Endamê Rêveberiya Mexmûrê Ûnver: Helwesta NY’yê ne helwesteke insanî ye

  • rojane
  • 09:03 30 Kanûn 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Rêveberiya Desteya Têkiliyên Derve yê Wargeha Penaberan a Mexmûrê Bewar Ûnver, diyar kir ku Neteweya Yekbûyî (NY) ketiye bin bandora Tirkiyeyê û got: "Neteweyên Yekbûyî, li dijî ambargoya li ser wargehê tu caran nebûye xwedî helwest. Nêzîkatiya Neteweyên Yekbûyî ne însanî ye.”

 
Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku 100 kîlometre dûrî Hewlerê ye, salek li pey xwe hişt. Salek e ji ber ambargoyê welatî nikarin pêdiviyên xwe yên herî jiyanî yên wekî tendûrîstî û danûstandinê peyda bikin. Piştî di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li Hewlerê 3 rayedarên Konsolosa Tirkiyeyê hatin kuştin, ambargoya li Mexmûrê dest pê kir û 13 meh in bênavber didome.
 
Kamp ji sala 1998’an heta niha girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ye. Lê her çend NY di warê xizmeta tenduristî û perwerdehiyê de xwedî berpirsiyar be jî, ev yek bi tu awayî pêk nayê. Lewma şêniyên kampê li dijî zext û êrîşên PDK û Tirkiyeyê di nava xwe de meclîs ava kirine û her tişt ji aliyê meclisê ve tên peydairin. Welatiyên Mexmûrê beriya ambargoyê li bajarên Hewler, Sileymaniyê, Duhok û Zaxoyê kar dikirin û debara xwe dikirin.
 
Endamê Rêveberiya Desteya Têkiliyên Derve yê Wargeha Penaberan a Mexmûrê Bewar Ûnver, derbarê ambargoyê û helwesta Neteweyên Yekbûyî (NY) de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
 
‘ÊRÎŞÊN PDK’Ê PÛÇ KIRIN’
 
Endamê Rêveberiya Desteya Têkiliyên Derve yê Wargeha Penaberan a Mexmûrê Ûnver, diyar kir ku li dijî gelê wargehê bi salane PDK polîtîkayên têkbirin û tunekirinê dide meşandin û wiha axivî:” Gelê me hemû dizane ku di salên 90'î de kurd çawa jiyane. Di encama qirkirin û pişavtinan de dewleta tirk a faşîst bi hezaran gund vala kirin û şewitandin. Lê li dijî vê gelê me xwedî li nasnameya xwe ya neteweyî, li çanda xwe û zimanê xwe, hebûna xwe xwedî derket. Dewlet li ser gelê kurd sîxurtiyê ferz dike û gelê me jî ev qebûl nekir û bû xwedî helwest. Gelê wargehê li gel tevgera azadiyê û zarokên xwe cih girt. Tu caran li hemberî dijmin serê xwe netewand. Dema ku ev gel penaberî başûrê Kurdistanê bû, dewleta tirk ji bo ku gel li ber şert û mercên xwezayê û li ber şert û mercên jiyanê rû bi rû bihêle ket di nav hewledanan de. Desgirtiyên dijmin di hêlekî de ev bûn. Ji her bajarekî penaberî çêbû. Li vir jiyana wekhev û jiyana ku îradeya hev du temam dike hat avakirin. Bi fikr û ramanê tevgera azadiyê jiyaneke têkoşer hat afirandin. Bi vê seknê plan û armancên dijmin pûç bûn. Ji bo ku ji her hêlê ve gelê wargehê teng bikin, ji aliyê tendûristî, aborî êrîş dikin. Ev êrîş gelek caran destê dewletan û gelek caran jî ji hêla PDK'ê û hêzên tifaqî ve pêk hatin. Ji destpêka penaberiyê ve heta niha PDK bi dewleta tirk re li ser esasê gelê wargehê ku îradeya wê bişkîne, bi rêbazên cuda ambargo li ser wargehê pêk anî ne. Niştecihên wargehê bi taybetî jî dayik û bavên me şahidiyên wan pêvajoyan e. Cardin êrîşên hewayî pêk anîn. Di van êrîşan de gelek hemwelatiyên wargehê şehid ketin. Ji ber wê ji destpêka 94’an heta niha PDK penaberbûnê bi kar tîne û zext û êrîşên xwe dide berdewamkirin. Dîroka wargeha Mexmûrê bi zext û êrîşên PDK’ê tijî bûye. Lê ev êrîş hemû hatin pûçkirin."
 
‘DUBAREKIRINA AMBARGOYÊ TUNEHESIBANDINA GEL E ‘
 
Ûnver, anî ziman ku li dijî hemû neyiniyan gelê wargehê bi derfetên herî kêm qadên jiyanî ava kirin û wiha dom kir: "Rêgirî û dorpêça niha jî mirov nikare ji pratîkên berê cuda binirxîne. Em dizanin ku ev dorpêça heyî encamên polîtîkayên dewleta Tirkiyeyê ye. Ev dorpêç berdewamiya êrîşên li başûr, bakur û rojavayê Kurdistanê ye. Xelkê wargehê nasnameya gelê Kurdistanê ye. 27 sal in têkoşîna me xwedîderketina li vê nasnameyê ye. Bi salan e xelkê Mexmûrê li ser Hewlerê debara xwe dike. Di vê dorpêçkirinê de PDK dixwaze ku me di hêla aborî û tendûristiyê de têk bibe. Hikûmeta Iraqê di sala 2014’an de kerasetek derbas kir. Wekî gelê wargehê jî di van êrîşên li ser başûr û parastina başûr de rol û mîsyona me hebû. Kes nikare vana paşguh bike. PDK’ê di destpêka ambargoyê de çûyîn û hatin astengkirin. Bi vê helwestê armanckirin ku gel di warê tendûristî û aborî de ceza bike û bêvîn bihêle. Lê gelê wargehê bi çandeke berxwederî dijî û tu caran bêçare nemaye. Gel bi derfetên herî kêm debara xwe dike. Bi vî awayî hemû polîtîkayên aboriyê têk birin. Dubarekirina vê ambargoyê nenaskirin û tunehesibandina vî gelî ye. Di bin vê dorpeçê de gel bi awayekî baş alternatîfên cuda avakirin. Bi vî awayî pirsgirika aborî jî ji holê rakir. Hewlêr û bajarên din ne xaka kesen e, xaka Kurdistanê ye. Di oxira vê de gelê kurd 27 sal in bi awayekî penaber dijî. Her perçeyê xaka Başûrê Kurdistanê ji bo me xeta sor e. Polîtîkayên li ser wargehê hatin pûçkirin."
 
‘NEHIŞTIN KU XWENDEKAR BIÇIN ZANÎNGEHÊ’
 
Ûnver, di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser armancên ambargoyêye û wiha pê de çû: "Armanca dorpêçê valakirina Mexmurê ye. Bi şêwazên rêgiriyê ev pêk tê. Ji xwendevanên me bigirin heta bi karkerên me, di her hêlê de êrîş kirin. Xwendekarên ku zanîngehê dixwînin nahêlin biçin bixwînin. Xwendekarên mezûn bûne rê nadin ku biçin zanîngehê. Her wiha bi sedan karkerên me girtin. Hîn ji van avêtin zîndanan û bi pêkhatiyên xerab re rû bi rû man. Bi vê rêgiriyê Asayîşa PDK’ê bi dehan caran heqeret li vî gelî kirin. Armanca PDK’ê û dewleta tirk tunekirina deskeftiyên gelê kurd e. Di her hêlê de xwestin ku kurdê azadîxwaz lawaz bikin.”
 
‘AMBARGO PDK’Ê BI HÊZ NAKE, LAWAZ DIKE’
 
Endamê Rêveberiya Desteya Têkiliyên Derve yê Wargeha Penaberan a Mexmûrê Ûnver da zanîn ku li ser ambargoyê bi partî û rêxistinên cuda re hevdîtin hatine lidarxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li ser van polîtîkayan û nêzikatiyan xebatek hat meşandin. Li gel partiyên siyasî, rojnameger û hêzên demokrasîxwaz re nîqaş hatin kirin. Li dijî vê dorpeçê gel di her hêlê de li ber xwe dide. Di wargehê de jiyaneke civakî û nimûne heye. Di her hêlê de dikarin hev du temam bikin. Gelê wargehê bi sekna xwe ya welatparêzî hemû êrîşên fîzîkî û derûnî pûç kirin. 27 sal e li hemberî hemû êrîşan sekiniye. Di her hêlê de li dijî hilweşandin û tunekirinê avakirin afirandiye. PDK bi vê dorpeçê dilê Erdogan xweş dike. Wargeheke qasî gundekî bi dorpêçkirinê nabe deskeftiyek. PDK di her hêlê de bi dewleta tirk re gelek tifaqên qirej pêk anîn. Dixwazin têkiliyên xwe yên qirêj bi êrîşan xurtir bikin. Deskeftiyeke ku PDK’ê bi hêz bike tune ye. PDK bi van polîtîkayan li seranserî cîhanê teşhîr bûye. Her kes dijminahiay dewleta tirk fêm dike, lê ya PDK’ê nayê fêmkirin. Ev dijminahî dijmin bi hêz dike.”
 
‘NÊZIKATIYA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ NE INSANÎ YE’
 
Ûnver, bal kişand li ser helwesta Neteweyên Yekbûyî (NY) jî û wiha got: "Neteweyên Yekbûyî pêkhatiyeke ne xweser e. Neteweyên Yekbûyî bê ferq û cudahî xebatên xwe nedan meşandin. Ji roja ewil heta roja me ya îro YN jî bi daxwaza dewleta tirk nêzî gelê wargehê bûye. Her tim bi xemsar û siyasî nêzîk bû. Dem dem hatine û xwestine alîkariyê bikin, lê asas alîkarî ne armanca wê bûye. Heger alikariyeke biçûk kiribe jî armanc kirine ku li ser wê alikariyê çi bi dest bixe. Li dijî vê dorpêçê Neteweyên Yekbûyî li gorî zagonên xwe yên pejirandî tevnagere. Di pêvajoyên dorpêçkirinê de wargeh ji hêla balafirên tirk ên şerî ve ji hewayî ve hate bombebarankirin. Lê li dijî vê Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyek neda çapemeniyê. Li dijî van pêkanînan Neteweyên Yekbûyî tu caran nebû xwedî helwest. Nêzîkatiya Neteweyên Yekbûyî ne insanî ye. Ev nêzîkatî mijara şermezarkirinê ye.”
 
BANGAWAZÎ
 
Unver, di dawiya axaftina xwe de bang li seranserî cîhanê kir ku li dijî vê ambargoyê bibin xwedî helwest. 
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

01/01/2021
09:08 Parêzera Yuksekdagê: Divê biryara DMME'yê pêk bînin
09:05 'Leyla li hundir, em ê jî li derve bibin dengê jinan'
09:04 Hestiyên kurê xwe dixwaze
09:03 Peyama sala nû ya jinan: Wekhevî, azadî û jiyaneke nû
09:02 Şêniyên Geverê: Çima vê zilmê li me dikin?
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2021'AN
07:59 Eskeran li Rûbarokê ciwanek birîndar kir
31/12/2020
19:47 239 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:03 Cenazeyê Aylîn Sozer hat veşartin
15:26 Başaran: Em ê di sala 2021'an de jî, li qadan bin
15:20 Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin
15:16 Di roja dawî ya salê de ji bo jinên hatin kuştin derketin kolanan
15:12 Rêxistinên Ciwanan: Em ji gef û tacîzan natirsin
14:46 Malbata Akman ê hat cezakirin dest bi greva birçîbûnê kir
14:40 Ji MEBYA-DER’ê rapora 2020’an: Gor rûxandin, cenaze nedan
13:48 Xebatkarên tenduristiyê hempîşeya xwe bibîr anîn
13:39 Ji Hevserokên HDP'ê peyama sersalê
12:39 Komîsyona OHAL’ê 99 hezar serlêdan red kirin
12:20 Parêzer û malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:11 Sînema wê heta 1’ê Adarê girtî bin
12:06 ‘Jin wê di 2021’an de piştevaniyê mezintir bikin’
11:24 Parêzer Ozen: Ewil biryara DMME’yê belav kirin, dûre Guven ceza kirin
11:12 Gundî: AKP dewletê dide pişt xwe û li dijî gundiyan biryaran digire
10:39 HDP’ê ji girtiyan re qertên sersalê şand
10:03 Ji jinên girtî nameya binpêkirinan: Mafên me ji me girtin e
09:44 Xelîl: Ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî têbikoşin
09:25 Greva birçîbûnê di roja 35'emîn de dewam dike
09:13 Sancar: Ocalan mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd e
09:12 Tekane hêviya wan vekirina deriyê sînor e
09:12 'Modela qeyûm veguheriye awayekî rêvebirinê'
09:11 Li welat qirkirina cinsî heye: AKP berpirsiyare
09:11 Tevgera Deyndarên KYK'ê: Em li benda betalkirina deynên xwe ne
09:10 ‘Tecrîd çiqas giran bibe, aştî ewqas ji me dûr dibe'
09:09 'Ji bo derziyan divê civak bê serwextkirin'
09:08 Projeya HES’ê ya li ser Geliyê Zorê dê veguhezînin darazê
09:07 Zext, koçberî, îşkence û hesreta du zarokan
09:06 Dê ji bo daxwazên girtiyan komîsyonan ava bikin
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2020'AN
08:15 Robîn Bakir li Edenê hat definkirin
30/12/2020
23:43 Cenazeyê Vedat Ok ê HPG'yî cara dudoyan hat definkirin
20:04 254 kesên din mirin, 15 hezar û 692 kesên din jî pê ketin
16:54 Fîncanci: Em bihêrs in, wiha berdewam nake
16:32 Polisan eriş bir ser çalakiya jinan û 7 jin biçav kirin
16:31 Malbatê piştî çend mehan şûnde cenazeyê zarokên xwe girtin
16:31 Qurbaniyên komkujiyên kanûnê hatin bibîranîn
16:16 Helbestvan Yilmaz Odabaşi hat girtin
15:30 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî girtina Leyla Guven dan
15:29 ‘Tunekirina rêxistinên mafên zarokan nayê qebûlkirin’
15:19 Kedkarên tenduristiyê: Êdî bes e, em dixwazin bijîn û bidin jiyîn
15:09 OHD: Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
14:49 Dag: Heta tecrîd ranebe wê demokrasî neyê welat
13:43 Li Cizîrê kedkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
13:30 Bertekên li dijî qetilkirina 3 jinan: Bi xirabiyên xwe re rûbirû werin
13:29 Ji jinên girtî re kartên sersalê şandin
13:28 Gergerlîoglû giliyê Soylû kir
12:39 MED TUHAD-FED'ê rapora salê ya binpêkirinên mafan ên li girtîgehan eşkere kir
12:27 AYM, daxwaza tazmînatê ya karkerên KHK'î mafdar dît
12:01 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Îdeala jiyana me wê bibe rêbera sedsala bê
10:50 Parêzerê Tûrgût û Şiban: Daxuyanî bandor li lêpirsînê dikin
10:36 Li Erziromê 10 girtî di greva birçîbûnê de ne
10:31 Hunermendan bertek nîşanî ‘Muzeya Tuncelî’ dan: Ev travmayek nû ye
09:20 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 34'emîn de ye
09:03 Şaredariya AKP'î di 21 mehan de: Tenê parke bi cih kirin û hin tenekeyên çopê kirîn
09:03 ‘Cardin mehkûmî birçîbûnê hatin kirin'
09:03 Saetên ceryanê bi dîrekan ve zeliqandin, fatûre du qat zêde tên
09:03 Nerazîbûna ji bo 'qanûna qeyûm': Armanc eciqandina muxalîfan e
09:03 Hunermend: Kurd dê bi yekîtiya neteweyî êrîşan tar û mar bikin
09:03 Kesê 2 meaşan ji şaredariya AKP'ê digire dîsa xwe xist kar
09:03 Endamê Rêveberiya Mexmûrê Ûnver: Helwesta NY’yê ne helwesteke insanî ye
09:00 ROJEVA 30'YÊ KANÛNA 2020'AN
29/12/2020
19:47 253 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:41 Destûr nedan wesiyeta Dayika Aştiyê bi cih bê
17:10 Dayikên Aştiyê: Bi lez Leyla Guven serbest berdin
16:12 Rojnamevan Yilmazoglû nehat berdan
15:53 Heyeta doza 10’ê Cotmehê guherandin
15:45 Li rojnameger Dolan 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birîn
15:21 Ji Canbaza HDP’î ji bo Altûn: Hedê xwe bizanibe
15:15 Li Stenbolê jina hîndekar hat qetilkirin
15:14 Rêxistina HDP'ê kongreya xwe pêk anî
15:14 Rêxistinen demokratik 34 welatiyên li Roboskî hatibûn qetilkirin bi bîr anîn
14:16 Di doza Fendîk de xwesteka girtina polîsê bersûc hat redkirin
14:15 Girtîgeha Sîncanê 2 ciwan tazî kirin
14:03 Li Girtîgeha Karabuk 13 girtî bi koronayê ketin
13:59 Ciwanên HDP’yî name ji girtiyan re şandin
13:35 Onlu ‘Muzeya Tuncelî’ bir rojeva Meclîsê
13:33 Nûnerên partiyan bertek nîşanî mûçeya kêmane dan
13:31 'Bi Leyla Guven çong nedan şikandin'
11:58 Danişîna Ferhat Tûnç hat taloqkirin
11:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 33’yemîn de dewam dike
11:16 ‘Bi biryara DMME’yê divê hemû girtiyên Kobanê bên berdan’
11:10 Li Wanê hemşîriyek ji koronayê mir
11:07 Parêzerê Ocalan serî li dozgeriyê dan
10:48 Malbatan banga xwedîderketina çalakiya grevê kirin
10:37 Hevberdevka HDK’ê Ûgûrlû: Sala 2021’an dê bibe sala têkoşîna giştî
10:33 Temellî: Em ê li Roboskî pêşiya pêvajoya hiqûqî vekin
10:03 Hêzên navdewletî tecrîda Îmraliyê giran kirin û Kurd kirine hedefa xwe
09:03 Bi hinceta ku operasyon asteng kirine polîsan li wan xist
09:03 Şêniyên Geliyê Zorê: Em ê nehêlin HES bê çêkirin
09:03 Karkerên destûra wan hatiye binpêkirin hezar saet zêde hatine şixulandin
09:03 'Bi salan e em dewletê xwedî dikin, lê dewletê nikaribû 2 mehan debara me bike'