BEDLÎS – Li Bedlîsê bi tevlîbûna 7 wesayîtan qezaya trafîqê çêbû û kesekî jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêya di navbera Tetwan û Bedlîsê 2 TIR û 4 qamyonet li hev qelibîn û qezaya trafîqê çêbû. Di qezayê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn. Hat hînbûn ku qeza ji ber mija zêde û qeşemgirtinê pêk hatiye.
Ji ber qezayê ji bo demekê rêya Bedlîs û Tetwanê ji trafîqê re hat girtin.