MÊRDÎN – Parêzer Abdulkadîr Guner ê duh ji ber parvekirinên medya civakî hatibû binçavkirin, serbest hat berdan.
Parêzer Abdulkadîr Guner duh ji bo îfade bide Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê li vir hatibû binçavkirin. Guner bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” hatiye binçavkirin û piştî kar û barê îfade dayînê serbest hat berdan.