AMED - Li herêma sêgoşeya Licê, Pasûr û Dara Hênê operasyona eskerî hat destpêkirin.
Li herêma dikeve navbera gundê Xosor ya girêdayî navçeya Licê ya Amedê û gundê girêdayî Rîz a girêdayî navçeya Dara Hênê ya Çewligê ku jê re herêma sêgoşeya navçeyên Licê, Pasûr û Dara Hênê operasyona eskerî hat destpêkirin. Operasyonê serê sibehê dest pê kir û herêm bi helîkopteran hatiye bombebarankirin.
Hat ragihandin ku operasyon li herêmê didome.