Hunermendên kurd: Dem dema yekîtiya neteweyî û azadiyê ye

  • rojane
  • 09:14 13 Kanûn 2020
  • |
img
STENBOL – Hunermendên kurd êrîşên li ser gelê kurd ên li Kurdistana Federe, Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û deverên din û têkoşîna gelê kurd a li van cihan nirxandin û tekane rêya ku kurd zincîran bişikînin û ber bi azadiyê ve bimeşin yekîtiya neteweyî ye. 
 
Piştî ku li Kurdistana Federe PDK'ê hêzên eskerî li Zînî Wertê, Garê û Metînayê bi cih kirin û li hin deveran noqteyên kontrolê çêkirin û di 9'ê Mijdarê de bi hikûmeta navendî ya Iraqê re derbarê Şengalê de peymanek îmze kir, fikarên gelê kurd jî zêde bûn. Her wiha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî piştî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê Tirkiyeyê vê carê jî li hemberî bajaroka Eyn Îsayê amadekariyên operasyonekê dike. 
 
Hunermendên kurd ji ber van qewimîn û geşeşdanan, bal kişandin ser yekîtiya neteweyî ya kurd. 
 
YEKÎTIYA NETEWEYÎ
 
Hunermend Xelîl Xemgîn, bibîr xisy ku di dema operasyonên Girê Spî û Serêkaniyê de Platforma Hunermendên Kurdistanê ava kirine û bi vê polatformê ji bo yekîtya neteweyî dest bi hin xebatan kirine. Xemgîn, ji ber ku hêla herî qels a kurdan yekîtiya neteweyî ye, platformeke wiha ava kirine. Xemgîn, destnîşan kir ku ji ber ku siyaseta kurdî pirsgirêkên xwe yên navxweyî hel nake û li dor armancên hevpar bi yek nabin, ji bo lîstik û mudaxileyên hêzên derve dibin zemîn. 
 
ŞERMA SEDSALΠ
 
Xemgîn, destnîşan kir ku siyaseta kurd sed sal e perçekirî û belawelayî ye û got: "Ev ji bo gelê kurd cihê şermê ye. Partî û rêxistinên kurdan hemû stratejiyên xwe, bîrdoziya xwe diyar dikin lê nikarin vê yekê di warê yekîtiya neteweyî de birêxistin bikin. Yanî di asta gel de liv û tevgerek bi vî rengî çênabe. Ev, pirsgirêka me ya herî mezin e. Em hunermend, ne wekî kesan wekî kesine bûne malê civakê me xwest em ji bo yekîtya neteweyî hewl bidin. Me hevdîtin bi gelek derdoran re kir. Heger yekîtî çêbibe, heger siyaseta di vî warî de bi ser bikeve hem dê pirsgirêk çareser bibin hem jî dê zemîna ji bo êrîşan nemîne. Bi vî awayî hem dê gel bê parastin hem jî dm destkeftiyên ku bi bedêlên giran bi dest ketine bên parastin." 
 
FIRSENDA DAWΠ
 
Xemgîn, ji bo yekîtiyê bang li partî û rêxistinên kurdan kir û got: "Ev, di sedsala 21'emîn de firsenda me ya dawî ye. Heger di vê sedsalê de jî destkeftiyên me ji dest biçin, em ê sedsaleke din jî bi êşine giran re rû bi rû bimînin. Di vir de ya xwedî berpirsiyar siyaset e. Kesên danûstendinê bi dewleta tirk re dikin, ên li dijî xwişk û birayên xwe û gelê xwe siyaseteke qirj dikin, bila baş zanbin ku ne dîrok ne jî gel dê wan efû neke. Em rewşa li Başûr dibînin. Gel rabûye ser pêyan. Rewşa gel nebaş e. Çi dibe bila bibe, siyaseta kurd divê li dor armancên hevpar bê cem hev du. Û divê kesên xwe firotine dijmin jî ji nav lepên dijmin derxîne. Ev siyaseteke ilmî ye. Gelê kurd û siyaset kurd divê li ber provakasyonan baldar be. Çapemeniya kurd jî divê hay zimanê xwe hebe û bi berprisiyarî tevbigere." 
 
DÎYAR: FIKIRÊN OCALAN BELAV BÛN 
 
Hunermend Diyar jî anî ziman ku kurd bi têkoşîna xwe rêya siyaseta Rojhilata Navîn diyar kirine û bûne xwedîhêz. Diyar, destnîşan kir ku hêzên hegemon bêyî kurdan nikarin tu hesab û panan bikin. Diyar, bilêv kir ku li Rojhilata Navîn krîza modernîteya kapîtalîst û netew dewletê heye û got: "Netewdewletên li dijî rastiya Rojhilata Navîn, bi qirkirina gelan hebûna xwe didomînin. Gava em li sedsala borî mêze dikin em dibînin ku rojeke bêyî komkujiyê tune ye. Têkoşîna gelê kurd van hêzên faşîst xist nava krîzeke kûr. Xwestin bi hêzeke qirêj a wekî DAIŞ'ê heyfê ji kurdan bistînin. Ji şewra kurdan pergal û lîstikên kapîtalîst û emperyalîst xist nav krîzeke kûr. Rabûn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan teslîm kirin. Efrîn, Kerkûk, Şengal... çi lîstik hebûn lîstin, lê nebû. Li Kurdistanê kevir li ser kevir nehiştin. Li Rojhilata Navîn kevir li ser kevir nehiştin, lê îro ro fikirên Rêberê Gelê Kurd her diçe li cîhanê berbelav dibin." 
 
DEM DEMA ŞIKANDINA ZINCÎRAN Û AZADIYÊ YE 
 
Diyar, diyar kir ku di vê sedsalê de kurd nikarin di bin tehekûma tu hêzê de bijîn û got: "Em ê bi paradîgmaya Modernîteya Demokratîk vê sedsalê bi dest bixin. Vê carê ên li ser dika dîrokê kurd e. Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin. Di vir de belkî yên herî bisûd kurd in. Kurd dikarin bi awayekî dorfireh bi ser bikevin. Kêmanî û talûke jî hene. Kesên li Rojhilata Navîn xwedî paradîgma ne, kurd in. Dizanin çi dikin û vê bi canê xw eîspat kirine. Dikarin ew û gelên din wekî xwişk û bira bi hev re bijîn. Bi felsefeya Moderneîteya Demokratîk dikarin li gor mantalîteya Rojhilat Navîn ji perwerdehî, tenduristî û edaletê bigire heya hiqûqê bi her awayî pêdiviyên xw epeyda bikin. Em dikarin bi vê felsefeyê zincîran bişikînin û azad bibin."
 
BIRÎN Û XEWNA KURDAN 
 
Diyar bal kişand ser nîqaşên derbarê yekîtiya neteweyî ya kurd de jî û ev tişt gotin: "Birîn û xewna gelê kurd meseleya yekîtiyê ye. Gelê kurd li her çar perçeyan yek e. Dibe ku partî û rêxistin yekîtî çênekiribin, lê belê li bara gelê kurd yekîtî çêbûye. Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiye tenê ne dijminê kurdekî ne, dijminê tevahiya kurda ne. Dewleta Tirkiyeyê dijminatiya gelê Bakur dike, lê divê bê zanîn ne dostê kurdên Başûr e. Êşa li perçeyekî, tevahiya kurdan diêşne. Êş û şahiyên me yek in. Ên perçeyekî azad dikin divê nebêjin me ev der xelas kir, perçeyên din me eleqedar nakin. Ev ne kurditi ye. Başûr ne ya PDK'ê, Bakur ne ya PKK'ê, Rojava ne ya YPG'ê, Rojhilat ne ya PDK-Î'yê ye. Kurdistan a gelê kurd e. Ev partî û rêxistin jî nirxên gel in. Lê meseleya me ya azadiyê heye. Her roj zarokên me tên kuştin. Her roj çanda me xirab dikin, zimanê me qedexe dikin. Nexwe her çar perçe divê bi hev re tevbigerin." 
 
Diyar herî dawî bal kişand ser kongreyeke neteweyî û destnîşan kir ku bi vê kongreyê re dê hemû pirsgirêk bên çareserkirin. 
 
MA / Îdrîs Sayilgan

Sernavên din

13/12/2020
15:30 ‘HDP rêya rizgarkirina welat e’
15:05 ÎHD: Li Tirkiyeyê mafê mirovan ji Magna Cartayê paşdetir e
13:59 Li Stenbolê tundiya zilam
13:59 Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altun dest bi greva birçîbûnê kir
13:31 Ji 62 rêxistinên jinan daxuyaniya hevpar: Em ê bêdeng nemînin
13:23 Mamostayên Olî: Çalakiyên gel rewa ne
12:34 Nûçegihanê Rojnews’ê Zusik Hemed 2 roj in di bin çavan de ye
11:40 Bijîjkekî din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
11:39 40 sal borî: Erdal Eren hêj 17 salî ye
09:21 Konûk: Hiqûqa dijminatiyê pêş dixin
09:20 Dayika girtî: Destê xwe bindin hev û rabin
09:19 Bi nasnameya kesekî din tawanbar kirin û ji peywirê girtin!
09:18 Di 27 salan de 200 caran avêtin ser mala wê
09:17 'Ciwan dê ji bo tecrîdê bêdeng nemînin'
09:16 Li Geverê 117 esnafan dikanên xwe girtin
09:15 Baroya Amedê: Esker û polîs, vîtrîna qirêjî ya dewletê ne
09:14 Hunermendên kurd: Dem dema yekîtiya neteweyî û azadiyê ye
09:13 Ji partiyên siyasî banga hevpar: Xwedî li çalakiya grevê derkevin
09:09 135 roj in cenazeyê Acar nadin malbatê
09:08 MEBYA-DER: Divê her kes ji bo greva birçîbûnê gavan biavêjin
09:02 'Cizîrê serê xwe netewand û ji niha pê ve jî wê netewîne'
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2020'AN
12/12/2020
20:11 222 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:01 Koma 4’emîn çalakiya grevê dewr girtin
16:37 Meclîsa Malbatên Şehîdan pilanên li ser Şengalê şermezar kirin
15:56 Şermezarkirina gaza xwezayî ya bi beroş û miqilkan
15:32 Wezîr Endama Meclîsa Giştî ya HDP'ê ji kar dûr xist
15:19 2 cenaze bi şev defin kirin
15:04 Ji 805 Welatiyan bo Bahçelî: Şirîke îqtîdarê welat dabeş dike
14:33 Çakmak ê nexweş daket 35 kîloyan: Tedawî bikin
14:12 Dadgeha Mûşê 5 kes girtin
13:49 Dayika Şemiyê: 25 salin li vê qadê me
13:39 24 sal in kujerên Onerari nehatine dîtin
13:00 Rejîma Îranê berpirsê Kanala Amadnews’ê darve kir
12:55 Kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Ocalan li Başûr belav dibe
12:12 Li Girtîgeha Trabzonê 6 girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
12:03 Polîsan li Cizîrê 2 kes binçav kirin
11:37 Li Kolanên Wan û Amedê polîs û maşîneyên zirxî hene
11:15 Gelê Başûrê Kurdistanê li dijî polîtikayên hikûmetê li qadan in
10:04 Hejmara Zrîngê ya 9’emîn derket
09:40 Peyama nameyên Mehmet Tunç: Bi me serbilind bin
09:31 Mafê dengnekirinê yê Hevberdevkê HDK’ê Şenoglû wek ‘sûc’ hat dîtin
09:30 Bodîtt: Ji sedî 60 jinên li Efrînê hatin revandin aqûbeta wan nediyar e
09:10 42 kes miribûn: Hîn jî li wê rêyê ji bo aşûtê tu tevdîr nehatine girtin
09:10 Ji bo karta 8'ê Adarê gotin 'girtiyan motîve dike' û fezleke amade kirin
09:09 Di dema lêdanê de kamerayên midûriyeta polîsan hatine girtin!
09:08 ‘Heya tecrîd neyê rakirin em ê paş de gav navêjin'
09:08 Nerazîbûna HDP û CHP'ê ya ji bo polîtîkaya asîmlasiyonê ya li Dersimê
09:07 Bozgeyîk: Meaşê kêm li gor telîmatên qesrê tê diyarkirin
09:04 ‘16 hezar ciwan hatin binçavkirin, 5 hezar jê hatin girtin'
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2020'AN
11/12/2020
20:22 Îro 226 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:43 Federasyona Şoreşgerên 78’an: Heke em bêdeng bibin wê neyarên gel biaxivin
16:01 TJA’yê rapora tundiya li ser jinan a li bakurê Kurdistanê eşkere kir
15:55 Ciwanên Yekbûyî Meclîsa xwe ya Îzmîrê ava kirin
15:32 Paylan: Wezîr Varank morîkan kom dike
15:17 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Zû tecrîdê bi dawî bikin
15:07 Li pêş Wezareta Tenduristiyê bang kirin: Kes qêrîna me na bîhîze
14:53 ‘Berpirsiyarî desthilatdariye’
14:32 ‘Ji bo cîhanek azad û wekhev em ê têbikoşin’
14:01 Saîp: Xebatkarên tenduristiyê bi neheqiyê re rûbirû ne
13:54 3 salin DNA diyar e lê cenaze nadin malbatê
13:28 Berdan Ozturk: Pirsgirika kurd bi çekan çareser nabe
13:10 YE'ê danekirinên li dijî Tirkiyeyê zêde kir
13:09 Aydenîz bi hinceta KHK'ê bi 'endamtiya rêxistinê' hat sûcdarkirin
12:47 Gunay: Daxwaza çareseriyê ya grevên birçîbûnê, daxwaza me ye
12:40 Malbatê cenazeyê Korman piştî 4 mehan girt
12:19 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:01 Parêzer Ozbîngol hat berdan
11:48 Ji bo mijara ambargoya li ser Tirkiyeyê lihevkirin pêk hat
11:47 Danişîna rojnameger Çakmakçi hat taloqkirin
11:07 Karkerê bi ceyranê ve ma jiyana xwe ji dest da
10:56 Tosun ji bo binpêkirina li Sûrê xwest meclîs lêkolîn bike
10:52 Girtiyê nexweş ê 63 salî bi vîrûsa koronayê ket
10:28 TTB: Ji derziyê ku hatine erêkirin fikaran nekin
10:20 Keda karkerên çandiniyê tê xwarin
10:06 Li şûna ‘bertîlxwaran’ derbarê ajans û nûçegihanê me de lêpirsîn hat destpêkirin
09:55 Bersivên ‘kopîkirin-bizeliqîne’ didin pêşniyazpirsên muxalefetê
09:12 Dayika Nafiye: Min qîrek wisa da, erd û asîman hejiya
09:11 Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê dê xebatên xwe bi awayekî onlayn bidomîne
09:10 Ji Stenbolê berê xwe da gundê xwe: Divê mirov pêwendiyê bi civaka xwe re deyne
09:09 'Şikandina tecrîdê dê pêşî li ber aştiya civakî veke'
09:08 Li Dersimê polîtîkayên Cemaeta Gulen di dewrê de ne
09:07 Li Wanê kurseke kurdî jî tune ye
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2020'AN
10/12/2020
20:07 Welatiyê ku xwe kuşt li ser destê xwe 'îş-aş' nivîsandiye
19:42 Îro jî 220 kes ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:16 IFJ: Tirkiye ji bo rojnamegeran girtîgeh e
16:48 AKP'ê cezayê hişyariyê da Arslan
16:22 Bersivên bi nakok dan hevjîna girtiyê ku bi telefonê negeriya
15:57 Di hefteya mafên mirovan de bang kirin: Li dijî binpêkirinan têbikoşin
15:53 Malbatan êrîş kirin polîsan binçav kirin
15:33 Heyeta KCD’ê li Silopya hin serdan kirin
15:32 TUAY-DER: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:59 Bayindir: Wê berxwedana li dijî tecrîdê statuyê pêk bîne
14:58 Yuksekdag: Pêdivî bi têkoşînek xurt a mafan heye
14:22 Danişîna rojnameger Orûç û Çaksû taloq kirin
13:49 ‘Ji bo têkoşîn bidome peywîr dikeve ser milê herkesê’
13:39 Ji ber ku dozger nehat danişîna rojnameger Aslan taloq bû
13:30 Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî kampanya #Çapemeniya Azad da destpêkirin