Hêzên navdewletî tecrîda Îmraliyê giran kirin û Kurd kirine hedefa xwe

  • rojane
  • 10:03 29 Kanûn 2020
  • |
img

NAVENDA NUÇEYAN - Di sala 2020'an de herî zêre kurd bûn hedefa êrîşan. Hêzên navdewletî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girantir kirin û planên dagirkirin û înkara kurdan berdewam kirin. Kurdan jî li gel şertên pandemiyê li dijî êrîşan li ber xwe dan. 

 
Li cîhanê û Rojhilata Navîn Kurd ên ku xeta paradîgmaya civaka demokratik, ekolojîk û jina azad parastin, her tim bûn hedefa hêzên navdewletî. Kurdên ku her li dijî siyaseta serdest û îqtîdarê tev geriyan û siyaseta demokratîk esas girtin, li dijî wan plan û lîstikên cuda hatin pêşxistin. Bi taybetî her ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo çareseriya demokratîk û siyaseta demokratîk pêşniyarên xwe parve kirin û banga yekîtiya Kurd kir, tecrîdkirina Ocalan jî bêtir girantir bû. Hêzên navdewletî bi destê hikûmeta Tirkiyeyê bêtir şer û tecrîd kûr kir û rê li pêş siyaseta demokratîk girt. 
 
ÊRÎŞÊN LI DIJÎ GIRÊ SPÎ Û SERÊKANIYÊ BERDEWAM KIR
 
Konsepta êrîşa li dijî Kurdan berdewam kir. Piştî bi hevkariya DYA û Rûsya Tirkiye ket Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, bi destê komên çekdar êrîşên li dijî bajarên Kurdan berdewam kirin. Li dijî van êrîşan Rêxistin û partiyên Kurdan her tim ji bo yekîtiya neteweyî têkoşiyan. Li Tirkiyeyê 8 partiyên Kurd di pêvajoya hilbijartinê de "Komxebata Îtîfaqa Kurdistanê" ava kirin û di 18'ê Çile de li Amedê kom bûn û nexşerê diyar kirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî  ENKS'ê li Kobanê buro vekir. Li Stockholmê gelek hunermendên Kurd hatin cem hev û ji bo yekîtiya Neteweya Kurd konser dan. 
 
OCALAN: KURD PÎYÊ SEYEM IN 
 
Di 27'ê Sibatê de Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu aşkere kir ku li îmraliyê şewat derketiye. Parêzerên Buroya  Hiqûqê ya Asrînê bi armanca rewşa muvekkilê xwe fêr bibin serî li Serdozgeriya Bûrsayê dan û dozgeriyê serlêdana parêzeran red kir. Malbatên ku serledana wan hat redkirin carek din serî li rayedaran dan. Piştî serlêdana malbatan hat qebûlkirin vê carê di 2'ê Adarê de çûn Îmraliyê. Malbatan li Îmraliyê bi Ocalan, Veysi Aktaş û Omer Hayri Konar re hevdîtin kirin. Dema Mehmet Ocalan, Abdullah Ocalan ziyaret kir, Ocalan got "Ji bo çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn divê em bi pîvan tevbigerin. Ez ê niha ji we re vê bibêjim. Ger ku li herêmê hûn nebin hêz, binêrin li Tirkiyeyê maseyeke bi du piyan heye. Di nava tevgera we de tevgerên çepgir jî hene. Bi giranî jî kurd hene. Gelên din jî hene. Divê hûn jî bibin piyek. Hûnê li wê bibin hêz. Ger ku maseyke sê pî be nakeve. Maseya dupî pergal çiqas ji bo neketina wê hewl bide jî wê bikeve. Ji ber wê hewldana me Kurd, piyê sêyem in. Ji bo piyê sêyem jî pêk bê mezinbûn divê'. Li gel hevdîtinê li ser saziyên demokratîk şîrove kir. Serok,'Divê kes û kesayet ne ji bo xwe, ji bo sazî û gelên xwe xizmetê bikin." 
 
Kurdan îsal li gel qedexeyên pandemiyê dîsa Newroz, pîroz kir. Lê her malbatê newroz li malên xwe pîroz kir.  Li aliyê din Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî Şaredariyên Êlih, Norşîn, Gêl, Erxenî, Farqîn, Lîce, Xalfelî, Bajaroka Ciwanîka, Îdir, Sêrt, Misirc, Hawêl  û bajaroka Altinavo kir. 
 
BÛYERÊN ZÎNÎ WERTÊ 
 
Operasyonên Tirkiye yên li Herêma Federe a Kurdistanê berdewam kir. Peşmergeyê PDK'ê li herêma Zînî Wertê ya di kontrola YNK'ê de hêza xwe bi cih gir û balafirên şer ên TSK'ê di 15'ê nîsanê de herêm bombe kir. Di êrîşa hewayî de 3 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest da û ev yek bû sedema rageşiyê. 
 
JI OCALAN PEYAMA YEKÎTIYÊ 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî 21 salan yekem car bi rêya telefonê bi malbatê re axivî. Ocalan di vê hevdîtinê peyama Yekîtiya Neteweyî da û xwest destûr nedin şerê navxweyî. 
 
Di roja 15'ê Gulanê de parlamenterên HDP'ê bi kurdî pêşniyarname dan. Lê meclîsê pêşniyarnameyên Kurdî red kir. 
 
Partî û rêxistinên Kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi navê “Partiyên Yekîtiya Neteweya Kurd" yekitiyek ava kirin. Rêxistina HDP'ê jî di çarçoveya “Bernameya Têkoşîna Demokratîk" xebat da destpêkirin. 
Di hezîranê de meclîsê wekîltiya Parlamenterên HDP'ê Leyla Guven û Musa Farisogullari û parlamenterê CHP'ê Enis Berberoglu xist.  Rêxistina HDP'ê ji Edîrne û Colemêrgê ber bi Enqereyê ve meş da destpêkirin. Li aliyê din balafirên şer kampa Maxmûr, Şengal û Qendîl bombe kir. Bombebaranên li herêmê berdewam kir. Li dijî vê yekê li Herêma Federe ya  Kürdistanê ji bo hêzên Tirkiye ji herêmê derkeve 50 hezar îmze kom kirin. 
 
KCD MOHR KIRIN
 
Operasyonên li dijî sazî û rêxistinên Kurdan berdewam kir. Di 26'ê hezîranê de polîsan bi ser avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de girt û deriyê KCD'ê mohr kir. 
 
Rêxistina HDP'ê di 15'ê Tirmehê de "Rapora Dijminantiya Kurd" aşkere kir. Li aliyê din “101 Porsipiyan" li dijî polîtîkayên AKP'ê danezanek aşkere kir û bang li ciwanan kir ku tev li xebatên demokratîk bibin. Piştre “404 welatiyan" ku di navde rewşenbir, nivîskar, rojnameger û akademîsyen jî hene piştgirî dan danezanê. 
 
TALAN TACÎZ, TECAVUZ 
 
Îsal operasyonên li dijî Kurdan berdewam kir. Taciz, tecawiza li dijî jinên Kurdan berdewam kir. Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Doku (21) winda bû û hêj winda ye. Li Şirnex û Êlihê zarokên jin bi tecawiza polîs û eskeran re rû bi rû man. Çawîşe Pispor ê tecawizkar Musa Orhan serbest tê darizandin. 
 
Rêxistina HDP'ê di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de "Deklerasyona Banga Aştiyê" aşkere kirin. Di 23'ê îlonê de tecrîd rewa kirin û 6 meh cezayê qedexeya hevdîtinê dan Ocalan re. 
 
Di meha Îlonê de li dijî siyasetmedarên kurd operasyona Kobanê dan destpêkirin. Der barê 82 kesan de biryara binçavkirinê dan û Hevşaredarê Qersê Ayhan Bilgen, parlamentera HDP'ê ya berê Ayla Akat Ata jî di navde 17 siyasetmedar hatin girtin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), li dijî operasyonên siyasî di 15'e Îlonê de kampanya “Em xwe diparêzin" dan destpêkirin. Rêxistinên KCD, TJA, HDP û DBP'ê jî kampanya "Em yekîtiyê ava bikin, tecrîdê bişkînin û Azadiyê pêk bînin" dan destpêkirin. Ciwanan jî kampanya "Têkeve tevgerê" dan destpêkirin. 
 
Li aliyê din li ser helwesta  PDK'ê rageşiya li Zînî Wertê dest pê kir, li herêma Garê û Metîna jî berdewam kir. Partiyên di nava Îtîfaqa Hilbijartinê yên Kurdistanî di 24'ê Cotmehê de li Amedê kom bûn. 
 
GIRTIYÊN SIYASÎ DEST BI GREVÊ KIRIN
 
Girtiyên PKK û PAJK'ê li dijî tecrîdê di 27'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger kirin. 
 
Hevseroka KCD'ê Leyla Gunen di 22'ê Kanûnê de hat darizandin û Dadgeha Amedê 22 sal û 3 meh ceza lê birî. Guven di 23'ê Kanûnê de binçav kirin û şandin Girtîgeha Amadê û piştre sirgûnî Girtîgeha Jinan a Xarpêtê kirin. 
 
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMM), dîsa di kanûnê de biryar da ku Hevserokê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş bê berdan. Lê Serokê AKP'ê û Serokomar Erdogan got 'em biryarê nas nakin' 
 
Parêzeran serî li dadgehê dan û xwest Demîrtaş bê berdan, lê dadgehê daxwaza parêzeran red kir. 
 
Roj bi roj geşedanên der barê Kurdan wiha ne: 
 
ÇILE 
 
7’ê çile – Dadgeha Wanê bî îdiaya “heqareta li serokkomar kiriye” hezar û 740 TL cezayê pere li Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag a li Girtîgeha Kandirayê dimîne birî. 
 
10’ê çile – Dadgeha Amedê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh cezayê zîndanê li Parlamentra HDP’ê ya berê Çaglar Demîrel birî. 
 
15’ê çile – Li dijî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Stenbolê êrişa çekdar pêk hat, êrişkar hat girtin. 
 
18’ê çile – Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî di nav de 8 partiyên kurd ji bo nexşerêya Xebata Tifaqa Kurdîstan diyar bikin li Amedê civiyan. 
 
23’yê çile – Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê cezayê dîsîplînê yê hevdîtin ku li malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û sê girtiyên li cem wî hatibû birîn veguhestin AYM’ê. 
 
SIBAT
 
1’ê sibatê – Jinên kurd û cîhanê di konferansa bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) a li Amedê hat lidarxistin civiyan. 
 
2’yê sibatê – DAIŞ’ê êriş bir ser Kampa Mexmûrê ya li Herêma Kurdistanê. 
 
6’ê sibatê – ENKS’ê li Kobanê buroya xwe vekir. 
 
5-6’ê sibatê - Li Parlamentoya Ewropayê  16'emîn Konferansa Kurd bi navê "Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd" hat lidarxistin. 
 
23'yê sibatê - HDP'ê Kongreya Giştî ya Asayî ya 4'emîn li dar xist û Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan bûn hevserokên giştî. 
 
24'ê sibatê - Hunermendên kurd di konsera yekîtiya netewî ya l Stockholmê hatin cem hev. 
 
25'ê sibatê - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têkildarî tecrîdê serî li CPT'iyê dan. 
 
* Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî ji bo Kongreya HDP'ê bang li dozgeran kir ku lêpirsîn bidin destpêkirin. 
 
* Dadgeha Bilind 10 sal cezayê zîndayê yê siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk erê kir. 
 
26'ê sibatê - Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Kongreya Asayî ya 8'emîn li dar xist û Enver Muslim û Ayşe Hiso bûn hevserok. 
 
* Serokkomar Tayyîp Erdogan ê ji Azerbaycanê vegeriya derbarê kongreya HDP'ê de got: "Wê derbarê van de pêvajoya darazê hûr û kûr bibe. Dibe ku dosyeyên nû her kêlî werin. Nebêjin çima Serokkomar viya gotiye. Hert tişta ku ew dikin sûc e."
 
27'ê sibatê - Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylû diyar kir ku çewat li Girava Îmraliyê derketiye. 
 
ADAR
 
9'ê adarê - Dadgehê 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayêzîndanê li Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli birî. 
 
10'ê adarê - JÎTEM'ê di hesabek medya civakî de peyamên bi naveroka gefxwarinê ji 8 parlamenterên HDP'ê re şand.
 
12'ê adarê - Li Colemêrg û navçeyên wê "Herêma Ewlehiya Taybet" hat ragihandin û ji çûnehata sivîlan re hat qedexekirin. 
 
21'ê Adarê - Pîrozbahiya Cejna Newrozê ji ber metirsiya Kovîd-19 yên girseyî hat betalkirin û Newroz li mal û kuçeyan hat pîrozkirin. 
 
23'yê adarê - Li ser fermana Wezareta Karê Navxweyî qeyûm tayînî ser şaredariyên Êlih, Norşîn, Farqîn, Licê, Erxenî, Gêl   Mart - Batman Belediyesi, Bitlis'in Güroymak Belediyesi ile Diyarbakır’ın Silvan, Lice, Ergani ve Eğil belediyelerine kayyım atandı.
 
NÎSAN 
 
5'ê nîsanê - HDP'ê bi boneya şewba vîrûsa koronayê "Kampanya Hevmalî" da destpêkirin. 
 
10'ê nîsanê - Cenazeyê Egît Îpek ê di şerek li Dersimê de jiyana xwe ji dest dabû bi kargoyê ji malbata wî re hat şandin. 
 
14'ê nîsanê - Yasaya Înfazê li Meclîsê hat pejirandin û girtiyên siyasî yên kurd daxilî vê yasayê nehatin kirin. 
 
15'ê nîsanê - Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) êrişa hewayî li derdora Kampa Mexmûrê pêk anî. 
 
19'ê nîsanê - PDK'ê pêşmergeyan veguhest Zînî Wertê û ev bû sedema rageşiyê.
 
27'ê nîsanê - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî 21 salan cara yekem bi rêya telefonê bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî. 
 
GULAN 
 
15'ê gulanê - Li ser fermana Wezareta Karên Navxweyî qeyûm tayînî ser şaredariyên Îdir, Sêrt, Misirc, Hewêl û bajarokê Altinovayê hatin kirin. 
 
18'ê gulanê - Derket holê ku 261 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin li Goristana Kîlyosê li bin pêyarêyê di qutiyên plastîk de hatibûn veşartin. 
 
19'ê gulanê - Hêzên siyasî û partiyên kurd ên li Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya xebatên yekîtiya neteweyî de rêxistina bi navê "Partiyên Yekîtiya Neteweyî ya Kurd" ava kirin. 
 
22'ê gulanê - Li Amedê di çarçoveya lêpirsîna li ser TJA'yê û Komeleya Jinan a Rosayê gelek kes hatin binçavkirin. 
 
29'ê gulanê - Fermandarê  Giştî yê QSD'êMezlûm Ebdî vê daxuyaniyê da: "Gava ewil a di diyaloga navbera kurdan de bi serkeftî temam bû. Em derbasî qonaxa duyemîn dibin." 
 
HEZÎRAN 
 
1'ê hezîranê - HDP'ê "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" eşkere kir. 
 
4'ê hezîranê - Parlamentoyê parlamenteriya Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari yên HDP'yî betal kir. 
 
15'ê hezîranê - HDP'ê li Colemêrg û Edîrneyê bi du baskan "Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê" da destpêkirin. 
 
17'ê hezîranê - Partiyên Yekîtiya Neteweyî ya Kurd û ENKS'ê di çarçoveya Peymana Dihokê ya sala 2014'an de lihevkirinek pêk anîn.
 
* Balafirên şer ên Tirkiyê Kampa Mexmûrê, Şengalê û Qendîlê bi demên hemwext bombebaran kirin.
 
26'ê hezîranê - Di çarçoveya lêpirsîna li ser KCD'ê de 45 kes hatin binçavkirin û 22 ji wan hatin girtin, her wiha deriyê avahiya KCD'ê hat mohrkirin. 
 
TÎRMEH
 
7’ê Tîrmehê – HDP, di çarçoveya Bernameya Têkoşîna Demokratîk de, bi “Hevdîtinên Demokrasiyê” dest hatina gel hev a bi derdorên muxalefetê re kir.
 
14’ê Tîrmehê – Derket holê ku Çawişê Pispor A.A. ku li Şirnexê peywirdar bû êrişa zayendî li zarokeke 13 salî kiriye. 
 
* Îranê girtiyên siyasî Sebîr Şêxzade û Diyako Resûlsaze yên kurd ku li Girtîgeha Ûmiyeyê girtî bûn, darve kir. 
 
* Li Dîlokê hevserokên bajar ên HDP û DBP jî di nav de 33 kes hatin binçavkirin. 
 
15’ê Tîrmehê – HDP’ê “Rapora Dijminahiya li Kurdan” aşkera kir. 
 
21’ê Tîrmehê – “101 Porspî” yên ji xetên siyasî û kevneşopiyên cuda bi danezaneke hevpar banga “Tifaqa Demokratîk” kirin. 
 
26’ê Tîrmehê – Balafirên şer ên TSK’ê, bejahiya Bamernê ya Amediyê bombe kirin. 
 
30’ê Tîrmehê -  Li Dîlokê di doznameya derbarê 35 girtî 61 siyasetmedarên kurd de ji bo HDP’ê “qaşo partî” hat gotin.
 
TEBAX
 
5’ê Tebaxê – Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê (CPT) ya girêdayî Konseya Ewropayê, bi rapora ku aşkera kir xwest ku pergala Îmraliyê bê sererastkirin.  
 
12’ê Tebaxê – 404 welatiyên ku di nav wan de hunermend, nivîskar, rojnameger, teqawît, muzîsyen jî hebûn piştgirî dan banga tifaqa demokratîk a “101 Porspiyan”. 
 
16’ê Tebaxê – Ji bo ku Tirkiye ji Herêma Kurdistanê ya Federe bê derxistin 50 hezar îmze hatin berhevkirin. 
 
18’ê Tebaxê -  Îpek Er a 18 salî ku li Êlihê Çawişê Pispor Mûsa Orhan dest dirêjî wê kiribû, piştî hewldana xwe ya întiharê, li nexweşxaneya ku 33 rojan lê tedawî dît jiyana xwe ji dest da. 
 
* Li bajarên Herêma Kurdistanê gel daket kolanan û ji ber bêdengiya êrişên Tirkiyeyê, qrîza aborî û pirsgirêkên xizmeta tenduristiyê banga îstîfakirinê li hikûmeta herêmê kirin.
 
31’ê Tebaxê – Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, li Meclisê “Danezana Banga Aştiyê” aşkera kirin. 
 
* Heyeta Meclisa Suriyeya Demokratîk (MSD) û rêveberê Partiya Vîna Gel, ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyeyê li Moskovê peymanek îmze kirin.
 
ÎLON
 
15’ê Îlonê - TJA,  kampanya “Em xwe diparêzin” da destpêkirin. 
 
23’ê Îlonê - Ji bo 6 mehan hevdîtina malbatê ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hat qedexekirin. 
 
25’ê Îlonê - Bi lêpirsîna derbarê çalakiyên Kobanê de  endamên Lijneya Birêvebirina Navendî ya HDP’ê ya demê hatin binçavkirin. 
 
COTMEH
 
2’ê Cotmehê -  Hevserokên Giştî yên KCD, DBP, HDP û Hevbevka TJA’yê, li Amedê bi daxuyaniyekê kampanya “Em yekitiya xwe ava bikin, tecrîdê bişikînin û azadiyê pêk bînin” dan destpêkirin. 
 
9’ê Cotmehê - Di navbera Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Peymana Şengalê hat îmzekirin.  
 
24’ê Cotmehê – Partiyên di Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî cih digirin, biryar dan ku platforma ava kirine mayînde bikin.
 
MIJDAR
 
Di 27’ê Mijdarê – Girtiyên PKK û PAJK’ê,  bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Ocalan û bidawîbûna binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. 
 
Kanûn
 
8’ê Kanûnê - Li Herêma Kurdistanê gel daket kolanan û ji ber qrîza aborî û nelirêtiyan şermezar kir. 
 
11’ê Kanûnê – Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, girtina HDP’ê xwest.
 
15’ê Kanûnê – Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, diyar kir ku êrişa PDK’ê ya li ser hêzên PKK’ê ji bo ji holê rakirina destkeftiyên kurdan e û êrişê şermezar kir. 
 
17’ê Kanûnê – Serokwezîrê Iraqê Mûstafa el-Kazimî, li ser daxwaza Serokkomar Erdogan hat Enqerê û ji bo têkbirina destkeftiyên kurdan hevdîtinan kirin. 
 
22’ê kanûnê – 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hat birîn û hat girtin. 
 
* Daîreya Mezin a DMME’yê ji bo Selahattîn Demîrtaş biryara berdanê da. 
 
MA / Omer Çelîk
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

01/01/2021
09:08 Parêzera Yuksekdagê: Divê biryara DMME'yê pêk bînin
09:05 'Leyla li hundir, em ê jî li derve bibin dengê jinan'
09:04 Hestiyên kurê xwe dixwaze
09:03 Peyama sala nû ya jinan: Wekhevî, azadî û jiyaneke nû
09:02 Şêniyên Geverê: Çima vê zilmê li me dikin?
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2021'AN
07:59 Eskeran li Rûbarokê ciwanek birîndar kir
31/12/2020
19:47 239 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:03 Cenazeyê Aylîn Sozer hat veşartin
15:26 Başaran: Em ê di sala 2021'an de jî, li qadan bin
15:20 Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin
15:16 Di roja dawî ya salê de ji bo jinên hatin kuştin derketin kolanan
15:12 Rêxistinên Ciwanan: Em ji gef û tacîzan natirsin
14:46 Malbata Akman ê hat cezakirin dest bi greva birçîbûnê kir
14:40 Ji MEBYA-DER’ê rapora 2020’an: Gor rûxandin, cenaze nedan
13:48 Xebatkarên tenduristiyê hempîşeya xwe bibîr anîn
13:39 Ji Hevserokên HDP'ê peyama sersalê
12:39 Komîsyona OHAL’ê 99 hezar serlêdan red kirin
12:20 Parêzer û malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:11 Sînema wê heta 1’ê Adarê girtî bin
12:06 ‘Jin wê di 2021’an de piştevaniyê mezintir bikin’
11:24 Parêzer Ozen: Ewil biryara DMME’yê belav kirin, dûre Guven ceza kirin
11:12 Gundî: AKP dewletê dide pişt xwe û li dijî gundiyan biryaran digire
10:39 HDP’ê ji girtiyan re qertên sersalê şand
10:03 Ji jinên girtî nameya binpêkirinan: Mafên me ji me girtin e
09:44 Xelîl: Ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî têbikoşin
09:25 Greva birçîbûnê di roja 35'emîn de dewam dike
09:13 Sancar: Ocalan mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd e
09:12 Tekane hêviya wan vekirina deriyê sînor e
09:12 'Modela qeyûm veguheriye awayekî rêvebirinê'
09:11 Li welat qirkirina cinsî heye: AKP berpirsiyare
09:11 Tevgera Deyndarên KYK'ê: Em li benda betalkirina deynên xwe ne
09:10 ‘Tecrîd çiqas giran bibe, aştî ewqas ji me dûr dibe'
09:09 'Ji bo derziyan divê civak bê serwextkirin'
09:08 Projeya HES’ê ya li ser Geliyê Zorê dê veguhezînin darazê
09:07 Zext, koçberî, îşkence û hesreta du zarokan
09:06 Dê ji bo daxwazên girtiyan komîsyonan ava bikin
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2020'AN
08:15 Robîn Bakir li Edenê hat definkirin
30/12/2020
23:43 Cenazeyê Vedat Ok ê HPG'yî cara dudoyan hat definkirin
20:04 254 kesên din mirin, 15 hezar û 692 kesên din jî pê ketin
16:54 Fîncanci: Em bihêrs in, wiha berdewam nake
16:32 Polisan eriş bir ser çalakiya jinan û 7 jin biçav kirin
16:31 Malbatê piştî çend mehan şûnde cenazeyê zarokên xwe girtin
16:31 Qurbaniyên komkujiyên kanûnê hatin bibîranîn
16:16 Helbestvan Yilmaz Odabaşi hat girtin
15:30 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî girtina Leyla Guven dan
15:29 ‘Tunekirina rêxistinên mafên zarokan nayê qebûlkirin’
15:19 Kedkarên tenduristiyê: Êdî bes e, em dixwazin bijîn û bidin jiyîn
15:09 OHD: Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
14:49 Dag: Heta tecrîd ranebe wê demokrasî neyê welat
13:43 Li Cizîrê kedkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
13:30 Bertekên li dijî qetilkirina 3 jinan: Bi xirabiyên xwe re rûbirû werin
13:29 Ji jinên girtî re kartên sersalê şandin
13:28 Gergerlîoglû giliyê Soylû kir
12:39 MED TUHAD-FED'ê rapora salê ya binpêkirinên mafan ên li girtîgehan eşkere kir
12:27 AYM, daxwaza tazmînatê ya karkerên KHK'î mafdar dît
12:01 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Îdeala jiyana me wê bibe rêbera sedsala bê
10:50 Parêzerê Tûrgût û Şiban: Daxuyanî bandor li lêpirsînê dikin
10:36 Li Erziromê 10 girtî di greva birçîbûnê de ne
10:31 Hunermendan bertek nîşanî ‘Muzeya Tuncelî’ dan: Ev travmayek nû ye
09:20 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 34'emîn de ye
09:03 Şaredariya AKP'î di 21 mehan de: Tenê parke bi cih kirin û hin tenekeyên çopê kirîn
09:03 ‘Cardin mehkûmî birçîbûnê hatin kirin'
09:03 Saetên ceryanê bi dîrekan ve zeliqandin, fatûre du qat zêde tên
09:03 Nerazîbûna ji bo 'qanûna qeyûm': Armanc eciqandina muxalîfan e
09:03 Hunermend: Kurd dê bi yekîtiya neteweyî êrîşan tar û mar bikin
09:03 Kesê 2 meaşan ji şaredariya AKP'ê digire dîsa xwe xist kar
09:03 Endamê Rêveberiya Mexmûrê Ûnver: Helwesta NY’yê ne helwesteke insanî ye
09:00 ROJEVA 30'YÊ KANÛNA 2020'AN
29/12/2020
19:47 253 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:41 Destûr nedan wesiyeta Dayika Aştiyê bi cih bê
17:10 Dayikên Aştiyê: Bi lez Leyla Guven serbest berdin
16:12 Rojnamevan Yilmazoglû nehat berdan
15:53 Heyeta doza 10’ê Cotmehê guherandin
15:45 Li rojnameger Dolan 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birîn
15:21 Ji Canbaza HDP’î ji bo Altûn: Hedê xwe bizanibe
15:15 Li Stenbolê jina hîndekar hat qetilkirin
15:14 Rêxistina HDP'ê kongreya xwe pêk anî
15:14 Rêxistinen demokratik 34 welatiyên li Roboskî hatibûn qetilkirin bi bîr anîn
14:16 Di doza Fendîk de xwesteka girtina polîsê bersûc hat redkirin
14:15 Girtîgeha Sîncanê 2 ciwan tazî kirin
14:03 Li Girtîgeha Karabuk 13 girtî bi koronayê ketin
13:59 Ciwanên HDP’yî name ji girtiyan re şandin
13:35 Onlu ‘Muzeya Tuncelî’ bir rojeva Meclîsê
13:33 Nûnerên partiyan bertek nîşanî mûçeya kêmane dan
13:31 'Bi Leyla Guven çong nedan şikandin'
11:58 Danişîna Ferhat Tûnç hat taloqkirin
11:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 33’yemîn de dewam dike
11:16 ‘Bi biryara DMME’yê divê hemû girtiyên Kobanê bên berdan’
11:10 Li Wanê hemşîriyek ji koronayê mir
11:07 Parêzerê Ocalan serî li dozgeriyê dan
10:48 Malbatan banga xwedîderketina çalakiya grevê kirin
10:37 Hevberdevka HDK’ê Ûgûrlû: Sala 2021’an dê bibe sala têkoşîna giştî
10:33 Temellî: Em ê li Roboskî pêşiya pêvajoya hiqûqî vekin
10:03 Hêzên navdewletî tecrîda Îmraliyê giran kirin û Kurd kirine hedefa xwe
09:03 Bi hinceta ku operasyon asteng kirine polîsan li wan xist
09:03 Şêniyên Geliyê Zorê: Em ê nehêlin HES bê çêkirin
09:03 Karkerên destûra wan hatiye binpêkirin hezar saet zêde hatine şixulandin
09:03 'Bi salan e em dewletê xwedî dikin, lê dewletê nikaribû 2 mehan debara me bike'