Yilmaz: YE li dijî doktirîna 'Welatê Şîn' e

  • rojane
  • 09:02 1 Kanûn 2020
  • |
img

STENBOL - Pispora Rojhilata Navîn Dr. Arzû Yilmaz, diyar kir ku YE, li dijî polîtîkaya Tirkiyeyê ya di çarçoveya "Welatê Şîn" de li Rojhilatê Behra Spî pêk tîne, derdikeve û lêgerîna li keştiya tirk a di çarçoveya Operasyona Îrînîyê de, nîşaneya pozîsyona YE'yê ye. 

Operasyona Îrîniyê operasyoneke askerî ya Yekîtiya Ewropayê ye. Bi armanca pêkanîna sînordarkirina çekan a ji bo Lîbyayê, di 31'ê Adara 2020'an de dest pê kiribû. Di vê çarçoveyê de di 25'ê Mijdarê de keştiya tirk Roselîna-A gava diçû Lîmana Mîstratayê ya Lîbyayê hatibû sekinandin. Keştiya şer a alman keştiya tirk dabû sekinandin û bi hinceta "çek tê de hene" ew seh kiribû. 
 
Her wiha dê Yekîtiya Ewropayê (YE) di 10'ê Kanûnê de li hev kom bibe. Di vê civînê de dê mueyîdeyên derbarê Tirkiyeyê de jî bên nîqaşkirin. 
 
Ji Zanîngeha Hambûrgê Pispora Rojhilata Navîn Dr. Arzû Yilmaz, Operasyona Îrîniyê, sehîkirina keştiya tirk û komcivîna YE'yê ji bo ajansa me nirxandin. 
 
ARMANCA OPERASYONÊ 
 
Yilmaz, destnîşan kir ku Operasyona Îrîniyê, hêzeke behrî ya askerî ya YE'yê ye û armanca operasyonê ew e ku bê ka biryara Neteweyên yekbûyî (NY) a derbarê ambargoya çekan de ya ji bo Lîbyayê, eas tê girtin yan na. Yilmaz got: "Çendî ku NY, bang kir jî, cardin ambargoya çekan tê binpêkirin û ev jî bûye sedema ku şerê li Lîbyayê gurtir bibe. Heta NY'yê rasterast nav gotin û Mîrnîşîniyên Yekbûyî yên Erebî, Rûsya, Urdun, Tirkiye û Qetarê bi binpêkirina ambargoyê tawanbar kir. LÊ belê cardin jî tu encam nehatin girtin. Axirê Operasyona Îrîniyê ket dewrê." 
 
TIRKIYE AMBARGOYÊ BINPÊ DIKE 
 
Yilmaz, diyar kir ku Tirkiye ambargoya çekan a derbarê Lîbyayê de binpê kiriye û got: "Lê belê ji xeynî bangawaziyan heya Operasyona Îrîniyê ttu mekanîzmayeke astengkirinê ya fizîkî nehatibû avakirin. Piştî li Lîbyayê alîgiran ragihand ku li hev hatine, Operasyona Îrîniyê çalak bû. Yanî divê mirov zanibe ku Operasyona Îrîniyê bi mîsyona ji bo ev lihevkirinê bibibe cihê çareseriyê tevgeriyaye." 
 
POZÎSYONA YE'YÊ 
 
Yilmaz, destnîşan kir ku hêleke din a meseleyê jî Rojhilatê Behra Spî ye û got: "YE, rasterast li dijî doktrîna 'Welatê Şîn' a Tirkiyeyê dertê. Diparêze ku ev polîtîkayên Tirkiyeyê li Rojhilatê Behra Spî dibe seba pirsgirêkên ewlehiyê. Çendî ku bûyera keştiyê di çarçoveya venêrana ambargoya çekna de hatibe kirin jî, meriv dikare bibêje ku nîşaneya pozîsyona YE'yê ye ku li dijî liv û tevgera Tirkiyeyê ya askerî ya li Rojhilatê Behra Spî ye." 
 
RÊYEKE VEGERA WÊ ZEHMET 
 
Her wiha Yilmaz bal kişand ser komcivîna YE'yê ku dê di 10-11'ê Kanûnê de çêbibe. Yilmaz, bilêv kir ku dê di civînê de derbarê Tirkiyeyê de biryareke mueyîdeyan neyê girtin û got: "Komîserê Bilind ê Kar û Barên Derveyê yê YE'yê Josep Borrel ev îhtimal bilêv kir. Ev yek jî di warê pêwendiya YE-Tirkiyeyê îşaret dike ku bê ev têkilî di çi astê de ye." 
 
Yilmaz, destnîşan kir ku heger atmosfera vê rageşiya heyî neyê berevajîkirin muhtemelen dibe ku Tirkiye ji muzakereyên ji bo endamtiya YE'yê bê derxistin û di çarçoveya hevkariya ewlehî û parastinê de cardin bê pênasekirin. Yilmaz got: "Ev, dê ji bo demeke dirêj ji mueyîdeyekê wêdetir dê bibe cihê prisgirêkên mezin, ji bo Tirkiyeyê. Gava mirov di çarçoveya pirsgirêkên ku YE bi wan r erû bi rû dimîne de li ser hû bibe, meriv dikare bibêje ku Tirkiye êdî ketiye rêyeke vegera wê zehmet. Li gor bîr û baweriya min meseleya sereke ya bibe sedema endîşeyan jî ev e." 
 
Her wiha Yilmaz, destnîşan kir ku nîqaşên "reformek nû" yên li Tirkiyeyê tên kirin jî, girêdayî komcivîna YE'yê ye û sedemeke wê ya din jî hilbijartina DYA'yê ye. 
 
Yilmaz, bilêv kir ku Tirkiye di nav krîzeke rêveberiyê de ye û heger YE mueyîdeyekê pêk bîne, dê Tirkiye di demeke nêz de bi krîzeke siyasî re rû bi rû bimîne û piştî vê krîzê dê rojên zor û zehmet dest pê bikin. 
 
SEDEMA SEREKE ERDOGAN E 
 
Yilmaz, bal kişand ser tawanbariya Erdoganî ku tim Ewropayê bi dijminatiya îslamê tawanbar dike û got: "Mesele ev e, hem gotinên Erdogan hem jî polîtîkayên îslamparêz ên Tirkiyeyê dibin sedem ku li Ewropayê îslamfobiyê bêtir belav bibe. Li ber çavê ewropayiyan Erdogan dîktatorekî îslamparêz e. Li ber çavê îslamfobîkan Erdogan eynî wekî DAIŞ diparêze, li dijî hemû nirxên Ewropayê ye. Yanî ev gotinên Erdogan, bi kêrî hewldanên têkoşîna li dijî îslamfobiyê nayên." 
 
MA / Ferhat Çelîk 

Sernavên din

01/12/2020
09:59 Li Edîrneyê tundiya zilam: Jinek hat qetilkirin
09:34 Parêzer îtîrazî girtina nûçegihanê me Karataş kirin
09:23 Li Şirnexê operasyona binçavkirinê
09:03 Dadgeha Bilind cezayê derbarê Ûca de xera kir
09:03 Gardiyanê ku li girtî da nedan ber lêpirsînê!
09:03 Altintaş: Peymana bi Qetarê re nîşaneya têkçûyîna aboriyê ye
09:03 Di 40 rojî de 5 rojnamevan hatin girtin
09:02 Bankeya Îllerê kredî neda, şaredariyê nikaribû tesîsê ava bike, lê niha tê xwestin ceza lê bê birîn
09:02 Yilmaz: YE li dijî doktirîna 'Welatê Şîn' e
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2020'AN
30/11/2020
23:20 Eskeran li Rûbarokê ciwanek kuşt
20:56 188 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:12 Meclîsa Xweser a Şengalê: Banga xwedî derketina li Şengalê kir
16:58 Rêxistinên tenduristiyê girtina Gokalp şermhezar kirin
16:55 Bavê Zainal Abarakov ê polîs ji dosyeya Dokû ji wezîfeyê hat girtin
16:07 Li girtîgehên Sîncan û Kirikkaleyê 7 girtî ketin greva birçîbûnê
15:32 Şandeya HDP’ê li Nisêbîn û Qoserê bi coş hat pêşwazîkirin
14:54 Nûçegîhanê me Yalçin hat berdan
14:39 TJA: Em xwedî çalakiyên greva birçîbûnê derkevin
14:17 Girtî bi armanc tecrîda 20 salan rakin ketin çalakiyê
14:17 Wê li Amedê goristaneke nû bê vekirin
14:15 'Ji bo ku cînayeta Elçî bêceza nemîne emê têbikoşin'
13:55 Li Îzmîrê kesek hat girtin
13:51 Sancar: Em armanc dikin ku gelê kurd bi nasnameya xwe tevlî rêveberiya Tirkiyê bibe
13:22 TJA: Em li xwezaya xwe xwedî derdikevin
13:08 Dozger xwest nûçegihanê me Yalçin bê girtin
12:52 Meclisa Jinê ya HDP’ê: Li girtîgehan serdegirtina kogûşan îşkence ye
12:41 Ji TTB’ê banga lezgîn: Bila nexweşxaneyên taybet pêşkêşî xizmeta xelkê werin kirin
12:23 Dadgeha Bilind cezayê Havva Zor a xwe parastibû erê kir
12:22 DÎB: Derewên Wezîrê Tenduristiyê aşkere bûn
12:13 Nûçegîhanê me Yalçin sewqî dozgeriyê kirin
11:35 Ekîba ragihandinê ya Qesra Spî ji jinan pêk hat
11:19 Dadgehê li Oztekîn 18 meh û 22 roj ceza birî
11:19 Îhaleya testa koronayê dan Ferhat Danişman ê endamê Menzîlê ye
11:06 TTB: Di hefteyekê de 20 kedkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan
11:06 Danişîna endama Komeleya Jinan a Rosa Esmer hat taloqkirin
11:06 Dozgeriyê binçavkirina 18 kesan 4 rojên din dirêj kir
10:18 Xwebûn bi hêjmara 50'emîn derket
10:04 Li Cûdî qedexeya beriya operasyonê
09:42 Li Colemêrgê erd hejiya
09:11 Rastiya GAP’ê: Dewlemend dewlementir xîzan jî xîzantir bû
09:08 Tenê dîwarên Medreseya Feqiyê Teyran mane
09:06 Durûtiya DMME’yê: Darvekirinê cihê xwe ji tecrîdê re hiştiye
09:06 Rojeva ciwanan tecrîd e: Heke ‘reform’ tê xwestin navnîşan Îmralî ye
09:05 Lîstikvanê ‘Keypa12500’: Mijara bingehîn a lîstikê talana Kurdistanê ye
09:04 Hevserokê KNK'ê Qeremûs: Em bihêvî ne ku wê encamek erênî derkeve holê
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2020'AN
29/11/2020
20:45 5 kes li Mêrdînê hatin berdan
20:33 185 kesan ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan
18:57 Li Siwêregê şerê çekdarî: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
18:48 Li Rihayê 2 kes hatin binçavkirin
18:40 Li Îzmîrê 16 kes hatin berdan
16:33 Gardiyanan li Kandirayê bi ser hucreyên çalakgerên jin de girtin
16:01 Taşdemîr: Berxwedasna kurdan AKP kir nava krîzek kûr
15:17 Uçar a testa wê pozitif derket hat berdan
14:49 Li Şirnexê berteka li dijî binçavkirinan
14:19 Sancar: Pirsgirêk bi înkarê çareser nabe
13:50 Qûrsên zaravayên Soranî, Hewramî û Kelhurî yên kurdî dest pê dikin
12:47 Girtiyê nexweş Çakmak ê daket 35 kîloyî rakirin nexweşxanê
10:18 Kurd û masa bazarê ya Sûriyeyê
09:57 Li Xerpetê erd hejiya
09:44 Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Ustercî: Dibe ku hemû girtî bi vîrûsê bikevin
09:25 'Dadgeh, walî û qeymeqam milîtaniya qeyûm dikin'
09:23 'Her tişt biha bûye, lê em hîn bi fiyetê 10 sal berê difiroşin'
09:18 Dayikan bang li Barzanî kir: Dê zirar bigihê her kesî
09:13 Paylan: Peymana Qetarê bi feraseta 'milk ê padîşah e' hatiye kirin
09:11 Saleke cenaze nedane malbatê
09:08 Tenduristkarên bi şewbê dikevin piştî 10 rojan cardin dixebitin
09:05 Nivîskar bûyerên komkujiya Pilimûriye kir pirtûk
09:03 'Armanc astengkirina xebatên HDP'ê ye'
09:01 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2020'AN
28/11/2020
22:44 îro 182 kes ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
20:49 Ciwanên hatibûn binçav kirin hatin berdan
16:15 Ji bo Coşkûnê ji ber îşkenceya polîsan jiyana xwe ji dest da çalakî
16:05 Parêzer Guner hat berdan
16:05 Li Cizîrê 2 ciwan hatin binçavkirin
15:19 Xwestin girtiya nexweş Rûken Yildiz were berdan
15:16 Erebistana Siûdî êdî bi awayekî fermî berhemên Tirkiyeyê boyqot dike
14:55 Cenazeyê mamosteyê Ocalan hat veşartin
14:44 ÎHD'ê pirsa bersûcên Ayşenûr Şimşek kir
14:31 Çaglar Demîrel dest bi greva birçîbûnê kir
14:14 'Çi dikin bila bikin em ê bi ser bikevin’
13:55 Nobeta li Şengalê di roja 3'emîn de ye
13:47 Hevjîna Aydogan ê hat windakirin: Ez dixwazim tenê gorek wî hebe
13:47 Sancar: Tu niyetek dewletê û hikumetê nîne ku kuştina Elçî ronî bike
13:22 Meclîsa Ciwanên HDP'ê: Me serî netewand em natewînin
12:53 Di ser komkujiya Roboskê re 107 meh borîn
Rêya aştî û edaletê di Roboskê re derbas dibe
12:49 MED TUHAD-FED'ê: Bi polîtîkayên çetewarî wê nikaribin encam bigirin
12:44 Tahîr Elçî tê bibîranîn: Em li kujerên bi zirxa bêcezakirinê tên parastin digerin
12:28 Jina ku di derketina edliyê de hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
12:27 Rewşa girtî Ramazan Dûrmaz giran e
12:05 TÎHV'ê binpêkirina mafên Akademîsyenên Aştiyê kirin rapor
12:02 Piştî gotina 'reformê' ya Erdogan, 415 kes hatin binçavkirin
11:34 Îdîanameyên 4 jinên li Nisêbînê hatibûn girtin hatin amadekirin
11:23 ‘Tahîr Elçî parêzvanê mexdûran bû’
11:19 Z.N. ya 2 ewlekaran tecawizî wê kirin, 4 meh şûnde şandin mêvanxaneyê
10:53 Li Amedê serdegirtina malan
10:37 Kardeş Turkuler ji bo bîranîna Tahîr Elçî strana ‘Hewar’ parve kir
10:29 Beştaş: MHP aşkere îlan kir ku pişta xwe dide mafyayê
10:28 Li Dîlokê 13 siyasetmedar hatin berdan