RIHA – Li Rihayê di navbera 2 malbatan de şerekî çekdarî derket û 5 kes di şer de jiyana xwe dest dan.
Li mezreya Remzîkoy ê gundê Quzlûg ê navçeya Karakopru ya Rihayê, di navbera 2 malbatan de şerekî çekdarî derket. Di şer de yek jê jin bi giştî 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn. Komên tenduristiyê piştî buyerê ku hatin cihê bûyerê birîndaran bi ambulansa rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mehmet Akîf Ersoy a Rihayê.
Hat hînbûn ku şer ji ber nelihevkirin erd derketiye.