SÊRT - Serokatiya Dîwana Muhasebatê di rapora xwe ya derbarê Şaredariya Sêrtê de destnîşan kir ku di muhasebeya şaredariyê de 4 milyon TL kêm dixuyê.
Seroka Dîwana Muhasebetaê rapora xwe ya sala 2019'an a derbarê Şaredariya Sêrtê de aşkere kir. Di raporê de hatiye diyarkirin ku metlûb û deynên bacan kêm hatine nîşandan û destûrên salane dijî qanûnê hatine bikaranîn.
4 MILYON KÊM E
Di raporê de hatiye diyarkirinên ji ber ku metlûbên nehatine tehsîlkirin metlûbên şaredariyê 4 milyon û 6 hezar kêm hatiye qeydkirin. Di raporê de ji bo vê yekê hatiye gotin: "Qeydên hesêbgêriyê yên şaş." Hatiye diyarkirin ku hin metlûbên ku diviyabû bi kartên krediyê bên tehsîlkirin, hin metlûb li ser hesabê bankeyê hatine qeydkirin û ji ber vê 93 hezar TL kêm hatiye nîşandan.
DEYNÊ BACÊ KÊM HATIYE NÎŞANDAN
Her wiha di raporê de hatiye destnîşankirin ku deynên hin bacan kêm hatiye nîşandan û destûrên salane yên biheq ên karkeran li dijî qanûnê hatine bikaranîn.
23 HEZAR ROJ DESTÛRA KARKERAN A NEHATIYE BIKARANÎN HEYE
Di raporê de hatiye destnîşankirin ku heqê wekaleta parêzeran hatiye dayîn, lê belê deynên bac kêm hatine nîşandan û 36 hezar TL nexuyaye. Her wiha di raporê de hatiye diyarkirin ku destûra salene ya karkeran bi awayekî rêk û pêk nehatiye bikaranîn û bi giştî 23 hezar û 306 roj destûra salane ya nhetaiye bikaranîn heye. Di raporê de hatiye tespîtkirin ku maliyeta van destûrên nehatine bikaranîn, 4 milyon û 30 TL ye.
MA / Fethî Balaman