'Ji bo derziyan divê civak bê serwextkirin'

  • rojane
  • 09:09 31 Kanûn 2020
  • |
img

ENQERE - Derziyên Covîd-19'ê yên jî Çînê hatin dê li Navendên Tenduristiyê yên Malbatê li mirovanan bên xistin. Serokê Baskê Bijîşktiya Malbatê ya TTB'ê Emrah Kirimli, anî ziman ku hem şert û mercên van navendan hem jî hejmara xebatkarên wan kêm in. Kirimli, destnîşan kir ku xwesteka wan nêvengeke biewle ye ku hem ew nexweş nekevin hem jî nexweşên wan nexweş nekevin. 

Derziyên Covîd-19'ê yên şîrketa Sînovacê yên Çînê hatin Tirkiyeyê. Heya niha 3 milyon doz hatine Tirkiyeyê. Pêşî wê xebatkarên tenduristiyê, mirovên temenê wan 65 û di ser 65 salan re bê xistin. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, di 24'ê Kanûnê de gotibû ku dê derzî li Navendên Tenduristiyê yên Malbatê li mirovan bê xistin. 
 
Serokê Baskê Bijîşktiya Malbatê ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Bijîşk Emrah Kirimli, bal kişand ser rewşa Navendên Tenduristiyê yên Malbatê û pêvajoya derzîkirinê. 
 
PLANSAZÎ DIVÊ
 
Kirimli, bibîr xist ku Wezîrê Tenduristiyê Koca gotibû wê derba ewil 50 milyon derzî bînin û ji ber ku wê serê kesekî du caran bê lêxistin ev tê wateya ku dê 25 milyon kes bê derzîkirin. Kirimli, destnîşan kir ku lê belê ji bo ku civak li ber vê nexweşînê karibe xwe hilgire divê ji sedî 60-70'yê Tirkiyeyê bê derzîkirin û got: "Em naxwazin pirsgsirêkên ku di dema derziyên ji bo grîpê hatin serê me, ji bo Covîd-19'ê jî bên serê me. Ev yek divê li gor rehbera Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê bê kirin. Lê ji ber ku agahiyên zelal tune ne û ji ber ku em nizanin, her kes bifikar e. Divê ez zanibim wê kî bê derzîkirin. Ji bo vê jî agahiyeke şefaf û zelal divê." 
 
NEHATIN SERWEXTKIRIN
 
Kirimli, parve kir ku heya niha tu agahî bi bijîşkên malbatê re nehatine parvekirin û got: "Em ji çapemeniyê hîn dibin bê wê kengî bê kirin. Helbet divê derzî li Navendên Tenduristiyê yê Malbatê li mirovan bên xistin. Ev qadeke me ya pisporiyê ye. Piraniya derziyên Tirkiyeyê em li mirovan dixin. Ji bo pêşî li ber cihêkariyê û newekheviyê bê girtin jixwe divê derzî li van navendan li mirovan bên xistin. Lê belê li Tirkiyeyê ev navend bi destên dewletê nayên çêkirin. Mesela, li Stenbolê ji 3 Navendên Tenduristiyê yê Malbatê yek jê jêrzemîna avahiyekê ye. Ji bo derzîkirinê çendî ku bihêz bin jî, lê belê mekanê fizîkî ne têkûz e. Her wiha îhtimal ji milyonê yek be jî, lê îhtimala ku reaksiyona alerjîk rû bide heye. Lewma divê ev navend karibin mudaxileyî vê yekê bikin. Bandorên din ên derziyê çi ne, çima divê bên şopandin? Divê berê plansaziya vana bê kirin û civak bê serwextkirin." 
 
JI BO 4 HEZAR NEXWEŞAN BIJÎŞKEK Û HEMŞÎREYEK 
 
Bijîşk Kirimli, destnîşan kir ku hejmara xebatkarên tenduristiyê yên li Navendên Tenduristiyê yê Malbatê kêm in. 
 
Kirimli got: "Mesela, ez bibêjim 4 nexweşên min hene. Ev tê wateya ku ji bo 4 hezar nexweşan, bijîşkek û hemşîreyek dikeve. Lewma hin derzî hene divê em li zarok û jinên ducanî bixin. Xizmetameya polîklînîkê ya rûtîn heye. Em wê xizmeta tenduristiyê ya hatiye taloqkirin pêk tînin. Ev der qet nehat girtin. Ne mesaiyeke elestan çêbû ne jî me polîklînîk girt. Lê dîsa jî me di warê enfeksiyonê de perwerde nedît. Tevdîr nehatin girtin. Em li gor derfetên xwe vî karî didomînin. Yanî piştgiriya me nayê kirin." 
 
Kirimli, bal kişand ser awayê fizîkî yên Navendên Tenduristiyê yê Malbatê û ji ber vê zor û zehmtiyên di dema derzîkirina zarokan û jinên ducanî de bi wan re rû bi rû dimînin. 
 
Kirimli got: "Jixwe qada me qadeke teng e. Wextê me kêm e. Lewma me ji bo zarokan wexteke taybet veqetandiye. Hma bibêje hemû navendan tiştekî wiha kir. Ev der, daîreya apardûmanekê ye û tenê deriyekî wê heye. Derfeteke me ya ku em zarok û jinên ducanî di deriyekî din re bînin tune ye. Em jî navendê digirin, di hin saet û wextên ku me diyar kiriye de tenê li zarok û jinên ducanî dinerin. Bi vî awayî, me bi derfetên xwe tiştek werê çêkiriye. Wezaret tu rehberiyê nake." 
 
Kirimli, destnîşan kir ku ji bo her kes karibe bi awayekî wekhev û ewle bê derzîkirin, divê rewşa heyî bê guherandin. 
 
DERZÎKIRINE BIEWLE
 
Kirimli, bilêv kir ku ji meha Adarê heya niha ew xebatkarên tenduristiyê perîşan bûne û got: "Di vê demê de hin pirsgirêkên biçûk hene, ku em dixwazin bên helkirin. Dikarin bên çareserkirin. Dibû ku derzî nehatana peydakirin. Ev problemeke mezin e, lê niha di dest me de derziyeke bibandor heye. Ên dixwazin li xwe bixin jî hene. Lê ev yek, divê bi awayekî rêk û pêk bê kirin. Di warê awayekî wekhev ê derzîkirinê de Navendên Tenduristiyê yên Malbatê de cihekî rast e. Lê navendên heyî di warê fizîkî û hejmara xebatkaran de têr nakin. Em doza derzîkirina biewle dikin."
 
Kirimli destnîşan kir ku hem şert û mercên van navendan hem jî hejmara xebatkarên wan kêm in û xwesteka wan nêvengeke biewle ye ku hem ew nexweş nekevin hem jî nexweşên wan nexweş nekevin. 
 
MA / Zemo Aggoz

Sernavên din

01/01/2021
09:09 Ji ber nimêja cenaze 6 sal ceza li mele Akdag birîn
09:08 Parêzera Yuksekdagê: Divê biryara DMME'yê pêk bînin
09:05 'Leyla li hundir, em ê jî li derve bibin dengê jinan'
09:04 Hestiyên kurê xwe dixwaze
09:03 Peyama sala nû ya jinan: Wekhevî, azadî û jiyaneke nû
09:02 Şêniyên Geverê: Çima vê zilmê li me dikin?
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2021'AN
07:59 Eskeran li Rûbarokê ciwanek birîndar kir
31/12/2020
19:47 239 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:03 Cenazeyê Aylîn Sozer hat veşartin
15:26 Başaran: Em ê di sala 2021'an de jî, li qadan bin
15:20 Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin
15:16 Di roja dawî ya salê de ji bo jinên hatin kuştin derketin kolanan
15:12 Rêxistinên Ciwanan: Em ji gef û tacîzan natirsin
14:46 Malbata Akman ê hat cezakirin dest bi greva birçîbûnê kir
14:40 Ji MEBYA-DER’ê rapora 2020’an: Gor rûxandin, cenaze nedan
13:48 Xebatkarên tenduristiyê hempîşeya xwe bibîr anîn
13:39 Ji Hevserokên HDP'ê peyama sersalê
12:39 Komîsyona OHAL’ê 99 hezar serlêdan red kirin
12:20 Parêzer û malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:11 Sînema wê heta 1’ê Adarê girtî bin
12:06 ‘Jin wê di 2021’an de piştevaniyê mezintir bikin’
11:24 Parêzer Ozen: Ewil biryara DMME’yê belav kirin, dûre Guven ceza kirin
11:12 Gundî: AKP dewletê dide pişt xwe û li dijî gundiyan biryaran digire
10:39 HDP’ê ji girtiyan re qertên sersalê şand
10:03 Ji jinên girtî nameya binpêkirinan: Mafên me ji me girtin e
09:44 Xelîl: Ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî têbikoşin
09:25 Greva birçîbûnê di roja 35'emîn de dewam dike
09:13 Sancar: Ocalan mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd e
09:12 Tekane hêviya wan vekirina deriyê sînor e
09:12 'Modela qeyûm veguheriye awayekî rêvebirinê'
09:11 Li welat qirkirina cinsî heye: AKP berpirsiyare
09:11 Tevgera Deyndarên KYK'ê: Em li benda betalkirina deynên xwe ne
09:10 ‘Tecrîd çiqas giran bibe, aştî ewqas ji me dûr dibe'
09:09 'Ji bo derziyan divê civak bê serwextkirin'
09:08 Projeya HES’ê ya li ser Geliyê Zorê dê veguhezînin darazê
09:07 Zext, koçberî, îşkence û hesreta du zarokan
09:06 Dê ji bo daxwazên girtiyan komîsyonan ava bikin
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2020'AN
08:15 Robîn Bakir li Edenê hat definkirin
30/12/2020
23:43 Cenazeyê Vedat Ok ê HPG'yî cara dudoyan hat definkirin
20:04 254 kesên din mirin, 15 hezar û 692 kesên din jî pê ketin
16:54 Fîncanci: Em bihêrs in, wiha berdewam nake
16:32 Polisan eriş bir ser çalakiya jinan û 7 jin biçav kirin
16:31 Malbatê piştî çend mehan şûnde cenazeyê zarokên xwe girtin
16:31 Qurbaniyên komkujiyên kanûnê hatin bibîranîn
16:16 Helbestvan Yilmaz Odabaşi hat girtin
15:30 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî girtina Leyla Guven dan
15:29 ‘Tunekirina rêxistinên mafên zarokan nayê qebûlkirin’
15:19 Kedkarên tenduristiyê: Êdî bes e, em dixwazin bijîn û bidin jiyîn
15:09 OHD: Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
14:49 Dag: Heta tecrîd ranebe wê demokrasî neyê welat
13:43 Li Cizîrê kedkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
13:30 Bertekên li dijî qetilkirina 3 jinan: Bi xirabiyên xwe re rûbirû werin
13:29 Ji jinên girtî re kartên sersalê şandin
13:28 Gergerlîoglû giliyê Soylû kir
12:39 MED TUHAD-FED'ê rapora salê ya binpêkirinên mafan ên li girtîgehan eşkere kir
12:27 AYM, daxwaza tazmînatê ya karkerên KHK'î mafdar dît
12:01 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Îdeala jiyana me wê bibe rêbera sedsala bê
10:50 Parêzerê Tûrgût û Şiban: Daxuyanî bandor li lêpirsînê dikin
10:36 Li Erziromê 10 girtî di greva birçîbûnê de ne
10:31 Hunermendan bertek nîşanî ‘Muzeya Tuncelî’ dan: Ev travmayek nû ye
09:20 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 34'emîn de ye
09:03 Şaredariya AKP'î di 21 mehan de: Tenê parke bi cih kirin û hin tenekeyên çopê kirîn
09:03 ‘Cardin mehkûmî birçîbûnê hatin kirin'
09:03 Saetên ceryanê bi dîrekan ve zeliqandin, fatûre du qat zêde tên
09:03 Nerazîbûna ji bo 'qanûna qeyûm': Armanc eciqandina muxalîfan e
09:03 Hunermend: Kurd dê bi yekîtiya neteweyî êrîşan tar û mar bikin
09:03 Kesê 2 meaşan ji şaredariya AKP'ê digire dîsa xwe xist kar
09:03 Endamê Rêveberiya Mexmûrê Ûnver: Helwesta NY’yê ne helwesteke insanî ye
09:00 ROJEVA 30'YÊ KANÛNA 2020'AN
29/12/2020
19:47 253 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:41 Destûr nedan wesiyeta Dayika Aştiyê bi cih bê
17:10 Dayikên Aştiyê: Bi lez Leyla Guven serbest berdin
16:12 Rojnamevan Yilmazoglû nehat berdan
15:53 Heyeta doza 10’ê Cotmehê guherandin
15:45 Li rojnameger Dolan 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birîn
15:21 Ji Canbaza HDP’î ji bo Altûn: Hedê xwe bizanibe
15:15 Li Stenbolê jina hîndekar hat qetilkirin
15:14 Rêxistina HDP'ê kongreya xwe pêk anî
15:14 Rêxistinen demokratik 34 welatiyên li Roboskî hatibûn qetilkirin bi bîr anîn
14:16 Di doza Fendîk de xwesteka girtina polîsê bersûc hat redkirin
14:15 Girtîgeha Sîncanê 2 ciwan tazî kirin
14:03 Li Girtîgeha Karabuk 13 girtî bi koronayê ketin
13:59 Ciwanên HDP’yî name ji girtiyan re şandin
13:35 Onlu ‘Muzeya Tuncelî’ bir rojeva Meclîsê
13:33 Nûnerên partiyan bertek nîşanî mûçeya kêmane dan
13:31 'Bi Leyla Guven çong nedan şikandin'
11:58 Danişîna Ferhat Tûnç hat taloqkirin
11:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 33’yemîn de dewam dike
11:16 ‘Bi biryara DMME’yê divê hemû girtiyên Kobanê bên berdan’
11:10 Li Wanê hemşîriyek ji koronayê mir
11:07 Parêzerê Ocalan serî li dozgeriyê dan
10:48 Malbatan banga xwedîderketina çalakiya grevê kirin
10:37 Hevberdevka HDK’ê Ûgûrlû: Sala 2021’an dê bibe sala têkoşîna giştî
10:33 Temellî: Em ê li Roboskî pêşiya pêvajoya hiqûqî vekin
10:03 Hêzên navdewletî tecrîda Îmraliyê giran kirin û Kurd kirine hedefa xwe
09:03 Bi hinceta ku operasyon asteng kirine polîsan li wan xist
09:03 Şêniyên Geliyê Zorê: Em ê nehêlin HES bê çêkirin
09:03 Karkerên destûra wan hatiye binpêkirin hezar saet zêde hatine şixulandin