Nerazîbûna ji bo 'qanûna qeyûm': Armanc eciqandina muxalîfan e

  • rojane
  • 09:03 30 Kanûn 2020
  • |
img

WAN - Nûnerên komeleyan ên li Wanê, nerazîbûna xwe ya ji bo "qanûna qeyûman" a ku çend roj berê li Meclîsê hat qebûlkirin anîn ziman û destnîşan kirin ku armanca vê qanûnê "eciqandina muxalîfan" e. 

"Teklîfa Qanûna Derbarê Pêşîlêgirtina Çekên Komkujiyê de" di 27'ê Kanûnê de li Meclîsê hat qebûlkirin" û berpêşî Serokomarê AKP'î Tayyip Erdogan hat kirin. Bi vê qanûnê re dê serokomar karibe qeyûm tayinî rêxistinên civaka sivîl, weq û komeleyan bike û her wiha wê karibe dest deyne ser mal û milkên wan jî. PIştî ev qanûn ket rojevê gelek kesan nerazîbûna xwe anî ziman. Nûnerên komeleyên li Wanê jî vê yekê wekî "zilmê" bi nav kirin û xwestin bê vetokirin. 
 
'ECIQANDINA MUXALIFAN'
 
Serokê Komeleya Parastina Hawirdor û Berhemên Dîrokî ya Wanê (ÇEVDER) Alî Kalçik, anî ziman ku herî zêde gelê herêmê dizanin bê ka polîtîkayên tayinkirina qeyûman çi ne û got: "Nexasim jî AKP hemû kesên muxalif wekî 'terorîst' lanse dike. Îjar gava tu kurd bî, bêyî dadgehê jî qeyûman tayin dikin û dest datînin ser mal û milkan." Kalçik, destnîşan kir ku ev qanûn tê wateya "eciqandina muxalifan" û got: "Ê ku dewletan demokratîk dike, rêxistinên civaka sivîl in. Li welatên Ewropayê kesek herî kêm endamê 7-8 komeleyan e. Li welatekî hejmara komeleyan çi qas zêde be, li wî welatî ew qas demokrasî heye. Heger qeyûm bê tayinkirin, dê tu erkeke demokrasiyê ya wê komeleyê nemîne." 
 
Her wiha Kaliçik bal kişand ser gotinên Erdogan ên derbarê hawirdorparêzan jî ku gotibû "Vandalên ku maskeya hawirdorparêzan bi kar tînin" û anî ziman ku îqtidar bi vê gotinê û qanûnê, ji bo ku karibe av, hewa û axê bifiroşe, dixwaze hawirdorparêzan bêdeng bike. 
 
‘TU KARÊ HAWIRDORPARÊZAN BI QEYÛM RE TUNE' 
 
Kalçik, anî ziman ku endamên komeleya wan li ser asasê dilxwaziyê dixebitin û heger qeyûm bê tayinkirin, dê kar û barê komeleyê jî nemîne. Kaliçik, tu ferqa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin û devereke eskeriyê ji hev tune ye û got: "Dev ji têkoşîna ekolojiyê ya bi qeyûm re berdin, gava navê mirov û qeyûm bê ber hev du jî pirsgirêkeke pir mezin e. Tayinkirina qeyûm, tê wateya girtina komeleyê. Tu kesê ku ji bo hawirdor û demokrasiyê têdikoşe, dê bi qeyûm re nexebite." 
 
‘ZILM Û HEQARET' 
 
Hevseroka Şaxa Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Ji Bo Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAY-DER) a Wanê Kudret Temel jî qanûna navbirî wekî "zilm û heqaretê" bi nav kir. Temel, anî ziman ku wan destûr ji walîtiyê xwestiye û komeleya xw evekiriye û got: "Ev der, ne cihekî qaçax e. Em serdana malbatên girtiyan dikin. Carinan malbat jî tên vê derê. Em dengê malbatên girtiyan radighînin. Ev qanûnan navbirî bi tu awayî nayê qebûlkirin." 
 
Temel, destnîşan kir ku ev qanûn, qanûneke şaş e, lê belê îqtidar dixwaze bi vî awayî zilmê li mirovan bike. Temel, bang li Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul kir û got: "Tu eleqeya van tiştan û edaletê bi hev re tune ye. Ev der, komeleya malbatên girtiya ye. Heger qeyûm tayin bikin, dî cihekî malbatên girtiyan pê de biçin wê nemîne. Bi tayinkirina qeyûm re dê malbat û gel zehmtiyê bikişînin." 
 
Temel, anî ziman ku çi dibe bila bibe dê xebatên wan dewam bikin û dê malbatan bi tenê nehêlin. 
 
MA / Tolga Guney - Bariş Donmez

Sernavên din

01/01/2021
09:08 Parêzera Yuksekdagê: Divê biryara DMME'yê pêk bînin
09:05 'Leyla li hundir, em ê jî li derve bibin dengê jinan'
09:04 Hestiyên kurê xwe dixwaze
09:03 Peyama sala nû ya jinan: Wekhevî, azadî û jiyaneke nû
09:02 Şêniyên Geverê: Çima vê zilmê li me dikin?
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2021'AN
07:59 Eskeran li Rûbarokê ciwanek birîndar kir
31/12/2020
19:47 239 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:03 Cenazeyê Aylîn Sozer hat veşartin
15:26 Başaran: Em ê di sala 2021'an de jî, li qadan bin
15:20 Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin
15:16 Di roja dawî ya salê de ji bo jinên hatin kuştin derketin kolanan
15:12 Rêxistinên Ciwanan: Em ji gef û tacîzan natirsin
14:46 Malbata Akman ê hat cezakirin dest bi greva birçîbûnê kir
14:40 Ji MEBYA-DER’ê rapora 2020’an: Gor rûxandin, cenaze nedan
13:48 Xebatkarên tenduristiyê hempîşeya xwe bibîr anîn
13:39 Ji Hevserokên HDP'ê peyama sersalê
12:39 Komîsyona OHAL’ê 99 hezar serlêdan red kirin
12:20 Parêzer û malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:11 Sînema wê heta 1’ê Adarê girtî bin
12:06 ‘Jin wê di 2021’an de piştevaniyê mezintir bikin’
11:24 Parêzer Ozen: Ewil biryara DMME’yê belav kirin, dûre Guven ceza kirin
11:12 Gundî: AKP dewletê dide pişt xwe û li dijî gundiyan biryaran digire
10:39 HDP’ê ji girtiyan re qertên sersalê şand
10:03 Ji jinên girtî nameya binpêkirinan: Mafên me ji me girtin e
09:44 Xelîl: Ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî têbikoşin
09:25 Greva birçîbûnê di roja 35'emîn de dewam dike
09:13 Sancar: Ocalan mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd e
09:12 Tekane hêviya wan vekirina deriyê sînor e
09:12 'Modela qeyûm veguheriye awayekî rêvebirinê'
09:11 Li welat qirkirina cinsî heye: AKP berpirsiyare
09:11 Tevgera Deyndarên KYK'ê: Em li benda betalkirina deynên xwe ne
09:10 ‘Tecrîd çiqas giran bibe, aştî ewqas ji me dûr dibe'
09:09 'Ji bo derziyan divê civak bê serwextkirin'
09:08 Projeya HES’ê ya li ser Geliyê Zorê dê veguhezînin darazê
09:07 Zext, koçberî, îşkence û hesreta du zarokan
09:06 Dê ji bo daxwazên girtiyan komîsyonan ava bikin
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2020'AN
08:15 Robîn Bakir li Edenê hat definkirin
30/12/2020
23:43 Cenazeyê Vedat Ok ê HPG'yî cara dudoyan hat definkirin
20:04 254 kesên din mirin, 15 hezar û 692 kesên din jî pê ketin
16:54 Fîncanci: Em bihêrs in, wiha berdewam nake
16:32 Polisan eriş bir ser çalakiya jinan û 7 jin biçav kirin
16:31 Malbatê piştî çend mehan şûnde cenazeyê zarokên xwe girtin
16:31 Qurbaniyên komkujiyên kanûnê hatin bibîranîn
16:16 Helbestvan Yilmaz Odabaşi hat girtin
15:30 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî girtina Leyla Guven dan
15:29 ‘Tunekirina rêxistinên mafên zarokan nayê qebûlkirin’
15:19 Kedkarên tenduristiyê: Êdî bes e, em dixwazin bijîn û bidin jiyîn
15:09 OHD: Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
14:49 Dag: Heta tecrîd ranebe wê demokrasî neyê welat
13:43 Li Cizîrê kedkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
13:30 Bertekên li dijî qetilkirina 3 jinan: Bi xirabiyên xwe re rûbirû werin
13:29 Ji jinên girtî re kartên sersalê şandin
13:28 Gergerlîoglû giliyê Soylû kir
12:39 MED TUHAD-FED'ê rapora salê ya binpêkirinên mafan ên li girtîgehan eşkere kir
12:27 AYM, daxwaza tazmînatê ya karkerên KHK'î mafdar dît
12:01 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Îdeala jiyana me wê bibe rêbera sedsala bê
10:50 Parêzerê Tûrgût û Şiban: Daxuyanî bandor li lêpirsînê dikin
10:36 Li Erziromê 10 girtî di greva birçîbûnê de ne
10:31 Hunermendan bertek nîşanî ‘Muzeya Tuncelî’ dan: Ev travmayek nû ye
09:20 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 34'emîn de ye
09:03 Şaredariya AKP'î di 21 mehan de: Tenê parke bi cih kirin û hin tenekeyên çopê kirîn
09:03 ‘Cardin mehkûmî birçîbûnê hatin kirin'
09:03 Saetên ceryanê bi dîrekan ve zeliqandin, fatûre du qat zêde tên
09:03 Nerazîbûna ji bo 'qanûna qeyûm': Armanc eciqandina muxalîfan e
09:03 Hunermend: Kurd dê bi yekîtiya neteweyî êrîşan tar û mar bikin
09:03 Kesê 2 meaşan ji şaredariya AKP'ê digire dîsa xwe xist kar
09:03 Endamê Rêveberiya Mexmûrê Ûnver: Helwesta NY’yê ne helwesteke insanî ye
09:00 ROJEVA 30'YÊ KANÛNA 2020'AN
29/12/2020
19:47 253 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:41 Destûr nedan wesiyeta Dayika Aştiyê bi cih bê
17:10 Dayikên Aştiyê: Bi lez Leyla Guven serbest berdin
16:12 Rojnamevan Yilmazoglû nehat berdan
15:53 Heyeta doza 10’ê Cotmehê guherandin
15:45 Li rojnameger Dolan 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birîn
15:21 Ji Canbaza HDP’î ji bo Altûn: Hedê xwe bizanibe
15:15 Li Stenbolê jina hîndekar hat qetilkirin
15:14 Rêxistina HDP'ê kongreya xwe pêk anî
15:14 Rêxistinen demokratik 34 welatiyên li Roboskî hatibûn qetilkirin bi bîr anîn
14:16 Di doza Fendîk de xwesteka girtina polîsê bersûc hat redkirin
14:15 Girtîgeha Sîncanê 2 ciwan tazî kirin
14:03 Li Girtîgeha Karabuk 13 girtî bi koronayê ketin
13:59 Ciwanên HDP’yî name ji girtiyan re şandin
13:35 Onlu ‘Muzeya Tuncelî’ bir rojeva Meclîsê
13:33 Nûnerên partiyan bertek nîşanî mûçeya kêmane dan
13:31 'Bi Leyla Guven çong nedan şikandin'
11:58 Danişîna Ferhat Tûnç hat taloqkirin
11:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 33’yemîn de dewam dike
11:16 ‘Bi biryara DMME’yê divê hemû girtiyên Kobanê bên berdan’
11:10 Li Wanê hemşîriyek ji koronayê mir
11:07 Parêzerê Ocalan serî li dozgeriyê dan
10:48 Malbatan banga xwedîderketina çalakiya grevê kirin
10:37 Hevberdevka HDK’ê Ûgûrlû: Sala 2021’an dê bibe sala têkoşîna giştî
10:33 Temellî: Em ê li Roboskî pêşiya pêvajoya hiqûqî vekin
10:03 Hêzên navdewletî tecrîda Îmraliyê giran kirin û Kurd kirine hedefa xwe
09:03 Bi hinceta ku operasyon asteng kirine polîsan li wan xist
09:03 Şêniyên Geliyê Zorê: Em ê nehêlin HES bê çêkirin
09:03 Karkerên destûra wan hatiye binpêkirin hezar saet zêde hatine şixulandin
09:03 'Bi salan e em dewletê xwedî dikin, lê dewletê nikaribû 2 mehan debara me bike'