AMED - Li bajarên heremê taviya baranê, li heremên çiyayî yên Dêrsim, Amed û Çewlikê jî berf bi bandor dibe.
Barîna baran û berfê ya ku duh li bajarên heremê destpêkir, îro jî dewam kir. Li bajarên weke Amed, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Şirnex, Dêrsim, Çewlik, Xarpêt, Meletî û Semsûrê taviya baranê û li çiyayên Dêrsim, Amed û Çewlikê jî, berf zêde bû.
GERMAHIYA HEWA
Bi barîna berf û baranê re tê texmînkirin ku li bajarên heremê wê germahiya hewayê di navbera pileyên 1 û 3 de, bikeve. Bi barîna berf û baranê, tê payîn ku di saetên şev û serê sibê de, li hin cihan mij, cemed û qerisîn çêbibe û welatî ji bo van rewşan hatin hişyarkirin.