Li girtîgehên Xarpêtê binpêkirinên mafan zêde bûne

  • rojane
  • 09:23 16 Kanûn 2020
  • |
img

AMED - Komîsyona Şopandina Girtîgehê ya Baroya Amedê, di rapora xwe ya derbarê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Kampusî ya Xarpêtê de diyar kir ku revîr û sewqên nexweşxaneyan pir bi derengî tên xistin, aktîvîteyên werzîşî ji holê hatine rakirin, xwarina tê dayîn nebaş e û pirtûkên kurdî nadin girtiyan. 

Komîsyona Şopandina Girtîgehê ya Baroya Amedê, li Girtîgeha Xarpêtê ya Jimare 1, li Girtîgeha Xarpêtê ya Jimare 2, li Girtîgeha Xarpêtê ya Tîpa E û li Girtîgeha Xarpêtê ya Jinan hevdîtin bi girtiyan re kiribû û piştî hevdîtinan derbarê binpêkirinên li van girtîgehan de raporek amade kir. Di raporê de hatiye diyarkirin ku hevdîtin bi 14 girtiyan re hatiye kirin. 
 
Di raporê de binpêkirinên mafan ên li van girtîgehên navbirî wiha hatine rêzkirin: 
 
BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN LI GIRTÎGEHA JIMARE 2'YAN
 
“*Girtiyan diyar kiriye ku saleke ji bo revîrê serlêdan kirine û xwestine dermanên wan bên peydakirin, lê belê serlêdanên bi awayekî kêfî nayên bersivandin. Her wiha girtiyan destnîşan kiriye ku ev mesele beriya pandemiyê jî hebûne. 
 
*Hatiye diyarkirin ku bi hinceta kêmbûna karmendan û pandemiyê aktîvîteyên wan ên hobî û werzîşê hatine sekinandin û ev yek ji Sibata 2020'an heya niha bi vî awayî ye. 
 
*Girtiyan diyar kiriye ku nikarin rojnameyan peyda bikin û rojnameyên didin wan jî hin beşên wan hatine jêkirin. 
 
*Hatiye diyarkirin ku pirtûkên kurdî bi hinceta ku karmendên ku karibin wan bixwînin û kontrol bikin tune ne. 
 
*Hatiye diyarkirin ku girtîgeh nayê paqijkirin û di meha dawî 15 kes bi şewba Covîd-19'ê ketine û hîn jî testa girtî Fevzî Fîdan pozîtîf e. 
 
*Hatiye diyarkirin ku ji ber ku makîneya porkurkrinê nadin wan, girtî an porê xwe rût dikin an jî ji mecbûrî dirêj dikin. 
 
*Hatiye diyarkirin ku xwarin birûn û nebaş in û hema bibêje xwarina bigoşt qet nadin wan û şîva doh tenê birin û cacik bûye. 
 
*Girtî Medenî Kiye diyar kiriye ku hîn jî nexweşîna wî ya dil dewam dike. Hatiye diyarkirin ku bijîşkan gotiye dibe ku pençeşêr lê peyda bûye, lê belê hîn jî teşxîs nehatiye danîn û ev salek e wî nebirin kontrolê. 
 
*Girtiyan diyar kiriye ku pirsgirêkên wan nayên çareserkirin û îdare guh li wan nake."
 
BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN LI GIRTÎGEHA TÎPA T 
 
“*Hatiye diyarkirin ku girtî ji bo biçe revîrê 8 meh berê serlêdan kiriye û daxwaz kiriye ku dermanên wî bên peydakirin, lê belê serlêdanên wî bi awayekî kêfî nayên bersivandin an jî bi hinceta pandemiyê tên redkirin. Lê belê girtî destnîşan kiriye ku ev mesele û pirsgirêk beriya pandemiyê jî hebûne. 
 
*Hatiye bilêvkirin ku li qawîşa 20 kesî ji be rku mase û sendelye kêm in, di dema xwarinê de gelek girtî ji mecbûrî bi dorê xwarinê dixwin û daxwaza wan a ji bo sendel û maseyan nehatiye bersivandin. 
 
*Hatiye diyarkirin ku xwarin birûn û nebaş in û hema bibêje xwarinên bigoşt qet nayê dayîn û şîva duh tenê birinc û cacik bûye. 
 
*Hatiye diyarkirin ku bi hinceta karmend kêm in û pandemî heye aktîvîteyên wan ên hobî û werşîzê hatine sekinandin û ev yek ji Sibata 2020'an ve bi vî awayî ye. 
 
*Girtî diyar kir ku 4 meh berê ji ber nîqaşekê mecbûr maye qawîşa xwe biguherînin û amûrên wî yên şexsî yên li qawîşa wî ya berê ji aliyê girtiyên din ve hatine desteserkirin û ji bo vê serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê daye, lê belê hîn jî nizane qûbeta serlêdana wî çi ye. 
 
BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN LI GIRTÎGEHA JINA 
 
“*Hatiye diyarkirin ku 9 girtiyên siyasî yên jin di heman qawîşê de dimînin û ji ber ku girtiyên ji sûcê din jî tên hewadariyê, ji mecbûrî tenê nîv danî dikarin biçin hewadariyê û ev mesele sal û nîvek e wiha ye. 
 
*Hatiye diyarkirin ku di dema sewqên nexweşxaneyan de ji ber ku cendirme dikevin milê girtiyan xetereya ku bi şewbê bikevin zêde ye û ev ji bo wan cihê talûkeyeke mezin e. 
 
*Hatiye bilêvkirin ku gelek rojname xwestine, lê belê tenê yekê didin wan û di dawiya hefteyê de jî bi hinceta ku komîsyona xwendinê van rojan naxebite rojnameyê nadin wan. 
 
*Hatiye diyarkirin ku ji ber rewşa aborî gelek girtî dixwazin nameyên xwe di heman zerfê de bişînin, lê belê îdareyê ev yek qebûl nekiriye. 
 
*Hatiye diyarkirin ku xwarin birûn û nebaş in û hema bibêje xwarinên bigoşt qet nayê dayîn û şîva duh tenê birinc û cacik bûye. 
 
*Hatiye diyarkirin ku bi hinceta kêmbûna karmendan û pandemiyê aktîvîteyên wan ên hobî û werzîşê hatine sekinandin û ev yek ji Sibata 2020'an heya niha bi vî awayî ye. Hatiye bilêvkirin ku bi heman hincetan mafê wan ê wênegirtinê jî tê binpêkirin. 
 
*Girtî Dîcle Bozan ku ne welatiya TC'yê ye, diyar kiriye ku ji ber ku malbata wê û xizmên wê ne li Tirkiyeyê ne, di warê aborî de zehmtiyê dikişîne. Bozan, bilêv kiriye ku ji ber ku hejmara nasnameya wê ya TC'yê tune ye, malbata wê nikare pereyan jê re bişîne û ji bo vê serî li îdareya girtîgehê û Wezareta Dadê daye, lê belê serlêdana wê nehatiye bersivandin. 
 
*Dîcle Bozan, diyar kiriye ku îdareya girtîgehê nahêle goreya protezê bikire û lewma ji ber vê di warê bikaranîan protezê de zehmtiyê dikişîne. 
 
BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN LI GIRTÎGEHA TÎPA E
 
*Girtî diyar kir ku fitqoyî ye, lê belê dermanên wî nadin. 
 
*Hatiye diyarkirin ku xwarin birûn û nebaş in û hema bibêje xwarinên bigoşt qet nayê dayîn û şîva duh tenê birinc û cacik bûye. 
 
*Hatiye diyarkirin ku ava germe heftê 2-3 saetan tê berdan û ev av têra qawîşeke 15 kesî nake. 
 
*Hatiye diyarkirin ku ji ber pandemiyê aktîvîteyên wan ên hobî û werzîşê hatine sekinandin." 
 
TESPÎT Û PÊŞNIYARΠ
 
Di beşa "tespît û pêşniyaran" a raporê de ev tişt hatine gotin: 
 
“*Di dema hevdîtinan de hatiye tespîtkirin ku girtî zehmetiyê dikişînin û çûna revîrê û sewqên ji bo nexweşxaneyê bi derengî tên xistin. 
 
*Ava germ, amûrên paqijiyê, zexîre, derman, rojname, kovar û amûrên din demildest divên bên peydakirin. 
 
*Divê pirsgirêkên girtîgehan ji saziyên neteweyî û navneteweyî re bên ragihandin. 
 
*Divê bi kesê berpirs û saziya berpirs re hevdîtin bê kirin. 
 
*Ji bo ev pirsgirêk bi raya giştî re bên parvekirin divê daxuyanî bê dayîn." 

Sernavên din

17/12/2020
09:05 Qeyûm tiştên ku nekiriye jî wekî ku kiribe nîşan dide
09:05 Girtiyê nexweş êdî hevjîna xwe û zarokên xwe nas nake
09:05 Hevserokê SES'ê: Piştî daxuyaniya RTC'ê rewşa şewbê jî aşkere bû
09:04 Baskin Oran: Gotina reformê ji ber bê çaretiyê ye
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2020'AN
16/12/2020
20:10 Hejmara miriyan bû 17 hezar û 121
16:25 Kesên li ber HDP’ê tên sekinandin hewl dan êrişî rojnamevanan bikin
16:07 Dev Turîzm-Îş: 10 milyon kes kêmî heqê herî kêm dixebitin
15:44 Gergerlîoglû: Divê lêgerîna tazî û îşkence were qedexekirin
15:43 Li ser Youtubeyê perwerdeya kurdî dest pê kir
14:59 HDP'ê ji bo rê li pêş mirinê bigirin pêşniyara 28 rojan derneketine bi ewle kir
14:28 Çalakiya karkerên Fabrîkeya Ekmekçîoglû tê astengkirin
14:23 ÎHD û OHD: Rewşa Tûran giran e bila were berdan
13:48 Dozgeriyê 4 fezlekeyên din şandin meclîsê
13:23 Aktîvîsta TJA’yê Fîgen Ektî hat tehliyekirin
12:49 Dadgehê cezayê bijîşk Isi yê hevjîna xwe kuşt erê kir
12:48 Ozturk: Tecrîda li Îmraliyê li tevahiya Rojhilata Navîn belav bûye
12:22 Li Antalyayê mêrekî jinek qetil kir
12:19 Ji KNK'ê banga lezgîn a diyalogê
12:16 Hat angaştkirin ku li Sakaryayê zarokekî karker întihar kiriye
11:33 Li Amedê dolmîş qelibî 7 kes birîndar bûn
11:26 Li Girtîgeha Bafrayê 2 girtî ketin greva birçîbûnê
10:58 Dayikên Aştiyê: Em nebin yek em ê herin yek bi yek
10:43 Girtiyê 60 salî bi koronayê ket
10:17 Polîsan li Edeneyê welatiyek binçav kir
10:16 Çalakiya greva birçîbûnê ket roja 20’an
09:24 'Wê jin xwe biparêzin'
09:23 Li girtîgehên Xarpêtê binpêkirinên mafan zêde bûne
09:22 Di diyarkirina meaşê kêm de karker nayên temsîlkirin
09:21 'Çawa yê xwe zem dikin bila yê me jî wiha zem bikin'
09:21 Kûçikên ku qeyûm ew biribûn çopgehê dimirin
09:20 Şingalî: Pêdiviya şingaliyan bi hikûmeta Iraqê û PDK'ê tuneye
09:19 Heqareta li parlamenterê HDP’ê hêjayî şopandinê nedîtin!
09:18 Ev cara 3’yemîn e dikevin greva birçîbûnê: Tecrîd dijminê aştiyê ye
09:18 Goristana Bêkesan a Colemêrgê di bin xetereya hezazê de ye
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2020'AN
15/12/2020
20:17 Îro 235 kes ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
15:24 Dozger belavkirina rojnameyê û nûçe sûc dît
15:11 Endama meclîsa şaredariyê ya berê hat binçavkirin
14:47 Berdevkê AKP’ê bertek nîşanî CAATSA da
14:30 Polisan Hevserokê HDP’ê yê Bêrecûkê binçav kirin
14:30 Di Girtîgeha Duzceyê de nexweşên koronayê zêde bûn
14:27 Di doza Redhackê de mutalaa hat xwestin
13:52 Dozên Ozgur Gundemê hatin taloqkirin
13:43 Dayika Aştiyê Garîp Erînçê jiyana xwe ji dest da
13:31 Ji ber taloqbûna danişînê malbatên qurbaniya Komkujiya Enqereyê bertek nîşan dan
13:14 Li ser berteka HDP’ê, Çavûşoglû neçar ma ku DAIŞ’ê şermezar bike
13:13 Leyla Guven: Şerê navxweyî qebûl nekin
13:04 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:04 Sûriyê li NY’yê giliya Tirkiyê kir
12:54 HDP: Kesên ji ber şewbê mirin derdora 70-80’î hezariye
12:22 HDP li RTUK’ê giliya ATV’ê kir
12:16 ‘Wezaret dixwaze bi vê raporê fihêlên qeyûman veşêre’
12:15 Greva birçîbûnê di roja 19’emîn de ye: Divê daxwaz bên qebûlkirin
11:59 Doza Hrant Dînk taloq bû
11:39 Çavûşoglû: Hilbijartin çêbibe jî wê desthilat ji we re neyê dayîn
11:22 Mazlûm Ebdî êrişa PDK’ê şermezar kir
10:19 Ji Bulbul bo Soylû: Dewama zîhniyeta JÎTEM, Esat Oktay, Yeşîl û Mehmet Agar e
09:14 16 meh e cenaze nedane malbatê: Tenê destekê wî jî mabe, em dixwazin
09:14 Polîs li midûriyetê heqaret li parêzer kir û hewl da lêbixe
09:13 ‘Em ê nehêlin çapemenî bibe berdevkê bilêvkirina nêrza'
09:12 Jinên ku dibêjin 'bila xew li we biherime': Aşkerekirin heq e
09:12 Ji ber tevlîbûna meş û civînan 7 sal ceza lê birîn
09:10 Pitika 110 rojî ji ber şewba Kovîd-19'ê mir: Ji mirovên zanyar veşartin
09:10 Pirtûka ‘Korona Gunlerînde Mahpûslûk’ hat çapkirin
09:09 'Bajarê ku mafên mirovan lê tune ye: Wan
09:08 Di 4 mehan de 2 caran derp kirin û kirin hucreyê
09:08 Greva birçîbûnê di roja 19'emîn de ye: Banga ‘dengê hevpar’ li muxalefetê hat kirin
09:07 Kiliçaslanê girtî: Armanca greva birçîbûnê azadiya Ocalan e
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2020'AN
08:52 Li Wanê bi pileya 4.7 erd hejiya
14/12/2020
20:45 229 kesên din jî ji ber şewbê Covîd-19'ê mirin
16:59 Erdal Eren li ser gora wî bi bîr anîn
15:50 HDP’ê ji bo kongreyê bang kir
15:14 Guven: Çawa Demîrel û Çîller çûn, ew ê jî biçin
15:09 Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Tûran rakirin nexweşxaneyê
14:56 Ji ber rabûna ava behrê 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan
14:44 Li Êlihê zilamek êrişî jineke ducanî kir
14:41 Derbarê 26 siyasetmedaran de biryara dewama girtinê hat dayîn
14:35 Bavê Aydenîz hat definkirin
14:29 Li Sûrê hilweşîn didome
13:57 Ji bo aktîvîsta TJA’yê Şîmşek ceza hat xwestin
13:36 Di nav salê de ji ber nûçeyên têkildarî pandemiyê 130 rojnameger hatin girtin
13:31 Ji HDP’ê bo salvegera qedexeyan daxuyanî: Gelê kurd li ser piyan e
13:16 Di şerê li ser erd de 4 kes birîndar bûn
13:10 Di êrîşên hewayî yên 2 salan de 20 sivîlan jiyana xwe ji dest da
12:32 9 sal ceza li Hevşaredara Karazê hat birîn
12:08 Bavê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîzê jiyana xwe ji dest da
12:07 Cenazeyê Erbaş radestî malbata wî hat kirin
10:56 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Wê xewa tacîzkeran bireve
10:50 Vaye çekdarên bipere ku Tirkiyê wan şandiye Lîbya û Qerebaxê
10:08 Li Êlihê polisan tundî li berhevkarê kaxizan kir
09:04 'Em ê rê nedin asayîkirina tecawizê’
09:04 Dede: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê tecrîd rabe
09:04 11 sal cezayê li polîsê faîlê 4 kesan hat birîn, ‘li gorî hiqûqê’ hat dîtin
09:04 Mecîd: Li Başûr qeyrana siyasî û aborî heye
09:04 ‘Mûçeya kêmane ne tu mûçeye ku mirov pê debara xwe bike’
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2020'AN
13/12/2020
19:35 218 kesan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan
17:50 'Gel bila xwedî li daxwazên me derkevin'