STENBOL - Meclîsa Ciwanên HDP'ê, banga xwedî derketina çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî Îmraliyê li girtîgehan dewam dike, kir.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a girtiyên PKK û PJAK'ê di 27'ê Mijdarê de li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabûn dest pê kirin, dewam dike. Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li ser hesabê xwe yê medya civakî vîdeoyek parve kir û bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê
'DAXWAZÊN WAN DAXWAZÊN ME NE'
Meclîsa ciwanan, di parvekirina xwe de wiha got: "Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî li dijî tecrîdê dan dest pê kirin di roja 10'emîn de dewam dike. Werin em bi rihê Kemalan, Mazlûman û Xeyriyan li kol, tax û koçeyan xwedî vê berxwedana bi rûmet a girtiyên siyasî derbikevin. Daxwaza girtiyan, daxwazên me ne. Bijî berxwedana zindanan."