Ji partiyên siyasî banga hevpar: Xwedî li çalakiya grevê derkevin

  • rojane
  • 09:13 13 Kanûn 2020
  • |
img
STENBOL - Nûner û serokên partiyên siyasî diyar kirin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo jiyan û pergalek wekhev, azad, adîl û aştiyane dixwaze di tecrîdê de ye û wiha gotin: "Girtiyên siyasî li dijî tecrîdê li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger kirine. Divê her kes piştgiriyê bidin çalakiya girtiyên siyasî." 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 22 salin di tecrîdê de dijî. Ocalan bi zextên hêzên navdewletî di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyê hat derxistin. Van hêzên navdewletî di 15’ê Sibata 1999’an de Ocalan radestî Tirkiyê kirin. 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê tê ragirtin û di tecrîda mutleq de dijî. Parêzerên Ocalan ji roja hat girtin heta 27’ê Tîrmeha 2011’an bi giştî 765 caran serlêdana hevdîtinê kirin. Ji van serlêdan 413 serlêdan hatin qebûlkirin. 352 serlêdan jî bi hincetên wek “koster xerabe ye”, “koster tê tamîrkirin” û “muxalefeta hewayê” hatin redkirin. Parêzeran ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve ji bo hevdîtinê hezar û 5 serlêdan kirin û bersiva erênî tenê dan 5 serlêdanan. Bi hincetên wek “rewşa awarte”, “muxalefeta hewayê û “koster xerabe ye” serlêdanên din hatin redkirin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di 8’ê Mijdara 2018’an de li Girtîgeha Amedê ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya gireva birçîbûnê belavî tevahiya girtîgehan û bi dehan welatê cîhanê bû. Van çalakiyan fişarê li dewletê kir ku piştî 8 salan parêzeran bi Ocalan re dikaribû hevdîtinê bike. Ji parêzerên wî Newroz Ûysal û Rêzan Sarica di 2-22’yê gulana 2019’an, di 12-18’ê hezîrana 2019’an û di 7’ê tebaxa 2019’an de çûn Giravê Îmraliyê û li gel Ocalan hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtina 7’ê Tebaxê hevdîtin nehatin kirin û destûr çûna parêzeran nedan. Parêzeran ji wê rojê ve gelek serlêdanan kirin û heta niha bersivek erênî an jî neyînî nedane serlêdanan. 
 
Dadgeriya Înfazê ya 1’emîn a Bûrsayê di di 23’ê îlonê de bi hinceta Ocalan “nexşerêya” ji 156 rûpelan pêk tê di sala 2009’an de amade kiribû û ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandibû, ji bo 6 mehan hevdîtin li Ocalan û girtiyên din ên li cem wî Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim hevdîtina parêzeran qedexe kir. Piştî vê qedexeyê 13 serlêdanên parêzeran bi vê biryarê hatin astengkirin. Li gel qedexeya hevdîtina parêzeran, bo dema 6 mehan hevdîtina malbatan jî ji aliyê heman dadgehê ve hat qedexekirin. Ocalan herî dawî piştî 21 salan di nîsana 2020’an de cara ewil bi rêya telefonê hevdîtinek li gel malbata xwe pêk anîbû. 
 
Ji ber ku tecrida  giran li ser Ocalan didome, girtiyên PKK'î û PAJK'ê di 27'ê Mijdarê de dest bi çalakiya 5 roj dorveger û bêdem sirin. Niha çalakî di roja 17'an de bi koma çaran berdewam dike. Ji ber ku girtiyan dest bi çalakiyan kir, rayedarên girtîgehan li gelek girtîgehan bi ser kawîşan de girtin û lênûsk, pênûs û amurên taybet ên girtiyan desteser kirin. Dîsa dest danî zexîreyên wan ên grevê yên wekî şekir, xwê û hwd. Zextên li ser girtiyan didome. 
 
Nuner û serokê Partiyên Siyasî piştgiri dan çalakgerên greva birçîbûnê û xwest her kes li daxwazên girtiyan xwedî derkevin. 
 
YUCE: LI SER DAXWAZA HÊZÊN SERDEST TECRÎD DIDOME 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Avakirina Ji Nûve (SYKP) Canan Yuce, destnîşan kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan zêdeyî 20 salin di tecrîdê de dijî û wiha got: "Ev tecrîd di hiqûqa  neteweyî û navdewletî de cihê wê tune ye. Tecrîd ji serî heta binî li dijî hiqûqê ye. Tecrîd li ser daxwaza hêzên serdest û navdewletî didome. YE, DYA, Rûsya û Sûriye hemû şirikên tecrîdkirina Ocalan in. Sedema tecrîdkirina Ocalan ewe ku li dijî pergal û hêzên kapitalist, emperyalist, jiyanek azad, wekhev, adîl û aştiyane dixwaze ye. Ji ber ku Ocalan ji bo pergala azad û wekhev tedikoşe di tecrîdê de ye." 
 
Yuce, destnîşan kir ku daxwaza girtiyên siyasî ya li dijî tecrîdê daxwaza herî miroavî û rewa ye û wiha axivî: "Her ku îqtîdar têk diçe û qeyrana aborî û siyasî kûr dibe, polîtîkayên şer, êrîş û rageşiyê pêş dixin. Em ê li dijî vê yekê teqez faşizmê rawestînin û jiyana demokratîk ava bikin. Rêya vê yekê jî divê hemû hêzên dij faşist lidijî îqtîdarê bibin yek. Divê bi hevre têbikoşin û di vê yekê de israr bikin. 
 
GUMUŞTAŞ: DIVÊ EM TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Bindestên Sosyalistên (ESP) Ozlem Gumuştaş, jî anî ziman ku tecrîdkirina Rêberê Gelekî êrişa li dijî demokratîkbûna Tirkiyeyê ye û wiha got: "Di heman demê de dagirkerî û mêtîngeriya Kurdistanê ye. Bi hinceta şewbê girtiyan ji mafê ragihandin, mafê civakî û siyasî bêpar dihêlin. Tecrîda Ocalan li ser hemû girtiyan ferz dikin. Ji ber ku girtî tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina xwe dibînin li her derê dest bi çalakiya girevê kirine. Ji bo mafê Ocalan û girtiyên din bê dayîn, divê em bi hevre têkoşîna hevpar a hiquqî û siyasî xurt bikin. Ji bo dengê girtiyan bi erênî bi encam bibe divê hêzên derve bi dengekî bilind piştgiriyê bidin wan. Niha bloka faşîst a AKP-MHP'ê aşkere çar perçeyê Kurdistanê dagir dike. Girtî li diji vê yekê bang li hemû beşên civakê dikin û dixwazin hestiyar tev bigerin. Divê em hemû partiyen siyasî, rêxistinên demokratîk û hiqûqê bi awayekî mutlak li têkoşîna wan xwedi derkevin." 
 
BULUT: EM RÊ VEKIN DÊ PIRSGIRÊK ÇARESER BIBE
 
Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bulut jî anî ziman ku Ocalan, rêberê Gelekî ye û wiha got: "Gel wateyekê lê bar dike. Li gorî zagonên Tirkiye û welatên navneteweyî ev tecrîd sûc e. Bi zanebûn vê tecrîdê pêş dixin. Eger rêya li pêş Ocalan bê vekirin dê hemû pirsgirêk çareser bibin. Minaka herî şênber jî pêvajoya çareseriyê ye. Ji ber vê yekê divê rêya Ocalan bê vekirin. Bi tecrîdkirina Ocalan gel ceza dikin. Bi tecrîdkirina Ocalan tecrîd pêl bi pêl li ser hemû beşên civakê tê meşandin. Em pir zelal dibêjin Tecrîd sûcê miroavahiyê ye. Divê her kes li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin. Divê hemû hêz û rêxistinên têkoşîna demokrasiyê didin, li daxwazên çalakiya greva birçîbûnê xwedî derkevin. Divê hemû bi herve li çareseriya rakirina tecrîdê bigerin." 
 
TUTAL: TECRÎD KIRIN WEKÎ AMÛRA ÇEKÊ
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Pêşeroja Çep û Keskan Sinan Tutal jî anî ziman ku hêzên serdest tecridê li dijî hêzên muxalif wekî amûra çekê bikar tînin û wiha got: "Diktaya yek zilamî li derve zextan li ser muxalefetê pêş dixe. Li hundir jî tecrîdê giran dike. Bi vê yekê dixwaze teslîm bigire. Ji ber vê yekê tecrîd kirine amûra êrîşê. Girtî bi çalakiya grevê dixwazin bala raya giştî bikişînin ser tecrîdê. Yek ji erka hêzên demokratîk jî ewe ku guh bidin van pirsgirêkan û bi hevre çareser bikin." 
 
TORUN: DIVÊ PIŞTEVANIYEK XURT NÎŞAN BIDIN
 
Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elif Torun jî anî ziman ku bi tecrîdê helwesta xwe ya li dijî gelekî nîşan didin û wiha got: "Bi tecrîdê dixwazin gel bi tenê bihêlin. Hemû civak bi binçavkirin û girtinê re rû bi rû ye. Ev yek raste rast bi tecrîdê ve girêdayî ye. Girtî dixwazin tecrîda ku îro bandorê li ser hemû beşên civakê dike bi dawî bibe. Ji ber vê yekê girtî ketine greva birçîbûnê. Niha li hundir girtî terkî mirinê tên kirin. Li derve jî karker, jin û xizan terkî mirinê tên kirin. Di bin textan de dijîn. Li dijî van hemûyan îro girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Ji ber ku tecrîda li ser gelê Kurd û Ocalan îro li ser hemû beşên civakê belav bûye. Divê em li derve deng bidin dengê girtiyan û piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê. Divê em piştevaniyek xurt a dîrokî nîşan bidin û vê berxwedanê bikin dirok. 
 
MA / Mehmet Aslan

Sernavên din

13/12/2020
15:30 ‘HDP rêya rizgarkirina welat e’
15:05 ÎHD: Li Tirkiyeyê mafê mirovan ji Magna Cartayê paşdetir e
13:59 Li Stenbolê tundiya zilam
13:59 Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altun dest bi greva birçîbûnê kir
13:31 Ji 62 rêxistinên jinan daxuyaniya hevpar: Em ê bêdeng nemînin
13:23 Mamostayên Olî: Çalakiyên gel rewa ne
12:34 Nûçegihanê Rojnews’ê Zusik Hemed 2 roj in di bin çavan de ye
11:40 Bijîjkekî din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
11:39 40 sal borî: Erdal Eren hêj 17 salî ye
09:21 Konûk: Hiqûqa dijminatiyê pêş dixin
09:20 Dayika girtî: Destê xwe bindin hev û rabin
09:19 Bi nasnameya kesekî din tawanbar kirin û ji peywirê girtin!
09:18 Di 27 salan de 200 caran avêtin ser mala wê
09:17 'Ciwan dê ji bo tecrîdê bêdeng nemînin'
09:16 Li Geverê 117 esnafan dikanên xwe girtin
09:15 Baroya Amedê: Esker û polîs, vîtrîna qirêjî ya dewletê ne
09:14 Hunermendên kurd: Dem dema yekîtiya neteweyî û azadiyê ye
09:13 Ji partiyên siyasî banga hevpar: Xwedî li çalakiya grevê derkevin
09:09 135 roj in cenazeyê Acar nadin malbatê
09:08 MEBYA-DER: Divê her kes ji bo greva birçîbûnê gavan biavêjin
09:02 'Cizîrê serê xwe netewand û ji niha pê ve jî wê netewîne'
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2020'AN
12/12/2020
20:11 222 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:01 Koma 4’emîn çalakiya grevê dewr girtin
16:37 Meclîsa Malbatên Şehîdan pilanên li ser Şengalê şermezar kirin
15:56 Şermezarkirina gaza xwezayî ya bi beroş û miqilkan
15:32 Wezîr Endama Meclîsa Giştî ya HDP'ê ji kar dûr xist
15:19 2 cenaze bi şev defin kirin
15:04 Ji 805 Welatiyan bo Bahçelî: Şirîke îqtîdarê welat dabeş dike
14:33 Çakmak ê nexweş daket 35 kîloyan: Tedawî bikin
14:12 Dadgeha Mûşê 5 kes girtin
13:49 Dayika Şemiyê: 25 salin li vê qadê me
13:39 24 sal in kujerên Onerari nehatine dîtin
13:00 Rejîma Îranê berpirsê Kanala Amadnews’ê darve kir
12:55 Kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Ocalan li Başûr belav dibe
12:12 Li Girtîgeha Trabzonê 6 girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
12:03 Polîsan li Cizîrê 2 kes binçav kirin
11:37 Li Kolanên Wan û Amedê polîs û maşîneyên zirxî hene
11:15 Gelê Başûrê Kurdistanê li dijî polîtikayên hikûmetê li qadan in
10:04 Hejmara Zrîngê ya 9’emîn derket
09:40 Peyama nameyên Mehmet Tunç: Bi me serbilind bin
09:31 Mafê dengnekirinê yê Hevberdevkê HDK’ê Şenoglû wek ‘sûc’ hat dîtin
09:30 Bodîtt: Ji sedî 60 jinên li Efrînê hatin revandin aqûbeta wan nediyar e
09:10 42 kes miribûn: Hîn jî li wê rêyê ji bo aşûtê tu tevdîr nehatine girtin
09:10 Ji bo karta 8'ê Adarê gotin 'girtiyan motîve dike' û fezleke amade kirin
09:09 Di dema lêdanê de kamerayên midûriyeta polîsan hatine girtin!
09:08 ‘Heya tecrîd neyê rakirin em ê paş de gav navêjin'
09:08 Nerazîbûna HDP û CHP'ê ya ji bo polîtîkaya asîmlasiyonê ya li Dersimê
09:07 Bozgeyîk: Meaşê kêm li gor telîmatên qesrê tê diyarkirin
09:04 ‘16 hezar ciwan hatin binçavkirin, 5 hezar jê hatin girtin'
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2020'AN
11/12/2020
20:22 Îro 226 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:43 Federasyona Şoreşgerên 78’an: Heke em bêdeng bibin wê neyarên gel biaxivin
16:01 TJA’yê rapora tundiya li ser jinan a li bakurê Kurdistanê eşkere kir
15:55 Ciwanên Yekbûyî Meclîsa xwe ya Îzmîrê ava kirin
15:32 Paylan: Wezîr Varank morîkan kom dike
15:17 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Zû tecrîdê bi dawî bikin
15:07 Li pêş Wezareta Tenduristiyê bang kirin: Kes qêrîna me na bîhîze
14:53 ‘Berpirsiyarî desthilatdariye’
14:32 ‘Ji bo cîhanek azad û wekhev em ê têbikoşin’
14:01 Saîp: Xebatkarên tenduristiyê bi neheqiyê re rûbirû ne
13:54 3 salin DNA diyar e lê cenaze nadin malbatê
13:28 Berdan Ozturk: Pirsgirika kurd bi çekan çareser nabe
13:10 YE'ê danekirinên li dijî Tirkiyeyê zêde kir
13:09 Aydenîz bi hinceta KHK'ê bi 'endamtiya rêxistinê' hat sûcdarkirin
12:47 Gunay: Daxwaza çareseriyê ya grevên birçîbûnê, daxwaza me ye
12:40 Malbatê cenazeyê Korman piştî 4 mehan girt
12:19 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:01 Parêzer Ozbîngol hat berdan
11:48 Ji bo mijara ambargoya li ser Tirkiyeyê lihevkirin pêk hat
11:47 Danişîna rojnameger Çakmakçi hat taloqkirin
11:07 Karkerê bi ceyranê ve ma jiyana xwe ji dest da
10:56 Tosun ji bo binpêkirina li Sûrê xwest meclîs lêkolîn bike
10:52 Girtiyê nexweş ê 63 salî bi vîrûsa koronayê ket
10:28 TTB: Ji derziyê ku hatine erêkirin fikaran nekin
10:20 Keda karkerên çandiniyê tê xwarin
10:06 Li şûna ‘bertîlxwaran’ derbarê ajans û nûçegihanê me de lêpirsîn hat destpêkirin
09:55 Bersivên ‘kopîkirin-bizeliqîne’ didin pêşniyazpirsên muxalefetê
09:12 Dayika Nafiye: Min qîrek wisa da, erd û asîman hejiya
09:11 Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê dê xebatên xwe bi awayekî onlayn bidomîne
09:10 Ji Stenbolê berê xwe da gundê xwe: Divê mirov pêwendiyê bi civaka xwe re deyne
09:09 'Şikandina tecrîdê dê pêşî li ber aştiya civakî veke'
09:08 Li Dersimê polîtîkayên Cemaeta Gulen di dewrê de ne
09:07 Li Wanê kurseke kurdî jî tune ye
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2020'AN
10/12/2020
20:07 Welatiyê ku xwe kuşt li ser destê xwe 'îş-aş' nivîsandiye
19:42 Îro jî 220 kes ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:16 IFJ: Tirkiye ji bo rojnamegeran girtîgeh e
16:48 AKP'ê cezayê hişyariyê da Arslan
16:22 Bersivên bi nakok dan hevjîna girtiyê ku bi telefonê negeriya
15:57 Di hefteya mafên mirovan de bang kirin: Li dijî binpêkirinan têbikoşin
15:53 Malbatan êrîş kirin polîsan binçav kirin
15:33 Heyeta KCD’ê li Silopya hin serdan kirin
15:32 TUAY-DER: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:59 Bayindir: Wê berxwedana li dijî tecrîdê statuyê pêk bîne
14:58 Yuksekdag: Pêdivî bi têkoşînek xurt a mafan heye
14:22 Danişîna rojnameger Orûç û Çaksû taloq kirin
13:49 ‘Ji bo têkoşîn bidome peywîr dikeve ser milê herkesê’
13:39 Ji ber ku dozger nehat danişîna rojnameger Aslan taloq bû
13:30 Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî kampanya #Çapemeniya Azad da destpêkirin