Dek û dolabên Midûriyeta Polîsan: Pêşî binçav kirin, dû re biryar girtin

  • rojane
  • 09:11 18 Kanûn 2020
  • |
img

AMED - Kesên li ber avahiya HDP'ê ya Amedê tên sekinandin, bi awayekî devkî û fizîkî êrîş biribûn ser HDP'iyan. Her sê HDP'î bi hinceta ku giliyê wan hatiye kirin hatibûn binçavkirin. Lê belê piştî ku polîsan wan bir midûriyetê, 6 saet şûn de derbarê wan de biryara binçavkirinê hat dayîn. 

 
Êrîş û hewaretên kesên ku bi telîmata Wezareta Karên Navxweyî li ber avahiya HDP'ê ya Amedê hatine rûniştandin didomin. Di 10' Kanûnê de ev kesên ku bi îdiaya zarokên wan hatine revandin li ber avahiya partiyê hatine rûniştandin, bi awayekî fizîkî û devjî êrîş biribûn ser şêwirmendê Parlementera HDP'ê ya Amedê semra Guzel Kenan Canpolat, Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Kezban Kûday û endama partiyê Afîfe Kartalê. Piştî êrîşê giliyê wan hat kirin û her sê HDP'î hatin binçavkirin. 
 
Canpolat, Kûday û Kartalê bi tawanbariya heqaretê birin Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Polîsan a Amedê. Di dema îfadeyê de derbarê çalakiyên ku tevlê bûne pirs ji wan hatin kirin. Hat hînbûn ku piştî 6 saetên li midûriyeta polîsan hîn nû derbarê her sê HDP'iyan de bryara binçavkirinê hatiye dayîn. A din a rojê her sê HDP'î hatin berdan. 
 
ÇALAKIYÊN HDP'Ê 
 
Kezban Kûday, destnîşan kir ku roja bûyerê heqaret li wan hatiye kirin û wan tenê ji wan kesan re gotiye "bi terbiye bin". Kûday, diyar kir ku heqaret nekirine û got: "Jixwe şêwaza partiya me her tiştî nîşan dide. Hem helwesta min hem jş ya hevalên min bi vî awayî bû." 
 
Kûday, bilêv kir ku tişta ku qewimiye tiştekî edlî bûye, lê belê cardin wan birine TEM'ê û ji ber ku endama meclîsa ciwana ye, di lêpirsîna li TEM'ê de çalakiyên ku tevlî wan bûye jê hatiye pirsîn û polîsan xwestiye çalakiyên wan wekî çalakiyên îllegal nîşan bidin. 
 
Kûday, destnîşan kir ku kesên li ber avahiya partyê hatine rûniştandin, ji aliyê polîsan ve tên bikaranîn. Her wiha Kûday, diyar kir ku li midûriyeta polîsan pirsên wekî "Tu ji bo çi li van dera yî? Tu ji ku derê yî, tu çima hatiyî?" jê hatine pirsîn. 
 
HEM HEQARET HEM JÎ BINÇAVKIRIN 
 
Afîfe Kartal jî anî ziman ku gava diçû hundirê avahiya partiyê, heqaret lê hatiye kirin û got: "Keça min a biçûk li cem min bû. Gava sixêf kirin, min çarika serê xwe nîşan da û ji wan re got, 'Dêya we jî heye, keça we jî heye û zarokên we jî hene, ma hûn fedî nakin?' Gava ji avahiyê derketim polîsan dora min girt. Paşê bi hinceta giliyê min hatiye kirin, ez binçav kirim. Min jî li midûriyeta polîsan giliyê wan kir." 
 
Kartal, bilêv kir ku li emniyetê merasîmên cenazeyên ên tevli wan bûye û grevên birçîbûnê jê hatine pirsîn. 
 
LI EMNIYETÊ BIRYARA BINÇAVKIRINÊ HAT GIRTIN 
 
Şêwirmend Kenan Canpolat jî anî ziman ku derbarê wan de tu biryara binçavkirinê tune bû, lê belê dîsa jî hatine binçavkirin û piştî hatine binçavkirin 6 saet şûnde biryara binçavkirinê hatiye girtin. Canpolat got: "Parêzerê min hat, prsî bê biryara binçavkirinê û îfadeyê heye yan ne. Paşê em hîn bûn ku em bi kirineke kêfî re rû bi rû mane. POlîsan got, 'Bisekinin em hewl didin biryara binçavkirinê bigirin.' Piştî biryara binçavkirinê hat, em şevekê di hucreyê de man. A din a rojê jî em bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan. Derbarê vê bûyerê de tenê pirsek ji me kirin. Lê belê civîn û çalakiyên ez tevli wan bûme jî ji min pirsîn."
 
Canpolat, anî ziman ku a hatiye kirin polîtîkaya tepisandinê ye. 
 
 

Sernavên din

19/12/2020
20:17 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyên Covîd-19'ê bi ser 2 milyona ket
16:43 Li Edeneyê welatiyek hat girtin
16:13 Li ‘Komkujiya Gurgumê’ komkujiyên din zêde kirin
15:44 Di ‘Rûniştina F’ de, Komkujiya 19’ê Kanûnê hat şermezarkirin
15:39 Kesên di Komkujiya 19’ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
15:11 Ciwanan ji bo piştevaniya greva birçîbûnê pankart daliqandin
15:08 Nûçegihana me Zeynep Dûrgût bi parêzera xwe re hevdîtin pêk anî
14:58 Tedawiya girtiyê nexweş Yildirim nayê kirin
14:10 26 salin agahî ji Ahmet Bîçîmlî yê ku Hizbûllahê revand nayê girtin
14:03 Dayikên Şemiyê: Destê dewletê ketiye xwîna kurdan
13:59 Polîsan li Êlîhê welatiyek binçav kirin
13:16 Ji bo 10 girtiyên nexweş banga lezgîn a berdanê hat kirin
11:25 Di teqîna li nexweşxaneyê de 8 kes mirin
11:17 Ji bo emelîyata ku nexweşiya wê biqedîne li benda alîkariyê ye
11:01 Ji ber ku lêgerîna tazî red kir, hat derpkirin
10:42 HDP’ê derheqê ATV’ê de cara duyemîn serî li RTUK’ê da
10:37 Li Amedê mij bandora xwe didomîne
10:13 Li Girtîgeha Rihayê pêketî zêde bûne û test nayên kirin
10:12 Li dijî Şaredariya CHP’ê ‘operasyona bertîlê’
09:21 Di doza Girtîgeha Bayrampaşayê de xetereya bêcezatiyê
09:20 Ji ber komira nebaş nikarin bêhnê bistînin
09:20 Di malbatê de kes nemaye ku ceza li wan nehatiye birîn!
09:16 Karkeran bang: Em nikarin debara xwe bikin
09:14 Qeyûm ji îhaleya bi 15 milyona TL'yî 30 milyon TL çirpandiye
09:12 Unsal: Kurd êdî bêstatubûnê qebûl nakin
09:10 'Dixwazin bi tecrîdê heyfa Rojava ji me bistînin'
09:03 Ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê bang li Wezîrê Dadê kir
09:01 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2020'AN
18/12/2020
21:00 246 kes mirin, 26 hezar û 410 kes jî pê ketin
20:57 Nûçehgihana me Dûrgût birin Wanê
16:42 Cezayê hefsa malê dan Hevserokê Navçeyê yê HDP’ê
16:41 Walîtiya Sêrtê ji bo 15 rojan çalakiyan qedexe kir
16:24 TUHAY-DER’ê ji bo grevên birçîbûnê serdana partiyên siyasî kir
16:22 HDP’ê Komkujiya Gurgumê li Meclîsê bi bîr anî
15:57 Rêxistina Efûyê ji bo Siddik Meşe bang kir
15:44 Leyla Guven: Em ê tu carî nedin jibîr kirin
15:42 Di erdheja Sêrtê de 52 jê giran 737 avahî xesar dîtine
15:23 Endama Dîwana KCD’ê Jiyan Taş hat berdan
15:23 Koalîsyona Jinan a Rojnamegeran ji bo nûçegihana me Dûrgût bang kir
15:19 Parastvanên Maf: Doza Komkujiya 19’ê Kanûnê 20 sal in bi dawî nabe
15:01 Di hevdîtinên budçeyê de herî zêde parlamenterên jin ên HDP’î axivîn
14:44 Polîsan di mudaxileya daxuyaniya greva birçîbûn de, gelek kes binçav kirin
14:43 KESK: Ev budçe ne ya me ye
14:11 Platforma Jinan a Antalyayê: Piştgirî da Altin a rastî tundiyê hatibû
13:34 MÎT’ê siyasetmedarên ewropayî jî kiriye hedef
13:18 BES: Bergiriyên pêwîst bigirin, em naxwazin bimirin
13:03 HDP’ê Cejna Êzî ya civata êzidî pîroz kir
13:00 Dadgehê 10 sal û 7 meh ceza li Hevseroka berê ya MEYA-DER’ê birî
11:47 Li Girtîgeha Konyayê 5 girtî beşdarî grevê bûn
11:36 Li 5 bajaran operasyona li dijî Eniya Gel
11:23 Ketina Îçkaleya Amedê hat qedexekirin
11:16 Li Eyn Îsayê şerekî dijwar rû dide
11:15 Rojnameger Dûrgût a di bin çavan de wê bibin Wanê
10:43 Emîne Şenyaşar: Kê zarokên min kuşt?
10:42 Kêm jî be qezenca wan di berîka wan de dimîne
10:03 4 girtî hatin sewqkirin
09:55 Greva birçîbûnê di roja 22'yemîn de ye: Li Rihayê 9 girtî tevlî bûn
09:29 Li 17 bajaran rapirsî: Pirsgirêka herî bingehîn pirsgirêka kurd e
09:24 Ozen: Qirkirina Mereşê îro jî berdewam dike
09:22 Ozturk: Em yekîtiya neteweyî pêk bînin, tifaqa xwe çêbikin
09:21 Jiyan li gundên Colemêrgê: Şertê îkametgahê, destûra ji bo nexweşxaneyê, kotaya ji bo erzaq
09:19 ‘Armanc, em pêşî li ber bişaftinê bigirin'
09:16 Şahida komkujiya 19'ê Kanûnê: Armanc civakê hepsî hcureyan bikirana
09:14 'Wesayîta qeyûm bi pereyê bertîlê hat stendin'
09:13 Arslan: Meaşê jiyaneke mirovane sînorê xizaniyê ye
09:11 Dek û dolabên Midûriyeta Polîsan: Pêşî binçav kirin, dû re biryar girtin
09:09 ‘Mahmût Baksî ji bo nifşê nû hêvî bû'
09:08 Bazara Heywanan a Agiriyê di nava heriyê de ma
09:05 Dayika Girtî: Ew li hundir em jî wê li derve li berxwe bidin
09:02 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2020'AN
17/12/2020
19:26 243 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:57 4 rojnamevan hatin binçavkirin
16:41 Partiyên Saadet û Pêşerojê bertek nîşanî gotinên Bahçelî dan
16:26 Leyla Guven: Dem dema yekitiya neteweya kurd e
16:10 Ferdên malbata Şenyaşar bi şertê kontrola edlî hatin berdan
16:08 Rêxistinên ciwanan çûn seredana karkerên Sînboyê
16:07 HDP'ê têkildarî budçeyê gel agahdar kir
16:05 Gergerlîoglu: Hatin û mirovan tazî dikin
16:04 Beştaş: Rûniştina li pêş HDP'ê serbest e, lê li pêş AKP'ê qedexe ye!
15:28 Di doza Ayten Adiguzel de biryar nehat dayîn
15:26 Haber Sen: Sirgûnanan rawestînin
15:14 Komîsyona ÎHD’ê ya jinan: Tekane sûcdarê tacîzê tacîzkare
14:38 Dozger 4 girtiyên ku daxwazname şandin ceza kir
14:00 Ji gelê Şirnexê coşa yekitiya neteweyî
13:49 Serokwezîrê Iraqê Kazimî gihîşt Enqereyê
13:22 Serokkomarê Fransayê Macron bi koronayê ket
13:17 YPG: Hêzên me bi tu awayî êrişî baregehên pêşmergeyan nekirine
13:01 Di doza Hrant Dînk de parêzeran parastin nekir
12:57 Daxwazên rojnameger Karataş ê girtî nayin pêşwazî kirin
11:37 Li Stenbolê jinek hat qetîlkirin
11:23 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:59 Li Amedê mijekî zêde
10:22 Grevên birçîbûnê ket roja 21’an
10:22 Mexdûrên erdhejê: Hikûmetê soz dan lê pêk neanîn
10:21 Mihrîcana Fîlmên Kurd a Hambûrgê dest pê dike
09:59 Dengbêjê nemir: Mihemed Arif Cizrawî
09:12 Nêzî milyonek TL cezayê pandemiyê li HDP'iyan birîn
09:10 Kakşar Oremar: Em bi dengê Çarçira bibin yek
09:10 Guven: Daxwaza bi milyonan kesî bidawîkirina tecrîdê ye
09:05 Malbatên girtiyan: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin