengalê jî rû dide. Piştî îmzekirina peymana Şengalê ya di navbera hikûmeta Iraqê û rêveberiya Kurdistana Federe de, bi hezaran esker li herêma Şengalê hatin bicihkirin. Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) jî daxuyandibû ku armanca vê peymanê fermana 75'a ye û ji bo parastina Şengalê bang li hermû hêzan kiribû ku amade bin. Rojnamevan Erdogan Altan ku li Herêma Kurdistana Federe tiştên diqewimin ji nêz ve dişopîne, qewimîn û geşedanên dawî nirxandin. 
 
‘PDK AMADEKARIYA ŞER DIKE' 
 
Altan, diyar kir ku PDK amadekariya şer dike û got: "Tenê ne li Garê niha li Gac Umran û Balêkanê ku di bin kontrola PDK'ê de ne jî topên giran tên sewqkirin. Yanî bi anîna van yekîneyên topavêj re, hêza li Metîna û Garê zêde bikin."
 
Altan, bilêv kir ku hêz û yekîneyên ne girêdayî Wezareta Pêşmergeyê, yanî pêşmergeyên Zerêwane, Gulan û Rojê li herêmê tên bicihkirin û got: "Tê gotin ev yek ji bo liv û tevgera gerîlayên PKK'ê bê astengkirin tê kirin. Hem di operasyona Xakûrkê hem jî di operasyona Heftanînê de ev yek bi vî awayî hat bilêvkirin. Tişta ku Trkiye nikare li bejahiyê bike, rola dane PDK'ê û PDK jî hêza xwe li van deran bi cih dike û dixwaze herêmê têxe bin kontrola xwe." 
 
ÇAVÊ GEL BI TIRKIYEYÊ DIDIN TIRSANDIN' 
 
Altan, diyar kir ku liv û tevgera heyî li her derî heye û herî zêde li herêma Bradostê û got:"Eşîra Bradostê ji roja roj de ne PDK'Ê ne jî Tirkiyeyê qebûl nake. Bi bomeberanakirina bi destê Tirkiyeyê û PDK'ê armanc herêmê ji mirovan xalî bikin." Altan, bilêv kir ku MÎT, Parastin û nûnerên PDK'ê her tim bi gelên herêmê re civînan çêdikin û ji bo PKK'ê ji herêmê derxînin dixwazin wan qaneh bikin û bi operasyonên bejahiyî dixwazin wan çavtirsandî bikin. Altan, diyar kir ku Tirkiye û PDK dixwaze li Herêma Behdînanê ji xwe re deriyekî vebikin, lê belê gelê herêmê ji roja roj de rê nedaye ber tu hêzan û lewma her tim gef li wan tê xwarin. Altan wiha li gotinê xwe zêde kir: "Hem dewleta tirk û hem jî PDK baş bi vê dizane, lewma bi destûra Amerîkayê gefan li van deran dixwin. Jixwe di êrîşên hewayî de ev der jî hedef hatin girtin û armanca vê jî ev e." 
 
HEMAN REWŞ LI ŞENGALÊ HEYE 
 
Altan, destnîşan kir ku rewşa Şengalê jî perçeyek vê plana li herêmê ye û wiha axivî: "Peymana Şengalê bi îsrara Tirkiye û bi pêşengiya Amerîkayê hat kirin. Yek ji armanca peymana Şengalê jî ew e ku îmaja PDK'ê ya piştî êrîşên DAIŞ'ê nemabû bê sererastkirin û dixwazin Şengaleke ku şengalî lê tune bibin ava bikin." Altan, bilêv kir ku haya gelê Şengalê ji vê yekê heye û lewma ji wan bawer nakin.
 
Altan, diyar kir ku bi van planan tê xwestin ku li herêmê gelê êzidî û gelê ereb bera hev bidin û ji bo vê li herêmê hin cinayetên provakatîf tên kirin. Altan, bilêv kir ku hikûmeta Iraqê û rêveberiya herêmî jî vê yekê dikin hincet. Altan, anî ziman ku tiştên li herêmê diqewimin, elametên şer in û got: "Gelê herêmê, saziyên sivîl, rewşenbîr, nivîskar û rojnamevan bang dikin lê belê PDK cardin jî bênavber sewqiyatê didomîne. Niha xetereyek wiha heye; hêzên Gulanê yên sewqî herêmê hatine kirin dibêjin 'Em ji bo mayinên PKK'ê paqij bikin dewriye digerin.' Bûyera li Çomakê jî nîşan dide ku armanc li gor daxwaza dewleta tirk tev bigerin û biçin deverên gerîlayan. Ev ji bo şer provakasyon e. Pêngaveke şerê birakujiyê ye. Jixwe zimanê siyasetê jî nîşan dide ku heger wisa dewam bike dê şerê birakujiyê çêbibe." 
 
DIYALOG 
 
Altan got: "PDK, divê ji bo bangawaziya KCK û PKK'ê amade be. Heger ji bo diyalogê tiştekî beyan neke, divê sazî, partî û rêxistinên civaka sivîl ên li Başûrê Kurdistanê hemû li hemberî PDK'ê helwesta xwe nîşan bidin. Ji bo vê famkirin bê ev sewqiyat ji bo çi tên kirin, divê heyetek bê avakirin û heger PKK neheq be divê helwest bê nîşandan û heger PDK neheq be divê helwest bê nîşandan. Ji bo birakujî çênebe, pêdivî bi heyete wiha heye, bi heyeteke serbixwe û divê ev heyet biçe herêmê." 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

28/11/2020
10:27 Hevşaredara Hezoyê Avci hat binçavkirin
10:16 Li Bûrsayê sê parêzer hatin berdan
10:07 ‘Li Dersimê dixwazin nasnameya elewîtiyê tune bikin’
09:05 Welatiyên di ser 65 salan re: Ên şewbê belav dikin ne em in
09:04 Meşkên ji axlemûr û bîşengê
09:03 Parêzerê girtiyê nexweş Tûran: Li ber mirinê ye
09:03 ‘Dixwazin girtiyên Rojavahiyî du caran ceza bikin'
09:03 Polîsan sîxurtî lê ferz kir, dozger got 'çima te qebûl nekiriye?'
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2020'AN
27/11/2020
23:09 Li Efrînê zarokek û kalekî 70 salî hatin kuştin
20:39 Li Tirkiyeyê îro 177 kes ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
20:02 KNK û Şandeya Şengalê: Dê tu peymanên ku êzidî ne di nav de bin neyên qebûlkirin
19:32 Esnafên Stenbolê daketin qadan: Em ê li ber xwe bidin
16:16 Rêxistinên parêzeran: Em destûr nadin parastinê tune bikin
16:09 Orhan: Hişmendiya DAIŞ'ê wê nekare me teslîm bigire
16:08 Mirovê qeyûm ê herî girîng hat girtin
14:58 Li Êlihê 15 kes hatin binçavkirin
14:42 Ji polîsan derp û gef: Em ê hesaba vê rojê ji we bipirsin
14:32 4 meh in nikare cenazeyê kurê xwe bigire
14:25 Berdevka HDP’ê Gunay: Reforma rasteqîn çûyîna pergala we ya xerabûyî ye
14:06 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin bi parêzeran re hevdîtin kirin
13:56 Rojnamegerên bertek nîşanî girtinan dan: Pêdivî bi piştevaniyê heye
13:34 Malbat ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
13:30 Mor Çati 30 salî ye
13:07 Li Eyn Îsayê mayinek teqiya: 2 zarok mirin
13:00 Girtiyên hatibûn derpkirin di greva birçîbûnê de ne
12:57 Şaredarê Şîşliyê: Binçavkirina cîgirê xwe ji nêz ve dişopînim
12:40 Rojnameya Welat dest bi weşanê kir
12:35 Li Meletiyê erd hejiya
11:42 Li gelek bajaran operasyon: Bi dehan kes hatin binçavkirin
10:50 Jinan bertek nîşanî budçeyê dan: Em ne alîkariyê, azadiya aboriyê dixwazin
10:17 Nûçegihanê me Karataş xistin hucreyê
09:24 Li Qoserê kesek hat binçavkirin
09:20 Polîsan nûçegîhanê me Hakan Yalçin binçav kirin
09:19 Romana ‘Rêwiyê Demên Windayî’ derket
09:18 Bijîşkê girtîgehê teşxîsa diyabetê danî, lê derket holê ku pençeşêr lê peyda bûye
09:17 Qeyûm 6 midûriyet xistine destê kesekî
09:17 Dadgeh: 'Dijminê kurdan Erdogan' ne rencîdekirin e
09:16 Li Manîsayê rojê 2 hezar kes bi Covîd-19'ê dikevin
09:16 Daxwaza welatiyan a ji HDP'ê: Ji bo şikandina tecrîdê têbikoşin
09:15 Dozgeriyê tam 5 salan 'têkiliya bi rêxistinê' ra ya 24 sivîlên hatin kuştin vekolaye
09:14 Jiyaneke mişt sirgûn, zext û zorî û têkoşîn
09:14 Serokê Giştî yê EMEP'ê Akdenîz: Îqtidar hewl dide temenê xwe dirêj bike
09:12 Ehmed: Niha dixwazin pêkanînên DAIŞ’ê bi qanûnan bixin meriyetê
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2020'AN
26/11/2020
19:41 Îro 174 kesên din jî mirin û 29 hezar û 132 kes jî bi şewbê ketin
16:41 Rojnamevan Ûçar hat berdan
16:38 Nûçegihanê me Karataş hat girtin
16:32 Doza îstîsmarê ya derbarê mele de hat taloqkirin
16:22 Li Dîlokê jinek hat binçavkirin
16:14 Li Girtîgeha Curnê Reş 2 girtî bi koronayê ketin
16:06 ‘Qeyûmê Colemergê 50 milyon TL nelirêtî kiriye’
15:22 AYM'ê daxwaza berdana 4 rojnamevanan red kir
15:08 Polîsan li Mêrsînê 6 kes binçav kirin
14:52 Malbatên girtiyan: Nexweşên Covît-19 xistin nava girtiyan
14:51 DMME biryarek sosret da: HDP ne di statûya mexdûriyetê de ye
14:47 Kedkarên Tenduristiyê: Hûn bi hejandina tiliyê nikarin pirsgirêkan çareser bikin
14:46 Kurdî vê carê bû 'zimanê nayê famkirin'
14:35 Sancar wê 3 rojan li Mêrdînê hevdîtinan pêk bîne
14:29 Fîncanci bi bîra şagirtê xwe Koca xist: Nexweş û weqa eynî ne
14:06 'Personel koronayê dibin Girtîgeha Rihayê’
14:05 Nûçegîhanê me Karataş bi hevdîtinên li ser nûçeyan tê tawanbarkirin
13:29 Polîsan bi ser HDK'ê de girtin û amûrên dijîtal desteser kirin
13:17 Li Şaredariya Colemêrgê bertîlxwarin: Birayê namzetê AKP’ê hat girtin
13:02 Wekîlê HDP’ê ji doza KCD'ê 6 sal û 3 meh ceza xwar
12:32 Armaca Soylu 30 hezar notirvan in
12:31 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:01 Leyla Ozturk bi sîleha cerdevaniyê hat kuştin
11:46 Makîneyên giran ên kar xesarê didin sûran
11:34 Uca jinên li Efrinê hatin revandin ji wezîr pirsî
11:33 Îfade dayîna nûçegihanê me Karataş dest pê kir
11:20 Dadgehê danişîna rojnamevan Evren taloq kir
11:05 Buldan: Di nava îqtîdarê de şerê bi destxistina qadê heye
10:54 Sewqiyata ber bi Şengalê ve didome
10:52 2 midurên qeyûm ji peywirê hatin girtin
10:05 Li Stenbolê serdegirtina malan: Gelek kes hatin binçavkirin
09:37 Dayîka aştiyê Ozgan: Divê em li ber vî şerî rabin
09:37 Rojnamevan Metîna: Dixwazin xebatan îllegalîze bikin
09:36 'Girtiyan derman nakin'
09:33 Rojê nêzî 800 kes li Amedê bi vîrûsa Covît-19 dikevin
09:32 Pirtûkeke zarokan: Cinawira Gola Wanê
09:18 Rojnamevan Altan: PDK amadekariyên şer dike
09:18 Berxwedana karkerên BÎMEKS'ê didome
09:18 Rewşenbîrên Êzidî: Pêşmergeyan kincên artêşa Iraqê li xwe kirin
09:18 Ozguneş: Ev sedsal sedsala azadkirin û avakirina yêkitiya kurdan e
09:00 ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2020'AN
25/11/2020
21:15 Hejmara testên pozîtîf ên îro 28 hezar û 351 e
17:33 Jinên Heleb û Şengalê daketin qadan
16:51 Di bin dorpêça polisan de çalakiyên 25’ê Mijdarê: Dema meşa ber bi azadiyê ve ye
16:48 Li Kobanê 25'ê Mijdarê: Têkoşîna me her roj li dijî tuneyê ye
16:45 Welatiya li ber HDP'ê hat binçavkirin hat berdan
16:44 Siyasetmedar û hiqûqzanê kurd Epozdemîr hat bibîranîn
16:09 Parêzer Nûçegîhanê MA'yê Karataş ê di bin çavan de ziyaret kir
15:57 Rapora girtîgehan a 3 mehan: Îşkence, tecrît, vîrûs..
15:45 Kongreya MSD'ê: Em ji bo yekitiyê hewl didin
15:34 Eskeran karkerên madenê yên dimeşin Enqere asteng kirin
15:30 Heyeta KNK’ê hevdîtinên xwe yên li Herêma Kurdistanê didomîne
15:13 Jin li dijî şidetê gotinên xwe û têkoşîna xwe mezin dikin
15:09 Di salekê de 1841 jinan serî li Tora Tekoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê dan
15:05 Ji bo yekitiya neteweyî laçikên xwe avêtin erdê