Îlhan:Armanca sereke tunekirina destkeftiyên kurda ne

  • rojane
  • 09:05 4 Kanûn 2020
  • |
img

STENBOL - Berdevka Komîteya Dîplomasiyê ya Meclîsa Îştarê Leyla Arzû Îlhan, diyar kir ku êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kurdistana Federe û Şengalê, perçeyên heman konseptê ne û got: "Armanca sereke tunekirina destkeftiyên kurda û bêstatukirina kurda ye."  

 
Piştî ku rêveberiya Herêma Kurdistana Federe ya di destê PDK'ê de ye, hêzên eskerî li Zînê Wertê, Garê û Metînayê bicihkirin rageşiya li herêmê jî zêde bû. Her wiha di heman çarçoveyê de hikûmeta navendî ya Iraqê û PDK'ê di 9'ê Cotmehê de "Peymana Şengalê" îmze kiribûn. Piştî vê peymanê zêdetirî 8 hezar esker sewqî herêmê hatibûn kirin. Piştî peymanê hikûmeta Iraqê xwestibû Navendên Asayîşê yên Êzidî bigire. Lê belê Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) di 1'ê Kanûnê de daxuyanî dabû û bertek nîşanî vê biryarê dabû. Êzidiyên ku li ber navendên asayîşê yên Êzidxanê yên li Şengal, Sinûnê û Xanesorê kom bûn, nerazîbûna xwe nîşanî biryarên Iraqê dan. Piştî vê rayedarên iraqî û heyeta êzidiyan cardin hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinê rayedarên iraqî qebûl kirin ku dê navendên asayîşê yên Êzidxanê yên li Şengal, Sinûnê û Xanesorê neyên girtin. 
 
Berdevka Komîteya Dîplomasiyê ya Meclîsa Îştarê Leyla Arzû Îlhan  diyar kir ku êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kurdistana Federe û Şengalê, perçeyên heman konseptê ne û got: "Armanca sereke tunekirina destkeftiyên kurda û bêstatukirina kurda ye." 
 
ÊN SÛDÊ JI KRÎZÊ DIGIRIN 
 
Îlhan, anî ziman ku êrîşa DAIŞ'ê ya sala 2014'an cerbinadina ewil a komkujiyê bû li Kurdistana Federe û di Peymana Şengalê de paya Tirkiye, DYA û dewletên Ewropayê heye. Îlhan, destnîşan kir ku hêzên global û herêmî polîtîkaya "li herêmê bi afirandina şer û pevçûnan krîzê çêdikin û bi vê krîzê berjenwendiyên xwe diparêzin" esas digirin û bi vê peymanê dixwazin li Şengalê pergala ku di çarçoveya paradîgmaya Modernîteya Demokratîk de hatiye avakirin tune bikin û êzidiyan cardin bi fermaneke nû re rû bi rû bihêlin. 
 
Îlhan, anî ziman ku ji ber xweparastina Şengalê tune bû, fermana 2014'an çêbûye û got: "Kesên diviyabûn Şengalê biparêzin, paş ve vekişiyan. Lewma civaka êzidî bi fermana 74'an re rû bi rû ma.Şengala birîndar ji xweliya xwe afirî. 6 sal in bi awayekî xweser bi vîna xwe û hêza xwe pergalek ava kirine. Hem êzidî hem jî dostên wan nerazîbûneke mezin nîşanî vê peymanê dan. Peyman ji bo bêvînkirina civaka êzidî, ji bo teslîmgirtina civaka êzidî û ji bo berjewendiyên xwe û ji bo fermanên nû hat îmzekirin. Di çarçoveya planên hikûmeta navendî ya Iarqê, lîstikên PDK'ê û nexasim jî planên Tirkiyeyê de ku dixwaze tevahiya Başûr dagir bike, tiştên awarte diqewimin." 
 
BERDEWAMIYA KOMPLOYÊ 
 
Peymana navbirî di 9'ê Cotmehê de hatibû îmzekirin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di rojeke wiha de bi komployeke navdewletî ji SÛriyeyê hatibû derxistin û her wiha di rojeke wiha de li dijî Girê Spî û Serêkaniyê operasyon hatibûn lidarxistin. Îlhan, ev tişt bibîr xistin û destnîşan kir ku peymana navbirî berdewamiya komploya navdewletî ye û bi vî awayî tê xwestin ku gelê kurd bêvîn bimîne, bêparastin bimîne û destkeftiyên wan bi temamî bên tunekirin. Îlhan bilêv kir ku divê lîstikên li ser Şengalê tên lîstin bi awayekî loqal neyên şîrovekirin, ji lewra ev yek li dijî gelê kurd û destkeftiyên wê êrîşeke topyekûn e. 
 
ŞERÊ NAVXWEYΠ
 
Îlhan, derbarê tiştên li Kurdistana Federe diqewimin de jî destnîşan kir ku bi salan e polîtîkayeke ku gelê kurd bera hev bidin tê meşandin û asta ku niha ev polîtîka gihaştiye, asteke pir talûke ye. Îlhan got: "Di çarçoveya van polîtîkayan de niha li Başûrê Kurdistanê rewşeke pir talûke heye. Li Garê û Qadên Parastina Medyayê hin hêz hatine bicihkirin. Ev hêz ne girêdayî Wezareta Pêşmergeyan e. Ev girêdayî PDK'ê û Serokatiya Hikûmeta Federe ne. Ev hêz jî hêzeke girfît e. Hêzeke berhevkirî ye. Bi awayekî giştî nikaribûn pêşmergeyan daxilî nav van planan bikin. Bêguman heger şerek biqewime dê bibe cihê talûkeyeke pir mezin. Dê tiştekî bi vî rengî bandoreke pir nebaş li pêşeroja gelê kurd bike." 
 
NIKARIBÛN PÊŞMERGEYAN QANEH BIKIN 
 
Îlhan, destnîşan kir ku hem gel hem jî gelek hêzên siyasî ji ber vê rewşê pir nerihet in û got: "PDK jî ne pergaleke yekpare ye. Lewma nikarin bigihêjin mexseda xwe. Nikaribûn bi awayekî giştî pêşmergeyan qaneh bikin ku li dijî PKK'ê şer bikin. Lewma bi hêzeke taybet ketin nav vê lîstikê. Pêşmergeyên Dêrîn ku ji bo Kurdistanê têdikoşin, ji ber vê rewşê nerihet in. Jixwe bi rêya çapemeniyê jî daxuyanî dan ku ev lîstikeke talûke ye. Daxuyandin ku di diyarkirina çarenûsa gelê kurd û di warê detskeftiyên gelê kurd de lîstikeke talûke ye." 
 
Îlhan di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji sedî 90'ê gel diyar dike ku Tirkiye dixwaze Kurdistana Federe dagir bike û got: "Tenê ne gel, hin kesên di nav PDK'ê de jî hay ji vê hene. Bêguman armanc tenê ne PKK û Şengal e. Armanc tunekirina destkeftiyên kurda û bêstatukirina kurda ye. Heger di navbera hêzên kurd de şerek biqewime, dê ev yek çi qasî karibe di qada navneteweyî de daxwazên gelê kurd berbiçav bike. Di dema Peymana Lozanê de propagandaya 'kurd eşîret in, nikarin xwe bi rê ve bibin, nikarin siyasetê bikin' hat kirin û kurd bê statu man. Ev yek kir ku sed sal ji dest me biçin. Ev sedsal jî ji serî heya binî bi berxwedan, têkoşîn û bedêlên mezin derbas bû. Mînaka Rojava; kurdan bi lehengiya xwe li seranserê cîhanê olan da. Tezên civaka azad û demokratîk ên Rêber Apo, veguherî fikreke gerdûnî. Îcar di van şert û emrcan de heger yekîtiyeke kurdan çênebe, dê çawa karibin di çarenûsa herêmê de bibin xwedî vîn." 
 
YEKÎTIYA NETEWEYΠ
 
Îlhan, bal kişand ser nîqaşên derbarê yekîtiya neteweyî ya kurd de jî û got: "Bêguman dê yekîtiya neteweyî pêk bê. Divê mirov ne bêhêvî be. Lê belê dê ne rihet be. Niha bi pêşengiya KNK'ê hin xebat tên kirin. Heger bi vî rengî bisînor be, dê negihê armanca xwe. Lewma divê hemû kurd û partiyên kurdan piştgiriya wê bikin. Di sedsala 21'em de ji bo kurd di qada ziman, çand, nasname, aborî, rêveberî de û li qada navneteweî bibin xwedî dîplomasî yekîtiya neteweyî şert e. Ev yekîtî divê bi her awayî pêk bê. Tenê divê ne rengek be. Di navbera rengan de divê ahengek hebe. Xebatên di vî warî de pir biqîmet in. Her diçe zêde dibin. Hêzên kurd divê heqîqetê esas bigirin û bi hev re bitêkoşin û bibin hêzeke hevpar. Helbet divê pîvanên qebûl û redkirinê yên vê yekê jî hebin. Kî bi dagirkeran re tevbigere, divê her kes li ber vê rabe. Kî ji bo berjewendiyên Kurdistanê têbikoşe divê her kes piştgiriyê bide wî. Yekîtiya neteweyî dê bi vî awayî pêk bê. Heger yekîtiya neteweyî pêk bê dê jiyaneke azad jî bê avakirin." 
 
Îlhan bal kişand ser rewşa Rojavayê û got: "Di têkoşîna ji bo Rojavayê de yekîtiya neteweyî çêbû. Li gorên li wir biêrin, ji her perçeyî kurd hene. Gelek başûrî li wir şehîd ketin. Pêşmerge û gerîla di heman kozikan de li dijî DAIŞ'ê şer kir û şehîd bûn. Di bara gel de yekîtiya neteweyî pêk hat. Lê belê ev ne bes e. Divê ev di warê partî û sazî û dezgehan de jî pêk bê." 
 
MA / Îdrîs Sayilgan

Sernavên din

04/12/2020
10:20 Li Wêranşarê îdîaya di du rojan de 2 'întîhar'
09:56 Derbarê kuştina Erbaş de lêpirsîna ‘biqisûr’ hat destpêkirin
09:17 Ji Dayika Aştiyê Kiran banga yekîtiyê: Ne ji bo birakujiyê divê em ji bo yekîtiyê rabin
09:16 Malbatên girtiyan: Em ê li ber zindanan kon vedin
09:15 'Walî û Midûriyeta Polîsan a Şirnexê wekî partîzanên AKP'ê tevdigerin'
09:14 Li Mêrsînê 300 kes bûn endamên HDP'ê
09:08 Esnafên Çarşiya Sifirkaran: Dikan vekirîne, lê di asasê xwe de girtî ne
09:07 Parlementer Gulum: Girtîgeh veguherîne malên komkujiyê
09:06 30 sal in perçeyek têkoşîna jinê ye
09:06 Tumuklu: A ku tecrîda li Îmraliyê bişikîne têkoşîn e
09:05 Îlhan:Armanca sereke tunekirina destkeftiyên kurda ne
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2020'AN
03/12/2020
20:46 Li Şirnexê 6 kes hatin berdan û kesek hat girtin
20:40 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 14 hezar û 316
18:13 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li nivîskar Deryaspî birî
16:57 50 fezlekeyên nû derbarê parlamenterên HDP'ê de amede kirin
16:53 Wê li hucreya yek kesî tevlî çalakiya greva birçîbûnê bibe
16:08 Li Misircê erdhej: Avahiyan xesar dît û nexweşxane hat valakirin
15:57 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
14:49 HDP’ê daxwaza xwe ya bihayê asgarî aşkera kir: Divê herî kêm 4 hezar TL be
14:30 Serlêdanên 8'emîn Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî dest pê kir
14:29 Ji bo Serokatiya Şaredariya Sîweregê jinek hat hilbijartin
13:44 Başaran: Roj roja berxwedana li dijî pergala zilam-dewletê ye
13:38 AYM, serlêdana Paylan bi hinceta “demboriyê” red kir
13:36 Li ber Ozgur Ulke ya hatibû bombekirin bang kirin: Em dîsa li vê derê ne
13:04 Parlamenter Guzel têkildarî tundiya li ser jinên astengdar pêşnûmeke lêkolînê da meclisê
12:50 Federasyona Pêkhateyên Bêasteng: Em salê tenê carek tên bîra mirovan
12:47 Çalakiya greva birçîbûnê bi tevlîbûnên nû dewam dike
12:47 Parêzeran ji bo serdana Îmraliyê serlêdan kirin
12:02 Piştigiriyên ji bo Asayîşa Êzidxan didomin
11:52 ENAG, TUÎK’ê derew derxist: Di meha Mijdarê de enflasyon 3.43 zêde bû
11:43 Ji JinNews’ê çeteleya tundiyê ya mijdarê: 30 jin hatin kuştin
11:12 Rêya Sêrt û Bedlîsê ji ber erdhejê ji trafîqê re hat girtin
10:49 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Em li daxwazên wan xwedî derkevin
09:55 Dozger ji 112’an îxbarê derxist lê nikaribû tu belgeyan bi dest bixe
09:12 16 caran îşkenceya binçavkirinê
09:11 Li HDP'iyên ku binçavkirina hevserokan şermezar kirin 139 hezar û 500 TL ceza birîn
09:11 Ji kesên heqaret li Guvenê kiribûn tenê derbarê 3 kesan de îdianame hat amadekirin
09:10 'Ciwan dê li dijî tecrîdê têbikoşin'
09:10 Komîsyona Tespîtkirina Meaşê Kêm dê sibê bicive
09:09 Başaran: Pergala Îmraliyê siyasî ye, têkoşîna li dijî wê jî divê siyasî be
09:09 Girtiyên jin ên nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin
09:09 Rojnamevan Çetîn: Dema ku DYA'yê dabû Tirkiyeyê qediya
09:07 Li Sêrtê erdhej çêbû
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2020'AN
02/12/2020
22:51 Li Colemêrgê polîs du kes birîndar kirin
20:20 Li Şirnexê 7 kes serbest hatin berdan
19:46 193 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:49 3 endamên Meclîsa Giştî ya Bajar a Şirnexê yên HDP'î, ji peywirê hatin dûrxistin
16:44 Li Geverê gengeşiya TEDAŞ’ê
16:07 Dayikên Aştiyê laçikên xwe avêtin erdê
15:44 Doza rojnamevan Sayilgan hat taloqkirin
15:25 Tundiya polisan a serdegirtinê: Hûn biqîrin em ê we bikujin
14:29 Dadger salek û 3 meh ceza li rojnamevan Muftuoglû birî
14:10 Haber-Sen: Êdî bes e em dimirin
13:48 Olûç: Hûn bi operasyonan nikarin xebatên HDP’ê asteng bikin
13:47 Li Dersimê rêya 56 gundan ji çûn û hatinê re hatin girtin
13:41 Kesên li Denîzliyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:27 Danişîna Ferhat Tûnç taloq bû
12:40 26 sal di ser bombekirina Ozgur Ulkeyê re derbas bû: Em sibê li Kadirgayê ne
12:28 Nivîskar Îmrek ji doza Emîne Erdogan hat beraetkirin
12:17 Li Rihayê kesek hat girtin
11:54 Siyasetmedar Celal Yoldaş hat berdan
11:53 Polisan li Qoserê 3 kesan binçav kir
11:49 Koma duyemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
11:37 Li Şirnexê hejmara binçavkiriyan derket 23'an
09:55 Rojnameger Karataş: Sedema girtina me teşhîrkirina îşkenceyan e
09:40 Li Sûrê dîrok hat paqijkirin û avahiyên dişibin girtîgehê hatin çêkirin
09:28 Esnafên Cizîrê: Dewletê em bi zirareke mezin re rû bi rû hiştin
09:27 Akkûzû: Em dixwazin çanda kurdî derxînin holê
09:27 Li gor walîtiyê sedema kuştina sivîlan a bi destê eskeran ji ber heman sedemê ye
09:26 Aborîzan Ari: Wekî her salê ji sedî 83'yê budçeyê li ser milê xebatkaran hatiye barkirin
09:20 Kesê ji bo debara xwe bike du karan dike: Werin li sarinca min mêze bikin, vikîvala ye
09:13 Ozgur Ulke 26 salî ye: Dê ew agir we jî bişewitîne
09:12 Ozkîraz: HDP, ne muhtacî tu kesî ye, berevajî muhtacî hilbijêrên HDP'ê ne
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2020'AN
01/12/2020
19:24 Îro 190 kes mirin, 30 hezar û 110 kes jî bi Covîd-19'ê ketin
17:08 Li Colemêrgê carek din çalakî û şahî hatin qedexekirin
16:54 Şengaliyan 'Peymanê Şengalê' bi meşekê şermezar kirin
16:54 Jinek li Bûrsayê bi gumanbar jiyana xwe ji dest da
16:32 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Tûran hat redkirin
16:23 Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê: Em ê têkoşîna xwe dewam bikin
16:00 Rêxistinên ciwanan: Em ê serî ji terora girtinê re netewînin
14:55 HABER-SEN: Êdî bes e kedkarên PTT’ê westiyan e
14:43 Sancar: Fatoreya derewên desthilatê ji tenduristiya gel re dertê
14:23 'Ligel rapora ATK'ê, çima girtiyên nexweş nayin berdan?'
14:08 Dadger daxwaza sekinandina darizandina Temel û Dundar red kir
13:56 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:27 Dest bi îfade girtina 18 kesên dibin çavan de hat kirin
12:58 Hevdîtina bi telefonê ya têkildarî Roja Ziman sûc hat dîtin
12:55 Koma li ber HDP’ê êrişî xebatkarên HDP’ê kir
12:38 Polisan li Amed û Mersînê 4 kesan binçav kirin
12:35 Li Şirnexê 21 binçavkirin: Destê keça min şikandin
11:53 Li gorî Walîtiya Colemêrgê leşkerên ku Erbaş kuştine guleyan berî hewayê dane
11:27 ‘Ji ber xemsariya dewletê tundî li jinên karkerên malê tê kirin’
11:27 Koma duyemîn dê greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewr bigire
11:14 'Doza Çapemeniyê ya KCK'ê' hat taloqkirin
10:43 Girtiya nexweşa pençeşêrê Çetîn nayê dermankirin
10:41 Malbata pitika li Êlihê mir wê derbarê xemsariyê de gilî bike
10:11 Newaya Jin bi manşeta 'Dîktator tê darizandin!' derket