Bûldan: Heke li qatil û terorîstan digerin bila bizivirin û li Roboskî binêrin

  • rojane
  • 15:36 28 Kanûn 2020
  • |
img

ŞIRNEX – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku Komkujiya Roboskî li korîdorên tarî yên Enqereyê daliqandî sekinîne û got: “Heke li vî welatî li qatil û terorîstan digerin, bila bizivirin û li yên Komkujiya Roboskî pêk anîne binêrin.” 

 
Qurbaniyên Komkujiya Roboskî 19 jê zarok 34 welatiyên bi balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li bejahiya Gundê Roboskî ya bi ser navçeya Qilabana Şirnexê ve di 28’ê Kanûna 2011’an de hatibûn qetilkirin li ser gorên xwe ango li Goristana Roboskî hatin bibîranîn. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlamenterên HDP’ê Ebrû Gunay, Sezaî Temellî, Nûran Îmîr, Huseyin Kaçmaz, Hasan Ozguneş, Kemal Bulbul, Alîcan Onlu, Tayîp Temel û Feleknas Ûca, malbatên qûrbaniyên Roboskî û gelek kesên ji bajarên derdorê çûn beşdarî bîranînê bûn. 
 
Zekî Tosûn ê kurê wî Mehmet Alî Tosûn di komkujiyê de hatibû qetilkirin axivî û destnîşan kir ku ew daxwaza xwe ya edaletê dubare dikin û wê vê êşa mezin qet ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. 
 
BÛLDAN: SÛCÊ MIROVAHIYÊ TÊ KIRIN 
 
Pişt re Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan axivî û bi bîr xist ku 9 sal bi ser komkujiyê re derbas bûye û got: “Komkujiya Roboskî êşek bêdawî û bêtarîf e. Helbet ne qezayek e. Ev komkujiyek eşkere ye. Dewlet û hikumetê bi zanebûn û bi xwestek bombeyan bi ser gelê Roboskî de barand. Ev komkujî eşkereyî hat kirin. Vê dîrokî bi salane şahidiya van êşan kiriye. Ev çiya, ev kevir û însanên li vir dijîn hafizeya pêvajoya êşên li vir in. Roboskî bîra sûcê li dijî kurdan hatiye kirinê ye. Li ser vê axê gor tên xerakirin û sûcê mirovahiyê tê kirin. Qet û qet wê ev komkujî neyê jibîrkirin û helbet wê rojek hesabê wê were pirsîn.” 
 
‘BÊHIQÛQÎ LI KURDAN TÊ KIRIN’ 
 
Bûldan anî ziman ku komkujiyên bi vî rengî gelek li Kurdistanê hatin kirin û wiha got: “Komkujiya Roboskî ji komkujiyên Mereş, Dersim, Zîlan û yên din ne cudatir e. Komkujiyên li Sûr û Cizîrê ji van komkujiyan ne cudatir in. Lê tişta ku herî zêde me dide kuştinê, bêhiqûqiya li dijî kurdan e. Vaye tişta ku herî zêde me diêşîne û xemgîn dike jî ev dijminatiya li hember Kurdan e. Li kîjan devera dinyayê be heke welatî bi bombeyên dewletê werin kuştin dê rayedar îstîfa bikin. Dev ji îstîfayê berdin lê li welatê me ev komkujî tê parastin. Kujer tên parastin. Kujer nehatin darizandin û cezakirin.” 
 
LI GEL KU HER TIŞT TÊ ZANÎN JÎ… 
 
Bûldan destnîşan kir ku Komkujiya Roboskî bi biryara Desteya Ewlehiya Millî (MGK) hatiye kirin û wiha got: “Tevî ku her tişt dihat zanîn jî tu hesab nehat pirsîn. Tê zanîn ku kê vê komkujiyê pêk aniye. Ev jî nîşaneya dijminatiya kurdan e.” 
 
KÊMASIYÊN HIQÛQΠ
 
Bûldan anî ziman ku Roboskî komkujiya herî bi êş a dîroka nêz e û wiha domand: “Ez dixwazim bêjim heta ev mesele were çarserkirin û pêvajoya hiqûqû û siyasî bigihîje zelaliyê çi ji destê me were em ê bikin. Di wê serdemê de hin kêmasî qewimîne. Malbatên Roboskî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dane lê belê ji ber ku Baroya Şirnexê evraqên kêm dabû, AYM’ê vê dosyeyê ji ber evraqên kêm qebûl nekiriye. Ji ber rêyên hiqûqî yên li Tirkiyê qediyan, malbatan serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. DMME’ê bi hêceta ku rêyên hiqûqa navxweyî neqediyaye dozê qebûl nekir. Di vî warî de kêmasiyên evraqan ên Baroya Şirnexê hene. Ji bo yên van kêmasiyan kirine derkevin holê, berpirsiyartiyek dîrokî ye. Helbet yê me wek HDP’ê jî di warê hiqûqî de hin kêmasî çêbûne. Pêvajoya şopandin û kontrolê baş pêk neaniye. Me pêvajoya hiqûqê baş neşopandiye. Ev jî kêmasiyek me ya mezin e.” 
 
‘HELBET WÊ EV DEWRAN BIQEDE’
 
Bûldan destnîşan kir ku tevî hemû tiştên qewimîne jî ev pêvajo didome û wiha got: “Divê neyê wê maneyê ku her tişt qediyaye. Wê ev dewran biqede. Hlebet AKP wê biçe. Piştî çûyîna AKP’ê hikumetên nû wê desv ji vê mijarê bernede. Em jî wek HDP’ê soz didin ku di warê siyasî û hiqûqî de her tiştî bikin û têkoşînê birêve bibin.” 
 
BIRYARA BO DEMÎRTAŞ 
 
Bûldan bal kişand ser biryara DMME’yê ya ji bo Selahattîn Demîrtaş daye û biryara DMME’yê ya ji bo Demîrtaş daye nîşaneya hemû bêhiqûqî û dijmintiya gelê kurd nîşan dide. 
 
‘KOMKUJÎ LI KORÎDORÊN TARÎ DALIQANDÎ YE’ 
 
Bûldan bang li îqtîdarê kir û got: “Hûn neçarin vê rûpelê dîsa ji nûve vekin. We gotibû ‘Wê ev komkujî di korîdarên tarî yên Enqereyê de nemîne.’ Lê belê ev bûyer hêj di korîdorên tarî yên Enqereyê de tê veşartin. Lê pêwîste ev komkujî demildest ji wan korîdorên tarî were derxistin û bigihîje zelaliyê û kujer û berpirsiyar werin cezakirin. Dîsa dixwazim bêjim ‘we gotibû wê ev li korîdorê tarî neyê windakirin.’ Lê belê ev hêj di korîdorên tarî yên Enqereyê de daliqandî tê sekinandin.”
 
'BILA BIZIVIRIN Û LI BOBOSKÎ BINÊRIN’ 
 
Buldan herî dawî wiha got: “Yên ku her roj li van malbatan zilmê dikin û kujer nayên cezakirin, lê belê malbat û ferdên malbatan ên wek Ferhat Encu, Velî Encu tên cezakirin. Niha Velî Encu di zîndanê de ye. Yên ku li malbatan zilmê dikin û ceza li wan dibirin bila baş bizanibin, heke li vî welatî li qatil û terorîstan digerin, bila bizivirin û li yên Komkujiya Roboskî pêk anîne binêrin. Ji ber vê yekê em ê wek HDP’ê li cem malbatê xwe yê bil bi êş û kul bin. Helbet wê rojek berpirsiyar û kuer werin darizandin û cezakirin. Bila gumana tu kesî tune be.” 
 

Sernavên din

01/01/2021
09:08 Parêzera Yuksekdagê: Divê biryara DMME'yê pêk bînin
09:05 'Leyla li hundir, em ê jî li derve bibin dengê jinan'
09:04 Hestiyên kurê xwe dixwaze
09:03 Peyama sala nû ya jinan: Wekhevî, azadî û jiyaneke nû
09:02 Şêniyên Geverê: Çima vê zilmê li me dikin?
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2021'AN
07:59 Eskeran li Rûbarokê ciwanek birîndar kir
31/12/2020
19:47 239 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:03 Cenazeyê Aylîn Sozer hat veşartin
15:26 Başaran: Em ê di sala 2021'an de jî, li qadan bin
15:20 Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin
15:16 Di roja dawî ya salê de ji bo jinên hatin kuştin derketin kolanan
15:12 Rêxistinên Ciwanan: Em ji gef û tacîzan natirsin
14:46 Malbata Akman ê hat cezakirin dest bi greva birçîbûnê kir
14:40 Ji MEBYA-DER’ê rapora 2020’an: Gor rûxandin, cenaze nedan
13:48 Xebatkarên tenduristiyê hempîşeya xwe bibîr anîn
13:39 Ji Hevserokên HDP'ê peyama sersalê
12:39 Komîsyona OHAL’ê 99 hezar serlêdan red kirin
12:20 Parêzer û malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:11 Sînema wê heta 1’ê Adarê girtî bin
12:06 ‘Jin wê di 2021’an de piştevaniyê mezintir bikin’
11:24 Parêzer Ozen: Ewil biryara DMME’yê belav kirin, dûre Guven ceza kirin
11:12 Gundî: AKP dewletê dide pişt xwe û li dijî gundiyan biryaran digire
10:39 HDP’ê ji girtiyan re qertên sersalê şand
10:03 Ji jinên girtî nameya binpêkirinan: Mafên me ji me girtin e
09:44 Xelîl: Ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî têbikoşin
09:25 Greva birçîbûnê di roja 35'emîn de dewam dike
09:13 Sancar: Ocalan mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd e
09:12 Tekane hêviya wan vekirina deriyê sînor e
09:12 'Modela qeyûm veguheriye awayekî rêvebirinê'
09:11 Li welat qirkirina cinsî heye: AKP berpirsiyare
09:11 Tevgera Deyndarên KYK'ê: Em li benda betalkirina deynên xwe ne
09:10 ‘Tecrîd çiqas giran bibe, aştî ewqas ji me dûr dibe'
09:09 'Ji bo derziyan divê civak bê serwextkirin'
09:08 Projeya HES’ê ya li ser Geliyê Zorê dê veguhezînin darazê
09:07 Zext, koçberî, îşkence û hesreta du zarokan
09:06 Dê ji bo daxwazên girtiyan komîsyonan ava bikin
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2020'AN
08:15 Robîn Bakir li Edenê hat definkirin
30/12/2020
23:43 Cenazeyê Vedat Ok ê HPG'yî cara dudoyan hat definkirin
20:04 254 kesên din mirin, 15 hezar û 692 kesên din jî pê ketin
16:54 Fîncanci: Em bihêrs in, wiha berdewam nake
16:32 Polisan eriş bir ser çalakiya jinan û 7 jin biçav kirin
16:31 Malbatê piştî çend mehan şûnde cenazeyê zarokên xwe girtin
16:31 Qurbaniyên komkujiyên kanûnê hatin bibîranîn
16:16 Helbestvan Yilmaz Odabaşi hat girtin
15:30 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî girtina Leyla Guven dan
15:29 ‘Tunekirina rêxistinên mafên zarokan nayê qebûlkirin’
15:19 Kedkarên tenduristiyê: Êdî bes e, em dixwazin bijîn û bidin jiyîn
15:09 OHD: Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
14:49 Dag: Heta tecrîd ranebe wê demokrasî neyê welat
13:43 Li Cizîrê kedkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
13:30 Bertekên li dijî qetilkirina 3 jinan: Bi xirabiyên xwe re rûbirû werin
13:29 Ji jinên girtî re kartên sersalê şandin
13:28 Gergerlîoglû giliyê Soylû kir
12:39 MED TUHAD-FED'ê rapora salê ya binpêkirinên mafan ên li girtîgehan eşkere kir
12:27 AYM, daxwaza tazmînatê ya karkerên KHK'î mafdar dît
12:01 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Îdeala jiyana me wê bibe rêbera sedsala bê
10:50 Parêzerê Tûrgût û Şiban: Daxuyanî bandor li lêpirsînê dikin
10:36 Li Erziromê 10 girtî di greva birçîbûnê de ne
10:31 Hunermendan bertek nîşanî ‘Muzeya Tuncelî’ dan: Ev travmayek nû ye
09:20 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 34'emîn de ye
09:03 Şaredariya AKP'î di 21 mehan de: Tenê parke bi cih kirin û hin tenekeyên çopê kirîn
09:03 ‘Cardin mehkûmî birçîbûnê hatin kirin'
09:03 Saetên ceryanê bi dîrekan ve zeliqandin, fatûre du qat zêde tên
09:03 Nerazîbûna ji bo 'qanûna qeyûm': Armanc eciqandina muxalîfan e
09:03 Hunermend: Kurd dê bi yekîtiya neteweyî êrîşan tar û mar bikin
09:03 Kesê 2 meaşan ji şaredariya AKP'ê digire dîsa xwe xist kar
09:03 Endamê Rêveberiya Mexmûrê Ûnver: Helwesta NY’yê ne helwesteke insanî ye
09:00 ROJEVA 30'YÊ KANÛNA 2020'AN
29/12/2020
19:47 253 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:41 Destûr nedan wesiyeta Dayika Aştiyê bi cih bê
17:10 Dayikên Aştiyê: Bi lez Leyla Guven serbest berdin
16:12 Rojnamevan Yilmazoglû nehat berdan
15:53 Heyeta doza 10’ê Cotmehê guherandin
15:45 Li rojnameger Dolan 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birîn
15:21 Ji Canbaza HDP’î ji bo Altûn: Hedê xwe bizanibe
15:15 Li Stenbolê jina hîndekar hat qetilkirin
15:14 Rêxistina HDP'ê kongreya xwe pêk anî
15:14 Rêxistinen demokratik 34 welatiyên li Roboskî hatibûn qetilkirin bi bîr anîn
14:16 Di doza Fendîk de xwesteka girtina polîsê bersûc hat redkirin
14:15 Girtîgeha Sîncanê 2 ciwan tazî kirin
14:03 Li Girtîgeha Karabuk 13 girtî bi koronayê ketin
13:59 Ciwanên HDP’yî name ji girtiyan re şandin
13:35 Onlu ‘Muzeya Tuncelî’ bir rojeva Meclîsê
13:33 Nûnerên partiyan bertek nîşanî mûçeya kêmane dan
13:31 'Bi Leyla Guven çong nedan şikandin'
11:58 Danişîna Ferhat Tûnç hat taloqkirin
11:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 33’yemîn de dewam dike
11:16 ‘Bi biryara DMME’yê divê hemû girtiyên Kobanê bên berdan’
11:10 Li Wanê hemşîriyek ji koronayê mir
11:07 Parêzerê Ocalan serî li dozgeriyê dan
10:48 Malbatan banga xwedîderketina çalakiya grevê kirin
10:37 Hevberdevka HDK’ê Ûgûrlû: Sala 2021’an dê bibe sala têkoşîna giştî
10:33 Temellî: Em ê li Roboskî pêşiya pêvajoya hiqûqî vekin
10:03 Hêzên navdewletî tecrîda Îmraliyê giran kirin û Kurd kirine hedefa xwe
09:03 Bi hinceta ku operasyon asteng kirine polîsan li wan xist
09:03 Şêniyên Geliyê Zorê: Em ê nehêlin HES bê çêkirin
09:03 Karkerên destûra wan hatiye binpêkirin hezar saet zêde hatine şixulandin
09:03 'Bi salan e em dewletê xwedî dikin, lê dewletê nikaribû 2 mehan debara me bike'