WAN - Li gundê Aydemîr ê girêdayî navçeya Elbakê bi pileya 4.5 erd hejiya
Li Wanê di saetên serê sibê de erd hejiya. Rasathaneya Kandîllî, ragihand ku li gundê Aydemîr ê girêdayî navçeya Elbakê ya Wanê bi pileya 4.5 erd hejiya. Erdheja ku, di kûrahiya 5.8 kîlometre de pêk hat, li navenda bajêr û bajarên derdorê hat hîskirin.