NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî polîtîkayên pişaftinê û rêxistinkirina terîqetan a li Dersîmê de li gelek bajaran daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Wê Gelê Dersîmê bêdeng nemîne û serî netewîne.”
Li Dersîmê ji aliyê dewletê ve polîtîkayên pişaftinê tên meşandin û rêxistinbûna terîqetan tê pêşxistin. Civaka elewî li dijî vê rewşê bi bertek e û çalakiyan li dar dixe. Di vê çarçoveyê de li bajarên mîna Enqere, Stenbol û Mersînê ji aliyê rêxistinên elewiyan û şaxên Federasyona Komeleyên Dersîmê (DEDEF) daxuyanî hatin dayîn û ev polîtîka hatin şermezar kirin.
Di daxuyaniyan de hat diyar kirin ku dewlet dixwaze polîtîkayên pişaftinê yên li ser Dersîmê bi riya terîqat û komeleyan paşverû berdewam bike û Zanîngeha Mûnzûrê ya cihê zanîst û ronakbîriyê bûye çewlika terîqet û cemaetên paşverû.
‘GELÊ DERSIMÊ WÊ BÊDENG NEMÎNE’
Dîsa hat destnîşankirin ku li Dersîma bajarê elewiyan hewcehî bi tu terîqet û cematan nîne, ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê weke têgîn tên bikaranîn û ev tişt hat gotin: “Gelê Dersimê wê bêdeng nemîne û serî netewîne. Armanca li vir hebûna elewiyên kurd ên li Dersîmê ji holê rakirine. Dibe ku dem û cih cuda bin lê polîtîkayên li Dersîmê tên pêkanîn her tim eynî ne. Rêxistinkirinên terîqet û cemaetan ên bi piştevaniya dewletê li Dersîmê tên kirin bila demildest bên rawestandin.”
‘DIVÊ JI ELEWIYAN LÊBORÎNÊ BIXWAZIN’
Rêxistinan, di daxuyaniyan de xwestin ku mizgeftên li gundên elewiyan werin hilweşandin û ev tişt gotin: “Divê ji ber polîtîkayên pişaftinê yên ji destpêka komarê heta niha li dijî elewiyan hatin meşandin ji elewiyan lêborîn were xwestin.”