ENQERE – Li Girtîgeha Sîncanê 3 li Girtîgeha Kirikkaleyê 4 girtî di greva birçîbûnê de ne. Girtiyên jin ê di grevê de banga hestiyariyê kirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên PKK û PAJK’î ku di 27’ê mijdarê de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan destpêkirin, di roja 4’an de didome.
GIRTÎGEHA SÎNCANÊ
Li Girtîgeha Sîncanê girtiyên bi navê Saadet Akin, Necla Yildiz û Arjîn Yuksekbag bi rêya malbata xwe peyman şandin. Peyama girtiyan wiha ye: “Heta ku tecrîd bişikê û rêbertî azad bibe wê berxwedan berdewam bike. Em bang dikin ku herkes hestiyar be.”
GIRTÎGEHA KIRIKKALEYÊ
Parêzerên ku çûn Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê ragihandin ku li girtîgehê girtiyên bi navê Mehmet Emîn Urper, ŞUkru Çîçek, Sabah Dayan û Serhat Çagli di greva birçîbûnê de ne.