Di 40 rojî de 5 rojnamevan hatin girtin

  • rojane
  • 09:03 1 Kanûn 2020
  • |
img

WAN - Li Wanê di 40 rojên dawî de 5 rojnamevan hatin girtin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, diyar kirin ku bi van girtinan tê xwestin ku çapemeniya muxalif bê "terbiyekirin". 

Li Wanê di 40 rojên dawî de 5 rojnamevan hatin girtin. Nûçegihên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr û rojnamevan Nazan Sala û nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî ji ber nûçeyên xwe yên derbarê bûyera helîkopterê de ku welatiyê bi navê Osman Şîban û Servet Tûrgût jê hatibûn avêtin, hatibûn girtin. Herî dawî jî di 24'ê Mijdarê de nûçegihanê ajansa me Dîndr Karataş hatibû binçavkirin û dû re hatibû girtin. 
 
Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajêr girtina rojnamevanan nirxandin. 
 
PÎA: DIJÎ HIQÛQÊ YE 
 
Cîgira Serokatiya Giştî ya Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Menîce Gulmez, anî ziman ku her îqtidar dixwaze çapemeniyê têxe nava hin qaliban û zext û zoriyê û girtinên bi vê ferasetê dijî mafên mirovan e. Gulmez got: "Girtina rojnamevanên wekî wan nafikirin, nêzîkatiyeke bêinsaf e. Di demên dawî de li Wanê rojnamevan tên girtin, ev yek nayê qebûlkirin." Gulmez, diyar kir u nûçegihanên MA'yê bipêkirinên mafan ên li Wanê radigîhin raya giştî, lê belê himberî wan rewşeke "cihêkar" heye û got: "Tim bi binçavkirin û girtinan re rû bi rû dimînin. Ev yek jî tê wateya astengkirina rastiyan." 
 
HDP: SEDEME BÛERA HELÎKOPTERÊ YE 
 
Hevserokê HDP'ê yê Wanê Okkeş Kava jî got: "Çapemenî hem çav hem jî guhê civakê ye. Gava tiştek biqewime, gel bi saya çapemeniyê pê dihese. Gava tiştekî bêhiqûqî biqewime, çapemenî vê yekê teşhîr dike. Lê belê bloka AKP-MHP'ê naxwaze civak van bêhiqûqîtiyên tên kirin bibîne." 
 
Kava destnîşan kir ku çapemeniya azad şopdarê heqîqetê ye û got: "Tiştên vê dawiyê qewimîn tenê çapemeniya azad ew aşkere kirin. Lewma dixwazin dengê çapemeniya azad bitepisînin. Li Wanê 5 xebatkarên çapemeniya azad hatin girtin. Tenê sedemek heye, ew jî bûyera helîkopterê ye ku du welatî jê hatibûn avêtin. Nûçeya ku rojnamevanan çêkiribû, tevahiya civakê û cîhanê ew dît. Lewma li dijî rojnamevanan nefretek û kînek wan çêbû." 
 
PARTIYA GELECEKÊ: WAN BERDIN 
 
Serokê Partiya Gelecekê ya Wanê Abdûlhekîm Kaabiyik jî anî ziman ku rojnamevan ji ber fikrên xwe hatine girtin û ew vê yekê qebûl nakin. Karabiyik, bilêv kir ku rojnamevan çi qasî bi rihetî binivîsinin dê welat jî ew qasî demokratîk bibe û got: "Rojnamevanên hatine girtin demildest divê bên berdan." 
 
ÎHD: HEWLDANEKE JI BO TERBIYEKIRINÊ 
 
Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Mûrat Melet jî anî ziman ku Tirkiye ji bo rojnamevanan bûye "girtîgeheke vekirî" û welatê ku herî zêde rojnamevan lê tên girtin Tirkiye ye. Melet ku got "tê xwestin çapemeniya muxalif bê terbiyekirin" ûgot: "MA, ajanseke ku bûyerên li Tirkiyeyê dike nûçe. Lewma îqtidar bi polîtîkayeke taybet nêzî ajansê dibe. A rast binçavkirin û girtina xebatkarên ajansê polîtîyeke taybet e. Heger li welatekî ajansên nûçeyan nikaribin bi awayekî azad nûçeyên xwe binivîsin, mirov nikare li wî welatî behsa mafên mirovan, behsa demokrasî û azadiyê bike." 
 
MA / Bariş Donmez - Ozlem Yayan 
 

Sernavên din

01/12/2020
09:59 Li Edîrneyê tundiya zilam: Jinek hat qetilkirin
09:34 Parêzer îtîrazî girtina nûçegihanê me Karataş kirin
09:23 Li Şirnexê operasyona binçavkirinê
09:03 Dadgeha Bilind cezayê derbarê Ûca de xera kir
09:03 Gardiyanê ku li girtî da nedan ber lêpirsînê!
09:03 Altintaş: Peymana bi Qetarê re nîşaneya têkçûyîna aboriyê ye
09:03 Di 40 rojî de 5 rojnamevan hatin girtin
09:02 Bankeya Îllerê kredî neda, şaredariyê nikaribû tesîsê ava bike, lê niha tê xwestin ceza lê bê birîn
09:02 Yilmaz: YE li dijî doktirîna 'Welatê Şîn' e
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2020'AN
30/11/2020
23:20 Eskeran li Rûbarokê ciwanek kuşt
20:56 188 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:12 Meclîsa Xweser a Şengalê: Banga xwedî derketina li Şengalê kir
16:58 Rêxistinên tenduristiyê girtina Gokalp şermhezar kirin
16:55 Bavê Zainal Abarakov ê polîs ji dosyeya Dokû ji wezîfeyê hat girtin
16:07 Li girtîgehên Sîncan û Kirikkaleyê 7 girtî ketin greva birçîbûnê
15:32 Şandeya HDP’ê li Nisêbîn û Qoserê bi coş hat pêşwazîkirin
14:54 Nûçegîhanê me Yalçin hat berdan
14:39 TJA: Em xwedî çalakiyên greva birçîbûnê derkevin
14:17 Girtî bi armanc tecrîda 20 salan rakin ketin çalakiyê
14:17 Wê li Amedê goristaneke nû bê vekirin
14:15 'Ji bo ku cînayeta Elçî bêceza nemîne emê têbikoşin'
13:55 Li Îzmîrê kesek hat girtin
13:51 Sancar: Em armanc dikin ku gelê kurd bi nasnameya xwe tevlî rêveberiya Tirkiyê bibe
13:22 TJA: Em li xwezaya xwe xwedî derdikevin
13:08 Dozger xwest nûçegihanê me Yalçin bê girtin
12:52 Meclisa Jinê ya HDP’ê: Li girtîgehan serdegirtina kogûşan îşkence ye
12:41 Ji TTB’ê banga lezgîn: Bila nexweşxaneyên taybet pêşkêşî xizmeta xelkê werin kirin
12:23 Dadgeha Bilind cezayê Havva Zor a xwe parastibû erê kir
12:22 DÎB: Derewên Wezîrê Tenduristiyê aşkere bûn
12:13 Nûçegîhanê me Yalçin sewqî dozgeriyê kirin
11:35 Ekîba ragihandinê ya Qesra Spî ji jinan pêk hat
11:19 Dadgehê li Oztekîn 18 meh û 22 roj ceza birî
11:19 Îhaleya testa koronayê dan Ferhat Danişman ê endamê Menzîlê ye
11:06 TTB: Di hefteyekê de 20 kedkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan
11:06 Danişîna endama Komeleya Jinan a Rosa Esmer hat taloqkirin
11:06 Dozgeriyê binçavkirina 18 kesan 4 rojên din dirêj kir
10:18 Xwebûn bi hêjmara 50'emîn derket
10:04 Li Cûdî qedexeya beriya operasyonê
09:42 Li Colemêrgê erd hejiya
09:11 Rastiya GAP’ê: Dewlemend dewlementir xîzan jî xîzantir bû
09:08 Tenê dîwarên Medreseya Feqiyê Teyran mane
09:06 Durûtiya DMME’yê: Darvekirinê cihê xwe ji tecrîdê re hiştiye
09:06 Rojeva ciwanan tecrîd e: Heke ‘reform’ tê xwestin navnîşan Îmralî ye
09:05 Lîstikvanê ‘Keypa12500’: Mijara bingehîn a lîstikê talana Kurdistanê ye
09:04 Hevserokê KNK'ê Qeremûs: Em bihêvî ne ku wê encamek erênî derkeve holê
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2020'AN
29/11/2020
20:45 5 kes li Mêrdînê hatin berdan
20:33 185 kesan ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan
18:57 Li Siwêregê şerê çekdarî: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
18:48 Li Rihayê 2 kes hatin binçavkirin
18:40 Li Îzmîrê 16 kes hatin berdan
16:33 Gardiyanan li Kandirayê bi ser hucreyên çalakgerên jin de girtin
16:01 Taşdemîr: Berxwedasna kurdan AKP kir nava krîzek kûr
15:17 Uçar a testa wê pozitif derket hat berdan
14:49 Li Şirnexê berteka li dijî binçavkirinan
14:19 Sancar: Pirsgirêk bi înkarê çareser nabe
13:50 Qûrsên zaravayên Soranî, Hewramî û Kelhurî yên kurdî dest pê dikin
12:47 Girtiyê nexweş Çakmak ê daket 35 kîloyî rakirin nexweşxanê
10:18 Kurd û masa bazarê ya Sûriyeyê
09:57 Li Xerpetê erd hejiya
09:44 Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Ustercî: Dibe ku hemû girtî bi vîrûsê bikevin
09:25 'Dadgeh, walî û qeymeqam milîtaniya qeyûm dikin'
09:23 'Her tişt biha bûye, lê em hîn bi fiyetê 10 sal berê difiroşin'
09:18 Dayikan bang li Barzanî kir: Dê zirar bigihê her kesî
09:13 Paylan: Peymana Qetarê bi feraseta 'milk ê padîşah e' hatiye kirin
09:11 Saleke cenaze nedane malbatê
09:08 Tenduristkarên bi şewbê dikevin piştî 10 rojan cardin dixebitin
09:05 Nivîskar bûyerên komkujiya Pilimûriye kir pirtûk
09:03 'Armanc astengkirina xebatên HDP'ê ye'
09:01 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2020'AN
28/11/2020
22:44 îro 182 kes ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
20:49 Ciwanên hatibûn binçav kirin hatin berdan
16:15 Ji bo Coşkûnê ji ber îşkenceya polîsan jiyana xwe ji dest da çalakî
16:05 Parêzer Guner hat berdan
16:05 Li Cizîrê 2 ciwan hatin binçavkirin
15:19 Xwestin girtiya nexweş Rûken Yildiz were berdan
15:16 Erebistana Siûdî êdî bi awayekî fermî berhemên Tirkiyeyê boyqot dike
14:55 Cenazeyê mamosteyê Ocalan hat veşartin
14:44 ÎHD'ê pirsa bersûcên Ayşenûr Şimşek kir
14:31 Çaglar Demîrel dest bi greva birçîbûnê kir
14:14 'Çi dikin bila bikin em ê bi ser bikevin’
13:55 Nobeta li Şengalê di roja 3'emîn de ye
13:47 Hevjîna Aydogan ê hat windakirin: Ez dixwazim tenê gorek wî hebe
13:47 Sancar: Tu niyetek dewletê û hikumetê nîne ku kuştina Elçî ronî bike
13:22 Meclîsa Ciwanên HDP'ê: Me serî netewand em natewînin
12:53 Di ser komkujiya Roboskê re 107 meh borîn
Rêya aştî û edaletê di Roboskê re derbas dibe
12:49 MED TUHAD-FED'ê: Bi polîtîkayên çetewarî wê nikaribin encam bigirin
12:44 Tahîr Elçî tê bibîranîn: Em li kujerên bi zirxa bêcezakirinê tên parastin digerin
12:28 Jina ku di derketina edliyê de hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
12:27 Rewşa girtî Ramazan Dûrmaz giran e
12:05 TÎHV'ê binpêkirina mafên Akademîsyenên Aştiyê kirin rapor
12:02 Piştî gotina 'reformê' ya Erdogan, 415 kes hatin binçavkirin
11:34 Îdîanameyên 4 jinên li Nisêbînê hatibûn girtin hatin amadekirin
11:23 ‘Tahîr Elçî parêzvanê mexdûran bû’
11:19 Z.N. ya 2 ewlekaran tecawizî wê kirin, 4 meh şûnde şandin mêvanxaneyê
10:53 Li Amedê serdegirtina malan
10:37 Kardeş Turkuler ji bo bîranîna Tahîr Elçî strana ‘Hewar’ parve kir
10:29 Beştaş: MHP aşkere îlan kir ku pişta xwe dide mafyayê
10:28 Li Dîlokê 13 siyasetmedar hatin berdan