Muhsîn Osman: A girîng ne mezinbûna dijmin e, yekîtiya me ye

img
STENBOL - Lêkolîner û nivîskar Muhsîn Osman ku qewimînên li herêmê nirxandin, bal kişand ser yekîtiya neteweyî û got: "A girîng ne mezinbûna dijmin e, yekîtiya me ye. Bi yekîtiyê em ê karibin bi ser bikevin. Divê em rê dost û dijminan bidin ku gava em bi yek bin em çawa xwe bi rê ve dibin." 
 
Lêkolîner û nivîskar Muhsîn Osman, qewimînên li Herêma Kurdistana Federe û êrîş û planên li ser gelê kurd nirxandin. Osman, destnîşan kir ku heya ku kurd azad nebin ne tirk, ne ereb û ne jî faris dê rihetiyê nebînin. 
 
HEGER KURD NE AZAD BIN...
 
Osman, anî ziman ku gelê kurd di pêvajoyeke pir hesas re derbas dibe û dewletên li herêmê bi polîtîkayên xwe yên dijî kurdan hem wan hem jî herêmê ber bi krîzeke kûr ve birine. Osman got: "Heya ku gelê kurd heqê xwe û azadiya xwe bi dest nexe, dê pirsgirêkên li herêmê çareser nebin. Bi krîzên û pirsgirêkên kûr bûne rêxistinên wekî DAIŞ'ê tên peydakirin. Heger Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraq hişê xwe nedin serê xwe û mafên rewa yên urdan nas nakin, dê tu carî aram nebin." 
 
PLANA TUNEKIRIN Û DAGIRKIRINA ŞENGALÊ 
 
Muhsîn Osman, peymana derbarê Şengalê de ku di navbera PDK û hikûmeta navendî a Iraqê de hatibû îmzekirin jî nirxand. Osman, bilêv kir ku Tirkiye ji peymana Sevr û Lozanê vir ve hewl dide Mûsilê bi dest bixe. Osman, destnîşan kir ku êrîşa DAIŞ'ê ya 2014'an ku biribû ser Şengalê bi xwestek û piştgiriya Erdogan pêk hatiye  û armanc tunekirina kurdên êzidî yên li kembera Mûsilê bû, lê belê bi berxwedanê armanca wan pûç bûye. Osman, anî ziman ku armanca êrîşên li ser Şengalê û peymana ku hatiye îmzekirin tunekirina destkeftiyên kurda û qutkirina Hîva Şîî ya di navbera Kurdistana Federe û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û bi vî awayî avakirina Kemera Sunnî ye. 
 
Muhsîn Osman wiha domand: "Erdogan, dixwaze bi xeta trênê re xwe bigihîne Telaferê û ji wir jî ber bi Bexdayê ve xetekê çêbike. Tişta ku Tirkiye dike, bi destê PDK û Amerîkayê aramî û aştiya li Şengalê xera bike û pêşî li ber êzidiyan bigire ku nikaribin vegerin warên xwe. Lê belê heya niha çi li qadê çi jî bi peymanan ev yek pêk nehatiye û heya ku gelê herêmê qebûl neke wê pêk neyê." 
 
POLÎTÎKAYÊN HEVPAR 
 
Muhsîn Osman, tiştên ku hêzên global dixwazin bi Projeya Rojhilata Mezin pêk bînin bibîr xist. Osman, anî ziman ku di pêvajoya jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de tenê polîtîkayên hevpar û yekîtiya neteweyî dikarin destkeftiyan bi dest bixin û got: "Sed sal berê gava ku herêm hat dîzaynkirin kurd di warê hişî de ne amade bûn. Ji ber vê derfet bi kar neanîn û winda kirin. Kurd, divê platformên hevpar ava bikin û proje û polîtîkayên ku çarenûsa wan eleqedar dike pêş ve bixin. Divê pêvajoyê bi polîtîkayên hevpar bi rê ve bibin. Bi vî awayî dê karibin destkeftiyên mezin bi dest bixin." 
 
ERDOGAN LI PÊYÎ ROLEKE NÛ YE 
 
Osman, anî ziman ku daxuyaniyên Biden ên derbarê Tirkiyeyê de hişk in û lewma Erdogan Serokwezîrê Iraqê Kazimî vexwandiye Tirkiyeyê û bi vê xwestiye li herêmê rolekî nû bi dest bixe. Osman, destnîşan kir ku Tirkiye ji roja ku ava bûye heya niha ev qasî neketibû rewşeke xiran û got: "Li gor plana Biden, dê Erdogan heya meha Îlonê li ser îqtidarê nemîne. Lewma Erdogan dixwaze gavine nerm bavêje. Dixwaze têkiliyên bi Iraq û herêmên din re xurt bike. Dixwaze roline nû wergire." 
 
GEL JI BER TIRKIYEYÊ NERIHET E 
 
Osman, bal kişand ser têkiliyên PDK'ê yên bi Tirkiyeyê re jî û got: "Me li Şeladizê dît ku bê gel çawa çû ser tankên tirk û çi kirin. Ji ber nerihetiya dewleta tirk û li dijî PDK'ê çalakî hatin lidarxistin. Li gor hejmarên ne fermî di van çalakiyan de 300 kes hatine girtin. Gel her wextî bi feraseta berxwedanê tevdigere. Piştî PDK'ê, Tirkiye bû hikumranê wê derê. Endamê Polîtburoya PDK'ê Ethem Barzanî jî gotibû, Tirkiyeyê tenê ne Rojavayê, qismek Behdînanê jî dagir kiriye. Her kes hay ji her tiştî heye." 
 
DIXIN STUYÊ PKK'Ê 
 
Osman, diyar kir ku PDK di warê eskerî, siyasî û aborî de teslîmî dewleta tirk bûye û got: "PDK, ji bo rewşa ku gel tê de ye, dibêje şaşî ne ya min e. Lewma ji bo gel meşgûl bike jî antîpropagandayan dike û dibêje, 'PKK hatiye, lewma em nikarin bixebitin. Em nikarin xizmeta gelê xwe bikin. PKK, dibe sedema pirgirêkan' û car carinan jî bi pevçûnan dixwaze rewşê îdare bike. Lê belê hêzeke PDK'ê ya ku karibe şer bike tune ye. Nikare şer bik, lê dikare bi argumanên werê pirsgirêkan çêbike." 
 
Her wiha Osman anî ziman ku Tirkiye dê tu carî nikaribe bi çekê li hemberî kurdan bi ser bikeve û got: "Erdogan, Tirkiyeyê 50 sal paşvetir bir." 
 
HER TIŞTÊ ME YEK E, LÊ BELÊ... 
 
Muhsîn Osman, destnîşan kir ku kurd di sed salî de berxwedanine pir  mezin dane der, lê belê ji ber ku berxwedanên wan jî perçebûyî bûne û ne yek bûne, bi encamên giran re rû bi rû mane. Osman got: "Heger em wekî reş û spî nêzî fikran bibin, em ê bibînin ku dê reş û spî nikaribin diyalogê deynin. Lewma berî ku em axa xwe bi yek bikin divê em hişê xwe bi yek bikin. Ji şewra dijminê me yek e. Her wiha derdê me jî yek e. Şehîdên me, axa me, dîroka me yanî hemû tiştên me yek in. Lê belê em perçekirî ne. Heger em bibêjin tenê YNK rast e, tenê PKK rast e yan jî tenê PDK rast e, em ê nikaribin pirsgirêkê çareser bikin. Ê gişa şaşî û rastiyên wan hene. Lê peywira me em van şaşiyan rast bikin." 
 
YEKÎTÎ Û SERKETINEKE MEZIN 
 
Osman di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser yekîtiya neteweyî ya kurd û got: "Derdê kurdan ne Erdogan, Bexda an jî Tehran e. Derdê kurdan kurd bixwe ne. Mesele ne mezinbûna dijmin e, mesele yekîtiya me ye. Bi yekîtiyê em ê karibin bi ser bikevin. Pêşî divê em hev du qebûl bikin. Bi yekîtiyê divê em rê dost û dijminan bidin ku gava em bi yek bin em çawa xwe bi rê ve dibin." 
 
MA / Îdrîs Sayilgan 

Sernavên din

05/01/2021
09:09 Rêvebera TAJÊ Şengalî xwest Asayîşa Êzîdxan bê naskirin
09:09 Jinên Ciwan: Em ê dengê Leyla Guven li kolanan bilind bikin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:36 Nûçegihanê me Mehmet Aslan hat binçavkirin
04/01/2021
19:58 197 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
18:23 Meclisa Tenduristiyê ya KCD'ê rapora kanûnê aşkere kir
17:14 Di doza Pinar Gultekîn de daxwaza reda dadgerî hat kirin
15:55 Wê Assange lê Amerîkayê neyê vegerandin
15:26 Xwendekarên Bogazîçiyê avahiya rektoriyê mohr kirin
14:45 Demîr, Nayir û Ûyar li Silopiya hatin bibîranîn
14:32 HDP: Em bi barîna zaman re ketin sala nû
14:04 DGF: Di 2020'an de 24 rojnameger hatin girtin
13:25 Çeteleya tundiyê ya 2020'an a Jin Newsê: Herî kêm 332 jin hatin qetilkirin
13:16 Polîsan destûr nedan encumenên şaredariyê têkevin şaredariyê
12:54 Raporek bendewariya ciwanên kurd hat parvekirin
12:49 Wekîla HDP’ê derbarê miduriyeta polîsan de gilî kir
12:24 ‘Rêveberiya girtîgehê peyama 'hûn nikarin hilberînin' dide me'
11:55 DÎB: Wê li dijî zilma desthilatê têkoşîna me bidome
11:20 Îtîraza li dijî berdana Aydemîr hat redkirin
10:56 Pelosi ji nûve bû Seroka Meclîsa Nûneran
10:46 Wezareta Bazirganiyê 20 hezar 953 tl ceza li Evrenselê birî
10:27 Li Enqereyê jinek hat kuştin
10:20 Derbarê Fîkrî Saglar de lêpirsîn hat destpêkirin
09:02 Salek e agahî ji Gulistan Dokû nayê girtin
09:02 Esnafên Beyoglûyê: Çavê xwe vekin û birçîbûnê bibînin
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 39'emîn de dewam dike
09:02 Girtiyên siyasî yên Gumuşhaneyê nikarin bêhn bistînin
09:02 Dozger tevlîbûna Alaca ya daxuyaniya Bûldan sûc hesiband
09:02 Başaran: Îqtîdar li dîwarê berxwedana jinê qelibî
09:02 'Daxwazên girtiyan daxwazên me ne'
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:12 Di 3 salan de li Efrînê 674 sivîl hatin kuştin
03/01/2021
20:30 Hejmara miriyên vîrûsa koronayê derket 21 hezar û 488 kesan
16:27 Cenazeyê jina winda hat dîtin
14:06 Li Rihayê ciwanê winda mirî hat dîtin
12:50 Dikanderên ceyran û ava wan hatin birîn: Cihekê em biçînê tuneye
12:17 Çalakiya Mexmûriyan a li dijî tecrîdê didome
11:43 Hêjmara Xwebûn a 55'an derket
10:40 Ji bo qedexeya 5 sal in li Wanê didome korona kir hincet
10:38 Midurê qeyûm şaredarî barkir mala xwe
10:08 Walîtiya Meletiyê tecawiza li dijî zaroka astengdar derewand
09:47 Li Qeyseriyê xebatkarê tenduristiyê mir
09:46 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 38'emîn de ye
09:45 Şêniyên Şengalê 33 roj in li dijî peymanê nobetê digirin
09:11 Esnaf îflas dikin
09:10 Unsal: AKP'ê bi salan peywir neda jinên sergirtî
09:09 ‘Ocalan azad bibe dê aştî çêbe û zarokên me nemirin'
09:08 CÎSST: Di pandemiyê de xetereya greva birçîbûnê du qat zêdetir e
09:05 Muhsîn Osman: A girîng ne mezinbûna dijmin e, yekîtiya me ye
09:04 Qeyûmê Îdirê pereyên şaredariyê ji bo eskeriyê xerç dike
09:02 Sê hevrêyên berxwedêr: Sêvê, Pakîze û Fatma
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2021'AN
02/01/2021
21:03 Daxuyaniya Şaredariya Artûklûyê ya derbarê tabeleyan de
19:13 202 kes mirin, 11 hezar û 180 kes jî pê ketin
17:13 Di teqîna Serêkaniyê de 5 kes mirin
17:05 Dijminantiya AKP'ê ya li dijî zimanê kurdî: Tîpên X,W û Q ji lewheyan bir
16:42 Daxuyaniya qeyûm a têkildarî karkerên ji kar avêtin: Karkerên demsalî bûn
15:59 Di teqîna li Hesekê de 2 kes mirin
15:42 KCDP: Di 2020'an de 300 jin hatin kuştin 171 jin jî mirî hatin dîtin
15:34 Di Rûniştina F de hat xwestin ku girtî Kadriye bê berdan
14:51 'Demildest Koyuncu serbest berdin
13:39 Dayikên Şemiyê: Bila sala 2021'an bibe sala dîtina windayan
13:33 Li Somaliyê êrîşê eskerên Tirk kirin
13:13 Komîsyonên Edaletê yên Gulistan Dokû rapora salekê belav kir
12:43 Înîsiyatifa Ji Girtiyan re Azadî: Girtiyê nexweş Fîlîz berdin
11:52 Qeyûmê Qersê navên ‘mor’ guhert!
11:42 Kurê Kaya yê 85 salî: Em ne taloqkirinê, beraeta wî dixwazin
11:32 Berdevka HDP’ê Gunay: Ji bo çûyîna îqtîdarê roj tên jimartin
11:10 Cendirmeyan 26 sal berê Tekîn winda kirin
10:41 Du kesan ji ber dûmana sobê jiyana xwe ji dest dan
10:41 3 ciwan li Enqereyê mirî hatin dîtin
10:17 Yuksekdag: Dê 2021'an bibe sala gelan û ciwanan
10:07 Polîsan astengî ji nexweşa atiyê re derxist!
09:38 Hêjmara 10'emîn a Zrîngê di sala nû de li benda we ye
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 37'emîn de didome
09:12 Li eskeriyê îşkence: Cixare li ser canê wî tefandin
09:11 Li sînor guleyên ku dipengizin hemû li kurdan dikevin!
09:11 Qeyûm dê bi pereyê şaredariyê karê şaredariyên AKP'î bike
09:10 Li girtiyên ku binpêkirinên mafan protesto kirin, ceza birîn
09:10 ‘Naveroka tayinkirina qanûna qeyûman wekî navê xwe ne xêrxwaz e'
09:09 'Divê berteka civakî bê bilindkirin'
09:08 Li Geverê dengê komekê olan dide: Koma Dengda
09:08 Gursucû: Peymana Parîsê ne çareseriya avhewayê ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2021'AN
01/01/2021
20:09 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 21 hezar û 93
16:11 Walîtiya Colemêrgê: Di êrîşa hişyariyê de birîndar bû
14:52 Jinan binçavkirina Buse Uçer şermezar kirin
14:07 El-Ebid: Tirkiyê armanc dike ku Kerkûk û Mûsilê kontrol bike
13:31 Cenazeyê dayika 4 zarokan li nava kuçeyê hat dîtin
13:19 Vaye lîsteya pirtûkên kurdî yên di 2020'an de hatine çapkirin
12:22 Hejmara nû ya Newaya Jinê derket
12:15 Qeyûm 84 karker ji kar avêtin
11:47 Jinên çalakger: Bila tu kes rehet li paldanka xwe rûnenên
11:20 'Em amadene li dijî tecrîdê her bedelî bidin’
11:16 Li Edeneyê 3 welatî hatin girtin
10:58 Uçer a bertek nîşanî qetilkirina jinan da hat binçavkirin
10:33 Berteka kuçeyê ya li dijî bihayê asgarî: Ji Qesrê re heye ji me re tuneye
09:59 Penaberan qeza kir: 2 kes mirin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 36'emîn dewam dike
09:09 Ji ber nimêja cenaze 6 sal ceza li mele Akdag birîn