NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan bi armanca rakirina tecrîdê û dawîanîna binpêkirina mafê mirovan hatiye destpêkirin koma 7’an dewr girt û di roja 31’emîn de didome.
Li girtîgehên bajarên bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyê girtiyan bi armanca rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgeha bi dawî bibin di 27’ê mijdarê dest dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger kiribûn. Koma 7’an çalakiyê dewr girt û di roja 31’emîn de berdewam dike. Girtiyan bi rêya malbat û parêzerên xwe bang li raya giştî dikin ku heta ku tecrîd neyê rakirin wê bi biryardarî çalakiya xwe berdewam bikin.