AMED – Li navçeya Sûrê di roja qedexeyê ya dawîn de wêneyek balkêş ê welatiyek ket ber objektîfa me. Welatiyê hejar û bêmal vê sermayê tazî ye û xwe li ber agir germ dike.
Di rojên karantînayê de hin bêtir hejarî û belengaziya welatiyên li kolanan ango li derve dimînin derdikeve holê. Ew welatiyên bêmal û bêcih li naverasta cade û meydanan bêtir li ber çavan dikevin. Di roja dawîn a qedexeya derketina derve ya tevdîra li dijî vîrûsa koronayê (Kovîd-19) de wêneyek balkêş li navçeya Sûrê ya Amedê derket holê.
Di van rojên sar de li serê Kolana Gazî ya Sûrê welatiyek temenê wî di navbera 25-30 salî de li wê naverastê agir kiriye û xwe li berê germ dike. Lê ya balkêş jî ew e ku welatiyê xwe li ber agir germ dike, tenê şalê wî li serê heye û laşê wî yê tazî xwe li ber çavan radixe. Haya wî jê tine ku qedexe heye an jî tine ye.
Wêneyê vî welatiyê hem trajediya feqîriyê û hem jî ya bêxwedîbûnê dide nîşandan. Li gel ku polîsên li derdorê tevdîran digirin jî bêyî li rewşa welatî bipirsin, xemsar nêz dibin. Maşîneya polîsan a zirxî li pişt welatî sekinî ye jî lê dîsa jî li rewşa wî napirsin.
Wêneyê wî welatiyê li ber agir xwe germ dike û nîv tazî ye ketin ber objektîfa me.
MA / Wêne: Bîlal Guldem