ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê ciwanên ku hatin binçavkirin, serbest hatin berdan.
Îro danê sibehê li navçeya Cizîr a Şirnexê polîsan endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Ercan Oguz û welatiyê bi navê Kiyaseddîn Kalkan bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" binçav kiribûn. Kalkan û Oguz piştî îfadeya li dozgeriyê bi şertê qedexeya derketina derveyî welêt hatin berdan.