STENBOL – Li Girtîgeha Tarsûsê Jimara 1’an girtiyên bi navê Abdullah Aslan û Enver Ozavci koma 7’an a greva birçîbûnê dewr girtin.
Li girtîgehên bajarên bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyê girtiyan bi armanca rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgeha bi dawî bibin di 27’ê mijdarê dest dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger kiribûn. Çalakî di roja 31’yemîn de bi koma 7’an berdewam dike.
Li Girtîgeha Tarsûsê ya Tîpa T a Jimara 1’an girtî Îdrîs Degîrmencî bi telefonê li xwişka xwe Kezban Degîrmencî geriya û jê re ragihandiye ku girtî Abdullah Aslan û Enver Ozavci çalakiya greva birçîbûnê ya ku Gokhan Çetîn û Erkan Taşkan ê koma 6’an birêve birin dewr girtine û dê Aslan û Ozavci koma 7’an bidomînin.