Pasaja Mehmethan a li Sûrê jî wê hilweşandin

  • rojane
  • 10:57 24 Kanûn 2020
  • |
img
AMED – Pasaja Mehmethan a li navçeya Sûrê, tevlî hilweşandina ku 5 sal in di bin navê “cemawerîkirinê” de tê domandin hat kirin. Esnafên ku hat xwestin dikanên wan di pasajê de di nav 15 rojan de bên valakirin, bi bertek in.
 
Pasaja Mehmethan a li taxa Dabanoglû ya navçeya Sûrê ya Amedê, di sala 2017’an de li ser daxwaza xwediyên milk hat cemawerîkirin. Piştre ji aliyê Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê ve tevlî hilweşandina ku 5 sal in di bin navê “cemawerîkirinê” de tê domandin hat kirin û ji esnafên pasajê hat xwestin ku dikanên xwe di nav 15 rojan de vala bikin. Li pasajê 51 jê têje bi giştî 90 dikan hene. Pasaja ku biryara hilweşandina wê hatiye dayîn ji hostayên pîşesaziya hunera desta ku li ber qedandinê ye re malovaniyê dike. Pasaj ji aliyê esnafên Sûka Zêran û Çarşiya Şewitî ve weke depo tê bikaranîn. Ji ber vê yekê sîrkulasyoneke zêde li pasajê heye. Ji ber vê hilweşandinê esnafên pasajê bi bertek in. 
 
‘EM NAXWAZIN BÊN MEXDÛRKIRIN’
 
Ji esnafên pasajı Hasan Aygun, diyar kir ku bêyî ji kirêdaran re bê ragihandin hatiye firotin û piştre jî hatiye cemawerîkirin û wiha got: “Feyda hilweşandinê ji tu kesî re nîne. Wê malbatên esnafan mexdûr bibin û herkes bikeve zorê. Em daxwaz dikin ku dewlet me mexdûr neke.”
 
‘KESÊN RANTÊ DIXWAZIN HILDIWEŞÎNIN’
 
Alî Riza Toptanci ku 30 sal in li pasajê esanfiyê dike jî destnîşan kir ku kesên rantê dixwazin hilweşandinê dikin û ev tişt got: “Lîstikek tê pêşandin. Di encama vê lîstikê de pasaj hat firotin û biryara cemawerkirina wê hat dayîn. Ji ber şertên zivistan û pandemiyê dema hilweşandinê şaş e. Divê hilweşandin bê rawestandin û salek bê taloqkirin.”
 
‘HINCETA HILWEŞANDINÊ TUNEYE’
 
Esnafê bi navê Mesûr Azîzoglû ku li pasajê dermanxanetiyê dike jî got ku tu hinceteke hilweşandinê tuneye û ev tişt anîn ziman: “Derbarê hilweşandinê de me bi rayedaran re hevdîtin kir. Destpêkê ji me re gotin ku li ser daxwaza xwediyên milk îstîmlaq kirine. Piştre gotin ku ji ber ku Xana Borsayê restore bikin wê pasajê jî îstîmlaq bikin. Herî dawî jî gotin, pasaj ne saxlem e.”
 
‘WÊ HUNER TUNE BIBE’ 
 
Şaban Şukruoglû ku 45 sal in hilberandina zilûkan dike jî bi lêv kir ku wê hilweşandina pasajê re hunera wan tune bibe û wiha got: “Wê hunera me ya desta ku me ji bavên xwe hîn kir dê derbasî zarokên me nebe û tune bibe. Bi hilweşandinê re dê gelek hostayên ku bi hunerê re mijûl dibin terka kar bikin. Heke evder bê hilweşandin ez ê jî dev ji kar berdim. Divê dewlet ji me re cihekî bibîne.”
 
DAXWAZA LÊKOLÎNA BIRYARA HILWEŞANDINÊ
 
Esnafê bi  navê Kasim Cînak ku tizbiyan çêdike jî rewşa ku pê re rû bi rû ne weke neheqî nirxand û got ku heke rant têde tunebe pasaj ne ya hilweşandinê ye. Goşkar Mahmût Donem jî da zanîn ku pasaj ji bo ranta mutehîtan tê hilweşandin û derbarê mijarê de ev tişt got: “Bila vê biryara hilweşandinê lêkolîn bikin. Dewlet jî dikare vê avahiyê bi kar bîne. Lewre avahî gelek saxlem e. 7 erdhej çêbibin jî wê hilneweşe. Bila bên rapor bigirin.  Heke pasaj bê hilweşandin ez ê dev ji kar berdim û careke din dest bi kar nekim.”
 
MA / Cahît Ozbek
 

Sernavên din

25/12/2020
20:22 Nûçegihana Jinnewsê Gulîstan Azak hat binçavkirin
19:51 256 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:37 Piştî ku mir, derket holê 15 salan bi nasnameyeke cûda jiyaye
16:26 Girtiyê nexweş li dîjî tecrîdê di grevê de ye
16:10 Serdanên HDP’ê yên li Wanê didomin
15:07 Li Mêrsîn û Hatayê qurbaniyên Komkujiya Mereşê hatin bibîranîn
15:00 23 baroyan daxuyaniya hevpar da: Demîrtaş berdin
14:48 Siyasetmedar Şerafettîn Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
14:38 Hevserokê HDP’a Agiriyê hat berdan
14:34 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê kart û pirtûk şandin girtîgehan
14:31 Bertek nîşanî dirêjkirina Komîsyona OHAL’ê dan
14:26 Cenazeyê kurê xwe dixwaze
14:02 'Her ew guliyên me bibirin ew ê kokên me belav bibin'
13:24 ÎHD: Divê Demîrtaş demildest were berdan
13:18 Fotografek heye Leylayê li Roboskî hêsirên Sevîmê paqij dike…
12:46 Gergerlîoglû giliyê Midurê Polîsan ê Ûşakê kir
12:18 Leşkergeha li Dersimê veguherandin muzeyê: Zîhniyeta komkujiyê didome
12:06 HDP'ê Noel û Cejna Yaldoyê pîroz kir
12:00 Li Edenê 3 welatî hatin girtin
11:43 Partiyên DEVA û Pêşerojê: Biryara DMME mecbûriyeteke qanûnî ye
11:07 Klîba bi kurdî ya salê hat bijartin
10:51 Kedkarên AFAD’ê 20 sal in nikarin mafê xwe yê reha werbigirin
10:41 Beştaş: DMME tomar kir ku îqtîdar fermanê dide darazê
09:21 Di 2020'an de mirov ji hêlîkopterê avêtin û tecawizkar serbest berdan
09:19 'Em bi piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê dikarin rûpeleke nû vekin'
09:12 Îdianameya karesata keştiyê: Li keştiya bêbelge zêdetirî kapasîteyê rêwî hatine siwarkirin
09:12 Li Efrînê kirinên wekî yên DAIŞ'ê ku jinan 'heram' nîşan didin
09:11 Prof. Omeroglû: Em bûne amadekarên merasîmên cenazeyan
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2020'AN
08:41 Dema wezîfeya Komîsyona OHAL’ê salek hat dirêjkirin
24/12/2020
21:05 Hejmara kesên ku ji ber Covîd-19'ê mirin bû 19 hezar û 115
18:53 Halîse Aksoy ku cenazeyê kurê wê bi kargoyê jê re hatibû şandin hat binçavkirin
16:40 Rêberê ESP’ê Ok hat girtin
16:16 Demîrtaş bersiv da dijberên biryara DMME’yê
16:15 Jinan li Silopiya banga yekîtiyê kir: Em nebin yek em ê herin yek bi yek
16:01 Li Êlihê cînayeta kar: Kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn
15:46 Berteka li dijî zextên li ser endamên ciwantiya HDP’ê
15:27 Taş: Guven bi fermana qesrê hat girtin
15:13 Ji rojnamevan Şahîn re 15 sal ceza hat xwestin
14:56 Rêxistinên civakî yên Amedê: Bila teklîfa qanûnê paş de were kişandin
14:46 Zilamê faîlê îstismarê xwe ‘hişê min ne li serê min e’ parast
14:36 Girtiyê nexweş Abdullah Tûran hat berdan
14:26 Gergerlîoglû dê giliyê Midurê Polîsan ê Ûşakê bike
14:01 Doza ‘propagandaya’ di weşana zindî de hat dîtin
14:01 Doza sereke ya Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:50 Hevserokê HDP’a Agiriyê hat binçavkirin
13:43 ‘Doza Parêzeran a KCK’ê hat taloqkirin
13:35 Biryara yekkirina dozên Eren Keskîn hat dayîn
13:34 Berdevka HDP’ê Gunay: Biryara DMME’yê piştrast kir ku siyasetmedar dîlgirtî ne
13:28 Ji Yeneroglû ji bo Soylû: Wezîrê ku ji mewzûata xwe haydar nîne
13:12 Li Colemêrgê rêyên 57 gundan ji ber berfê hatin girtin
13:04 Nobeta Şengaliyan ket roja 23’yan
13:02 Danişîna hevşaredarên girtî hat taloqkirin
12:48 Baroya Sêrtê derbarê biryara Demîrtaş de daxuyanî da
12:35 Li Wanê 3 hezar 251 esker û cerdevan derketin operasyonê
12:32 Ji bo Leyla Guven ji Wezîrê Karên Hundir ê Îngilistanê re name şandin
12:30 Abbas Şahîn ê Egîtîm Senî hat berdan
12:03 Soza ji sedî 25 dan karkeran, bi qeyûm re li ser ji sedî 5'an li hev kirin
11:59 Dozger dê ji bo doza rojnamevan Boltan mutala amade bike
11:50 Doza parlamenter Dundar hat taloqkirin
11:46 Fîncanci: Ji ber şewbê divê rêveberiyên dewletan hemû bên darizandin
11:39 Greva birçîbûnê di roja 28’an de ye: Li Wanê 7 girtî di grevê de ne
11:36 Soylû, ji bo biryara DMME’yê ya Demîrtaş got ‘tu meneya biryarê tuneye’
11:18 Îdianameya rojnamevan Karataş amade bû: Nûçeyên wî sûc hatine dîtin
10:57 Pasaja Mehmethan a li Sûrê jî wê hilweşandin
10:43 Sererastkirina Ajansa Hawîrdorê li Meclîsê hat qebûlkirin
10:03 Parêzerê Leyla Guven: Biryar sosretiya hiqûqê ye
09:11 Esnafê ku kirêya wî 6 hezar TL ye: Em ê bi 500 TL'yî çi bikin û çi nekin?
09:10 Îdareya girtîgehê ji bo faksa ku tê de behsa binpêkirina mafan hatiye kirin got 'xetere ye'
09:10 Ajovanên dolmîşan: Gava îqtidar be her tişt heye, lê ji bo gel tu tişt tune ye
09:09 'Bêdengkirina rêxistinên civaka sivîl, dê darbeyek be li dijî jiyana sivîl'
09:09 Pêşbîniya welatiyan a ji bo budçeyê: Di nikaribe barê 2021'ê hilgire
09:08 Bêyî delîl 5 salan di girtîgehê de man
09:08 2020 bû sala girtina siyasetmedarên Kurd
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2020'AN
23/12/2020
20:03 259 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:57 Polatê HDP’î hat berdan
16:50 341 rêxistinên civakî bertek nîşanî pêşnûmeqanûna qeyûm dan
16:48 TJA’yê ji bo piştevaniyê ji girtiyan re qert şand
16:34 Li Dersimê şahiya Khal hat lidarxistin
16:31 15 sal ceza li endamên Rosayê hat birîn
16:29 Hevşaredarê Kopê hat tehliyekirin
16:15 Parêzerê Demîrtaş: Her kêliya ku neyê berdan sûc e
15:50 Bertekên li dijî girtina Guven mezin dibin: Leyla Guven rûmeta me ye
15:47 Sancar: Biryara DMME’yê ji bo welat şansek mezin e
15:10 ‘Têkoşîna sendîkayî nikare were darizandin’
14:27 Erdogan: DMME nikare li şûna dadgehên me biryar bide
14:18 'Rakirina tecrîdê wê rê li ber aştî û çareseriyê veke’
13:53 TJA: Em biryara girtina Leyla Guven nas nakin
13:41 Bûldan ji bo biryara Demîrtaş got: Efendîno ev biryar we eleqedar dike
13:40 Hem perê wî dizîn hem jî gefa kuştinê lê dixwin
13:18 Ji ber berfê rêyên 821 gundan hatin girtin
12:03 27 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Can Dundar hat birîn
12:02 Xelef: Ji destê Tirkiyê were wê erdnîgariya ereb hemû dagir bike
11:44 OHD: Daraz biryarê nade radigihîne
11:43 Ji eskerê ku strana kurdî got re lêpirsîn dan destpêkirin
11:18 Zarokên wan ê ku gotin ‘hatine revandin’ di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest dan
11:02 Danîşana Roboskî dîsa hat taloq kirin
10:45 Di pandemiyê de xwesteka ji bo hînbûna kurdî zêde bûye
10:36 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan