MÊRDÎN – Di saetên serê sibehê de polisan li Qoserê bi ser malan de girt û 3 kesan binçav kirin.
Di saetên serê sibehê de polisan li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi ser malan de girt. Di serdegirtinan de polisan welatiyên bi navê Îhsan Kilinç, Abdûllah Kilinç û Kemal Oral binçav kirin. Hat hînbûn ku her sê welatî jî salên borî di DBP û HDP’ê de siyaset kirine. Polisan piştî ku her sê welatiyan binçav kir bir Miduriyeta Polisan a Qoserê.
Li aliyê din hat diyarkirin ku dema serdegirtinê de polisan malan serobino kirine.